Do êvarî tu nemabû ku ez kompîtora xwe hema rakim û li erdê xim, perçe perçeyî bikim û xwe jê xelas bibim.
Piştî maça Swêd-Letlandê min rabû çend rêz nivîsan. Lê înterneta min nexebitî, min heta seet 030-î jî li ber da nehat girêdan. Ji mecbûrî min dev jê berda. Loma jî ez nuha, berî biçim kar nivîsa do diximê.
Kêfa min nîvçe ma
Hema bêyî çivên vir da û wê da ezê rast bibêjim: Min îşev ne kurdî û ne jî tirkî zêde tiştek nexwend. Loma jî ez nizanim îro çi xeberên girîng hene.
Ji ber ku min îşev li du maçên futbolê temaşe kir.
Maça Swêd-Letlandê û Tirkiye-Bosnayê.
Kêfa min gelkî ji futbolê ra tê, dema keys hebe ez bi dilşadî lê temaşe dikim.
Îşev min dixwest Swêd qezenc bike û Mehmetcikên tirk jî li hember Bosniyan têk biçin. Lê dua min nîvçe qebûl bû, Swêd 2-1 zora Letlandê bir, lê heyf û mixabin Mehmetcikan 1-0 berra Bosnayê dan.
Şansê kurda ye, kêfa wan tim nîvçe dimîne.
Kî çi dibêje bira bibêje, bi ya min Bosniyan ew gol bi zanetî xwarin.Yanî serkeftina "Mehmetcîkan " şîke bû, wan maç ji merivên xwe kirînbûn.
Ev texmîna min e.
Yên kanibin eksê vê yekê îspat bikin, bira kerem bikin û delîlên xwe raxin ber çavan.
Dema min li maçê temaşa dikir, min taximê Kurdistanê jî xeyal kir. Kurdistan maye fînalê û bi Tirkiyê ra dilîze. Alên kesk û sor û zer di destên bi dehhezaran keç û xortên kurda da hêl dibin!
E wê çiqasî xweş bûya!
Berî mirina xwe ez dixwazim wê rojê bibînim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar