11 november 2007

Şîn û hin keserên kûr

Îro ez û Mamoste em çûn Vesterasê şîna bavê Dr. Celadet Çelîker, Mele Mihemed Seîd Çelîker.
Mele Mihemed di 30-ê meha cotmehê da li Tetwanê wefat kiribû. Ez mele Mihemed nas nakim, lê him Dr. Celadet û him jî ji malbata wî gelek kesên din dost û hevalên min in. Di rojên wiha da dema meriv dost û hevalên xwe li kêlek xwe dibîne bîna meriv bi hev û du derdikeve.

Ev adeteke baş e, lê îcar li ser me buha rûnişt.
Ji şansê xerab ra pûlisê swêdî rêwîtiya me li me kir jahr. Nêzî Vesterasê pûlis em sekinandin û gotin di riya 70 km-da we li ser 84-km ajotiye. Mamoste her çiqas GPS xwe wek delîl nîşan da û got min bi wê suretê najotiye jî pere nekir, pûlis got ya mahkime ya jî li cî 2000 kr ceza.
Cîranê min cezayê li cî qebûl kir. Her çiqas min got qebûl neke jî, got dev jê berde, ez herim mahkimê jî eynî tişt e, ewê bi ya pûlis bikin.

Di şînê da em li kêleke kekê Kemal Bûrkay rûniştin. Me li ser nêta Tirkiyê ya îşxalkirina Kurdistana Federe hinekî sohbet kir.

Baweriya wî jî ew bû ku tirkê nikanibin êrîşeke mezin bibin ser kurdan. Lê dikanin hin der û dorên valakirî bombebaran bikin. Ji bo tiştekî wiha belkî Emerîka û kurd jî zêde dengê xwe dernexin.

Bi baweriya min jî heger Emerîka destûrê nede, tirk nikanin tu tiştî bikin. Wekî din jî min got, ev hela hela tirkan esas dixwazin hin tawîzan ji Emerîka û ji kurdan bistînin û daxwazên kurdên Kurdistana Tirkiyê jî ji niha da margînalîze bikin, yanî daxînin dereceya herî kêm.

Min got li gor min pir nemaye ku tirk mecbûr bibin bi kurdan ra rûnin û hin mafên wan qebûl bikin. Îcar ji bo ku kurd doza mafên ”zêde” nekin, tirk ji niha da van daxwazên wan yên netewî bi riya Ocalan dadixîne dereceya sifirê. Daxwazên Ocalan û yên ji parlamenterên DTP-ê (divê hûn kumê tirkîtiyê bidin serên xwe û nebêjin em nûnerên kurdan e)îspata vê yekê ye. Yanî tirk bi gef û fortan daxwazên kurdan yên netewî pûç dikin.

Îcar ji bo ku ji nişka ve em nekevin rewşeke xerab, dibê kurd ji nuha da daxwazên xwe yên netewî baş formule bikin. Yanî dibê tirk jî û cîhanjî bizanibe ku gelê kurd çi dixwaze?
Kekê Kemal Bûrkay jî ev dîtin rast dît.

Di sala 1975-an da kitêba "Xidir Mûrad", navê wê niha nayê bîra min, wek fotokopî ketibû destê min, min çend caran xwend û jê gelek feyde dît. Ez wê demê jê gelek tişt fêr bûm. Min ev bîranîna xwe jê ra got. Pê kêfa wî hat.

Bi rastî jî di nava kurdan da Kemal Bûrkay feyde gîhandiye gelek kesî, gelek kes bi saya nivîsên wî bûne kurdperwerên paş.

Ez bi xwe tu carî nebûm dilxwazê wan lê dîsa jî gelek feydeya nivîsên wî gihîştin min. Ji bo vê yekê ez sipasdarê wî me.

Ya din haya wî ji malpera min jî tunebû. Min jê ra hinekî qala malpera xwe kir, pesnên nivîsên xwe jî da. Ezê lînka xwe îşev jê ra bişînim.

Ya din jî, bi xêra van şîn û şahiyan meriv hin dost û hevalên xwe jî dibîne, hin dost û hevalên ku ji serê salan ve ye meriv nedîtiye û bi wan ra hin bîranînên xwe yên kevn tev dide û teze dike.
Bîranînên kevn wek ûra komirê ne, dema meriv bi maşê ya jî bi darikekî li hev dixe, tev dide ji nuh ve ruh pê da tê, dibe pizot û germiyanek xweş dide bedena meriv.

Ez bi xwe heta ku hevalekî, dostekî xwe yê kevn nebînim, bi kalîtiya xwe hay nabim. Ji ber ku meriv tenê kal û pîrbûna kesên din dibîne, ya xwe meriv jê bê hay e.

Piştî salan dîtina hin hevalan ji bo min dibe wek neynika bixwehesiyanê.

Yanî ew ji bo min wezîfeya zîla seetê dibînin, ez pê bi xwe dihesim. Bi saya dîtina wan, ez fêm dikim ku miheqeq ez jî wek wan qulûz bûme, bûme kokim.

Ev kalbûn bi rastî jî gelkî nexweş e, meriv newêre bi dizîka ji xwe ra dilekî jî bigre.

Her kesê bi meriv bikene, ewê bibêjin.

-Piştî vî emrî ma tu fedî nakî?

Yek qûlê Xwedê jî nabêje, weleh dil pîr nabe.

Hin hevalên ku berî niha bi çend salan wek fêrizan bûn, min bala xwe dayê ku wek guleke çilmisî melûl bûne û ji pertav da ketine.

Dîtina wan ji alîkî da meriv kêfxweş û dilşa dike, lê ji alîkî da jî hestên haybûna bi halê xwe wek tevîzonek sar li bedena meriv belav dibe û meriv wek zarokekî xegîn dike.

Lê dema meriv ”altarnatîva” kalbûnê tîne bîra xwe, meriv ji erd heta bi asîman şikiriya xwe bi pişta xwe ya qulûzî, bi xabxaka xwe ya wek balonekê nepixî, bi qermîçokên rû û bi porên xwe yê sipî tîne.

Îşev di Roj TV-ê da(Welatê bê sînor) li ser Wêranşara xopan programek hebû. Min pir bi meraq xwe da ber telewîzyonê ji bi ku hinekî xem û xayalên xwe teze bikim û herim wan rojên berê. Lê xortê program çêkiribû pir xeşîm bû. Min zewqek zêde jê negirt. Tenê hema hema li serê her kesî(mêr, jin) merkezêteke şîrikî ya gulgulî hebû. Ez hinekî şaş mam. Berê ya axbanî didan serê xwe ya jî merkezêtên sipî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE