Berê pêkenînek.
Jinik çû ba mele, jê ra got:
-Mele heger ez bi mihendizekî ra razêm ezê çend salan di cehnimê da bimînim?
Mele got:
-Cezayê viya 5 sal in, tu yê 5 salan di cehnimê da bimînî.
Jinikê got:
-Ya dema ez bi tixtorekî ra razêm gelo ewê çend sal bin?
Mele hinekî serê xwe xurand û got:
- Çar(4) salan.
-Ya dema ez bi abûqatekî ra razêm, ewê çend sal bin?
Mele got:
-Cezayê abûqat hinekî zêde ye, tu yê 7 salan di cehnimê da bimînî.
Li ser vê jinikê got:
-Ê baş e, lê dema ez bi meleyekî ra razêm gelo ewê çend sal bin?
Mele keniya û got:
-Haaa, nuha min fêm kir, tu dixwazî raste rast herî cinnetê.
Ma rojnamevanî wergera xeber û derewên tirkan e?
Ev demeke ez dixwazim li ser siyaseta hin malperên kurdî ya nûçedanê çend gotinan bibêjim.
Ez bala xwe didim hin malperên kurdî, berdevkên dewlet û hukûmeta tirk çi dibêjin ew jî wan derew û heqaretên wan, bêyî ku bi xwe tiştekî bibêjin, şiroveya xwe têxinê raste rast werdigerînin kurdî û diweşînin.
Di rewşên wiha da meriv nizane malper jî van dîtin û beyanên berdevkên hukûmetê rast dibîne ya na? Ji ber ku li ser rastî û şaşiya wan beyanan ji xwendevanan ra tu tiştek nayê gotin, tenê zimanê tekstê ji tirkî dibe kurdî û hew.
Yanî her kurdê bi tirkî dizane derew û çêrên tirkan carê bi tirkî dixwîne û cara duduyan jî bi kurdî. Diyar e ji bo ku kurd baş fêrî heqaretên tirkan bibin ”rojnamevaniyeke” bi vî rengî tê kirin.
Berpirsiyarên tirkan ji me kurdan ra xeberên nemayî didin, heqeretê li me dikin, derewên pir mezin dikin. Meriv viya fêm dike, çimkî karê xwe dikin.
Lê tiştê meriv fêm nake siyaseta hin malperên kurd e. Hin malperên kurdî, ji dêli ku van derewên serok û berpirsiyarên tirkan derxin meydanê, xwendevanên xwe şiyar bikin, radibin ew jî wan gotinan bi kurdî dubare dikin.
Ev ne metodeke rast e, wezîfeya malperê ne wergera derewên tirkan e, dibê bi kurtî be jî nûçeya rast were dayin, derew werin îfşakirin.
Em dizanin ku tirk li ser kurd û Kurdistanê tu tiştekî rast nabêjin. Tiştê dibêjin bi piranî derew in, buhtan in, çêr û heqaret in.
Çepemeniya tirk jî ji ber ku terefgîr û berdevkê dewleta xwe ye, loma jî hemû çêr û derewên li hember kurdan bi kêfxweşî diweşîne. Di vir da wezîfeya malperên kurdan ew e ku van derew û bêbextiyên tirkan belovacî bikin, raxin ber çavên xwendevanan ya jî bi kêmanî hin pirsan di sere xwendevanan da peyda bikin.
Yanî divê ferqeq di nabêna me û çapemeniya tirk da hebe.
Çawa ku li hember kurdan siyaseteke çapemeniya tirk ya li ser esasê derew û xapandinê heye, divê wek vê, siyaseteke me jî hebe. Ne ku em jî wek wan derewan bikin. Na, divê em jî li hember van derewên çapemeniya tirk, bixwazin rastiyê pêşkêşî xwendevanên xwe bikin. Ne xwe tu ferqek me ji wan namîne.
Malepereke kurdî divê wek ajanseke nûçeyan weşanê neke, tirkan çi gotin ew jî wan xeberan neke kurdî û neweşîne. Dema weşand, divê wê xeberê wek maddeyek xam nede, divê bistirê, şiklekî bidê û dû ra bide xwndevanên xwe.
Hela ji kerema xwe ra li vê xebera jêr binêrin û porê xwe nerûçikînin:
”Wezîrê hundur Beşîr Atalay berî civînê daxuyaniyek da çapameniyê û diyar kir ku ew wek hukûmet qedr û qîmet didin demokrasîyê, edalet û pêşdeçûnê.
Atalay herwiha ragihand ku ev 25 sal in teror li welat dimeşe, teror can distîne, ew naxwazin can bidin, şehîdan bidin, ew dixwazin bi hizûr li her quncê welatî di nav refahê de bijîn, bi birayetî bijîn.
Atalay got hin hene ku naxwazin ev xizmet bigihên welatiyan, ji azadî û demokrasiya fereh nîgeran in, ew dixwazin ku ev destkeftî kêm bibin, ev war teng bibin. Dixwazin problem hebin, bêhizûrî hebe. Wî got lê em ê derfetê nedin vê, em demokrasîyê fedayê terorê nakin. Ji bo ku em warên azadiya ferdî teng nekin çi ji destê me bê em ê bikin.
Atalay got ”Tirkiye dewleteka mezin e em ê li gor vê mezinayiyê tevbigerin, em ê rêz li kultur û baweriya xelkê bigirin.”
Piştî van gotinên Atalay yên ji serî heta dawî giş vir, xeber diqede. Li ser van gotinên Wezîrê Hundur yê Tirkiyê, amadekarê nûçeyê yek gotinê jî nabêje, bi yek rêzê jî şiroveyekê nake.
Ê ya nî çi?
Beşîr Atalay di beyana xwe da gotiye:
“Hukûmet qedr û qîmet dide demokrasîyê, edaletê.”
Ma ev rast e? Ma ev ne dereweke ji serê Atalay jî mezintir e?
Îcar hukûmeta AKP-ê dixwaze li Kurdistanê demokrasî hebe. Kuro kurd hîn nikanin bi zimanê diya xwe du gotinan bibêjin, îcar demokrasî?
Atalay gotiye:
”Ev 25 sal in teror li welat dimeşe, teror can distîne, ew naxwazin can bidin, şehîdan bidin, ew dixwazin bi hizûr li her quncê welatî di nav refahê de bijîn.”
Ez fêm nakim malpereke kurd çawa dikane van gotinên Wezîrê Hundur yê Tirkiyê, bêyî ku tiştekî li ser bibêje wek xeber biweşîne? Mêrik qala zilm û zor û terora dewleta xwe nake, lê ji xebat û têkoşîna kurdan ra jî dibêje ”teror”. Û em jî bêyî ku tiştekî bibêjin van derew û bêbextiyên wî diweşînin.
Ji bo çi ?
Ev gotinên Atalay, eynî bi vî rengî di çapemeniya tirk da jî derket.
Û me jî bê şirove ew kir kurdî û weşand.
Wê demê ferqa me û malpereke tirk çi ye?
Gelo rast e xeberên me û Hurrîyetê wekî hev bin?
Atalay gotiye:
”Hin hene ku naxwazin ev xizmet bigihên welatiyan, ji azadî û demokrasiya fereh nîgeran in, ew dixwazin ku ev destkeftî kêm bibin, ev war teng bibin.
Yanî dewleta tirk dixwaze xizmetê bibe ji kurdan ra, Kurdistanê ava bike, lê hin kurdên ku ji azadî û demokrasiya fireh aciz in nahêlin dewlet vî karê xwe bibe serî.
Ma ev îddîa Atalay rast e!
Heger ne rast e, wê demê jî divê meriv ji xwendevanên xwe ra bibêje, ev propagandeya vala ya. Kîjan kurd qala azadî û demokrasiyê dike di cî da dibe“parvekar û xayin” û copên pûlisan ji ser serî ranabe.
Atalay di dawiyê da jî gotiye:
-Ewê derfetê nedin vê, ewê demokrasîyê fedayê terorê nakin.”
Demokrasiya Atalay qal dike, terora dewletê ye, ew dibêje, ewê vê terorê kêm nekin û miletê kurd miheqeq bihelînin.
Heger ez her gotin û beyanên tirkan yên di telewîzyonan da tên gotin, bêyî şirovekirin ji zarokên xwe ra wergerînim ezê malikê li wan bişewitînim.
Ewê çawa bizanibin çi rast e, çi derew e?
Ma ne sebebê hebûna çapemeniya kurdî jî ew e ku xwendevanên kurd ji bin tesîra propagande û derewên tirkan xelas bike?!
Nuche tishtek e u shirove tishtek din e, dive ev herdu ji hev ben cudakirin.
SvaraRadera