Abdullah Ocalan roja çarşemya borî(7/11-07), di hevdîtina bi abûqatên xwe ra dîsa ji qal û bela peyivî, dîsa aqil li her kesî belav kir, dîsa agir bera erdê da, dîsa gelek şîret û temî li DTP-ê, li PKK-ê, li tirkan û li kurdan kir û ji DTP-ê xwest ku êdî ew ”şewqeyê tirkên demokrat” bidin serê xwe û li gor wê hereket bikin.
Êdî ne wek nûnerên kurdan lê wek ”tirkên demokrat” qala mesela kurd bikin.
Xwedê meriv ji bêtarên giran bisitirîne, îcar ev ji kurdan kêm bû!
Yanî hêdî hêdî, bêyî xir û cir û hinekî jî bi hosatî dixwaze kurdan bike tirk.
Ocalan, di vê hevdîtina xwe ya dawî da li hember siyaseta ku parlamenterên DTP-ê di meclîsê da dimeşînin neraziya xwe nîşan da û rexneyên giran li DTP-ê girt.
Ocalan got, dibê parlamenterên DTP-ê di meclîsa Tirkiyê da ne wek parlamenterên kurd, wek ”tirkên demokrat hereket bikin.”, dibê nasnameya xwe ya kurdî dernexin pêş.
Ocalan, li ser gotinê serokê MHP-ê Devlet Bahçelî, ku gotibû ”vira meclîsa tirkan e û dibê hemû parlamenterên di meclîsa da jî xwe tirk bibînin û wek tirkan hereket bikin" rawestiya û ev gotinên Bahçelî, wek gotinên di cî da û bi heq dît û wiha şîret li parlamenterên DTP-ê kir, got:
”Min dîtinên xwe yên derbarê toqekirina destê Bahçelî da berê anîbû zimên.Bahçelî çi dibêje ?, dibê meriv wiya fêm bike. Ew dibêje ’vira meclisa tirkan e.’ Ew rast dibêje. Hûn nikanin bi nasnama xwe ya kurd têkevin vê meclîsê. We îşligê xwe yê kurd ji xwe kir, we şewqê xwe yê kurd ji serê xwe danî, hûn dû ra ketin meclîsê, li ser vî esasî we sond xwar. Hûn tenê dikanin şewqê tirkê demokrat bidin serê xwe û têkevin meclisê. Ev nayê wê maneyê ku hûnê mesela kurd neynin zimên, hûnê mesela kurd bi şewqeyê tirkê demokrat bînin zimên.
Di cenazeyê Hrant Dink de her kes silogana, ”em hemû êrmenî ne, hemû kurd in, hemû tirk in” diqîriyan. Ez jî dibêjim ku, dibê kurd kanibin bibêjin ’em hemû tirkên demokrat in’ tirk jî kanibin bibêjin, ’em hemû kurdên demokrat in’. Pêşniyariya min ev e.”
Gotinek pêşiyên me kurdan heye, dibêjin ”axayê me Om e xwelî li serê me kom e.”
Ya Ocalan jî bû ev mesele. Ew jî wek dewletê ji nûnerên gelê kurd yên meclîs ra dibêje, dev ji kurdayetiya xwe berdin, nebêjin em nûnerên miletê kurd in û li ser navên wan hatine vira. Û ev jî ne bes e, dibê gerek hûn ”şewqê tirkîtiyê” jî bidin serê xwe û îşligekî ji ala tirk jî bera ser bedena wan bidin û dû ra jî destên xwe li sînga xwe xin û bi serbilindî bibêjin:
”Em hemû tirk in.”!
Ê heger nûnerên kurdan ewê nasnameya xwe ya kurd înkar bikin û nebêjin em nûnerên gelê kurd in û ji bo bidestxistina mafê wan em hatine vir, wê demê çima li ser vî esasî ray ji kurdan girtin?
Heger siyasetmedarên kurd ewê wek ”tirkên demokrat” meseleya kurd bîninên zimên, wê demê ne hewceyî hebûna DTP-ê ye. Kurd dikanin di nava AKP-ê û CHP-ê da jî bibin ”tirkên demokrat.” Heta tiştekî wiha ewê kurdan ji vê azar û îşkencê, ji vê zilm û zorê, ji vê malwêraniyê jî xelas bike.
Ji ber ku kurd dibêjin em ”kurd in”, îşligê tirkîtiyê li xwe nakin û şewqeyê tirkîtiyê jî nadin serê xwe loma ev zilm li wan dibe., loma tên girtin, îşkenceyên hovane li wan dibin, di zindanan da dirizin, hetta gû bi wan didin xwarin.
Baş e, heger kurd ewê ”şewqeyê tirkîtiyê” bidin serên xwe û dûra jî bibêjin ” em hemû tirk in”, wê demê Partiya Karkerê Kurdistan ji bo çi heye, Koma Civakên Kurdistan ji bo çi heye, Kongireya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo çi heye?
Hema bira kurd têkevin nava partî û rêxistinên tirkan û xelas.
Ma ne dewlet jî viya ji kurdan dixwaze?
Hûnê li aliyekî partî û cepheyên kurd çêkin û navê ”Kurd û Kurdistanê” jî wek sûsekê bi wan kin û li aliyê din jî ji kurdan ra bibîjin:
”Dibê hûn nebibêjin em kurd in, dibê hûn bibêjin, em hemû tirk in.”
Ev siyaset, siyaseta malwêraniyê, siyaseta xapandinê û serîlêgerandinê ye. Bi van gotinên vala kurd tên xapandin.
Her carê kurd bi hin daxwaz û hedefên vala tên xapandin û mijûlkirin. Hemû xabat û enerjiya vî miletê feqîr wek keda bersîs, bi avê da dihere.
Piştî her hevdîtineke bi abûqatan ra Ocalan programeke nuh pêşkêşî DTP-ê û PKK-ê dike, mijûlî û hedefên nuh dide ber wan.
Yanî piştî her hevdîtineke bi abûqatên xwe ra Ocalan, ji PKK-ê û DTP-ê ra karekî nuh dibîne. Û ew jî wek zarokên ku tu lîstokek nuh bidî destan, demekê bi hêz û enerjiyeke pir ciddî pê mijûl dibin. Dû ra , piştî hevdîtineke din, îcar lîstokeke din dide destê wan û dibêje, ”demekê jî ji xwe ra bi viya bilîzin” û ev lîstek mialesef wiha dom dike.
Bi hêviya ku PKK, DTP, KNK û hemû rêxistin û kurdên din rojekê berî rojekê bi vê lîstika malkambax bihesin û ked û enerjiya xwe têxin cihokî rast.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar