Civîna firehkirî ya li ser Îraqê îro li Stenbolê qediya. Piştî civînê daxwiyaniyek nivîskî ya ji 23 maddeyan pêk tê li çapemeniyê hat belavkirin.
Telewîzyonên tirk hemû madde neweşandin, tenê li gor dilê xwe qala hin maddeyan kirin û maneyên wan şirove kirin. Loma jî naveroka wê em tam nizanin.
Lê di xeber û şiroveyên xwe da tirk hinekî şeqizî xuya bûn, fena ku bi destê xwe malik li xwe şewitandibin, qebheteke mezin anîbin serê xwe.
Yanî meriv dikane bibêje ku tirk ji biryarên civînê ne razî xuya bûn, digotin, ”dîsa eynî neqarat” yanî dîsa li eynî meqamî, li eynî têlê xistin.
Piştî civînê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Alî Babacan û Wezîrê Derve yê Îraqê Hoşyar Zebarî bi hev ra civîneke çapemeniyê çêkrin.
Tiştên di civînê da ji alî her du wezîran ve hatin gotin jî nîşan didan ku tirk di civînê da bi tu hawî negihîştibûn armancên xwe yên siyasî.
Heta dikane bête gotin ku civîna Stenbolê, hemû sebeb û egerên êrîşeke leşkerî ser Kurdistana Federe ji destê tirkan girt. Ji niha û pê ve(gefên vala ne têda) êdî ji bavê wan zêdeye ku qala êrîşekê bikin.
Yanî kurdan tirk li saha wan neqawt kir. Çimkî civînê ji bo êrîşeke leşkerî ji tirkan ra lempa sor vêxit, got STOP, nabe hûn operayoneke leşkerî li derî sînorên xwe bikin.
Ji bo kurdan helbet ev piştgiriya navnetewî gelekî girîn e.
Di civînê da rojnamevanekî tirk ji Hoşyar Zebarî ra Got:
”Rojnamevan bi berpirsiyarên PKK-ê ra hevpeyvînan dikin, çima hûn nikanin wan bigrin û teslîmî Tirkiyê bikin?”
Li hember vê pirsê Zebarî mizicî û got:
”Rojnamevan bi Usame-Bîn Ladîn ra jî hevpeyvînan dikin.”
Dû ra jî hin tiştên gurover got, got ew li çiya ne, em nikanin wan bigrin. Bersîveke pir baş bû.
Kesî zêde hewce nedît ji Alî Babacan tiştekî bipirse.
Tirkan dixwestin civîn piştgiriyê bide operasyonên wan yên leşkerî, desthilatiya kurdan kêm bikin, referandûma Kerkûkê paşda bavîjin û gelk tiştên wek wan. Lê wek min di nivîsa xwe ya do da jî gotibû, ev hesabê tirkan yê malê bû, vî hesabê wan û yê bajêr hevûdu nagrt.
Bira piştgirîya ji bo operasyonekê li wir bimîne, civînê got divê sînorên îraqê bên parastin, hurmet ji serweriya wê ra were nîşandan û tu welat mudaxeleyî karê Îraqê yê hundur neke. Her kes, cîranên Îraqê jî tê da, ji bo aramî û pêşketina Îraqê divê hevkarî û alîkariyê bi hukûmeta Îraqê bikin.
Lê ji bo kurdan ya herî girîng, civînê got, Îraq dewleteke federal e. Ev teyid, di saheya navnetewî da qebûlkirina dewleta kurd e.
Êdî ne li gor qanûna esasî ya Îraqê tenê, Emerîka, Englistan, Rûsya, Fransa, Çîn, Îtalya, Japonya, Kanada, Neteweyên Yekbûyî, Misir, Camîa Erebî, Teşkîlata Welatên Îslam û hemû cîranên Îraqê, yanî Tirkiyê jî qebûl kir ku Îraq dewleteke federal e. Li gor vê maddeya civîna Stenbolê êdî tirk mecbûr in hebûna Kurdistana Federe qebûl bikin.
Serokwezîrê Îraqê Malikî berî civînê bi Erdogan ra hevdîtinek kir. Di vê hevdîtinê da Malikî û heyeta wî, pakêta tedbîrên ku ewê li hember PKK-ê werin girtin pêşkêşî Erdogan kirin. Li gor agahdariyên çapemeniya tirk didin, Malikî ji Erdogan ra gotiye, ”Soz, dema em ji yekî şik bikin ku ew endamê PKK-ê ye emê wî bigrin û mahkime bikin. Û ji bo 8 leşkerên wenda jî hûnê xeberên baş bigrin”Bi baweriya min jî ji vê tedbîrê mezintir tedbîr nabe, dibê tirk û hukûmeta wan xwe bi qurbana Malikî kin.
Lê pêşniyarên herî baş, herî ciddî û li gor baweriya min yên ku dikanin herî bi tesîr bin, pêşniyarên peyivdarê hukûmet Îraqê Alî Debax bû. Alî Debax, tedbîrîn ku ewê li hember PKK-ê werin girtin wiha ji Erdogon ra wiha rêz kir:
-Li balafirxaneyên Silêmanî û Hewlêrê di dereceya herî bilind da ewê tedbîr werin girtin.(Ez bawer dikim ev tedbîr ji bo ku pasaportên serokên PKK-ê di dema çûn û hatina Ewrûpa da hîn baştir werin kontrolkirin tê girtin. Yanî ji bo ku serokên PKK-ê bê bi pasaportên sexte neçin û neyên. Ev tedbîr dikane milikê li PKK bivirîtîne!)
-Di ketina hundurê bajaran da nuxteyên kontrolkirinê ewê werin zêdekirin.(Ji bo ku serokên PKK-ê bê ehliyet û serxweş erebê najon ev tedbîr tê girtin. Tedbîrek pir di cîda ye. Dikane cî li PKK-ê teng bike. Lê ji bo kurdan jî baş e, çimkî ewê qezayên tirafîkê kêm bibin)
-Her kesê ku endamê PKK-ê be ewê were girtin û mahkimekirin.(Qey ev tedbîr jî mesela temen e, ji bo ku zarok nebin endam. Bi baweriya min ev jî tedbîreke ne xerab e. Kesê 18 salia xwe neqedandibe helbet divê nebe endamê rêxistineke çekdar.)
-Hemû buroyên ku jê şika têkiliya bi PKK-ê ra were kirin ewê bêne girtin.(Bicîanîna vê tedbîrê hinekî zahmet e. Çimkî PKK dikane tabêleyên/lewheyên buroyên xwe biguherîne. Ji dêlî PKK-ê navekî din binivîsîne. Ez bawer dikim di vê tedbîrê da ewê biser nekevin. Lê wek tedîr dîsa baş e, axir ji tunebûnê çêtir e.)
-Hemû alîkariyên losîtîk yên bi endamên PKK-ê ra dibin ewê werin qutkirin.(Bi baweriya min girtina vê tedbîrê jî zahmet xuya ye. Ji bo bicîanîna vê tedbîrê divê hemû name, pakêt, faks, e-mail û çûyin û hatinên wasîteyên hemû kurdan werin kontrol kirin. Bê guman ji bo karekî wiha jî gelek eleman lazim in, heta ev eleman neyên girtin ev tedbîr ne mimkûn e. Lê wek pêşniyar axir ew jî tiştek e.)
Netîce?
Heta niha tirkan bi daxwazek pir mezin ev konferans dixwestin. Ez bawer dikim piştî konfrensê ewê bibêjin:
”Ev çi xwelî bû mel i ser xwe kir ?”
Bi baweriya min kurdan li Stenbolê ba di ”balona tirkan ya şer” ra kirin, balona wan teqandin, yanî di raunda pêşî da ew neqet kirn. Di rojên pêş da hêdî hêdî ewê hişê wan were serê wan û li ser biryar û netîceyên konfiransê bi hev kevin. Û hela hela wan jî ewê kêm bibe.
Bi baweriya min mesela êrîşê ma buhareke din, heta ku hincetekî din bibînin.
Tirk naqavt nebun lee DYA opsayt da van.devra2.tirk we hicume xwe berdewam bikin.Bi ya min tirk gistin meqseda xwe welvela qu derxistin tirs xist nav ereba, DYA ji kete nav fikara.Belki DYA we cend hestya bide wan.Wexta kurd xwe xistin pist erebe qu be prensip u qeypakin we gellek cist hindakin. Kurd lazimin ji her aliya alikari bixazin Anaka alikariki sembolik ji wek elmase.be
SvaraRadera