03 maj 2020

Merivê zana nefsbiçûk e


Merivê medenî demokrat e, li gorî kesên nezan, cahil toleransa wî/wê zêde ye, li hemberî pirseke ne li gorî dilê wî, ya jî pirseke şaş, ya jî pirseke ne xweş ji ciyê xwe hol nabe û ranapelike ser ruyê xwediyê pirsê.

Merivê medenî bersîva pirsan bê qahr, bê hêrsbûn dide, rê li pirsan û li dîyalogê nagre, xelkê natirsîne, neheqî û şaşiya wan nîşan dide.


Nefsbiçûkî xisletekî baş e, meriv mezin dike. Meriv çi be jî gerek ne qure be, bi tehamul be, bînfireh be, li hemberî pirseke ne bi dilê meriv, pirseke meriv şaş dibîne gerek heqaretê li xelkê neke.
“Zanîn merivê mezin nefsbiçûk, merivê normal aşûnî, merivê biçûk pozbilind dike.”

Ji fîlozof pirsîne, gotine:
-Tu vê edeba xwe ji kê fêr bû ?
Fîloz gotiye:
-Ji bêedeban.
Di jiyanê da, di van platforman da meriv ji bêedeban gelek tiştan baş fêr dibe.

Ji fîlozofekî pirsîne, gotine:
-Ma tu bi hebûna şans bawer dikî?
Fîlozaof gotiye:
-Erê, ya na serketina kesên ez ji wan hez nakim minê bi çi îzah bikira.
Ez jî ji mecbûrî bi hebûna şans bawer dikim. Ez jî dibêjim heger ne şans bûya ereb nedibûn xwediyên 23 dewletan û em 50 milyon kurd jî nediketin bin destên çar hovan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE