25 november 2007

Şerê çekdarî êdî ji karê bêtir zirarê dide PKKê û kurdan

Hemû bûyerên dawî nîşan didin ku li hember PKK-ê ewê operasyoneke leşkerî ya jî operasyoneke çekdanînê were çêkirin. Çiyayê Qendîl bi rengekî ewê were valakirin.

Çûn û hatinên generalên emerîkî ya Tirkiyê jî meriv dikane wek amadekariyên berî operasyonê qebûl bike.

Bes çarçewe, wext û hêzên ku ewê tevî vê operasyonê bibin hîn baş ne kifş in. Diyar e xebata li ser vê meselê hîn temam nebûye.

Hin bûyer û beyanên kurdên başûr yên van rojên dawî meriv hinekî dixist nava tirs û fikaran. Meriv ditirsiya ku li hember PKk-ê ew jî tevî êrîşeke leşkerî bibin.

Lê gotinên Sefîn Dizeyî (berpirsê têkiliyên derve yê Partiya Demokrat ya Kurdistanê) yên do di rojnameya tirkî Milliyetê da van tirs û fikaran ji ortê radike.

Sefîn Dizeyî dibêje, hemû tedbîrên hukûmeta Kurdistanê yên li ser tixûb ji bo parastina xelkê ye û ewê li hember PKK-ê beşdarî tu xebatên hevbeş yên Tirkiye û Emerîkayê nebin. Sefîn Dizeyî di hevpeyvîna xwe ya bi Dengê Radyoya Almanya ra jî şêla hukûmeta Kurdistanê ya li hember operasyoneke leşkerî baş ronî dike û dibêje, ”mezinayiya wê çi dibe bila bibe, em bi germayî li tu operasyonan mêze nakin û tu ultîmatoman jî rast nabînin.”

Dizayî dibêbe: “Wek min berê jî got, wek pirensîp, mezinayiya wê çi dibe bila bibe, em bi germayî li tu operasyonê nanêrin.”
Dizayî şêla PDK-ê û hukûmetê jî baş diyar dike û dijberiya kurdan ya beramberî operesyoneke leşkerî wiha tîne zimên:

“Bi Tirkiyê ra gelek menfeetên me yên hevbeş hene. Ne mesela emê li dijî PKK-ê şer bikin ya nekin. Ez dana ultîmatomeke “ya hûn bi me ra ne ya ne bi me ra ne rast nabînim.
Li ber me tabloyek reş û sipî tuneye. Tiştê em dibêjin ev e:
Ji dêlî dana ultîmatoman em rûnin bipeyivin û çareseriyên ku ji bo me hemûyan dikanin werin qebûlkirin bibînin.
Nuha li Tirkiyê riyeke derî operasyoneke leşkerî tê minaqeşekirin. Çareseriyeke siyasî û aştîyane tê minaqeşekirin. Emê piştgirya hemû çareseriyên aştiyane bikin. Li derî vê, wek pirensîp, em li dîjî alternatîfa leşkerî ne. Tiştên berê qewimîn nîşan daye ku ev ne çareserî ye. Li derî vê, divê hin gavên sosyal, aborî û siyasî bên
avêtin.”

Van gotinên Dizeyî yek, tirs û fikara “gelo kurd dîsa şaşiyekê nekin” ji navê radike û ya din jî îddîayên hin berpirsên PKK-ê ku dibêjin, “kurdên başûr li hember wan ketine nava komployekê” derew derdixe.

Ji bo hemû kurdan siyaseta herî rast ev e. Dibê kurdên başûr, çi bi tirkan ra û çi jî bi emerîkiyan ra êrîşê nebin ser PKK-ê û di operasyoneke wiha da cî negrin û dijayetiya xwe jî eşkere bikin.

Ji ber ku wek Dizeyî jî gotiye, bi rastî jî operasyonên leşkerî ne çareserî ne û nikanin PKK-ê biqedînin. PKK di warê leşkerî da biqede jî mesela kurd li Tirkiyê naqede. Bi kuştina kurdan, tirk nikanin mesela kurd çareser bikin. Dibê kurd vê rastiyê ji tirk û emerîkiyan ra bibêjin. Ev aliyekî meselê ye.

Aliyê meselê yê din jî nêt û hesabê tirkan e, dibê kurdên başûr van hesabên tirkan jî baş bizanibin û siyaseteke li gor wê bimeşînin.

Erê tirk îro ji kurdên başûr şerê li dijî PKK-ê dixwazin, lê ev taktîk e.

Bi vê taktîkê tirk dixwazin PKK-ê wek hêzeke çekdar bi darê zorê ji ber xwe da bixînin û bi vî rengî jî kurdan qudûmşikestî bikin yanî moral û manewiyata wan ya micadelê ji bo demekê be jî zeîf bikin.

Ya din jî ji bo ku kurdan bi hev bidin kuştin, wan bikin dijmin û neyarên hev, piştgirî û sempatiya li hember Barzanî di nava kurdên Tirkiyê da kêm bikin.

Dibê kurd neyên vê lîstikê. Kurdê herî kêmqil û nezan jî êdî dizane ku derdê tirkan yê esasî û yekem ne PKK- ye, tasfîyekirina Kurdistana Federe ye. PKK-ê tiştek bi dest nexistiye ku bi şer jê bistînin.

Lê kurdên başûr hukûmeteke kurd ava kirine, hêdî hêdî berbî dewletbûnê va diçin. Loma jî tirk dixwazin li çaviyê xin, nehêlin kurd li Îraqê xwediyên van maf û îmkanan bimînin. Yanî meriv dikane bibêje ku tirk dixwazin destên xwe li tasa tije xin, ne li tasa vala. PKK ji bo wan îro tasa vala ye.

Li hember zixtên Tirkiyê, divê kurdên başûr bibêjin, di nava PKK-ê da yek kurdê başûr jî tuneye, ji sedî nod hemwelatiyên we ne û yên din jî hemwelatiyên Îran û Sûriyê ne. Dema hûn, Îran û Sûrî rê li ber hemwelatiyên xwe bigrin, nehêlin werin vî alî, ji vî alî jî kesên werin aliyên we ewê tunebin. Hûn wek dewlet nikanin rê ne li ber çûna wan û ne jî li ber hatina wan bigrin, lê vî karî ji me dixwazin. Ev yek ne karê meye.

Şerê çekdarî êdî ji karê bêtir zirarê dide PKK-ê û kurdanDema ez dibêjim divê kurdên başûr li hember PKK-ê tevî operasyonke leşkerî nebin, helbet ev nayê wê maneyê ku divê piştgiriya şerê PKK-ê yê çekdarî bikin. Na, bêguman divê ne tenê nekin, divê bi hemû îmkanên xwe bixebitin ji bo ku PKK dev şerê çekdarî berde. Şerê çekdarî êdî ji karê bêtir, zirarê dide PKK-ê û tevgera kurd ya millî. Serokên PKK-ê divê vê rastiyê bibînin. Ji bo serkeftina wan ev yek gelkî girîng e.

Şerê çekdarî yê PKK-ê di destpêkê da rola defa sihorê lîst, bi milyonan însan ji xeweke bêbinî şiyar kir, rakir “sihorê”, bicîanîna vatiniyên metewî bi bîra wan xist.

Yanî meriv dikane bibêje ku di van 25 salan da şerê çekdarî rola xwe ya pozîtîf û dîrokî lîst.

Heger îro kurdan 20 parlamenter xistine meclîsa Tirkiyê, li Tirkiyê û li Kurdistanê 54 belediye di destê wan da ne û bi milyonan kurd jî bi rengekî canfîdane rabûne ser piyan û doza mafên xwe yên netewî dikin, bêguman di van destkeftinan da rola şerê çekdarî gelkî mezin e.

Kurd li Kurdistanê êdî xwedî hêzeke rêxistinî ya pir mezin in. Ev hêza bi rêxistin û polîtîze, dema baş were îdarekirin dikane Tirkiyê bihejîne, tu hêz nikane wê pûç bike û ji ortê rake.

Tirk ji nuha da ketine tirsa vê.

Dema şerê çekdarî nemîne ewê çi bikin?

Wê demê ewê çi navî lêkin?

Dema milyonek kurd li dervayî welêt û bi milyonan kurd jî li Tirkiyê û li Kurdistanê bi riyeke demokratîk û aştîyane, bi tevgerên demokratîk û sivîl doza mafên xwe yên netewî bikin kî dikane wan neheq bike?

Kî dikane mohra “terorê” li wan xe?

Kîjan hêz dikane wan rawestîne?

Çawa ku şerê çekdarî di destpêkê da feydeyek mezin gîhand kurdên Tirkiyê û wek defa sihorê milet ji xewa mirinê şiyar kir, îro jî êdî belovacî destpêkê zirarê dide kurdan û feydeyê digihîne dijmin.

Heger îro dewleta tirk li hember PKK-ê li der û li hundur di warê siyasî û dîplomatîk da hin mewzî û serkeftin bidestxistibin bê şik xêra hebûna vî şerê çekdarî ye.


Heger şerê PKK-ê yê çekdarî tunebûya Tirkiyê li derve ewê nikanîbûya li hember tevgera kurd ya netewî hewqas piştgirî bigirta.

Bi xêra şerê PKK-ê yê çekdarî dewleta tirk li derve edebiyata masûmiyet û mexdûriyetê dike û bi vê riyê bi kêmanî di warê moral û exlaqî da hin pozîsyonên baş bi dest dixe, rewşa xwe xurttir dike.

Heger kurd dixwazin di demeke nêz da zora vê dewleta çete û pînc bibin, divê vê karta “terorîzmê” ji destê dewleta tirk bigrin.

Şerê çekdarî jî awayekî, curekî siyasetê ye, hin caran lazim e û hin caran jî ne lazim e; hin caran feydeyê digihîne meriv û hin caran jî zirarê.

Îro him li der û him jî li hundur hebûna şerê çekdarî bûye qeyd û merbend û ketiye nigê tevgera kurd ya demokratîk û legal.

Ne partî û ne jî rêxistineke din ya demokratîk nikane li hember vê dewleta çete xebateke bi ser û ber, xebateke li gor hêza xwe bike.


Ji ber ku mohra “terorîzmê” hêza PKK-ê ya legal basko kiriye, çi dike jî nikane ji vê mohrê rizgar bibe.

Û di rojên pêş da qabîliyeta manewraya vê hêzê ewê hîn jî kêmtir bibe. Hemû bûyer sinyalên vê yekê didin.

Loma jî divê PKK bi xwe vê handîkapa şerê çekdarî bibîne û rojekê berî rojekê xwe jê xelas bike.
avêtina gaveke wiha ewê umrê dewleta çete kêm û serkeftina kurdan jî gelkî nêztir bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE