Rojnamevan Lutfu Oflaz, di nivîsa xwe ya îro da qala
bîranîneke xwe ya bi milyarderê tirk Sakp Sabancî ra kiriye, gotiye rojekê min
ji Sakip Sabincî ra got, ”hûn ji şalûzan(şelafan, dalkavukan) hez dikin.
Li ser vê, Sakip Sabancî jê ra gotiye:
Li ser vê, Sakip Sabancî jê ra gotiye:
”Rast e, em ji kesên ji me ra şalûziyê(şelafiyê)bikin hez
dikin, kêfa me ji wan ra tê, lê belê em hurmetê nîşanî wan nadin. Meriv ji
kûçikê xwe hez dike, lê hurmeta meriv jê ra tuneye.”
Bi Xwedê Erdogan û tirk eynî bi çavê Sakip Sabancî li kurdên
zilamên xwe dinêrin, erê ji wan hez dikin, carnan pesnê wan jî didin, feqet bi
qasî serê derziyê jî hurmeta wan ji kesên bi qewmê xwe ra xayin ketine tuneye.
Nivîsa Lutfu Oflaz
Nivîsa Lutfu Oflaz
XXX
Mehdî Ekerê Bismilî mabû wa ye ew jî li dijî perçebûna
Tirkiyê derketiye û wî jî gotiye, ”dixwazin xerîteyan nuh bikin.”!
Ji bo ku Erdogan wî jî wek Huseyîn Çelîkê Wanî neqewitîne bêguman dibê Eker bi ruh û can li dijî perçebûna Tirkiyê û avabûna Kurdistanê derkeve. Lê ew çiqasî neyartiya gelê xwe bike jî aqûbeta Huseyîn Çelîk zû dereng ewê ya wî be jî.
Tu carî garantiya zilamtiya dijmin tuneye, rojek tê meriv dikeve rewşa gayê ji cot ra nabe.
Mehdî Eker ji vê hevkariya xwe ya bi dewleta tirk ra şerm nake, lê rojek ewê were zarokên wî, neviyên wî ewê ji van gotin û hevkriya Eker şerm bikin.

Polîsên tirk îro girtine ser mala serokê belediya Mêrdînê Ahmet Turk û ew girtine.
Serokê belediya Artûkluyê Emîn Irmak jî li belediyê girtine û birine emniyetê.
Li gorî fermana Erdogan daye dewleta xwe girtinên bi vî rengî ewê dom bikin, ewê bi hezaran kesên din jî bigrin.
Helbet ev faşîzm e, terorîzekirina miletê kurd û
siyasetmedarên kurd e. Dibê meriv bêdeng nemîne û protesto bike.
Lê êdî ji şermezarkirina girtinên şexsan wêdatir, dibê meriv
hebûna dewleta tirk ya li Kurdistanê, hebûna AKPê û partiyên tirk li Kurdistanê
protest bike, li dijî îşxalê rabe û li hemberî vê îşxalê bi hev ra micadelê
bike.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar