Wek milet me pir kişandiye û em hîn jî dikşînin. Qetlîamên
Cizîrê, Sûrê, Silopiyê, Hezexê, Şirnexê kurd hejandin, di dilê kurdan da, di
hestên kurdan da birînên kûr vekirin, ev birînên xedar ewê zû bi zû, heta kurd
negihîjin azadiya xwe nekewin.
Tirk heyfa Kurdistana rojava ji kurdên bakur digre, ji bo ku kurdên bakur jî wek kurdên rojava zêde pêşda neçin dewlet ji nuha da tedbîr axwe digre, çavê kurdan ditirsîne.
Tirk heyfa Kurdistana rojava ji kurdên bakur digre, ji bo ku kurdên bakur jî wek kurdên rojava zêde pêşda neçin dewlet ji nuha da tedbîr axwe digre, çavê kurdan ditirsîne.
Hêvî dikim li başûr û rojavayê Kurdistasnê di demeke nêz em
xeberên xêrê bibihîzin û qet nebe li van herdu perçeyên Kurdistanê miletê kurd
bigihîje azadiya xwe û bibe xwedî dewlet…
Heger partiyan kurd, siyasetmedarên kurd zîrek bin û biaqil
hereket bikin dikane 4 dewletên kurd, 4 Kurdistan çê bibin. Destpêk dikane wiha
be, dû ra, bi wextê ra ewê yekîtiya xwe çêkin.
Çê nekin jî tişt nabe, bira çend dewletên kurdan jî hebin,
zirara me tê tuneye…
Ma 22 dewletên ereban tune ne?
Ma 22 dewletên ereban tune ne?
Ma du dewletên arnawitan(Albanya û Kosovo)tune ne?
Yanî ne şert e yek dewleta kurdan hebe û herçar perçeyên Kurdistanê tavilê bibin yek. Tiştekî wiha ji xwe qet ne mimkûn e jî.
Yanî ne şert e yek dewleta kurdan hebe û herçar perçeyên Kurdistanê tavilê bibin yek. Tiştekî wiha ji xwe qet ne mimkûn e jî.
Ya muhîm kurd beşekî Kurdistanê bibin xwediyê dewleteke
serbixwe. Li kïjan beşî ev îro mimkûn e dibê meriv giraniya xwe bide wir,
aalîkariya wî beşî bike…
Bi vê siyasetê, bi vî aqilî kurdên bakur gelkî dûr û serxwebûnê ne….
Bi vê siyasetê, bi vî aqilî kurdên bakur gelkî dûr û serxwebûnê ne….
XXX
Ez nizanim bi min wisa tê ya jî bi rastî wisa ye, însan gava
bi kurdî dinivîsin, bi kurdî minaqaşe dikin bi edeb û sergiran in.
Lê gava bi tirkî dinivîsin û bi tirkî minaqaşe dikin, ji devê wan jahr û zuqûm dibare, zû dilê hev dihêlin, zû gotinên ne xweş ji hev ra dibêjin.
Ji ber ku ez bi tirkî nanivîsînim û nivîsên bi tirkî jî qebûl nakim pir bextewar im...

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar