02 januari 2010

Sohbetek li ser derdê kurdan yê herî giran

Do min e-meylek ji kurdperwerekî ji welêt girt û ev bersîva jêr jê ra nivîsî.
Nav û paşnavê wî ne hewceye ez bidim, lê ew nivîskar û rojnamevane û li Kurdistanê di çend malper û rojnameyên kurdan yên mehelî da dinivîse.
Birayê “M.L.Y” di nivîsa xwe da gotiye wî çend caran nivîsên min xwendine û ji ber ku kurdiya min pir paqij û zelal e ji wan hez kiriye û zimanê min şibandiye devoka herêma xwe.
Ji bo min pêşniyara wî jî ew e ku ez nivîsên xwe bidomînim.
Mijara me sohbet kiriye me hemû kurdan eleqedar dike, mesela nivîsîna bi kurdî gelşa hemû ronakbîr û siyasetmedar û heta ya tevayiya miletê kurd e.
Loma jî ez bersîva ku min daye li jêr diweşînim.

Merha birayê M. L. Y !
Gelek sipas ji bo e-meyla te û wan gotinên te yên dostane û qedirşînas.
Ji ber ku te çend caran nivîsên min xwendine û kêfa te ji wan ra hariye ez êfxweş û dilşa bûm.
Birayê delal, kurdiya te pir baş e û bi vê kurdiya şîrîn tu dikanî tavilê dest bi nivîsîna kurdî bike. Dema min dest pê kir bi îhtîmaleke mezin min qasî te jî nizanîbû.
Tu kurd î, zimanê dayika te kurdî ye û tu mamoste yî, loma jî di nava çend rojan da tu dikanî fêrî rêzimana kurdî bibî.
Esas ne rast e ku kesên weke min û te bi tirkî binivîsin û bi kurdî nizanibin.
Ez bixwe yek rojê jî neçûme mektebê, ez xwendin û nivîsandinê bi xwe fêr bûme.
Ji bo kurdekî bi kurdî dizane fêrbûna nivîsandinê ne tiştekî pir mezin e, dibê meriv li ber çavê xwe pir mezin neke.
Dema meriv bi rastî jî bixwaze bi kurdî binivîse meriv fêr dibe.
Di serî da dibê meriv biryara xwe bide, ya din jî dibê meriv di biryara xwe da israr bike, zû neweste.
Û ya sisiyan jî dibê meriv binivîse, binivîse û bixwîne.
Bi qasî min dît û fêm kir hemû meqaleyên te bi tirkî ne, bi kurdî qet tune ne.
Bi baweriya min dibê tu dest bi nivîsên kurdî jî bikî, ji bo rojên pêşî ez dikanim alîkariya birayê xwe bikim. Tu bi kurdî binivîse û ji min ra bişîne, ezê ji te ra rast bikim û paşda bişînim.
Piştî çend caran hewcedariya te ewê bi alîkariyê ne mîne.
Wek tu jî baş dizanî ku hêviya vê dewleta zalim ew e ku bi qedexeya zimanê me û hêviya asîmîlasyonê miletê kurd bihelîne, bike tirk. Roja ku dewleta tirk hêviya xwe ji asîmîlasyona kurdan qut bike, ewê mafê me bide.
Lê dema tirk dibînin ku kurd bi zimanê xwe napeyivin û nanivîsinîn û her kes bi tirkî dipeyive û dinivîsîne, loma jî hêviya dewletê ya asîmîlkekirina kurdan zêde dibe û dev ji vê siyaseta xwe ya înkar û îmhayê bernade.
Yanî sûcê me kurdan jî hinekî di vê siyaseta dewletê da heye, bi kirin û şêla xwe em jî hêviya dewletê xurt dihêlin.
Lê dema dewlet bibîne ku hemû ronakbîr, nivîskar, rojnamevan û siyasetmedarên kurdan bi kurdî dinivîsin û bi tu hawî dev ji zimanê xwe bernadin, a wê demê dewletê şêla xwe biguherîne.
Di gotin û propagandeyê da ronakbîr û siyasetmedarên kurdan li dijî asîmîlasyonê ne, lê di praktîkê da ew bi xwe jî gelê xwe û zarokên vî miletî asîmîle dikin, bi wan ra bi tirkî dipeyivin û ji wan ra bi tirkî dinivîsin.
Û ev yek jî karê dewletê hêsantir dike.
Çimkî dewlet dixwaze ku kurd bi kurdî nepeyivin û nenivîsin û ji bo vê yekê jî zorê, terorê bikar tîne, qanûnan derdixe.
Îcar ew kurdên ku haya wan ji vê siyaseta dewletê heye ji dêlî ku rê li ber vê siyaseta dewletê bigrin, ew bi xwe li gor daxwaza dewletê hereket dikin, di nava miletê xwe da tirkî belav dikin.
Bi kurtî heger em kurd in û doza kurd û Kurdistanê dikin, dibê em bi zimanê xwe bipeyivin û binivîsin.
Heger tirkî ewê bibe zimanê me yê danûstendinê, zimanê me yê nivîsê, muzîkê û hwd. wê demê ev şer û malwêranî ji bo çi ye?
Hema em tirkîtiyê jî qebûl bikin çêtir e.
Ji ber ku em dixwazin weke kurd û bi zimanê kurdî bijîn em bi tirkan ra di şer dane, heger emê dev ji zimanê xwe berdin wê demê ev şer jî ne hewce ye...
Bi hêviya ku di demeke kin da tu jî dest bi kurdî bikî.
Bimîne di nava xweşiyê da
Zinarê Xamo

5 kommentarer:

  1. Xalo,
    Hinekî dereng ma, lê tisht nabe, bila sersala te ya nuh pîroz be. Min ji zu va tisht nenivîsî. Welle xalo tu jî dizanî, min soz dabu ku ez ê heta serê salê zimanê kurmancî bi mix u chakuch u bizmar u tifing bi serê xwe da bikutin. Herê xalo, min ew daxwaza dilê xwe yê tarumar buyî, kir jî. Aniha tu problemeke min ya xwandin u nivîsînê tune (min di destpêkê da digot "nivîs kirin" ne xalo? :-)).
    Îcar xalo min planeke din jibo shesh mehên din chêkiriye, yanî heta dawiya meha gulanê. Ez ê chîrokên bi kurmancî ji kalên herêma me berhev bikim u dura jî wan analîz bikim. Li gel vê jî heger îmkan chêbe, ez ê dest bi zaravaya zazakî/dimili jî bikim. Ji zaravaya dimilî gelekî hez dikim.

    Bi navê xwedê xalo, kurdê ku bixwaze ewê di nav seetekê da hînî xwandin u nivîsîna kurmancî bibe.

    Bi rastî jî dewleta tirk vê sherê qirêj tenê li hemberî zimanê kurdî dide meshandin, ne li hemberî kurdbuna me. Li herêma me jixwe kurdayetî tarumar kirine.

    Silavên germ

    Not: Welle xalo ez jiber nenivîsîna heval Beranê Meletiyê, Zara, Pîran, Qijikê Dêrsimê, Tîrê Qersê ... gelekî xemgîn im. Gerchî min du sê caran nivîsên kek Beranê Meletiyê di Lotikxanê da xwandin. Xwedê dizane, ji Lotikxane pir hez dikim, kurdîhezî u kurdayetiyeke pir saxlem tê da heye.

    SvaraRadera
  2. Bibore xalo, min navê xwe ji bîr kiriye. Ez im ez,

    Paytext-Erzingan

    SvaraRadera
  3. Wey xwarziyê min ê şîrîn û giranbuha, tu bi xêr hatî feqîrxaneya xwe ya berê.
    Baş e ku te ez hîn ji bîr nekirime.
    Bi agahdariya te ku tu yê ji devê kal û pîran çîrokên herêma xwe top bikî ez gelkî kêfxweş bûm.
    Bi baweriya min dibê tu vê projeya xwe di zûtirîn wext da derbasî jiyanê bikî, çimkî bi derbasbûna salan ra însan ji nava me koç dikin û beşekî ji xezîneya kultur û zimanê me bi xwe ra dibin gorrê.
    Loma jî dibê tu zû dest bi vî karê xwe bikî.

    SvaraRadera
  4. Xalo,
    Ez herro serî li feqîrxaneya te didim. Heqqê te heye, min demeke dirêj tishtek nenivîsî. Lê emma ez hertim gotarên te dixwînim.
    Rast e, gerek ez hinekî zu bikim, ji ber ku her mehê yek du kesên kal yên li derudora min terin ser rehma xwedê.
    Xalo, yaho em chiton bikin ku bi rastî jî Erzingan bibe paytexta Kurdistan-ê? Welle jêrtir nabe apo :-). Herî kêmtir paytextî.

    Silavên germ

    Paytext-Erzingan

    SvaraRadera
  5. Paytext Erzingan, xwarziyê delal, heyra bira em Kurdistanê ji destê van tirkên zalim xelas bikin, ne Erzingan, bira "Gundê" te bibe Paytext.
    Ma berê Anqere ne weke gundekî bû, di vî 80 salî da bû bajarekî mikemel.
    Lê ji bo Diyarbekirî "Paytextiyê" bidin we, dibê hûn ji wan bêtir kurd bin û ji wan bêtir bixebitin, ev îş wiha belaş nabe.
    Li vir ezê rojiya xwe bixwim û gotineke pêşiyên tirkan bînim bîra te:
    "Armut pîş, agzima duş!!!"
    Kes viya qebûl nake, birako...
    Yanî ji bo ku tu Erzinganê bikî "Paytext", xebat, xebat, xebat û fedekarî lazim e...
    Kerem bikin û xwe îspat bikin...

    SvaraRadera

PARVE BIKE