29 november 2007

Li ser giliyê DTP-ê Emerîka gav paş da avêt

Sefîrê Emerîka yê Anqerê ewê îro bi serokê ODP-ê Ufuk Uraz û çar parlamenterên kurd yên AKP-ê ra xwarinek bixwara û li ser mesela kurd û PKK-ê li dîtin û pêşniyarên wan guhdarî bikira.

Lê ev civîn îro ji nişka ve ji bo demeke ne diyar hate taloqkirin.

Li gor nûçeyên di çapemeniyê da belav bûne Sefîrê Emerîka Ross Wîlson, yeko yeko li kesên ku ewê beşdarî xurîniyê bibûna geriya ye û xebera îptalbpûna civînê daye wan.

28 november 2007

Divê kurd ji bo rojên pêş amade bin

Ambasadê Emerîkayê yê Anqerê Ross Wilson û du endamên Kongreya Emerîka do bi çend siyasetmedarên kurd yên ne DTP-yî ra civînek li ser pirsa kurd û rewşa PKK-ê pêk anîn. Bê guman ev însîyatîv gelkî girîng e.

Li gor xeberên çapemeniyê, serokê KADEP-ê Şerafettin Elçî, Serokê Hak-Parê Sertaç Bucak, parlamenterên AKP-ê yên Diyarbekirê Ihsan Arslan û Abdurahman Kurt, yê Sêrtê Afîf Demîrkiran, ji CHP-ê Mesud Deger û parlamenterê kevn Haşim Haşimî beşdsarî civînê bûne.

27 november 2007

Krîterên Anqerê

Ne hemû, lê kêfa hin xwendevanan ji pêkenînên min ra tê. Min ji çend heban meylên pesindariyê girtin. Ji ber vê yekê jî ez îşev jî ji bo xatirê wan, van her çar pêkenînan dinivîsim.
Ez hêvî dikim bi dilê we be..

Heyran ev milet jî ecêb e! Ji meriv ra nanivîsînin ku meriv bizanibe ji çi hez dikin û ji çi heznakin?

Bira îşev jî wiha be.

26 november 2007

Bûne parlamenter lê newêrin bibêjin em kurd in

Erdogan, çend roj berê di civîneke partiya xwe da ji bo ku ji cîhanê ra bibêje kurd xwedî hemû mafî ne, gotibû ”Di nava partiya min da 75 parlamenterên kurd hene.”

Erdogan berê jî carê, di vê serdana xwe ya dawî ya Emerîka da di civîneke çapemeniyê da ji bo ku nîşan cîhanê bide ku li Tirkiyê neheqî li kurdan nebe, hemû mafên wan hatiye dayin, eynî propaganda kiribû û gotibû di nava AKP-ê da 75 parlamenterên kurd hene.

25 november 2007

Şerê çekdarî êdî ji karê bêtir zirarê dide PKKê û kurdan

Hemû bûyerên dawî nîşan didin ku li hember PKK-ê ewê operasyoneke leşkerî ya jî operasyoneke çekdanînê were çêkirin. Çiyayê Qendîl bi rengekî ewê were valakirin.

Çûn û hatinên generalên emerîkî ya Tirkiyê jî meriv dikane wek amadekariyên berî operasyonê qebûl bike.

24 november 2007

Îddîa ku Serokê Kurdistanê birîndar e îro jî pûç nebû

Di mesela birîndarbûna Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî da îro jî tu tiştekî ciddî û berbiçav nehat gotin.
Tenê li gor xebera malpera Avesta, "Çavkaniyeke pêbawer ragihandiye ku serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî gelekî baş e û tu pirsgirêkeke wî ya tendurustî tune ye. Ew ji bo rehetiya salane çûye derveyî welat û niha li paytexta Utrîş(nemsa) li Vîyenayê ye."
Avesta dibêje, kêfa Serokê Kurdistanê gelkî ji Wîyenayê ra tê û her dema ku ew derdikeve derveyî welêt ew diçe li Wîyenayê him îstirehet dike û him jî di bin kontroleke tenduristî ra derbas dibe.
Tiştê balkêş bêyî Avestayê, Pûkmedîa û Peyamnêr jî tê da tu malpereke din di vî warî da xebere neweşand. Ev yek jî meriv gelkî xemgîn dike. Heger bi rastî li Wîyenayê ye wê demê çima preskonferansekê çênake?
Axir tiştek heye, lê cidiyeta wê çi ye meriv nizane. Înşelah îdîa birîndarbûnê derew be. Min do jî gotibû, xwedê neke hefer tiştekî wiha rast be divê meriv li ser tiliya tirkan rawest e.
Bûyera îro ya herî girîng, Fermandeyê Hêzên DYAyê yên li Ewrûpayê Orgeneral Bantz Craddock bi Serokerkanê Tirkiyeyê Orgeneral Yaşar Buyukanit re hevdîtinek pêk anî. Diyar e li hember PKK-ê amadeyiya hin êrîşan dikin. Şêla kurdên başûr pir baş e. Bi taybetî beyana Sefîn Dizeyî meriv kêfxweş dike.
Li ser vê meselê sibe ezê tiştekî binivîsim.

23 november 2007

Gelo bi rastî Mesûd Barzanî li derveyî welêt e?

Li gor hin xeberên îro di çapemeniya kurd û tirk da derket, dibêjin Mesûd Barzanî di êrîşekê da birîndar bûye.
Piştî belavbûna nûçeyê, berdevkê hukûmeta Kurdistanê Fuad Hisên daxuyaniyeke taybet da PUK media û got.:
"Di hin kanalên ragihandinê da hatiye belav kirin ku serokê herêmê ribûriyê hewleke terorkirinê bûye. Lê tu rastiya van nûçeyan tuneye ku dibêjin serokê herêmê di êrîşeke terorîstî da birîndar bûye."
Her weha sekreterê PDK Fazil Mîranî jî ev nûçe red kir û got:" Nûçeyên wiha dûrî rastiyê ne."
Wek tê dîtin, çavkaniyên resmî vê îddîayê red dikin, dibêjin tu bingeheke vê îddîayê tuneye.
Meriv hêvî dike ku tekzîb rast bin.
Lê li alî din, çima ne ew bi xwe dikeve hember raya giştî û ne jî beyanekê dide. Ev yek meriv hinekî ditirsîne. Lê heger bûyer rast be sedî sed tiliya dewleta tirk di vê êrîşê da heye. Divê kurd li ser vê îhtîmalê rawestin.
Li gor ku berdevkê serokatiya Kurdistanê ragihandiya, Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo serdaneke taybetî "li derveyî welêt e."
Lê berdevkê serok nabêje Mesûd Barzanî li kîjan welatî ye. Heta seet 23.30-î jî di vî warî da tu tiştekî nuh nehat gotin.
Ez êvarî hinekî dereng hatim mal, loma jî min li xeberan guhdarî nekir, lê di malperên kurdî da dema min ev nivîs nivîsî hîn tu xebereke nuh tunebû.
Dinya alem dibe dewlet kes dengê xwe nake, lê dema dor tê kurdan dinya radibe pêdarê, tirk, ereb, faris û hemû xulam û dûvikên wan wek gurên har êrîşê dibin ser kurdan û dixwazin me ji hev dabarînin.
Ez nizanim vî meletî çi bi dinyayê kiriye?

22 november 2007

Tirk bi bertîlê nabin dost

Îro piştî kar ez çûm semînera Wezîrê Gencan û Sporê yê Kurdistanê Berwarî. Teha Berwarî ev demeke li Ewrûpayê him kurdan û him jî bîrûraya giştî ya Ewrûpayê derbarê wezareta xe da agahdar dike.

Berwarî, berî ku par bibe wezîr, berpirsiyarê PDK-ê yê Îskandînavyayê bû. Merivekî gelkî jîr û jêhatî ye. Li Swêd xebatek pir baş kirye û ji kurdan ra gelek dost qezenc kiriye. Kêfa min gelkî jê ra tê, merivekî nerm û sosyal e.

Kêfa min nîvçe ma

Do êvarî tu nemabû ku ez kompîtora xwe hema rakim û li erdê xim, perçe perçeyî bikim û xwe jê xelas bibim.

Piştî maça Swêd-Letlandê min rabû çend rêz nivîsan. Lê înterneta min nexebitî, min heta seet 030-î jî li ber da nehat girêdan. Ji mecbûrî min dev jê berda. Loma jî ez nuha, berî biçim kar nivîsa do diximê.


Kêfa min nîvçe ma

Hema bêyî çivên vir da û wê da ezê rast bibêjim: Min îşev ne kurdî û ne jî tirkî zêde tiştek nexwend. Loma jî ez nizanim îro çi xeberên girîng hene.

Ji ber ku min îşev li du maçên futbolê temaşe kir.


Maça Swêd-Letlandê û Tirkiye-Bosnayê.


Kêfa min gelkî ji futbolê ra tê, dema keys hebe ez bi dilşadî lê temaşe dikim.


Îşev min dixwest Swêd qezenc bike û Mehmetcikên tirk jî li hember Bosniyan têk biçin. Lê dua min nîvçe qebûl bû, Swêd 2-1 zora Letlandê bir, lê heyf û mixabin Mehmetcikan 1-0 berra Bosnayê dan.

Şansê kurda ye, kêfa wan tim nîvçe dimîne.

Kî çi dibêje bira bibêje, bi ya min Bosniyan ew gol bi zanetî xwarin.Yanî serkeftina "Mehmetcîkan " şîke bû, wan maç ji merivên xwe kirînbûn.


Ev texmîna min e.


Yên kanibin eksê vê yekê îspat bikin, bira kerem bikin û delîlên xwe raxin ber çavan.


Dema min li maçê temaşa dikir, min taximê Kurdistanê jî xeyal kir. Kurdistan maye fînalê û bi Tirkiyê ra dilîze. Alên kesk û sor û zer di destên bi dehhezaran keç û xortên kurda da hêl dibin!


E wê çiqasî xweş bûya!

Berî mirina xwe ez dixwazim wê rojê bibînim.

20 november 2007

Ma rojnamevanî wergera xeber û derewên tirkan e?

Ma rojnamevanî wergera xeber û derewên tirkan e?

Ev demeke ez dixwazim li ser siyaseta hin malperên kurdî ya nûçedanê çend gotinan bibêjim.
Ez bala xwe didim hin malperên kurdî, berdevkên dewlet û hukûmeta tirk çi dibêjin ew jî wan derew û heqaretên wan, bêyî ku bi xwe tiştekî bibêjin, şiroveya xwe têxinê raste rast werdigerînin kurdî û diweşînin.

19 november 2007

Desthilanîn tim baş e

Do derengê şevê bi tesadufî min li beşê dawî ya programa Mehmet Alî Bîrand 32.êGunê(Roja 32-an) temaşa kir.Çar rewşenbîr û siyasetmedarên kurd, Ferîdûn Yazar, Metîn Metîner, Muhsîn Kizilkaya, Umît Firat û li ser navê DTP-ê jî Sirrî Sakik bi telefonê beşdarvanê programê bûn.

Min program ji serî da temaşe nekir, loma jî zêde nikanim tiştekî li ser bibêjim. Bi kurtî tiştê min dît, program li ser çareseriya mesela kurd, têkiliyên PKK-ê û DTP-ê û DTP çima ji PKK-ê ra nabêje terorîst bû?

Di programê da tiştekî bala min kişand. Bîrand, di dema pirs û axftinên xwe da pir bi rehetî ji PKK-ê ra digot, ”terorîs” û kirinên wan jî wek terorîzmê şirove dikir. Li gor Bîrand, dema dewlet 14 keç û xortên kurd bi rengekî sadîstî dikuje ne teror e, lê dema gerîlla li seriyê çiyan leşkerekî dikujin ”teror” e.

Ji beşdarvanan tu kesî ji Bîrand ra negot:

”Tu dixwazî DTP û hemû kurd ji PKK-ê ra bibêjin terorîst. Hukûmet jî viya dixwaze. Lê PKK ne terorîst e ku DTP û kurd jê ra bibêjin terorîst.”

Heger bi rastî jî PKK rêxistineke terorîst bûya, dewletê bixwesta nexwesta jî divê me jê ra bigota rêxistineke terorîst e.

Sibe hêzeke din jî dest bi şereê çekdarî bike, dewleta tirk ewê eynî tiştê ji bo wan jî bibêje.
PKK ne rêxistineke terorîst e û kirinên wê yên li hember dewletê, hin îstîsna ne tê da ne terorîzm e. PKK, tevgereke çekdar ya millî ye û ji bo kurdan doza hin mafên demokratîk û netewî dike. Program û daxwazên PKK-ê ji dûr û nêzîk va têkiliya wan bi ”terorê” û terorîzmê tuneye.

PKK dixwaze:

-Hebûna miletê kurd bi rengekî resmî were qebûkkirin û ev yek têkeve qanûna esasî.
-Zimanê kurdî bibe zimanekî resmî û yê perwerdê.
-Efûyeke giştî derkeve û kurd bikanibin di warê legal da rêxistinên xwe ava bkin û siyasetê bikin.
-Serokên wan Ocalan were berdan.
-Operasyonên li Kurdistanê bisekinin.
-Sîstema cerdevaniyê rabe.

Û hin dixwazên wek van.

Baş e ne divê meriv ji Bîrand bipirsiya, bigota devtûtik, çi têkiliya van daxwazan bi terorê heye?
Dema kurd(kî dibe bila bibe)van pirsan ji dewleta tirk û berdevkên wê bikin bêguman kes nabe dilxwaz û hevalê PKK-ê. Em çaxa wiha bibêjin em qala rastiyekê dikin, ne propaganda PKK-ê.

Helbet divê her kes bîr û baweriyên xwe yên derbarê PKK-ê û serokê wê da bibêje, wê rexne bike. Evy ek şert e û dibê meriv di vî warî da tawîzê nede.

Lê heger ewê qala terorê werekirin, esas PKK-ê ji dewletê bêtir, li hember heval û kurd û rêxistinên derî xwe zor, şîdet û teror bikar aniye û gelek caran jî ew kuştine. Mafê kurdan heye ji van kirinên PKK-ê ra bibêjin tero, lê nej i bo şerê li hember dewletê.

Şerê çekdarî wiha ye, meriv însanan dikuje.

Ev li her derê cîhanê wiha ye.

Tirk ji flistînî, çeçen, arnawit û gelek tevgerên din ku ew jî wek PKK-ê çekan bikar tînin, nabêjin ”terorîst”, lê ji PKK-ê ra dibêjin.

Divê DTP û kurdên din biwêribin vê rastiyê ji tirkan ra bibêjin. Dema em nebêjin ne rast e û li her derê zimanê me kin dibe.

Lê bi taybetî jî divê DTP vir da û wê da çerx neke, ji bo çi ji PKK-ê ra nabêje “terrorist” dibê bi rengekî ilmî îzah bike.

Bîrand, bi rengekî bêperwa ji hemû daxwazên PKK-ê yên netewî ra dibêje “terror”, ji xwe parastina çend gerîllayên serê çiyan ra dibêje ”terorîzim” û nizanim çi…

Li hember van êrîşên dewletê rev, bêdengmayin, bersîvnedan ne çareye. Çareya herî baş divê bersîv û argumentên meriv hebin û meriv biwêribe bibêje.

Desthilanîn fereca xêrê ye.

Tirsonek tim li paş in.

18 november 2007

Kurmê şîrî heta pîrî: Tirk dixwazin DTP-ê jî bigrin

Giregirên hêzên tirk yên dagîrker ji bo dek û dolabên nuh îro dîsa li Amedê kom bûn.
Li gor agahdariyên çapemeniyê, waliyên 11 bajarên Kurdistanê(Amed/Diyarbekir, Mêrdîn, Şirnex, Çewlik/Bîngol, Xarpêt/Elezîz, Ruha/Urfa, Betlîs, Sêrt, Colemêrg/Hekarî, Wan, Mûş û Dêrsim/Tuncelî), Qumandarê Alaya Amedê û Mudûrên Emnîyetê di bin serokatiya Wezîrê Karê Hundur Beşîr Atalay da li Amedê li hev civiyan.

17 november 2007

Çend pêkenîn

Bira îşev jî siyaset tunebe. Ezê ji we ra çend pêkenînên ku meriv hinekî biaqiltir dikin binivîsim. Ji ber ku di van rojan da tiştê herî bêtir hewcedariya me pê heye aqil e.

Kurdan gotiye, aqil taca zêrîn e, ew jî li serê her kesî nîne.

Ya jî aqilê sivik barê giran.

Ji bo ku em kurd barê xwe sivik bikin, dibê aqilê xwe hinekî zêde bikin.

Divê meriv nîşan bide
Ji Mistoyê gêj pirsîn, gotin:
-Kuro ji bo çi tu gav û seetê ehmeqiya xwe nîşan didî?
Wî jî bersîv da û got:
-Bi veşartinê ewê çi feyde bigihîje min?

Serê masîyê Ferêt û aqilê tirk
Yekî berferatî di tirênê da rêwîtî dikir. Danê nîvro rabû tûrikê derxist, masiyên tê da yek bi yek xwar û dûra jî serên wan kir kîsikekî din û da alî.
Yekî tirk li hember rûniştibû, ev yek meraq kir û ji yê berferatî pirsî, got:
-Bira pirs eyb nebe, tu ji bo çi serê masiyan dike kîsik û vedişêrî?
Yê berferatî got:
-Vana masiyên Ferêt in, serên wan tije aqil e, kî serê wan bixwe di cî da jîr û biaqil dibe.
Yê tirk got:
-Ê tu wan nafroşî?
Yê berferatî got:
-Belê ez difroşim.
Piştî bir û bazarek kin, yê tirk rabû serên masiyan kirî û dest pê kir û yeko yeko xwar. Yek, dudu, sisê, çar…Dûra ket şikê û ji yê berferatî pirsî, got:
-Kuro bala xwe bide min, nebe ku tu min bixapînî ha!
Yê berferatî keniya û got:
-Binêr, serên masiyan tesîra xwe nîşan da jî, wa ye tu hinekî biaqil bûyî!

DuaYekî parsek li ber deriyê camiyê destê xwe li ber yekî vegirt û jê ra got:
-Ji bo Xwedê sedeqeyekê bide min, ezê ji te ra duakar bim.
Mêrik bala xwe dayê û dû ra got:
-Lawo heger dua te qebûl bibûya nuha tu ne di vî halî da bû.

16 november 2007

Lêkolîner: Bi şefa xwe ra razên karîyera xwe bilind bikin !

Ez bi xwe merivekî neteweperest im. Dixwazim kurd(helbet kurdên li kurdayetiya xwe xwedî derdikevin) di her warî da serkeftî û jêhatî bin. Hemû kurd xwedî mal û hal û dewlemend bin, zana û meşhûrê cîhanê bin.

Ji ber ku ez merivekî hewqas neteweperest û xêrxwazê gelê xwe me, loma jî ez dixwzim di vê nivîsa xwe da xebereke xêrê bidim gernas û egîdên kurdan.

15 november 2007

Çaxa ecelê bizinê tê nanê şivên dixwe

Hukûmeta AKP-ê şerê xwe yê psîkolojîk yê li hember kurdên başûr îro hinekî sist kir. Çimkî dît ku netîcê nade. Ne kurd û ne jî Emerîka nexapiyan û wek Sûriyê teslîm nabûn.

Ew çiqasî qîriyan û kirin qîjewîj jî, Emerîka guh neda fortên wan yên vala, tim j iwan ra got, giran bin û min nerehet nekin.

14 november 2007

Dewleta tirk li serê me kurdan bûye Dûmrulê Dîn

Kurdên reben ji destê dewleta tirk ya ceberût ketine êlamanê. Kurd çi dikin, çi dibêjin dewlet miheqeq sûcekî, bêqanûniyekê tê da dibîne.

Ev deweleta ceberût li ser serê me kurdan bûye Dûmrulê dîn. Di edebiyata tirkî da yekî bi navê ”Dûmrulê Dîn” heye. Dibêjin Dûmrê Dîn, li ser çemekî ji xwe ra pirek çêkiribû. Ji kesên di ser pirê ra derbas bibûya 50 akçe û yê derbas nebûya jî piştî lêdanek baş 100 akçe distend.

13 november 2007

Êdî em hogirî hev bûne

Ez dizanim nuha we pir meraq kir:

-Do min çima tiştek nenivîsî û hûn di meraqê da hîştin?

-Gelo tiştek hat serê min ?

-Gelo benzîna min di nîvê rê da qediya?

-Ya jî Xwedê neke piştî vî temenî ez bûm mîvanê xezaleke swêdî û li wir destê min jê nebû?

11 november 2007

Şîn û hin keserên kûr

Îro ez û Mamoste em çûn Vesterasê şîna bavê Dr. Celadet Çelîker, Mele Mihemed Seîd Çelîker.
Mele Mihemed di 30-ê meha cotmehê da li Tetwanê wefat kiribû. Ez mele Mihemed nas nakim, lê him Dr. Celadet û him jî ji malbata wî gelek kesên din dost û hevalên min in. Di rojên wiha da dema meriv dost û hevalên xwe li kêlek xwe dibîne bîna meriv bi hev û du derdikeve.

Ev adeteke baş e, lê îcar li ser me buha rûnişt.
Ji şansê xerab ra pûlisê swêdî rêwîtiya me li me kir jahr. Nêzî Vesterasê pûlis em sekinandin û gotin di riya 70 km-da we li ser 84-km ajotiye. Mamoste her çiqas GPS xwe wek delîl nîşan da û got min bi wê suretê najotiye jî pere nekir, pûlis got ya mahkime ya jî li cî 2000 kr ceza.
Cîranê min cezayê li cî qebûl kir. Her çiqas min got qebûl neke jî, got dev jê berde, ez herim mahkimê jî eynî tişt e, ewê bi ya pûlis bikin.

Di şînê da em li kêleke kekê Kemal Bûrkay rûniştin. Me li ser nêta Tirkiyê ya îşxalkirina Kurdistana Federe hinekî sohbet kir.

Baweriya wî jî ew bû ku tirkê nikanibin êrîşeke mezin bibin ser kurdan. Lê dikanin hin der û dorên valakirî bombebaran bikin. Ji bo tiştekî wiha belkî Emerîka û kurd jî zêde dengê xwe dernexin.

Bi baweriya min jî heger Emerîka destûrê nede, tirk nikanin tu tiştî bikin. Wekî din jî min got, ev hela hela tirkan esas dixwazin hin tawîzan ji Emerîka û ji kurdan bistînin û daxwazên kurdên Kurdistana Tirkiyê jî ji niha da margînalîze bikin, yanî daxînin dereceya herî kêm.

Min got li gor min pir nemaye ku tirk mecbûr bibin bi kurdan ra rûnin û hin mafên wan qebûl bikin. Îcar ji bo ku kurd doza mafên ”zêde” nekin, tirk ji niha da van daxwazên wan yên netewî bi riya Ocalan dadixîne dereceya sifirê. Daxwazên Ocalan û yên ji parlamenterên DTP-ê (divê hûn kumê tirkîtiyê bidin serên xwe û nebêjin em nûnerên kurdan e)îspata vê yekê ye. Yanî tirk bi gef û fortan daxwazên kurdan yên netewî pûç dikin.

Îcar ji bo ku ji nişka ve em nekevin rewşeke xerab, dibê kurd ji nuha da daxwazên xwe yên netewî baş formule bikin. Yanî dibê tirk jî û cîhanjî bizanibe ku gelê kurd çi dixwaze?
Kekê Kemal Bûrkay jî ev dîtin rast dît.

Di sala 1975-an da kitêba "Xidir Mûrad", navê wê niha nayê bîra min, wek fotokopî ketibû destê min, min çend caran xwend û jê gelek feyde dît. Ez wê demê jê gelek tişt fêr bûm. Min ev bîranîna xwe jê ra got. Pê kêfa wî hat.

Bi rastî jî di nava kurdan da Kemal Bûrkay feyde gîhandiye gelek kesî, gelek kes bi saya nivîsên wî bûne kurdperwerên paş.

Ez bi xwe tu carî nebûm dilxwazê wan lê dîsa jî gelek feydeya nivîsên wî gihîştin min. Ji bo vê yekê ez sipasdarê wî me.

Ya din haya wî ji malpera min jî tunebû. Min jê ra hinekî qala malpera xwe kir, pesnên nivîsên xwe jî da. Ezê lînka xwe îşev jê ra bişînim.

Ya din jî, bi xêra van şîn û şahiyan meriv hin dost û hevalên xwe jî dibîne, hin dost û hevalên ku ji serê salan ve ye meriv nedîtiye û bi wan ra hin bîranînên xwe yên kevn tev dide û teze dike.
Bîranînên kevn wek ûra komirê ne, dema meriv bi maşê ya jî bi darikekî li hev dixe, tev dide ji nuh ve ruh pê da tê, dibe pizot û germiyanek xweş dide bedena meriv.

Ez bi xwe heta ku hevalekî, dostekî xwe yê kevn nebînim, bi kalîtiya xwe hay nabim. Ji ber ku meriv tenê kal û pîrbûna kesên din dibîne, ya xwe meriv jê bê hay e.

Piştî salan dîtina hin hevalan ji bo min dibe wek neynika bixwehesiyanê.

Yanî ew ji bo min wezîfeya zîla seetê dibînin, ez pê bi xwe dihesim. Bi saya dîtina wan, ez fêm dikim ku miheqeq ez jî wek wan qulûz bûme, bûme kokim.

Ev kalbûn bi rastî jî gelkî nexweş e, meriv newêre bi dizîka ji xwe ra dilekî jî bigre.

Her kesê bi meriv bikene, ewê bibêjin.

-Piştî vî emrî ma tu fedî nakî?

Yek qûlê Xwedê jî nabêje, weleh dil pîr nabe.

Hin hevalên ku berî niha bi çend salan wek fêrizan bûn, min bala xwe dayê ku wek guleke çilmisî melûl bûne û ji pertav da ketine.

Dîtina wan ji alîkî da meriv kêfxweş û dilşa dike, lê ji alîkî da jî hestên haybûna bi halê xwe wek tevîzonek sar li bedena meriv belav dibe û meriv wek zarokekî xegîn dike.

Lê dema meriv ”altarnatîva” kalbûnê tîne bîra xwe, meriv ji erd heta bi asîman şikiriya xwe bi pişta xwe ya qulûzî, bi xabxaka xwe ya wek balonekê nepixî, bi qermîçokên rû û bi porên xwe yê sipî tîne.

Îşev di Roj TV-ê da(Welatê bê sînor) li ser Wêranşara xopan programek hebû. Min pir bi meraq xwe da ber telewîzyonê ji bi ku hinekî xem û xayalên xwe teze bikim û herim wan rojên berê. Lê xortê program çêkiribû pir xeşîm bû. Min zewqek zêde jê negirt. Tenê hema hema li serê her kesî(mêr, jin) merkezêteke şîrikî ya gulgulî hebû. Ez hinekî şaş mam. Berê ya axbanî didan serê xwe ya jî merkezêtên sipî.

10 november 2007

Axayê me Om xwelî li serê me kom e

Abdullah Ocalan roja çarşemya borî(7/11-07), di hevdîtina bi abûqatên xwe ra dîsa ji qal û bela peyivî, dîsa aqil li her kesî belav kir, dîsa agir bera erdê da, dîsa gelek şîret û temî li DTP-ê, li PKK-ê, li tirkan û li kurdan kir û ji DTP-ê xwest ku êdî ew ”şewqeyê tirkên demokrat” bidin serê xwe û li gor wê hereket bikin.
Êdî ne wek nûnerên kurdan lê wek ”tirkên demokrat” qala mesela kurd bikin.


Xwedê meriv ji bêtarên giran bisitirîne, îcar ev ji kurdan kêm bû!

08 november 2007

Dibê meriv şûr nede destê dijminê xwe

Wek tê zanîn di hilbijartinên 22-ê temûzê da beşekî mezin ji kurdan piştgiriya AKP-ê kir. Gelek ronakbîr û siyasetmedarên kurd jî di vê alîkariya bi AKP-ê ra tu çewtiyek nedîtin û li dij derneketin. Li hember AKP-ê şêleke pir musbet nîşan dan û xwestin ku AKP him li Kurdistanê û him jî li Tirkiyê rayên xwe zêde bike û bi tena serê xwe were ser hukim.

07 november 2007

Xeberek pir girîng !

Ev demeke ez her êvar di vî quncikê xwe yê mutewazî û ne bi nav û deng da li ser hev qala zulm û kêmaqiliya rêvebir û serokên tirkan dikim.

Helbet milet jî ji serokan pir ne biaqiltir e. Heger biaqiltirbûya ewê kesên hewqas xerab û paşdamayî nekira serokên xwe.

06 november 2007

Erdogan li Emerîka pûş kuta

Xirecira gerra Erdogan ya Emerîkayê di çapemeniya tirk da îro jî bi qîjewîjeke mezin dom kir. Serokên mixalefetê Bahçelî û Baykal wek her tim dîsa hukûmet bi teslîmiyetê îtham kirin û xwestin midaxeleya leşkerî tavilê dest pê bike.

Serokê partiya nîjadperest Devlet Bahçelî got, ”netîca civînî ji bo Tirkiyê hezîmet û xusran e.”
Serokê CHP-ê jî xwest ku di demeke herî kin da midaxele were kirin.

05 november 2007

Tirkan nazî jî derbas kirin

Berê çend gotin li ser hevdîtina Erdogan û Bush.

Hevdîtina Erdogan bi Serok Bush ra îro danê êvarê pêk hat. Piştî hevdîtinê Erdogan û Bush bi hev ra derketin hember çapemeniyê. Di civînê da Bush got:

” PKK dijminê Emerîka, Tirkiyê û Îraqê yê mişterek e. Û ji niha û pê da ewê hîn baştir îstîxbaratê bidin hev, hevkariya di vî warî da ewê pêşda bibin.”

04 november 2007

Xofa ji kurdan bûye kabûsê tirkan

Kurdan heta niha li ser civîna Stenbolê ne baş û ne jî xerab tu tişt negotin. Tenê Mahmûd Osman, di hevpeyvîna xwe ya bi Roj TV-ê ra gotinên Malikî yên konferansê,”PKK terorîst e” rexne kir, got mafê Malikî tuneye ji PKK-ê ra bibêje ”terorîst.” 
Çimkî PKK ne terorîst e, doza mafê miletekî dike.

03 november 2007

Kurdan li Stenbolê tirk naqawt kirin

Civîna firehkirî ya li ser Îraqê îro li Stenbolê qediya. Piştî civînê daxwiyaniyek nivîskî ya ji 23 maddeyan pêk tê li çapemeniyê hat belavkirin.

Telewîzyonên tirk hemû madde neweşandin, tenê li gor dilê xwe qala hin maddeyan kirin û maneyên wan şirove kirin. Loma jî naveroka wê em tam nizanin.

02 november 2007

Çavê kul ji çavê kor çêtir e

Di nava bêndera kul û derdan da ez îşev bêhed bextewar û dilşa me.

Ji ber ku îro çar xwendevanên min zahmet dane xwe û ji min ra nivîsîne. Van gotinên hêja û dostane, bi taybetî jî gotinên hemşeriyê min yê ruhayî(Ferhat 2103) kela dilê min rakir, ez birim "Diyarê Pêxemberan” Ruhayê û bajarê min, Wêranşara xopan.

01 november 2007

Hesaabê mehekê

Di ser avabûna malpera min ra tam mehek buhurî. Ev yek do xêrxwazekî bi bîra min xist. Mala wî ava. Wî negota min îro ”meha 1-em” pîroz nedikir.

Xelk sala yekem pîroz dike, ez meha yekem.

Tişt nabe, bira ya min jî hinekî derê dinyayê be.

PARVE BIKE