Hebû tubebû, karikeke biçûk hebû. Rojekê ji xwe ra dabû pey kerî û bi dilşadiyeke mezin hêdî hêdî diçêriya.
Hewqas bi kêf diçêriya, tew nizanîbû ku ji kerî maye û dinya tarî bûye.
Hew carê pê hay bû ku êdî şev e, kerî çûye û li wê çola xwedê ew bi tik û tena xwe ye.
Ji tirsa ruhê xwe dest bi kalînê kir, kaliya û kaliya. Lê di wê şeva tarî da ne dengê wê diçû derekê û ne jî kes dihat gazî û hawara wê.
Carê bala xwe dayê ku reşayiyeke dirêj bi qeliz û qerde qerde berbî wê va tê.
Ji xwe berê biziyabû, îcar gurûziyekê jî girt bedena wê û bi dengekî bilind qîriya, got:
- Haho gur! Haaho gur!
Û bi lez xwe ji çiyê bi çargavî bera jêr da.
Gur jî da dû wê.
Gur zanîbû pêşiya wê newal e, ewê nikanibe ji zinêr wêdetir here.
Karika biçûk dema zinarê li pêş xwe dît, fêm kir êdî xelasiya wê tuneye. Sawê ew girtibû û ji tirsa diricifî, lê dîsa jî sekinî û bi cesûriyeke mezin berê xwe bi gur da kir û jê re got:
- Apê gur, wa ye te ez girtim û ez baş zanim êdî filitandima min ji destê te tunye. Lê berî ku tu min bixwî, ez dixwazim ricayekê ji te bikim. Destûrê bide min, ez vê bîstika jiyana xwe ya mayî li gor kêfa dilê xwe bijîm.
Gur bi hêrs got:
- Zêde dirêj meke, daxwaza xwe zû bibêje!
Karika biçûk got:
- Tûtika şivanê me va ye di hustiyê min da ye. Berî ku tu min bixwî, ez dixwazim tu bi vê tûtikê ji min ra meqamekî xweş lêxî û ezê jî berî mirinê ji xwe ra têra dilê xwe lê guhdarî bikim û govendê li ber bigrim. Dûra min bixwe, jixwe ez nesîbê te me.
Gur hinekî fikirî, lê dûra got:
- Baş e, berî ez te bixum, ezê vê daxwaza te bi cî bînim.
Û rabû tûtik ji hustiyê karikê derxist û wek bilûrvanekî rastîn pif kirê. Wî pifî tûtikê kir û karikê jî govend li ber girt.
Şev reş wek qitranê bû û herder bêdeng bû. Di vê bêdengiya şevê da dengê tûtikê li herderê hat bihîstin, di newala jêrî çiyê da olan da. Dengê tûtikê çû şivên jî. Şivan şaş ma, ji xwe ra got:
- Gelo ev kî ye, vê şeva nîvê şevê tûtikê lê dixe? Dibe ku dizê karika min be, tûtika wê ji hustu derxistiye û pif dikê.
Şivên kûçikên xwe giş dan dû xwe û bi lez û bez berê xwe da aliyê dengê tûtikê…
Kûçik wek birûskê diçûn, di nav çend deqîqeyan da nêzikî li gur û karikê kirin. Kûçikan dema bîna (bêhn) gur girtin, tew har bûn, gişan bi hev ra dest bi ewtînê kirin, di wê şeva tarî û bêdeng da ewte-ewta wan dinya xera kir.
Gur bala xwe dayê kûçik nêzîkayiyê lê dikin. Ji xwe ra got:
-Heger kûçik xwe bigihînin min, ewê min li hewa dabarînin, ya baş ew ez birevim û ruhê xwe xelas bikim.
Û tûtik avêt erdê û baz da.
Şivan hat bala xwe dayê tûtika wî li erdê ye û karika wî jî di nav nefel û gîhê da hîn sax e û direqese.
Karika biçûk bi henûnî rakir, kir himêza xwe û tûtika wê jî dîsa kir hustu û dûra jî bi dilşadiyeke mezin berê xwe da mala xwe…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar