05 april 2011

Kevok û rûvî

Hebû tunebû, rûviyek hebû. Rojekê rûvî pirr birçî bû, ji birçîna êdî dilê wî dixerbilî. Demekê fikirî, ji xwe ra got:

- Bi rûniştinê qismet nayê ber nigê meriv, dibê ez rabim ji xwe ra derkevim nêçîrê, li qûtekî, qismetekî bigerim.

Wiha got û bi rê ket. Pir çû hindik çû, gihîşt ber zinarekî. Mêze kir wa ye çend kevok li ser zinêr veniştine û qebeqeba wan dixwînin.

Kêfa wî hat, tama devê xwe xweş kir, bi qeliz, hêdî hêdî xwe nêzî wan kir û ji nişka ve xwe çindî ser kevokekê kir û kevok girt.

Kevoka reben carê hew mêze kir ku tew di devê rûvî da ye.
Kevokê dest pê kir li ber rûvî geriya, xwe avêt bextê wî, got rûvî ez guneh im, min nexwe.
Lê rûvî guh neda rica û gotinên kevokê, got na, ezê te bixwim.

Kevokê baş fêm kir bi libergerê, bi ricê dilê rûvî nerm nabe, lê nayê rahmê, ewê wê bixwe. Lema jî ji rûvî ra got:

- Birakê rûvî, vaye te ez girtime û tu yê hey min bixwî. Lê belê berî ku tu min bixwî, ez dixwazim bizanibim gelo tu ji kîjan eşîrê yî, navê eşîra te çi ye? Daxwaza min a berî mirinê ji te ev e.

Rûvî di dilê xwe got, çi pê ve heye, hema ezê navê eşîra xwe bibêjim û bira bizanibe ez ji kîjan eşîrê me.
Rûvî got:

-Ez î Bayikî me.
Dema got “ez î bayikî me”, devê wî hirinekê ji hev çû û kevokê got pirt û firiya, bi hewa ket, çû li ser darekê venişt.

Rûvî şeqizî, li kevoka li ser darê nêrî, jê ra got:

- Heger min zanîbûya ewê wiha bibe, minê diranên xwe di hev da biqirçandana û bigota:
- Ez î Qerrregêçî me, Qerrregêçî...
Kevok li ser darê pê keniya û got pirt û bi hewa ket...

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE