03 april 2011

Cehalet meriv cesûr û zimandirêj dike !

Serokwezîrî Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi rastî jî merivekî pir întresant e û pir ”cesûr” e.
Merivekî hewqasî înteresant û ”cesûr” e ku zanibe nizanibe, karê wî be ne karê wî be diwêre xwe tevî hertiştî, li ser her meselê xwe zane û xwedî gotin bibîne….
Piştî erdheja Japonyayê û felaketa sentralên nukleer yên Fukushimayê li hemû welatên xwedî sentralên nukleer minaqeşeyên pir cidî dest pê kirin. Siyasetmedarên welatên xwediyê vê enerjiyê bi alim û zanayan xwe ra bi rengekî pir cidî li ser tahlûkeyên vê enerjiyê radiwestin û li hin riyên din digerin…
Ji ber ku bi teqîna van sentralên nukleer felaketên pir mezin dikanin werin meydanê, tesîra wan dikane bi sedsalan dom bike, xweza û însan dikane rûbirûyî felaketên pir mezin bibin.
Loma jî welatên xwedî sentralên nukleer piştî felaketa Chernobil û nuha jî ya Fukushimayê êdî ji vê enerjiyê pir ditirsin û dixwazin dev jê berdin.
Lê ji bo serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, kesên ku qala tahlûkebûna vê enerjiyê dikin ne biaqil in, kesên dîn û dijminê Tirkiyê ne.
Li ser balkişandinên ev enerjî yanî sentralên nukleer tahlûkeye, dibê meriv li hin riyên din bigere, Erdogan, henekê xwe bi xwediyên van dîtinan dike û çend numûneyên pir dîrokî û pir ilmî dide, dibêje:
”Ma tahlûke heye? Helbet heye. Dikane biteqe. Nuha ji ber ku tahlûkeya(rîska) wê ya teqînê heye, ma emê tupgazê(LPG) bikar neynin?
Ji ber ku tahlûke heye, ma emê li erebê siwar nebin?
Ji ber ku tahlûkeye, ma emê di ser Pira Stenbolê ya Boxazê ra derbas nebin?
Te dît dikane kindir biqetin, ma emê derbas nebin? Di dema erdhejê da ben dikanin biqetin. Ma emê ji ser derbas nebin?
A hûn ji xwediyên vê zihniyetê bipirsin, dibê hûn ji ser Pira Boxazê ya Stenbolê derbas nebin.
Em di binê Boxazê da riya tupê çêdikin, sîstema bi rayan çêdikin, ma emê ji wir derbas nebin? Di wê da jî tahlûke heye, meriv dikane bêhewa bimîne û bifetise.
Yên li hemberî enerjiya nukleer derdikevin, ma ji ber ku tahlûkeya radyosanê heye komputerê bikar naynin? Ma li telewîzyonê temaşe nakin?”
Belê, xwediyê van gotinan serokwezîrê Tirkiyê ye, welatekî îdare dike.
Û ji ber ku van numûneyên xwe(siwarbûna erebê, bikar anîna gazê, komputerê û temaşekirina telewîzyonê)nuha xwe serkeftî, pir biaqil û zîrek dibîne.
Li welatekî Ewrûpayê kîjan serokwezîrî ev numûneyên jorîn bidana, yanî tahlûkeya sentralên nukleer bi tahlûkeya qeza erebeyekê, teqîne tupeke gazê, temaşekirina telewîzyonê û ketina pirekê ve miqayese bikira, dînên tîmarxaneyan jî ewê pê bikeniyana, her kesî ewê tinazê pê xwe bikira û ev gotinên wî ewê bi rojan ji di mediayê da bibûya mijara pêkenînê.
Lê diyar e li Tirkiyê dîtinên wiha sivik û beredayî pere dikin.
Camêr weke qebedayiyekî cesûr dipeyive, dibêje yanî çi, ji ber ku tahlûke heye, ma emê li erebeyê siwar nebin, ma emê di ser pirayekê ra derbas nabin, ma emê di mitbaxa xwe da gazê bikar neynin?
Yanî tahlûkeya van jî bi qasî ya Fukushimayê ye…
Cehalet meriv cesûr û zimnadirêj dike…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE