01 januari 2010

Saleke nuh û nivîseke nuh

Belê belê…
Wa ye me saleke din jî ji emrê xwe kêm kir, do sal 2009, îro 2010 e û li gor hesêb em saleke din jî kal û pîr bûne.
Do ez 59 salî, îro ez 60 salî me û saleke din jî kaltir bûme.
Ez berî sersala 1979-an bi çend rojan ji welêt derketim û di havîna 1980-î da jî hatim Swêd.
Dema ez hatim Swêd, ez 30 salî bûm û nuha jî wa ye 60 salî me.
Yanî tam nîvê jiyana min li Swêd derbas bû.
Gelek kurd piştî 30 mehan xwe kirin swêdî.
Lê ez sozê didim we, ez hîn ji sedî 3-ê jî nebûme swêdî, ez hîn jî sedî sed, xalis muxlis kurd im û kurd mabe.
Him jî ne wek kurdên nuha, wek kurdên salên 70 û 80-î me, bê hîle û xurde me, av hîn tevî heyvanê min nebûye.
Berî ku ez li ber vê bêxwediya datayê(kompîtorê)rûnim, ez ji xwe ra hinekî fikirîm, min got lawo Zinar, roja pêşî ya sala nuh e, rojeke ”dîrokî” û girîng e, di rojeke wiha da tu yê çawa dest bi nivîsa xwe bikî û çi binivîsî?
Heta min bêxwedî vekir jî min tam nizanîbû ku ezê qala çi bikim, û li ser çi rawestim…
Dûra ez hinekî fikirîm, min ji xwe ra got, weleh sala 2009-an ji bo min baş qediya û sala 2010-an jî ewê baş dest pê bike.
Ji ber ku di dawiya 2009-an da min xebera ketina doza xwe girt û heta çend rojan jî ezê biryara ”mahkima” dewleta tirk bigrim û heger tu qeza û bela neyê serê min, bixêr vêhavînê jî emê herin welêt.
Yanî di sala 2010-an da dawî li surgûniya min ya 30 salî tê û li gor ”qanûnên” dewleta tirk ez serbest û azad dibim.
Yanî sal 2009 ji bo min baş qediya û 2010 jî baş dest pê kir.
Lê ji bo kurdên bakur û tevgera kurd ya netewî mixabin eksê vê bû, yanî baş dest pê kir lê xerab qediya.
Ji bo kurdên bakur sala 2009 li gor 2010-a baştir dest pê kiribû, di warê siyasî da rewşa kurdan baştir û moralê milet jî bilindtir bû.
Sala 2009, him ji bo miletê kurd û him jî ji bo tevgera kurd ya netewî bi serkeftin û hêviyên mezin dest pê kiribû, kurd bi serkeftina TRT6-ê ketibûn sala 2009-a û gelek gavên din jî di rojeva hukûmetê da bû.
Lê mixabin 2010 li gor 2009-a gelkî xerab dest pê kir, li gor par van çaxan, kurd îro di şertên gelkî zahmettir dane.
Berî her tiştî kurd bi 2 mebûsên mebûsiya wan ketiye, di heqê çendên din da doz hatiye vekirin, partiyeke hatiye girtin, bi sedan girtî û hefsî sala 2009-a li pey xwe dihêlin û di şert û mercên gelkî dijwartir da dikvin saleke nuh.
Ev sal him ji bo dewletê û him jî ji bo kurdan ewê saleke pir krîtîk be.
Di vê salê da ya hukûmetê hemû ”pakêt makêtên” xwe veke û bi rastî jî dixwaze çi bide kurdan û çi nede kurdan hemûyan eşkere bike, ya jî ewê nêta xwe ya berdewamiya şer eşkere bike.
Yanî du rê li ber dewletê û hukûmeta AKP-ê hene, ya ewê riya çareseriyeke demokratîk hilbijêrin ya jî riya kuştin û şer.
Bêyî van herdu riyan tu alternatîva hukûmetê tuneye.
Bi dek û dolaban, taktîkên xapandinê PKK naqede, dibê dewlet viya baş bizanibe.
PKK û şerê gerîla tenê bi riyekê diqede, ew jî dana mefê miletê kurd yê netewî ye.
Bêyî vê, hemû keftelef û hewildan bedilhewa ne, tahbeke belasebeb e.
Berdevkên hukûmetê gelek caran bi şiklekî rîyakar dibêjin, bira PKK berê çekan bi tevayî deyne dûra emê hin gavan bavêjin.
Ev xapandin e, ma berê şer û çekên kurdan hebûn?
Na.
Dema gerîla û şer tunebû jî dewletê hebûna kurdan qebûl nedikr û tu maf nedida kurdan û îro jî eynî tiştî dibêje.
Esas top di nigê dewletê da ye û hakem jî ew in, ew kînga bixwazin dest bi maçê bikin dikanin.
Dewleta tirk welatê kurdan îşxal kiriye û miletê kurd ji hemû mafên netewî bêpar hîştiye.
Ev 85 sal in kurd bi çek, bê çek, bi aştî û bi şer mafên xwe yên netewî dixwazin, lê dewlet nade.
Dewletê heqê kurdan xawriye, deyndarê miletê kurd e, loma jî bê qeyd û şert dibê vî deynê xwe bide, ji bo dana vî deynî ne hewceyî birr û bazarên dûr û dirêj in…
Lê li alî din dibê PKK jî ji çewtî û şaşiyên xwe derzê bigre û di sala 2010-a da jî eynî şaşiyan dubare neke.
Bi taybetî jî dibê PKK û BDP xwe ji bin wesayeta Ocalan xelas bikin û siyaseteke li gor şert û mercên xwe û welatên xwe bimeşînin.
Siyaseteke wiha serbixwe ewê serkeftina PKK-ê rizgarbûna miletê kurd nêzîktir bike.
Bi hêviya ku sala 2010-a bibe sala serkeftin û azadiya miletê kurd û serxwebûna Kurdistanê.

2 kommentarer:

  1. Welleh mamo min digot qet omre te li dor 50 ye, tu qet wek 60 sali xuya naki

    SvaraRadera
  2. Ew risim 4 salan berî nuha hatiye kişandin û yê kişandiye hinekî ciwan kiriye.
    Yanî bi wî risma nexape, "orjînal" pir xerabtir e.
    Û rastiyeke din jî heye ku malneketên salan ji şansê min ê xerab ra pir zû herikîn, min hew carê dît ez bûme 60...
    Diyar e ev jî di qedera min da hebûye...

    SvaraRadera

PARVE BIKE