Kongreya Emerîka, PDK û YNK ji lîsteya ”organîzasyonên terorîs” derxistiye. Tiştekî baş e û meriv wek kurd pê kêfxweş dibe.
Lê li alî din jî hebûna navên PDKê û YNKê di lîsteya organîzasyonên
terorîst da skandal e û li hemberî miletê kurd, PDK û YNKê bêexlaqî û
bêbextiyeke mezin e.
Serokê PDKê Mesûd Barzanî ev yanzde sal in serokkomarê Kurdistanê û Mam
Celal jî serokkomarê Îraqê bû. Û ev herdu lîder jî di nezda Kongreya Emerîka da
serokên du partiyên terorîst bûn.
Xurt bêbext û zalim in !
YNKê û PDKê di dîroka xwe da tu tiştekî ku bibe sebebê ew têkevin vê
lîsteya ”terorîstan” nekirine. Ev yek.
Ya din ji sala ji sala 1991ê û virda ye têkiliya Emerîka li Îraqê di
mestewake bilind da bi kurdan ra heye. Ev 11 sal in kurd nîvdewlet in û her roj
bi berpirsiyarên Emerîka ra rûdinin.
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û Talabanî heta nuha çendîn car li Qesra
Spî bi serokên Emerîkayê ra rûniştine.
Yanî bi kêmanî ev deh sal in têkiliyên dêplomatîk di nabêna Kurdistana
Federe û Emerîka da heye.
Lê Emerîkayê heta nuha jî navê PDKê û YNKê ji ”lîsteya terorîstan”
dernexistiye. Jixwe carê hebûna navê wan di lîsteyeke wiha da bêbextiyeke mezin
e.
Ez hêvî dikim ku li pey vê biryarê dor were PKKê jî, di demekekin da PKKê
jî ji lîsteyê derxin.
Lê ev hewqasî ne hêsa ye. Ji ber ku emerîkiyan PKK belaş nexistin wê
lîsteyê, miheqeq ji Tirkiyê bedelkekî wê girtin. Ji bo ku ”mohra terorîstiyê”
ji ser PKKê ranebe Tirkiye amadeye bedelekî mezin bide Emerîka û ewê bide jî.
Loma jî heta ku di ”terorîstiya” PKKê da pere û qezenc hebe Emerîka û gelek
welatên Ewrûpa ewê vê mohrê li ser PKKê ranekin. Lê roja kar tê nema, roja
Tirkiyê ji bo vê mohrê bertîl neda, a wê çaxê ewê bi demagojiya DEMOKRASIYÊ vê
mohrê rakin….
Pere kevir nerm dike...
XXX
Sînorê hin tiştan dikane hebe, lê yê nefretê û hezkirinê tuneye. Sînorê
tirsonekiyê û yê mêraniyê jî tuneye. Sînorê bêxîretiyê û xîretê jî tuneye.
Sînorê bênamûsiyê û yê binamûsbûnê jî tuneye.
Loma jî meriv nikane ji yekî gazin bike, bibêje, yaho çawa ev xiyanet, ev
bênamûsî kir?
Dibe, benîadem dikane her başêyê û her xerabiyê, her mêraniyê û her îxanet
û bênamûsiyê bike...
XXX
Dîrok û serpêhatiya kurdên Xorasanê.
Gelek kurd nizanin ev 500 sal in li Xorasanê kurd hene. Esas di vî warî da
gelek nivîs hene. Nufûsa wan li dora 1, 7 milyon e û bi kurmancî dipeyivin,
şîene.
Hin kurdên wek Kilçdaroglu heramzade koka xwe digihînin Xorasanê ji bo ku
xwe ji kurdayetiyê bişon. Lê ji bîr dikin ku piştî şerê Çaldiranê bi hezaran
kurd li Xorasanê hatin biçîkirin ji bo ku rê li ber êrîşên Ozbekan bigrin.
Fermo li vê vîdeoya hêja temaşe bikin û piçekî kurdên Xorasanê û dîroka wan nas
bikin.
XXX
Hevaltiya kûçikan heta meriv hestiyekî bavêje nabêna wan.
///Hz. Mewlane
XXX
Li vê dinyayê bi milyonan însan di jiyana xwe da bêyî ku kitêbekê bixwînin
dimrin. A ev dinya hewqasî ne adil e...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar