Zekî Ozmen gotiye bi yek gotinê bibêjin "mirov çawe
nabe dewlet?" bidin.
Ez fikrê xwe bibêjim. Dibê siyasetmedar û serokên meriv wek yên kurdan bin.
Serokên kîjan miletî wek yên kurdan bin ne mimkûn e bikanibe zora dijminê xwe bibe û bibe xwedî dewlet.

Siyasetmedar û serokên kîjan miletê bindest wek yên
kurdan(kurdên başûr, bakur û rojava)bin ew bifirin jî, bi sedhezaran şehîdan
bidin jî, wek çem û rûbaran xwînê biherikînin jî nikanin ji bindestiyê rizgar
bibin û bibin xwedî dewleteke netewî.
Mamoste
Nûjen Nêrînek ji binîve çewt e. Kêm netewe hene ku, wek miletê Kurd
siyasetmedar û serokên têgîhîştî zane û qehreman hebin. Ji Qazî Muhamed dest pê
bike û bi Şêx Saîd, seyîd Riza, general Berzanî, Dr. qasimlo û Mesud Berzanî
dom bike. Û ne hewceyî firandinê ye. Bi referanduma 25ê Eylûlê me azadiya xwe
îlan kiriye. Em bi rûhên xwe bi serok û berxwedan û tevgera xwe serbixwe ne jî.
Zinarê
Xamo Ê madem siyasetmedar û serokên me hewqasî jîr û zane ne, wê demê
ev bêtifaqî û kaosa li Kurdistanê çi ye, ji bo çi heye? Berpirsiyar û musebîbê
vê bêtifaqiyê û vê rewşa kambax kî ye?
Mamoste
Nûjen Pergela dinyê nuha rê nade û dijminên me pir xeter in.
Zinarê
Xamo Mamoste ez qala hundur malê, kêmasiyên bi me ve girêdayî ne
dikim. Mesela pergala dinyayê tiştekî din e.
Li Kurdistana Başûr 25 salan wek deleteke serbixwe bûn. Tu tu warî da dezgeheke netewî ava nekirin. Rewşa wan li ber çava ye. Ma tu ji vê rewşa başûr ya nuha memnûn î?
Ma tu ji siyaseta partiyên Kurdistana rojava û bakur memnûn î?

Nûjen Ez dibêjim dijmin xeter e. Tu dibêjî dezgehek netewî ava
nekirin. Dijmin bi navên "serokatî û hereketên kurdî" hezar fen û
dafik li hember gelé me bi plan û proje ava kirine. Serokatî û hereketên kurdî
chiqas zîrek û bi hêz bin jî, carinin dikevin van dafikaan. Wek tishtên li
Kerkûkê rû da.
Salim
Celiker Zinar, Ibn Xaldun dibêje cografya qeder e. çar dewletên cînar
em işgal kirin û dor li me pêçan. Bi darê zorê rê nadin ku pêvajoyek sîyasî li
gor dînamîkên xwe bimeşe. Ji sedî 93ê miletê me îrada xwe ji bo dewletbûyînê
beyan kir. Ê ku vê iradê mobîlîze kir, di serî de Mesud Berzanî,
serokatîya sîyasî yê Kurdîstanê bû. Ev yek, destkeftîkî pir bu rûmet e. Ev
serokatî, him pêşengê civakî û him jî yê sîyasî ye; roja jê xerab were, nikare
bêje "ji xwe dîyamin jî ereb e" û here li mala xwe rûnê. Di her
milletî de xayîn û xwefiroş hene. Ev qedera cogrfîk e kû van xwefiroşa dike
xwedî hukum. Ne ji tirsa Îranê be, YNK nuha ji zuva nava xwe pakij kiribû û
ketibû xetek Kurdîstanî, lê zora cîranan nahêle ev yek pêk bê. Divê em parî bi
sebir bin
Zinarê
Xamo Salim, tu qala bûyereke spesîfîk, taybet dikî. Nivîsa min ne
li ser bûyereke spesîfîk e.
Ez bêtifiqaya kurdan û tunebûna siyaseteke netewî rexne
dikim. Ez dibêjim heta serokên me xwediyê vê siaysetê bin xelasiya me ne mimkûn
e.
Min negotiye referandûma serxwebûnê şaş bû. Heta ji min hat min referandûm parast. Referandûm rast bû, wê demê jî min got û nuha jî dibêjim.
Û sebebê vê rewşa Kurdistana Başûr jî ne referandûm e, gelşa nabêna hêzan gelkî kevintir e, bêtifaqiya li ser referandûmê yek ji gelşên nabêna wan e.
Dezavantaja coxrafiya me helbet rast e.
Pirbûn û zalimiya dijminên me helbet rast e.
Lê musebîbê bêtifaqiya kurdan û îxaneta 16ê cotmehê kurd bi xwe ne. Heger siyasetmedar û serokên me merivên saxlem û netewî bûna kesî nikanîbû ew bixapandana û bikirîyana.
Heger serokên kurdan merivên nasyonalîst û xwediyê hedef û siyaseteka milî bûna, nuha cepheyeke kurdan ya netewî hebû.
Piştî 25 salan avanekirina bingehên dewleteke netewî, tunebûna malîye û artêşeke netwî, hebûna pêşmergeyên partiyan û şexsan ne ji ber coxrafya me û dijminên me ye.
Ma coxrafya me û dijminên me nehîştin serokên PKKê bibin xwedî hedef û siyaseteke netewî?
Heger wisa ye wê demê tiştê min gotiye rast e, yanî bi serokên wiha, bi serokên merivên dijmin em tu carî azad nabin.
Ma coxrafya me û dijminên me nehîştin li Kurdistana Rojava kurd yekîtiya xwe çê kin?
Kê bi destê wan girtiye, bira werin ba hev û yekîtiya xwe îlan bikin. Baş e mesûlê vê bêtifaqiyê û berberiya nabêna kurdan kî ye?
Ma ne kurd in?
Ev 25 sal in kurd li başûr wek dewlteke serbixwe ne.
Lê di 25 salan da pêşmergeyên xwe jî nekirin yek, aboriya xwe, siyaseta xwe ya derve nekirin yek.
Yekî guh da Tirkiyê û yê din jî guh da Îranê. Û Tirkiyê û Îranê jî dû ra wek maran bi wan vedan, Kerkûk û nîvê Kurdistanê bi rehetiyeke ne dîtî wan stendin,
Şex sengîn bûn, her siyasetmedarê berê feqîr bû, nuha bûye milyarder.
Lê dewlet çûye îflasê, milet ji birçîna xwe davêje dexlê Bexdayê.
Û tu hîn jî sûcekî van siyasetmedaran, van partiyan nabînî, tu qala dezavantajên coxrafyayê û hovîtiya dijminên me dikî !
Birayê delal, tesîra xoxrafyayê, îşxalê, hovîtiya dijminên me û bêbextiya hêzên mezin rast e.
Lê belê li Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê musebîbê vî halê me yê perîşan û bêtifaqiya me ne ew in, serokên kurda ne.
Ez pir vekirî bibêjim, li Başûr baş be jî xerab be jî sûcdar û berpirsiyarê vê rewşa nuha PDK û YNK ye, wan xwe xist vî halî. Heger bi tifaq û xwedî siyasetke netewî bûna, dijmin êrîş bikira jî wiha nedibû, nediketin vî halî.
Li Bakur jî sûcdar PKK ye.
Û li Rojhilat jî PYD ye. Li Rojhilat kurd têk biçin berpirsiyar PYD ye. Yanî kî îktîdar be mesûl û berpirsiyar ew e.
Heger van partiyan berjewendiyên netewî di ser yên hizbî û şexsî ra bigirtana li hersê perçeyan jî rewşa me nuha gelkî baştir bû.
Dibê em jî wek tirkan hemû kêmasiyên xwe bi teoriyên komployê, bi coxrafya û hovîtiyên dijminên xwe ve girê nedin, sûcê me, kêmasiyên me jî pir in û him jî yên esasî ne…
Tiştê min xwesitiye bibêjim ev e…

Celiker Zinar, tu iddîa dikî ku heta ev serokên me hebin em nikarin
bibin dewlet. Loma jî ez te baş fahm dikim, lê nêrîna te ya di warê
dewletbûyînê de çewt e. Ji bo çi? Li riyê dinê, ji blî hinek dewlet-netewe, ku
ji împaratorîyê derbasî vî halî bûne, ti dewletekî bi imkanên xwe nebûye
dewlet; ew, her bi imkanêen hêzên derva gihîştine vî hukmî. Ez dikarim di vî
warî de bi dehan nimûne bidim te. Ev dewletên di vê rewşê de, çi bi serokên xwe
çi jî bi qewtên xwe yên fizîkî nagîjin pêlava kurdan, lê ew bûne dewlet û îroj
jî li ser qedera miletên kurd, di hinek platformada, biryara didin. Ew
kêmasîyên ku tu dest nîşan dikî rast in, lê astenga esasî ya ku rê li ber me
digre, cografya me ye, dagirkerê me ne.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar