22 november 2007

Tirk bi bertîlê nabin dost

Îro piştî kar ez çûm semînera Wezîrê Gencan û Sporê yê Kurdistanê Berwarî. Teha Berwarî ev demeke li Ewrûpayê him kurdan û him jî bîrûraya giştî ya Ewrûpayê derbarê wezareta xe da agahdar dike.

Berwarî, berî ku par bibe wezîr, berpirsiyarê PDK-ê yê Îskandînavyayê bû. Merivekî gelkî jîr û jêhatî ye. Li Swêd xebatek pir baş kirye û ji kurdan ra gelek dost qezenc kiriye. Kêfa min gelkî jê ra tê, merivekî nerm û sosyal e.

Min xwest bi vê wesîla semînerê, him xêrhatinekê bidimê û him jî lê guhdarî bikim.

Min û Mamoste me li bajêr hevdu dît û em bi hev ra çûn.

Nîvseetekê hîn ji civînê ra hebû, ji bo ku em wextê biborînin li ser rê em dageriyan dikneke kirtasiyefiroş(Esselte. Dikaneke defter, qelem û tiştên wiha difroşe). Dikan tije bû, reqlema hin tiştan dikirin, gelek tişt erzan kiribûn. Û li çend ciyan jî şekir û şeraba germ(glogg) bi mewîjê bêdendik û bi bihîvan ra belaş li mişteriyên xwe belav dikirin.

Ji ber ku Swêd sar e, swêdî di Noelê(Julê) da vê şerabê bi germî vedixwin.

Xatûneke pir delal ”glogg” belav dikir. Ji bo xatirê wê, min û Mamoste me her yekî tasikek şeraba xwe girt. Min xwe ranegirt, min jê ra got, ez ji bo xatirê te vedixwim. Xanim keniya, sipas kir.

Bawer bikin ew ne şerab, zelindar bûya, axû bûya jî minê dîsa ji destê wê vexwara.

Min mesele hinekî belav kir. Esas ez werim ser meselê.

Me got, ji bo çi hûn van tiştan belav dikin, mesele çi ye, xêr e?

Xanimê got:

-Wele em 150 saliya xwe pîroz dikin.

Dema got, “em 150” saliya xwe pîroz dikin” ez matmayî mam, devê min hirinekê ji hev çû?

Bifikirin, dikaneke kirtasiyefiroş 150 salî îstîkrar nîşan daye, nehatiye girtin, nav neguherandiye?

Min ji Mamoste ra got:

-Mamoste, li ba me ne dikan, dewleteke temenê(umrê) wê 150 sal tuneye. A îstîkrar ji viya ra tê gotin. Di vir da meriv ferqa xwe û ewrûpiyan dibîne.

Qaşo minê qala semînera Teha bikira.

Belê, ez serê we neêşînim, em çûn civînê.

Gelek kes hatibûn. Ez bawer dikim li dora 100-150-î kesî hebûn.

Teha bi swêdiyeke bilind û pir mikemel 50 deqîqeyî li ser karê wezareta xwe û rewşa dawî ya Kurdistanê, gelşên bi Tirkiyê ra hin agahî dan.

Piştî axaftina wî, guhdaran gelek pirs jê kirin. Di bersîvên xwe da jî serkeftî bû. Bersîvên maqûl dide. Yanî ne xerab bû.

Tiştê min ji axaftin û bersîvên wî fêm kir, şêla wan li hember PKK-ê hatiye guhertin, li gor berê, nuha bêtir li dij xwanê ne.

Di axaftina xwe da qala mecbûriya parastina sînorên Kurdistanê kir, got em qebûl nakin tu kes axa Kurdistanê li hember cîranên me bi kar bîne. Dema bikar bîne em qebûl nakin û mecbûr in hin çareyan bibînin.

Min ji axaftina wî wer fêm kir ku ji ”bikaranîna zorê ra jî vekirîne”, qet negot emê zorê bikar neynin û nehêlin hinekên din jî bikar bînin.

Bi min wiha hat, dema emerîkî û tirk bi hev ra hin operasyonan bikin, heger ew bi xwe tevê nebin jî, bi kêmanî ewê bêdeng bimînin. Ev siyaseteke nuh e. Mesûd Barzanî heta nuha her tim eksê vê gotiye, gotiye emê tu carî berê tivinga xe nedin kurdan.

Bi baweriya min heger Hukûmeta Kurdistanê, Partî ya jî Yekîtî, di şerê li dijî PKK-ê da cî bigrin ne rast e û şaşiyeke mezin e. Erê îro tirk ji wan viya dixwazin, lê ev taktîk e, ji bo ku PKK-ê ji ber xwe da bixin viya didin pêş. Derdê tirkan yê esasî û yekem ne PKK- ye, tasfîyekirina Kurdistana Federe ye. Û mêrikan vê hedefa xwe venaşêrin jî, generalên teqawit û berdevkên dewletê her tim vê armanca xwe eşkere dikin. Loma jî bi ya min qet ne hewce ye ku meriv têkeve bazareke wiha.

Heger bikanibin bi rehetî ji wir derxin, bira derxin. Lê bi şer çewt e û ewê zirareke mezin bide kurdan.

Ez hêvî dikim ku kurd nexapin û PKK-ê belaş tasfîye nekin.

Tiştekî wiha di warê siyasî, netewî û rûhî da jî ewê zirarên gelkî mezin bigihîne tevgera kurd ya netewî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE