Rojekê merivê dilpak û weliyê Xwedê yê bi nav û deng
Behlûl Dana û Xalîfe Harûnê Reşîd bi rê da rastî hev tên. Xelîfe Harûnê Reşîd
bi hurmet ji Behlûl Dana ra dibêje:
-Behlûlê hêja, tu wiha
ji ku tê?
Behlûl dibêje:
-Ez ji
Cehenemê(dojehê)têm.Harûnê Reşîd matmayî dimîne, lê bi zimanekî nerm dibêje:
-Ma çi karê te li wir hebû?
Behlûl Dana dibêje:
-Agir lazim bû. Min got ez herim ji cehenemê hinekî bixwazim. Lê belê mamûrê
wir ji min ra got:
-Li vir agir tuneye. Û gava min got ”çawa dibe, ma vira ne ciyê êgir e?”, ji
min ra got:
-Erê, bi rastî jî li vir agir tuneye. Her kesê tê ji dinyayê agirê xwe bi xwe
ra tîne.
Li hemberî van gotinên Behlûl Dana, saweke mezin Harûnê Reşîd girt û bi xemgînî
got:
-Behlûl, ma tu dibêjî ez çi bikim ji bo ku êgir bi xwe ra nebim wir?
Behlûl Dana, bi lez jê bi dûr dikeve û bi dengekî bilind dibêje:
-Edalet! Edalet! Edalet!
Nuha li Tirkiyê ”Edalet” tuneye û heta ku serokkomar Erdogan li ser hukim be li
Tirkiyê "edalet" ewê tim tunebe.
Lê rojekê ewê ji Erdogan ra jî "edalet" lazim bibe. Ewê jî wek kurdan
û girtiyên operasyona îro biqîre û bibêje, ”Edalet”! ”Edalet”! ”Edalet”!
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar