03 maj 2020

Merivê alim gerek ne hêrsok be


Do êvarî min li hevpeyvîna Dr. A. Încekan a bi Muchît Bîlîcî xoce ra temaşe kir. Sohbet li ser xwendinê û feydeyên xwendinê bû. 

Di dawiya programê da Dr. A Încekan, pirseke Ferzan Şêr şandibû jê kir. Got Ferzan Şêr dibêje li gorî têgeha xoce ya ”hemaliyê”, gelo nivîsîna bi tirkî, roman, twîtt, gotar, çîrokên kurd bi tirkî dinivîsin ew jî hemalîya ji tirkan ra ye?

Mucahît Bîlîcî xoce bi vê pirsa Ferzan Şêr pir hêrs bû û bersîveke qet min jê nedipa, qet jê hêvî nedikir da, got:


”Viya zahîren wek fikrekî neteweperwer xuya dike, lê tiştekî bêedeb e…”

Bi baweriya min di vê pirsê da tu bêhurmetî û ”bêedebî” tuneye û pirseke pir di cî da ye. 

Hinek kurd ji mecbûrî, hinek ji nezanî, hinek bi dil, lê bi bi hezaran kurd di gelek waran da bi tikî dinivîsin. 

Bi tirkî distirên, bi tirkî fîlman çêl diikin. 

Em bixwazin, nexwazin ev karên kurd bi tirkî dikin, hemû xizmeta ji ziman û edebiyata tirkî ra ye. 

Ferzan Şêr jî xwest fikrê wî yê li ser vê mijarê bizanibe. Çimkî li ser vê gelşê kitêbeke wî ya bi navê ” Kurdê hemal, Îslama Tirk û Mesela Kurd” heye. 

Ji bo wê jî gelek kes pirsên bi vî rengî jê dikin. Ya din ew sosyolog e, merivekî civaknas e, helbet xelkê pirsên wiha jê bikin û dibê ew jî bersîvê bê qahr bide.

Yekî wek wî, ji bo ku li ser vê mijarê kitêbek nivîsîye gerek kanibe fikrê xwe yê di vî warî da bibêje. 

Lê wî ji dêlî ku fikrê xwe bibêje, hêrs bû û heqaret li xwediyê pirsê û her kesê pirseke wiha dikin kir.
Ev, ne şêleke medenî û ya kesê alim e. 

Ya rast, hêrsbûn û bersîva wî ya bi wî rengî ez matmayî hîştim. Min bersîveke wer ji wî nedipa. 

Diyar e Mucahît Bîlîcî xoce yekî bînteng e, tehamula wî ji rexneyan ra tuneye. Lema jî zû ture dibe û gotinên meriv jê napê dide ruyê hevalê xwe. Ev qerekterekî merivên rojhialtî ye, bê tolerans e.

Moderator jî teslîm bû û êrîşa wî mohr kir. Ew jî ne xweş û ne rast bû. Kanîbû mesele îzah bikira, lê belovacî wê kir. Xwezî Dr. A. Încekan ew gotina wî  tesdîq nekira.

Mucahît Bilîcî xoce di programê da nasyonalîzma kurdî û tirkî jî wek hev xerab dît, got ew ”ne merivekî neteweperwer e” û daxwaza kurdan a nivîsîna bi kurdî, ya jî hişkiya kurdan ya di vî warî da jî wek ”hovîtiyeke neteweperweriyê” bi nav kir. 

Helbet ev jî ne rast e. 

Nasyonalîzma kurdî ne wek ya tirkî ye, nasyonalîzma miletekî bindest e û doza wekheviyê û azadiya xwe dike, kesî înkar nake, naxwaze kesî bindest bihêle.

Em zanin Mucahît Bîlîcî yekî heyranê Ehmedê Xanî ye. Û Ehmedê Xanî jî wek bavê nasyonalîzma kurdî tê qebûlkirin. Ehmedê Xanî, yekî hewqasî nasyonalîst bûye di şiîreke xwe da gotiye:

”Ger dê hebûya me îttîfaqek
Vêkra bikira me înqiyadek
Rom û Ereb û Ecem temamî
Hem'yan ji me re dikir xulamî
Tekmîl-i dikir me dîn û dewlet
Tehsîl-i dikir me ilm û hîkmet…”


Mucîhat Bîlîcî xoce him ji xwediyê van gotinên jor pir hez dike, bi hurmeteke mezin pesnê xwediyê van rêzan dide û him jî nasyonalîzmê xerab dibîne. 

Yê nasyonalîzma kurdî xerab ”hov” bibîne, gerek ji Ehmedê jî Xanî hez neke, pesnê wî û şiîrên wî nede.

Lê wek min li jor jî got, dibê meriv meslê mezin neke, însan carnan bêhemîdî xwe şaşiyê dike. Kesê bêkêmasî tuneye. Zana û alimê herî mezin jî carnan kane çewtiyê bike, gotineke şaş ji devê wî, wê derkeve.

Mucahît Bilîcî xoce mervekî baş e, hêja ye, bi gotineke ne di cî da dinya xerab nabe, dibê meriv camêr nexe binê erdê, afaroz neke.

Ev jî lînka nivîseke min a berî wê ye. Mijar, tema yek e.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE