Wek tê zanîn di hilbijartinên 22-ê temûzê da beşekî mezin ji kurdan piştgiriya AKP-ê kir. Gelek ronakbîr û siyasetmedarên kurd jî di vê alîkariya bi AKP-ê ra tu çewtiyek nedîtin û li dij derneketin. Li hember AKP-ê şêleke pir musbet nîşan dan û xwestin ku AKP him li Kurdistanê û him jî li Tirkiyê rayên xwe zêde bike û bi tena serê xwe were ser hukim.
Ev şêla pozîtîv ya hin rewşenbîr û siyasetmedarên kurd ya li hember AKP-ê bêguman tesîrek mezin li gelê kurd jî kir. Loma jî bi saya piştgiriya kurdan AKP li Kurdistanê bû partiya yekem.
Kurdên piştgirya AKP-ê dikirin sê sebeb nîşan didan, digotin:
1-AKP, li dijî kemalîstan û artêşê ye. Dibê careke din were ser hukim ku bikanibe pozê leşkeran bifirikîne. Heta hinekan digotin, "bihêlin bira leşkeran bixesînin."
2-AKP, li dijî şerekî li hember kurdên başûr e. Dema careke din were ser hukim ewê rê li ber êrîşa ser Kurdistana Federe bigre û hukûmeta kurdan nas bikin.
3-AKP, demokrasiyê diparêze, dixwaze reformên demokratîk, yên ku Yekîtiya Ewrûpa dixwaze bike.
Berî hilbijartinan ez li dijî van argumentên jorîn derketibûm û min gotibû ev hêviyên ji AKP-ê ne realêst in, ne rast in. Di siyaseta li hember kurdan da tu ferqek esasî di nabêna AKP-ê û CHP-ê da tuneye. Herdu partî jî dixwazin desthilata kurdûn başûr ji ortê rakin û kurdên xwe jî bihelînin, bikin tirk.
Siyaseta AKP-ê yên van çar mehên borî ya li hember kurdan, nîşan da ku AKP ji dêlî "pozê leşkeran bifirikîne" gunnê wan difirikîne, ji dîlî dostaniya bi kurdên başûr ra bi dil û can dixwaze êrîşeke leşkerî bibe serwan, ji dêlî pêkanîna reforman û avêtina gavên demokratîk, malik li kurdan şewitandiye, êdî kurd newêrin bibêjin em kurd in.
Bi kurtî di wê nivîsa xwe da ez li dijî piştgiriya bi AKP-ê ra derketibûm û min wiha gotibû:
” Şerê AKP-ê û partiyên din, şerê dê û dotê ye, divê meriv pir jê bawer neke. Çawa be jî ew yên hev in.Ya din, AKP dikane bi rastî jî bi qasî Baykal û Bahçelî “ne kemalîst be”, lê ew jî bi qasî CHP-ê û MHP-ê li dijî kurda ye. Baykal û Bahçeliyê faşîst çuqasî li dijî azadî û rizgarbûna kurdan bin, Erdogan jî hewqasî li dij e. Di hin meseleyên tirkiyê yên civakî da dikane di nabêna wan da hin ferqîyetên biçûk hebin, lê di mesela kurdan da di nabêna wan da tu ferqeke esasî tuneye. AKP bi qasî CHP-ê ne kemalîst e, çi ji me ra?Ya girîng AKP di programa xwe da ji bo me ji partiyên din pêşdetir çi dibêje û soza çi mafî dide me kurdan?
Şerê li ser parkirina îktîdara siyasî yê di nabêna îslamîst û kemalîstan da divê nebe sebebê ku em ji yekî ra bibin piştevan.Îslamîst jî kemalîst jî, herdu jî bi qasî hev gorra me dikolin û dijminê gelê me ne. Herdu alî jî naxwazin mafekî herî biçûk jî bidin gelê me. Nêt û armanca kemalîstan jî û ya îslamîstan jî tunekirina me ye.”(Kurd çima ji dijminên xwe hez dikin ?
http://www.rizgari.org/modules.php?name=Rizgari_Niviskar&cmd=read&id=1102)
Di ser hilbijartinan ra çar meh derbas bûn. Di nava van çar mehan da derket ortê ku:
-Hukûmeta AKP-ê qet ne li dijî artêşê ye û naxwaze ji emrê wan jî derkeve. Ji dêlî ku "pozê leşkeran bifirikîne", gunnê wan difirikîne.
-Hukûmeta AKP-ê heger ne zêde be, lê bi kêmasî ew jî bi qasî leşker û Baykal şerxwaz e, li dijî kurdên başûr e û dixwaze bi êrîşeke leşkerî Kurdistana Federe ji holê rake.
-Hukûmeta AKP-ê bi rengekî ciddî reformên ku YE jê Tirkiyê dixwaze pêk nayne û nêta wê tuneye tu mafî jî bide kurdan.
Dema meriv bala xwe dide siyaset û îcraatên AKP-ê yên piştî hilbijartinan, meriv dibîne ku jiyanê ez bi heq derxistim û kurdên ku hêviyên mezin ji AKP-ê dikirin jî neheq derxit. Lê pir mixabin heta niha hîn tu kesî negotiye me bi piştgirî û propaganda xwe şaşî kir, em di texmînên xwe da xapiyan.
Lê hukmê jiyanê bêînsaf e, zû dereng bi meriv dide qebûlkirin. Ji xwe ew qebûl bikin, nekin jî jiyanê di demeke pir kin da nîşanî wan da ku ew bi wan hêviyên xwe yên bi AKP-ê çi qasî neheq û çuqasî şaş bûne.
Îspata şaşiya wan ya herî baş van gotinên Erdogan yê jêr in. Erdogan jî wek leşkeran di mesela êrîşa leşkerî ya ser Kurdistana Federe da pir bê sebr e û wiha dibêje.
”Êdî tehamula Tirkiyê nemaye. Êdî dem hatiye ku em mafê ku huqûqa navnetewî dide me li hember PKK-ê bi kar bînin. Me ev destûr ji meclîsa xwe bi 507 dengan wergirtiye.”
Û li ser pirsa rojnamevanekî gelo, ”hûnê hêza xwe ya sed hezar leşkerî paş da bikşînin yan na?” Erdogan dibêje:
”Wezaîfa me divê em ewlehiya canê hemwelatiyên xwe biparêzin. Tu gelşeke me bi hemwealtiyên me yên kurd ra tuneye. Partiya min li herêmê bûye partiya yekem. Di nava me da 75 wekîlên me yên kurd hene û gelşeke me tuneye.”
Erdogan bi van gotinên xwe yên jor, bersîvek baş dide kurdên piştgirên xwe. Tiştê trajîk ew e ku em bi rayên xwe dibin sebebê înkara xwe.
Erdogan dibêje, ez li Kurdistanê partiya yekem im û di nava partiya min da 75 kurd hene. Ev jî îspata wê yekê ye kurd doza tu mafî nakin, heger kiribana me yê ji Kurdistanê 75 parlamenter dernexista. Heger kurd ji siyaseta me ne razî bûna ewê rayên xwe nedana me.
Mêrik rast dibêje. Ji ber ku piraniya kurdan êdî dev ji kurd û Kurdistanê berdane, êdî ruhekî millî bi wan ra nemaye, êdî her kes bûye "demokratîk cumhûrîyetçî" (wek nav li dijî vê bin jî lê bi daxwazên xwe ji vê jî gelkî paşdatir in.),loma jî van gotên Erdogan wan qet naêşîne, qet pê naqeherin.
Heger îro li Kurdistanê AKP-ê 20 û DTP-ê jî 75 parlamenter derxistibûya bêguman Erdoganê nikanîbûya wiha fort bida xwe. Lê mixabin hîn gelek kurd vê nuxteyê nabînin, ew hîn jî ji AKP-ê bêtir li dijî DTP-ê ne. Meriv dijêje qey ne AKP, DTP hukûmet e û ew hebûna kurdan înkar dike, ew tu mafî nade kurdan, ew dixwaze êrîşê bibe ser kurdên başûr. Loma jî hin kes ji AKP-ê bêtir li dijî DTP-ê ne, wê rexne dikin.
Heta ku li Kurdistanê partiyên tirkan 75 parlamenteran û kurd jî 20 heban derxin ewê tu çareserî tunebe, tirkê mafekî herî biçûk jî ewê nedin me.
Ji ber ku em ji halê xwe razî ne.
Heger em ji halê xe ne razîbûna meyê propaganda AKP-ê nekira û rayên xwe neda Edogan, Gul, Çîçek û Şahîn ku hemû jî dijminê gelê me ne.
Roja ku me rayên xwe neda kesên ku hebûna me înkar dikin û nekirin serokên xwe û netîce quliband eksê wê, a wê demê çareserkirina mesela kurd mimkûn e. A wê demê tirkên ji mecbûrî werin bi me ra rûnin û dana mafên me qebûl bikin.
Erdogan li ser mesela êrîşên ser kurdan jî wek leşker û kemalîstan difikire û tiştekî cihê nabêje.
Erdogan qebûla nake ku di van êrêşan da neheqî li kurdan hatiye kirin. Li ser pirseke di vî warî da ew wiha dibêje:
”Hesasiyeta gelê me li dijî rêxistina terorist e. Di numayişên ku li 75 wîlayetên me çêbûn tenê PKK hate protestokirin. Reaksiyona gelê me ya aqlîselîm negihîşt dereceya ku me xemgîn bike.”
Erdogan bi van gotinên xwe nîşan dide ku ew ne li dijî êrîşên ser kurdan e, wan êrîşên ser mal û canê kurdan, lînckirinên li gelek bajaran ji bo wî protestoyên ”aqlîselîm” in û ne tiştên pir zêde ne.
Helbet ne Erdogan tenê, piştî hilbijartinan Serokkomar Abdullah Gul jî êdî wek serokerkanê artêşê dipeyive, êdî ew jî dixwaze zûtirîn wext artêş têkeve başûrê Kurdistanê.
Berdevkê hukûmetê Cemîl Çîçek û Wezîrê Edaletê Mehmet Alî Şahîn jî ne kêmî Erdogan û Gul in. Ew jî gav û seet, di her axaftinên xwe da kîn û nefreta xwe ya li hember kurdan nîşan didin û bi dil û can dixwazin êrîşê bibin ser kurdên başûr û kaosekê peyda bikin.
Çima dijminê me dikane hewqasî bê perwa be?
Ji ber ku me bi destê xwe şûr da destê dijminê xwe. Niha jî helbet wext hatiye ewê li me xin. Di viya da tu çewtî tuneye.
Heger em dixwazin ji bin vê zulmê rizgar bibin dibê em tu carî şûr nedin destê dijminê xwe.
Û heta ku şûr di destê wan da be û em jî destvala bin ewê tim li sere me xin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar