Kurdên reben ji destê dewleta tirk ya ceberût ketine êlamanê. Kurd çi dikin, çi dibêjin dewlet miheqeq sûcekî, bêqanûniyekê tê da dibîne.
Ev deweleta ceberût li ser serê me kurdan bûye Dûmrulê dîn. Di edebiyata tirkî da yekî bi navê ”Dûmrulê Dîn” heye. Dibêjin Dûmrê Dîn, li ser çemekî ji xwe ra pirek çêkiribû. Ji kesên di ser pirê ra derbas bibûya 50 akçe û yê derbas nebûya jî piştî lêdanek baş 100 akçe distend.
Tiştê dewleta tirk nuha tîne serê me kurdan jî eynî ev mesele ye.
Em çi bikin jî miheqeq maneyekê dibîne û zilmê li me dike.
Û kêla maneyan jî ji xwe tu carî tije nabe.
Kurd di civînekê da du gotinên kurdî dibêjin, dewleta ceberût qiyametê radike, dibêje:
-Li gor qanûna partiyên siyasî axaftina bi kurdî qedexe ye. Hû nikanin bi kurdî bipeyivin.
Kurd navê welatê xwe dibêjin., dibêjin heyra navê vira ne ”Başûrê Rojhila” e, navê vî welatî Kurdistan e. Çawa ku her însan navekî wî heye, navê vî welatî jî heye. Ew jî Kurdistan e. Dewleta ceberût xwe gelkî aciz dike, dibêje:
-Nabe hûn bibêjin Kurdistan. Bikaranîna navê Kurdistanê sûşc e. Loma jî dozê lê vedike.
Kurd navên zarokên xwe dikin Welat ya jî Xemgîn. Dewleta ceberût dibêje:
-Hûn nikanin van navan li zarokên xwe kin, çimkî me herfên ”w”, ”x”, ”q” qedexe kirine. Divê hûn navê zarokên xwe biguherin.
Serokê belediyeke kurdan li gel tirkî, îngilîzî û almanî, bi zimanê kurdî jî karta serêsalê dişîne ji nas û dostên xwe ra. Dewleta ceberût dibêje:
-Na, silav û pîrozbahî be jî nabe hûn bi kurdî binivîsin.
Zarokên kurdan di Festîwala Muzîkê ya Cîhanê da(li bajarê San Francisco)da li gel tirkî, êrmenî, suryanî, îbranî, îngilîzî, almanî, rûsî bi kurdî jî çend sitranan dibêjin. Dewleta ceberût vê jî qebûl nake, tavilê radibe ser tapanan û der heqê zaroka 7-8 salî da dozê vedike, dibêje:
-We bi sitranên xwe kurtperwerî kiriye û pesnê ”terorîstan daye”, loma jî divê hûn hesabê vî sûcê xwe bidin.
Parlamenterekî kurd di axaftina xwe da dibêje, hûn çi navî lê dikin lê bikin,dixwzin bibêjên ”terorîst”, dixwazin bibîjin ”gerîlla”(…) Parlamenterên dewleta ceberût qiyametê radike, êrîşê dibin ser parlamenterê kurd, dibêjin:
-Çawa tu dikanî ji terorîstan ra bibêjî ”gerîlla”? Divê tu hesabê vî sûcê xwe bidî.
Hinek kurd ji tirsan newêrin bibêjin gerîlla, dibêjin ”hêzên çekdar.” Dewleta ceberût vi ya jî qebûpl nake, dibêje:
-Na, divê hûn bibêjin terorîst.
Meleyên kurd li ser gerîllayên ku ji alî dewleta ceberût va hatine kurştin dua dike, dixwaze Xwedê rahma xwe li wan ke. Dewleta ceberût vê jî qebûl nake, dibêje:
-Na, hûn nikanin ji bo ”terorîstan” ji Xwedê rahmê jî bixwazin.
Kurd li parqeke Amedê ji bo zarokan hewzekî çêdikin. Dewleta ceberût tavilê maneyekê dibîne, dibêje:
-We hewz şibandiye xerîta Kurdistanê, loma jî bi darê zorê him hewz xera dikin û him jî dozê li serokên belediyê vedikin.
Serokê belediyeke Amedê li gel tirkî û çend zimanên din, bi kurdî jî agahdariyê li nişteciyên bajêr belav dike. Dewleta ceberût vi ya jî qebûl nake, bi lez û bez him serokê belediyê û him jî meclîsa belediyê ji wezîfê digre.
Ez dizanin bi van nimûneyên jorîn min bîna we gelkî teng kir. Ka ez ji we ra çîrokeke ruhayiyan bibêjim, bira xem û xeyalên we hinekî belav bibe.
Dibêjin Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan, di gerra xwe ya Ruhayê de jina xwe Emîne xanim jî bi xwe ra biribû. Emîne xanimê xwest ku hinekî li bajêr bigere. Çend pûlîs û çend ruhayiyên ji AKP-ê bi dora Emîne xanimê ketin û berê xwe dan bajêr.
Piştî bîstek gerr, Emîne xanim dageriya dikanek cil û caw(manîfatûra).Li jorî refê perçeyek eciband, xwest lê mêze bike. Şagirtê dikanê çaxa top ji jor danî, bêhemdî ba bi ber ket. Emîne xanim pirr aciz bû, got.
-Ne fedî û ne heya, çawa tu dikanî li hember min vê bêedebiyê bikî? Wer xuya ye bi vê tirra xwe tu mêrê min peotesto dikî!
Emir da pûlîsan, lawikê reben girtin, birin mahkemê. Hakim ji lêwik ra got:
-Ji bo çi te li ba jina Serokwezîrê Tirkiyê ”tir” kiriye?
Lêwik bi devoka xwe ya ruhayê got:
- Hakim beg, mêrê wê devî me girtiye, ji tirsa em nikanin devî xwe vekin. Nuha jî jina wî dixwaze qûnî me bigre. Êdî em dikin bifetisin. Hela ka ji min ra bibêje, emê di ku ra bîna xwe bigrin û berdin?
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar