Daîşê do navê 55 kurdên di şerê wan û pêşmergeyan da hatine
kuştin belav kir. Him jî bi bi naznav, navê rastî û rismên wan ve.
Min bala xwe da navên wan, bi min wiha hat fena ku hemû jî soran bûne.

Heger 55
heb hatibin kuştin, ev tê wê maneyê ku bi sedan, belkî jî bi hezaran kurd di
nava Daîşê da hene.
55 xayinên qewmê xwe, bi dijminê xwe ra bûne yek û di şerê
li hembrî gelê xwe da hatine kuştin.
Ji Kurdistana bakur jî hin kurd tevî Daîşê bûne. Lê belê rewşa wan û kurdên başûr naşibin hev.

Berî her tiştî kurdên ji bakur tevî Daîşê bûne ya dîndarên xwe
kurd qebûl nakin, ya jî faşîst in. Pirên wan asîmîle bûne û bi kurdî jî
nizanin, xwe tirk dibînin.
Yanî bêyî têkiliya nîjadî (irqî), tu têkiliyeke wan
bi kurdan ra nemaye, êdî bûne tirk.
Lê kurdên li başûr tevî Daîşê bûne ne wisa ne, ew xwe kurd dibînin û hemû jî bi kurdî dizanin.

Li Kurdistanê xwedî kar in. Gelekên wan di mizgeftanda mele
bûne. Yanî ne faşîst in û ne jî asîmîle bûne.
Û kurdbûna xwe jî înkar nakin. Lê
dîsa jî bi ereban ra li hemberî gelê xwe şer dikin.
Sebebê çûna wan ya nava Daîşê îdeolojiya dînî ye, ji ber baweriyên xwe yên dînî tevî Daîşê bûne û şereê gelê xwe dikin.
Ev sebebek e.
Ez dibêjim sebebekî din jî dikane dijayetî û dijminatiya kurmancan û mala Barzanî be.
Ji ber ku çend caran min di vîdeoyan da dît êrîşî Mesûd Barzanî dikirin, gef li wî dixwarin. Min qet nedît qala Talabanî û yekî soran kiribin.

Erê Mesûd
Barzanî serokê Kurdistana Federeye û serfermandarê hêzên pêşmergeyan e, tesîra
wê jî heye.
Lê li gel vê jî ez dibêjim tesîra neyartiya Barzaniyan û kurmancan
jî heye.
Ez nabêjim sedîsed wiha ye, lê dibê hin sebebên cidî yên çûna soranan ya nava Daîşê hebe.

Dibê li ser vê meselê lêkolîn were kirin.
Çima hewqas soran tevî Daîşê bûne û çima tim êrîşî Barzaniyan dikin?
Em vê meselê nikanin tenê bi dîndariya wan ve girê bidin. Li Kurdistana başûr du partiyên îslamî hene. Yanî li başûr kes û hêzên îslamî ne bindest in, ne derî îktîdarê ne.

Li gorî Kurdistana bakur û rojava, li başûr kultur û
îdeolojiya îslamî xurt e, serdest e.
Û li alî din van kurdan, malbatên wan zulma Seddam û qetlîama Helepçeyê dîtine, gelek perîşanî kişandine.

Lê heger dîsa jî dev ji Kurdistanê, ji azadiyê
berdidin û diherin nava Daîşê û li dijî gelê xwe şer dikin, dibê hin sebebên
pir cidî hebin…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar