Kurdan heta niha li ser civîna Stenbolê ne baş û ne jî xerab tu tişt negotin. Tenê Mahmûd Osman, di hevpeyvîna xwe ya bi Roj TV-ê ra gotinên Malikî yên konferansê,”PKK terorîst e” rexne kir, got mafê Malikî tuneye ji PKK-ê ra bibêje ”terorîst.” Çimkî PKK ne terorîst e, doza mafê miletekî dike.
Li gor Mahmûd Osman, Malikî dikanibe hin sozên din jî dabe tirkan, bêyî ku haya kurdan jê hebe. Wî ev yek wek xeter dît û got min ji hukûmeta Kurdistanê xwestiye, divê ban Malikî bikin û van meseleyan hemû bi rengekî pir cidî pê ra bipeyivin.
Helbet tirs û rexneyên Mahmûd Osman di cî da ne, divê bêyî hay û razîbûna kurdan ew nikanibe tu sozan bide tirkan. Û dibê bi zimanê tirkan jî êrîşî PKK-ê neke. Çimkî îro yên hukûmeta wî li ser nigan digrin kurd in, dema kurd ji hukûmeta Malikî vekşin, ew rojekê jî nikane li ser hukim bimîne.
Berdevkên hukûmeta AKP-ê û çapemeniya tirk jî heta niha tu tiştekî zêde li ser biryarên civînê negotin. Ji vê bêtir, qala çûna Erdogan ya Washingtonê dikin. Rojnameya Yenî Şefakê manşet avêtiye, gotiye:
”Erdogan, heta roja duşemê molet daye Emerîkayê.”
Yenî Şefak, ji vê xebera xwe ra New York Timesê wek çavkanî nîşan dide û dibêje:
”Heger berpirsiyarên Îraqê û Emerîka li hember PKK-ê di zûtirîn wext da nekevin tevgerê, Erdogan ji mecbûrî ewê emrê operasyonekê bide. Leşkerên tirk jî ji bo ku operasyonekê nekin heta vegera Erdogan hatine razîkirin.”
Li gor vê xebera Yenî Şefekê, roja duşemiyê yanî sibe, divê Bush sozê bide ku di demeke herî kin da ewê ruhê hemû PKK-liyan bigre. Û dema ew vê sozê nede tirkan, wê demê jî ev kar dikeve ser milê Erdogan û artêşa wî.
Kurd li belayek mezin rast hatine, Xwedê dawiya wê xêr bike. Tirk bûne qîr û ketine ruyê me kurdan. Em çi dikin jî em ji vê belaya mezin pak nabin.
Gelo Bush dikane çi sozeke nuh bide tirkan?
Destûra operasyoneke di nava axa Kurdistana azad da ez bawer nakim Bush bibêje erê.
Berî her tiştî kurd tiştekî wiha qebûl nakin û ya din jî Bush jî dizane ku ev yek li herêmê destpêkirina şerekî mezin e.
Lê hin çavdêrên siyasî dibêjin Emerîka dikane destûrê bide hin êrîşên tirkan yên hewayî. Helbet ev jî xeter e, kurdan heta niha ev daxwaza tirkan jî qebûl nekirine û dibê nekin jî. Qebûlkirina tiştekî wiha, binpêkirina serweriya Kurdistana Federe ye. Carê ji tirkan rar ê vebe meriv nizane ewê heta ku here. Çimkî nimûneya herî berbiçav hebûna hêza wan ya leşkerî ya li Kurdistanê ye, mêrikan bûne bela û dernakevin.
Û heta zoreke mezin jî nebînin ewê dernekevin.
Lomajî divê him hukûmeta Kurdistanê û him jî kurdên Tirkiyê(DTP û yên din) bi dengekî bilind û pir eşkere ji tirkan ra bibêjin:
-PKK gelşeke Tirkiyê ye, dibê tirk nehêlin hemwelatiyên wan sînoran derbas bikin û derkevin serê çiyan.
-PKK ne rêxistineke terorîst e, ew partiyeke siyasî ye û doza bidestxistana hin mafên miletê kurd dike.Loma jî dibê meseleya PKK-ê bi riyên diyalog û danûstendan were çareserkirn. Çimkî tu têkiliya daxwzên PKK-ê û ”terorê” bi hev ra tuneye.
Kabûsê kurdanTaha Akyol di quncikê xwe yê rojnameya Milliyetê da(2/11-07)nivîseke dîroknasê tirkan yê bi nav û deng Halîl Înalcik weşand. Halîl Înalcik jî wek gelek serok, rêber, mezin û meşhûrê tirkan yên din NE tirk e, ji tatarên Kirima Ukranîayê ye. Bavê wî di sala 1905-an da reviyaye hatiye li Stenbolê bi cîh bûye û li Misrê jî miriye. Û Halîlê tatar jî bi vî hawî bûye tirk.
A ev Halîlê tatar, telefonî Taha Akyolê çerkez(Taha Akyol jî ne tirk e, çerkez e) kirye û bi kelogirî, bi îskîn jê ra gotiye Emerîka û Rojava wek ku dewleta Osmanî perçe kirin, dixwazin Tirkiyê jî perçe bikin. Ji tirsa kurdan :
”Heta sibehan xew nakeve çavên min. Ji bo Tirkiy tehlûkeya mezin ev e: Serokên kurdan dixebitin ku meselê bibin Neteweyên Yekbûyî. Barzanî ji nuha da bi Neteweyên Yekbûyî ra di temasê da ye.”
Înalcik, dû ra jî li ser pêvajoya belavbûna Împeratoriya Osmanî sekiniye, qala têkoşîn, daxwaz û serîhildanên yewnan, sirb û bûlgaran kiriye û gotiye, tiştê anîn serê dewleta Osmanî ewê bînin serê Tirkiyê jî. Û ji ber vê tirsê jî xew nakeve çavên wî.
Tiştê xerîb Înalcik wek neheqiyekê qala perçebûna dewleta Osmanî dike. Nabêje weleh ew wek koçer ji derva hatin hêrêmê, welatên xwelkê ji wan stendin û 500 sal î zilmeke nedîtî li gelên van welatan kirin.
Li gor Înalcik, dibê yewnanan, sirban, ereban û bbûlgaran li hember îşxala welêtên xwe qet dengê xwe nekirana û hemûyan wek wî, tirkîtî qebûl bikira.
Dema kurd jî wek van miletên din, doza azadî û serxwebûna xwe û welatê xwe dikin, xewê şevan nakeve çavên Înalcikê tatar û dixwaze rê li ber rizgarbûna kurdan bigre.
Heger hûn mafê kurdan nedin, hebûna wan wek milet qebûl nekin, her roj li serê kolanan wan lînc bikin, di çapemeniya xwe da gav û seetê heqaretên herî mezin li kurdan û li serokên wan bikin, helbet kurdên doza xwe bibin Neteweyên Yekbûyî.
Esas dibê rêxistinên kurdan ji zûda xwe bidana ser hev û bi hev ra ev mesele bibirana Yekîtiya Ewrûpayê û Neteweyên Yekbûyê. Ji van rêxistinan ewleyî û parastina mal û canê kurdan bikirana.
Ji ber ku him li Tirkiyê û him jî li Kurdistanê êdî jiyana kurdan di tahlûkê da ye, dibê êdî em ji NY doza parastina mal û canê xwe bikin. Dibê hemû rêxistinê kurdan bi rengekî ciddî li ser vê meseleyê rawestin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar