Ev sê roj in ji welêt û ji hin welatên Ewrûpayê çend dost û hevalên min yên kevn hatine Stockholmê, serdana me xerîb û sirgûnan.
Li xerîbiyê hesret, bîrîkirina welêt, dost û havalan gelkî kûrtir û zortir e, êş û jana wê giran e.
Li xerîbiyê meriv xwe wek girtiyê hefseke gelkî mezin ya jî xwe wek teyrekî baskşikestî his dike.
Xemgînî û dilzîziya meriv ji kesên welêt gelkî mezintir e.
Li welêt, welat û heval bi meriv hewqasî ne şîrîn û ezîz in.
Loma jî li xerîbiyê dîtina dost û hevalên kevn, hevalên xortaniyê ji bo meriv dibe wek serdana hefsiyan, dilxweşî û aramiyekê dide meriv.
Wek min got, ev du sê roj in ez bi hin dost û hevlên xwe yên kevn ra me, min wext nedît ku tiştekî binivîsim.
Min di van du rojên borî da xem û hesretên dil bi sohbet û şevbêrkan hinekî kewand.
Di van du rojên borî da bi dîtin, sohbet û şevbêrkên bi dost û hevalan ra min dil xenê(kêfxweş, şa) kir.
Pêr bi şev em çend heval mîvanên hevalekî bûn. Sohbet raste rast çû rojên berê, rojên cefayê, rojên şevên bêxew, rojên ku me hesin bi sarî ba dida, rojên ku me bahbûs davît ji Ezraîl da, rojên ku me tinazê xwe bi mirinê dikir, rojên ku em tenê ji bo rizgariya welatê xwe hebûn.
Şevbêrk geş bû, bîranîn wek libên tizbiyê li dû hev rêz bûn, yekê yek temam kir, yekê rê li ber yeka din vekir.
Hin serpêhatî û bîranînan hemû civat dilşa dikir û hinan jî xemgîn û kelogirî dikir.
Guhdarîkirina bîranînên zinadana Diyarbekrê wek serpêhatiyên ji dojehê bûn, bi bihîstina wan gurûzî digirt bedena meriv.
Lê hevalên ku ev wahşeta dewleta tirk jiyabûn û bi salan di zindanê da mabûn bi mîzah û îroniyeke bêemsal qala vê wahşetê, zulmê û îşkenceyê dikirin, digotin heger me wiha nekira em nuha ne li vir bûn.
Kekê Osman Aydin jî wek guleke ji zozanên Kurdistanê, wek diyariyeke ji tevgera Dr. Şivan, DDKO û DDKD-ê di nava me da bû. Di nava cimatê da piştî kekê Osman, yê herî ”kal” ez bûm.
Şev zîz bû, şevbêrk geş bû, bîranîn li pey hev rêz bûn. Di vê nabênê da min jî bîranîneke xwe ya bi kekê Osman Aydin ra teze kir û bi saya vê yekê jî fêrî rastiya wê bûm.
Sala 1978 bû. Rojekê hevalan hatin ban min kirin, gotin yek hatiye komeleyê(DDKD) dibêje ez dostê we me, lê em wî nas nakin. Ez çûm, min bala xwe dayê yekî navsale û camêrekî kamil xeya ye, lê ez nas nakim. Me xêrhatin da hev.
Got ez Osman Aydin im, abûqat im, ya dozeke min li vir(Wêranşarê) heye, ya jî ez ji vir derbas dibûm, min got hema riya xwe bi we xim û çayeke we vexum.
Min got baş e, me hinekî sohbet kir. Mi ji hevdura çi got, çi negot nuha nayê bîra min. Dû ra jî rabû çû.
Cara pêşî min kekê Osman Aydin bi vî hawî nas kir.
Roja din min lêxist, ez çûm Swêregê û min ji gorbuhuştê Ahmet Karli ra qala bûyerê kir. Ez û Karli, em endamên komîteya partiyê yê herêma Ruhayê bûn.
Min got, ma ev camêr kî ye û gelo ji bo çi hat komeleyê?
Ahmet got ew hevalê me ye, haya min ji hatina wî tuneye, lê dibe ku hevalan ji bo kontrola xebatên we şandibe.
Li ser vê bersîva wî, gelkî kêfa min hat, partî li ber çavê min hinekî din jî mezin bû. Min ji xwe ra got bavo, mesele pir cidiye, divê haya me ji me hebe! Mifetiş li pey me ne, divê em li xwe miqate bin.
Ji wê rojê û vir da qet qismet nebû ku ez û kekê Osman Aydin careke din hevûdu bibînin. Nîhayet piştî 30 salî, pêr êvarî em hatin ba hev û min jê ra qala vê bîranîna xwe kir. Gelkî kêfa wî hat û got:
-Heyran wele kesî ez ji bo tu qontrol û teftîşan neşandibûm. Dozeke min li wir hebû, ji bo wê ez hatibûm Wêranşarê. Min dizanîbû DDKD li Wêranşarê heye. Min got hey ez hatime, hema ezê herim silavekê bidim wan jî. Lê baş bûye ku wê “teftîşa” min tesîreke baş li we kiriye.
Di nava mîvanan da lawê hevalekî min, xortekî pir delal û hêja jî hebû. Bi dîtin û nasîna wî ez pir kêfxweş bûm.
Xortê ez qal dikim, lawê Mihemdê Xerzo Baran Vûral e.
Bêguman kêfa min ji hemû keç û xortên zana û welatparêz ra tê. Lê dema ew Wêranşarî bin nizanim çima, lê bêtir pê dilşa dibim, wek dareke min bi destê xwe çandibe û ez fêkiyê wê bibînim, ez par û keda xwe jî hinekî tê da dibînim.
Ez û Mihemed Vûral ji Wêranşarê û hevalên hev ê xortaniyê ne. Telebetî û zewaca Mihemed hîn wek do tê bîra min. Gelek bîranînên me bi hev ra hene, gelek şevbêrkên wek a du roj berê me bi hev ra buhurandine.
Lê pêr êvarî yê ku li kêleka min rûniştibû û bi min ra ketibû şêwr û mişêwran ne Mihemedê Xerzo, lawê wî bû, xortekî bîrewer, zana û abûqatekî mişt hêvî bû.
Diyar e li sirgûniyê wexteke dirêj derbas bûye haya min jê tuneye.
Baran, li Diayrbekrê abûqat e û nuha li Londonê ziman dixwîne. Ew jî wek me serê xwe bi derd û kulên gelê xwe ra diêşîne.
Ew jî wek me dibêje, çima em di vî halî da ne?
Ev pirs elameta xêrê ye.
Wek kurd, em bizanibin ku halê me ji halê helaçiyan jî xerabtir e pir baş e, ev yek hêviyek biçûk dide min.
Zarokên meriv bala meriv nakşîne, dema meriv ji nişka ve zarokên hevalên xwe ne wek zarok, lê wek abûqat, tuxtor û xortên kamil û bîrewer dibîne meriv nîvşok dibe, wê demê meriv bi xwe hay dibe ku meriv êdî ne xort e, kal e.
Bi dîtina Baran, ez gelkî dilşa bûm.
Dîtina dost û hevalên salan, şevbêrkên bi wan ra wek derketina tenefusê ye, bîhna meriv fireh dibe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar