23 november 2017

Mêrik bi erebî dinivîse lê dibêje ew nivîskarekî kurd e

Bi erebî dinivîsîne, 8 kitêbên wî bi erebî hene, lê efendî "xemxurê" zimanê dayika xwe ye (!)


Heysem Hisên kurd e, ji Kurdistana Rojava ji Amûdê ye. Kurmanciya wî pir baş e, lê efendî dîsa jî bi kurdî nanivîse. Bi erebî dinivîse.
Heysem Hisên bi çar romanan û bi çar pirtûkên rexne ne kitêbxaneya kurdî, kitêbxneya erebî zengîn kiriye.
Lê dîsa jî xwe wek nivîskarekî kurd dibîne...
Yanî camêr him bi erebî distirê û him jî dibêje ew dengbêjekî, hunermendekî kurd e (!)
Heysem Hisên rojnamevane jî.
Lê ne rojnamevanekî kurd e, rojnamevanekî ereb e.
Di rojnameyeke erebî da quncikekî wî heye, heftê du caran dinivîse.
Û bêyî şerm bike dibêje ew nivîskarekî kurd e.
Di Rûdawê da Husên Omarê bi Heysem Hisên ra hevpeyvîn kiriye, gotiye, Heysem Hisên xemxurê zimanê dayika xwe jî.
Wey bi qurbana zimanê dayika xwe be, şîrê dêya wî lê herb be.
Yê bi erebî binivîse çawa dibe nivîskarê kurdî?
Ma kurdê bi erebî distirê stranbêjê kurdî ye?
Vana galgalên vala ne, meriv kîjan zimanê nivîsî meriv nivîskarê wî zimanî ye.
Meriv bi kîjan zimanê stra got(kilam got)meriv dengbêjê, hunermedê wî zimanî ye…
Mêrik romanan, meqaleyên edebî, nivîsên rexne bi erebî dinivîsîne, rojnamevaniyê bi erebî dike, di rojnameyake erebî da quncikekî wî ye, lê dîsa jî ”xemxurê” (!) zimanê dayika xwe ye…
Wey tirt, wey zirt, wey çavo qelişyo, îcar efendî ”xemxurê” zimanê dayika xwe ye (!)
Ew qelemşorê erebî ye.
Weleh Heysem Hisên ji baasîyekî bêtir neyarê zimanê dayika xwe ye û ji baasiyekî bêtir zirarê dide kurdî.
Heger Heysam Hisên zimanê dayika biçûk nedîta, jê nefret nekira ewê bi kurdî binivîsîya.
Çimkî kurmanciya wî pir baş e.
Lê li gel kurdiya wî pir û pr baş e jî bi kurdî nanivîse. Çimkî ji kurdî hez nake…
Tiştê meriv jê hez neke, kêfa merin jê ra neyê meriv nake, çi kar dibe dibe bira bibe, çi zeq û hobî dibe bira bibe hezkirin lazim e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE