05 april 2011

Tifaqa nabêna kurdan ji ya bi çepê tirk ra girîgtir e

Hevserokê BDP-ê Selahattîn Demîrtaş di bernameya televîzyoneke Tirkan da gotiye ew ê namzedên xwe yên serbixwe roja înê diyar bikin.

Demîrtaş di bernameyê da gotiye, ew ne partiya kurdan tenê ne, kesên ku ne kurd in û di tekoşîna demokrasiyê da keda wan heye, lê heta nuha nikanîbûne têkevin meclîsê, ewê ji van kesdan jî hinekan wek namzed nîşan bidin.

Mimkûn e ku di vê qonaxê da hewcedariya kurdan bi hevalbendiya hin çepên tirk yên paqij jî hebe.

Lê dibê ev yek rê li ber hevkariya kurdan negre. Hevkariya kurdan xwe bi xwe ji ya tirkan gelkî girîngtir e.

Loma jî dibê BDP, bi qasî ku girîngiyê dide hevakriya bi çepên tirk ra , dibê hewqasî jî girîngiyê bide hevkariya bi hêzên kurd ra jî û di vê hilbijartinê da miheqeq bi HAKPAR, KADEP û hêzên îslamî ra jî weke blokeke Kurdistanî here hilbijartinan.

Selahattin Demirtaş gotiye, bi namzedên serbixwe ewê ”prototîpa Tirkiyeyê” bibin Meclisê. Emê li hemberî cepheya dîndar û neteweperest bibin dengekî hevbeş.”

Demirtaş gotiye, ew dixwazin ji suryaniyan û ji hemû aliyên cuda û kesên xwedî fikirên cuda namzedan nîşan bidin.

Ez hêvî dikim ku ew berî her kesî kurd di nabêna xwe dali hev kin û BDP tiştê ji bo asûriyan û çepên tirk difikire ji bo partiyên kurdan jî bifikire û qebûl bike.

Di vê hilbijartinê da dibê kurd rayên xwe zêde bikin û li gorî hilbijartinên berê xurttir derkevin.

Ji hilbijartinan xurtderketina kurdan çareseriya meselê jî ewê hêsantir û nêztir bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE