Wek nivîskar meriv dixwaze were xwendin, ji alî xwendevanan
ve, ji alî gelê xwe ve were hezkirin û teqdîrkirin. Ev hestekî însanî ye,
herkes dixwaze ji ber kar û xebata xwe gotinên pozîtîf bibihîze.
Îcar gava meriv vê hezkirinê, vê teqdîra xwendevanan bi çav
serên xwe dibîne bêguman meriv him gelkî bextewar dibe û him jî li karê xwe
bêtir germ û miqate dibe.
Xwendevanekî min ê dilsoz yê bi navê Aykut Togcu, pesnê
nivîs û zimanê min daye, gotiye kêfa wî gelkî ji zimanê min ra tê. Çimkî zimanê
min ne giran e, baş jê tê fêmkirin û loma jî ew ji nivîsên min hez dike.
Birayê Aykut Togcu li ser zimanê min gelek gotinên dostana gotine, ez ji dil û
can spasî wî dikim.
Aykut Togcu dîtinên xwe yên derbarê zimanê min da wiha aniye
zimên, gotiye:
”Li vê Facebooka xopan heywa/sebra min tenê bi nivîsên çend
merivan tê. Yek ji wan merivan jî Xalê Zinarê Xamo ye. Çi ji dile wî tê,
bêsînor û bi kurdiyekî zelal dinivîse. Her wekî ez li gund li nav bexçê kalê
xwe bim û guhdariya wî bikim, yan jî li ber camiya gund guhên xwe bidim suhbeta
mezinan. Ferq tenê ew e ku; kurdiya kalê min û salmezinên ber camiyê bi deng û
bihîstinê tên ber guhên min, kurdiya Xalê Zinar jî bi herf û xwendinê tên ber
çavên min. Tehma kurdî ji nav wan herfên ku li ser facebookê diresîne, tê û pê
lezzetê dide min. Hema çi dinivîse bila binivîse her bi dilê min e. Xwedê
'emrekî dirêj û bêêş bide wî û wî ji ser serê me kêm neke!”
Li hemberî van dîtin û hestên xwendevanekî helbet wek însan
meriv gelkî kêfxweş dibe. Û ne tenê kêfxweş dibe, herwisa qewet, ezm û enerjiya
bêtir nivîsandinê jî bi meriv ra xurt dibe.
Ne bi hezaran, çend kes bin jî gava meriv dibîne hin kes
nivîsên meriv dixwînin, jê tahm û lezetekê digrin, ked û xebata meriv teqdîr
dikin, meriv him bextewar dibe û him jî eşqa nivîsandinê bi meriv ra gurr dibe.
Ji bo ku ez xweş binivîsînim, şîrîn binivîsînim, kurmancî bi
keç û xortên kurdan bidim fêrkirin û hezkirin ez xwe gelkî diwestînim. Gava ez
dinivîsînim ez gelkî bala xwe didim zimanekî sivik û gelêrî, dixwazim herkes,
ji kal û pîreke qerejdaxî bigre, heta bi xwendevanê zanîngehê û kesekî akademîsyen
jî ji zimanê min fêm bikin û lezetekê jê bigrin..
Ez dixwazim keç û xort ji kurmancî veneciniqin, jê fêm bikin
û gava xwendin jê hez jî bikin, eşqa zimanê kurdî li ba wan zêde bike.
Di vî warî da ez çuqasî bi ser dikevim, çuqasî bi ser
nakevim ez viya baş nizanim, teqdîr ya xwendevanan e.
Lê wek şexs çi ji destê min tê ez dikim, ez karê xwe pir
cidî digrim û heta ez jê memnûn nebim ez nawaşînim. Dû ra gava şaşiyekê dibînim
miheqeq rast dikim.
Nuha ji bo kurdên Kurdistana bakur ji kurdiyeke ”akademîk” û
”modern” û naylon bêtir, kurdiyeke jê were fêmkirin lazim e. Dibê keç û xortên
kurd ji zimanê meqaleyê, romanê, çîrokê bi rehetî, bêyî ferheng fêm bikin,
ziman wan cezbî xwendinê bike, wan ji xwendinê sar neke.
Heger di vî warî da, di hezkirina kurmancî da min bi qasî
serê derziyê jî xizmteke ji kurmancî ra kiribe ezê xwe pir bextewar his bikim.
2014-06-03
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar