31 januari 2010

Hin kurd ji koletiyê hez dikin

Cîgirê Serokê Giştî yê CHP-ê Yılmaz Ateş, di hevpeyivîna xwe ya bi Aknewsê(Ajansa Deng û Basan a Kurdistanê)da ji serokê xwe Denîz Baykal bêtir li dijî perwerdeya bi zimanê kurdî derdikeve û dibêje daxwazeke wiha perçekirina miletê tirk e.
Dijberiya Denîz Bayjkal ya li hember perwerdeya zimanê kurdî meriv fêm dike, çimkî mêrik ”tirk”e û birêvebirekî dewletê ye.
Lema jî ne anormal e ku mêrik neyartiye kurdan bike.
Lê Yilmaz Ateş xwedêgiravî kurdekî Dêrsimî ye, loma jî meriv hêvî dike ku qenebe ew weke tirkekî faşîst li dijî zimanê miletê xwe dernekeve.
Lê bira derneketin li wir bimîne, mêrik ji nîjadperestekî tirk bêtir li dij derdikeve û dibêje tiştekî wiha nayê qebûlkirin.
Min digot belkî di nava CHP-ê da kurdê ji xîret û kurdperweriyê herî şuştî û zilamê tirkan tenê Kemal Kiliçdaroglu ye, lê piştî ku min hevpeyvîna Yilmaz Ateş xwend, min dît ku ev texmîna min şaş bûye, yên weke Kiliçdaroglu û belkî ji wî jî hîn xerabtir pir in.
Yilmaz Ateş sebebê têkçûna CHP-ê ya li Kurdistanê bi siyaseta CHP-ê ya derbarê mesela kurd ve girê nade, dibêje:
”Na, tu tesîra wê tuneye. Wek zarokê wê herêmê ez dibêjim ku em perçekirinê qebûl nakin, em dixwazin di nava yekîtiyê da bijîn. Û ji bo ku em bibin yek çi pêwîst be emî bikin.”
Wey xwezî tu ne zarokê wê herêmê bûya…
Wek tê dîtin, mêrik li dijî ”perçekirinê” yanî li dijî azadî û serxwebûna miletê xwe ye û ji bo ku kurd negihîjin mafên xwe yên netewî, bihelin û bibin tirk, bi gotina wî, ji bo ku ”bibin yek” çi pêwîst be ewê bike…
Ev jî tê wê maneyê ku bi zorê be jî ewê kurdan bike tirk.
Li ser pirsa, heger sebeb ne siyaseta CHP-ê ye, wê demê hûn vê yekê bi çi ve girê didin?, Ateş dibêje:
”Li Başûrê Rojava teror hakim e. Yek terora olî ye û ya din jî etnîkî ye. Di kîjan demokrasiyê da di propagandayê da meriv dibêje: ”Dengê xwe ya bide ola xwe ya jî bide zimanê xwe.”
Ev şîara, ”dengê xwe ya bide ola xwe ya jî bide zimanê xwe” nayê bîra min, lê kê ev şîar derxistibe bi rastî jî ew kurdekî ji dil kurd bûye.
Lê Yilmaz Ateşê bûye xulamê tirkan li dijî vê şîariyê, bi ya wî be dibê kurd dengên xwe nedin ferdên ji qewmê xwe û ola xwe, bidin neyar û celadên xwe, bidin qatilên bav û kalên xwe.
Diyar e însan ku carê kumê bêxîretî û çavpaniyê da serê xwe, dikane heta tu bixwazî bêheya û bêrû bibe, bibe zilamê dijmin û li dijî gelê xwe şer bike.
Li gor dîtinaYilmaz Ateş, li Tirkiyê kurd, ereb, laz tunene, herkes tirk û mecbûr e bibe tirk, çimkî Ataturk wisa gotiye.
Atêş dibêje, ”Di şerê rizgariyê da kurd, tirk, ereb û laz hebûn. Dema M. Kemal welat rizgar kir got, ”Ji damezirînerên Komara Tirkiyê ra miletê tirk tê gotin.”
Yanî tu ji çi miletî dibî bibî, dixwazî ereb ya jî kurd bû, tu mecbûr î bibî tirk.
Û Yilmaz Ateşê me yê Dêrsimî jî vê fermana M. Kemalê arnawit îro ji gelê xwe ra dubare dike, dibêje, Ataturk wiha gotiye, dibê hûn jî qebûl bikin.
Dîroka dinyayê û têkoşîna gelan nîşan daye, li welatekî heta ku zilam û destikên dijmin xurt bin û biwêribin hevalbendiya bi dijmin ra eşkere biparêzin serkeftin gelkî zahmet e.
Loma jî li kîjan welatî dibe bila bibe, ji bo serkeftina li hember hêzên dagîrker divê pişta destik û hevalbendên hundur were şikandin, ji bo ku nikanibin dijmin li ba xwe şarge bikin.
Li ser perwerdeya bi zimanê kurdî jî Yilmaz Ateşê efendî xwe gelkî aciz dike û dibêje:
”Eger hûn bixwazin miletekî perçe bikin dibê di serî de hûn zimanê wan perçe bikin. Niha PKK bi zimanê zikmakî perwerdeyê dixwaze û dibêjie bila aleke me ya cuda hebe û hêzên me yên ewlekariyê cuda hebin. Ev yek tê wateya dewletek cuda. Ma herkes reben e tenê PKK biaqil e.”
Ew merivekî pir "reben" û "kêmaqil" e lê haya wî ji wî tuneye, lema jî belangaz û evdalê Xwedê xwe "reben" nahesibîne.
Kuro piştî ku tu perwerdeya bi zimanê kurdî jî weke mafekî gelê xwe nabînî, ma êdî ji te rebentir û bêaqiltir kî heye?
Ji ber ku wî carê bindestî û koletî qebûl kiriye, loma jî daxwa perwerdeya bi zimanê kurdî, aleke cuda û hêzên kurd yên ewlekariyê qebûl nake, viya weke perçebûna Tirkiyê dibîne.
Bidestxistana van mafan layiqî gelê xwe nabîne.
Û dûra jî dibêje, heger kurd van mafan bidest xin, ewê bibin xwedî dewleteke cuda.
Ev yek jî weke kurd camêr ditirsîne…
Û ji bo ku kurd di pêşerojê da nebin xwedî dewleteke serbixwe, dibê zarokên kurd bi zimanê diya xwe nexwînin, dibê kurd nebin xwedî al û hêzên ewlekariyê.
Heta ku ruhkoleyên wiha di nava me da hebin serkeftina kurdan gelkî zor zahmet e…

1 kommentar:

  1. Hey there would you mind stating which blog platform you're working with? I'm planning to start my own blog in the near future but I'm having a tough time choosing between BlogEngine/Wordpress/B2evolution and Drupal. The reason I ask is because your design seems different then most blogs and I'm looking for
    something unique. P.S Sorry for being off-topic but I had to ask!



    Have a look at my blog new cellulite treatment

    SvaraRadera

PARVE BIKE