08 maj 2008

Kesên bi tirkî nizanibin nikanin bi girtiyên xwe ra bipeyivin

Girtiyê hefsa Erzeromê Fettah Karataş, ji ber ku diya wî bi tirkî nizane îdareya hefsê destûrê nade ku pê ra bipeyive.

Fettah Karataş, ji bo ku bi diya xwe ra bi telefonê bipeyive ev saleke gelek erzname(erzûhal)dane îdareya hefsê. Lê îdareya hefsê jî her car daxwaza wî red kiriye û jê ra gotiye, ”di telefonê da bi kurdî peyivîn qedexe ye” û tu carî destûr nedaye ku bi diya xwe ra bipeyive.

Di sedsala 21-ê da, li welatekî ku dixwaze bibe endamê Yekîtiya Ewrûpayê însan hîn nikanin bi dê û bavên xwe ra bi zimanê xwe bipeyivin. Însaniyetê di dîrokê da heta nuha gelek wahşet dîtiye, lê ne wahşeteke bi vî rengî. Wahşeteke wiha tenê li Tirkiyê mimkûn e, tenê miletê tirk dikane zulm û nemiroviyeke wiha li însanan bike.

Diya ku bi tirkî nizane meriv nehêle bi zarokê xwe ra bipeyive?!

Ma zulmeke ji viya mezintir heye?

Esas ev ne cara pêşîye ku dewleta tirk axftina kurdî li kurdan yasax dike, ji avabûna Komara Tirkiyê û vir da tirk vê siyaseta xwe ya rasîst dem bi dem dixin praktîkê.

Serokwezîrê Tirkiyê Erdoganê bêrû û hemû berdevkên dewleta tirk li Ewrûpayê welat bi welat digerin û bi pozbilindî û quretiyeke mezin dibêjin ku hukûmeta wan kurdî serbest kiriye, êdî tu qedexe li ser zimanê kurdî tuneye, yê bixwaze dikane bi serbestî bipeyive.

Lê her kes dizane ku ev îdîaya Erdogan dereweke bi boçik e, çimkî di praktîkê da însan nikanin bi diya xwe ra jî bi kurdî bipeyivin. Li gel ku dê bi tirkî nizane.

Xwedêgiravî hukûmeta AKP-ê bi devkî sozê dide Yekîtiya Ewrûpayê, dibêje di demeke nêz da ewê kanaleke telewîzyonê ya kurdî vekin û destûrê bidin perwerdeya bi zimanê kurdî.

Lê di piraktîkê da jî nahêlin zarok bi dê û bavên xwe ra bi kurdî du gotinan ji hev ra bibêjin. Û ev qedexe jî ne qedexeyeke mexsûsî hefsekê ya jî teserufa çend qerdiyanan e. Ev qedexe bi emrê hukûmeta AKP-ê û wezîrê edaletê tê meşandin.

Li gor agahiyên girtiyên hefsa Erzeromê Tîpa H dane ajansa ANF-ê, her cara ku wan xwestiye bi malbatên xwe ra bi kurdî bipeyivin(çimkî dê û bavên gelek girtiyan bi tirkî nizanin)îdareya hefsê gotiye ”genelgeya/tamîma wezareta edaletê heye”, di telefonê da bi kurdî peyivîn qedexe ye loma em nikanin destûrê bidin we.

Loma jî ev serê salekê ye ku Karataş nikane bi hemû ferdên malbta xwe ra bipeyive, çimkî ji malbata wî diya wî, xanima birayê wî û çend kesên din jî bi tirkî nizanin, loma jî ew nikane bi wan ra bipeyive.

Lê tew dema girtî bi xwe bi tirkî nizanibe hîn xerabtir e, wê demê nahêlin ew bi tu kesî ra bipeyive, ji ber ku ew bi tirkî nizane.

Yanî li gor qanûn û edaleta dewleta tirk, kesê bi tirkî nizanibe mafê wî yê axaftinê tuneye, ji bo ku bi yekî ra bipeyive, dixwaze bira ew kes bavê wî be, divê tirkî fêr bibe.

Li gor agahiyên girtiyan hin kesên wiha jî hene, gundî ne û tenê bi kurdî dizanin. Û axaftina kurdî jî qedexe ye.


Karataş, li ser vê rewşê nameyek ji Komeleya Mafên Mirovî ra şandiye. Karataş di nameya xwe da derdê xwe wiha aniye zimên.

-Ev saleke telefon li vir bûye tirkî. Di nava malbata min da kêm kes bi tirkî dizanin. Diya min û xanima birayê min qet bi tirkî nizanin, tenê bi kurdî dizanin. Li gor qanûnê kesê bi tirkî nizanibe nikane bi kurdî bipeyive. Ev saleke ez erzûhalê didim îdareyê, ji bo ku bi diya xwe ra bi kurdî bipeyivim.”

Navê vê zulmê zora zaliman e!

Her kurdê xwedî namûs û xîret divê li hember vê zulma tirkan bê deng nemîne. Divê kurd vê bûyerê û yên wek wê miheqeq bibin Dadgeha Mafên Mirovî û Yekîtiya Ewrûpayê. Divê cîhan vê barbariya dewleta tirk bibihîze.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE