09 september 2019

Ji zargotina Wêranşarê çend gotinên pêşiyan -1-

Ev demeke ez ketime nava qiçik û piçikên kevn, nava defter û kaxetên xwe yên 30-40 sal berê û hin tiştên hêjayî weşanê ji nav derdixim û diweşînim. 

Ev çend gotinên pêşiyan ji zargotina(folklora)Wêranşarê yek ji wan e. 

Ezê dom bikim, hîn gelek tişt û bi taybetî jî name hene. Ezê wan jî biweşînim.


Helbet vana cara pêşî nayên nivîsîn, ji wan hinek tên zanîn, berê jî hatine belavkirin. Lê hinek jî hene li dereke din nehatine weşandin. Ez wer texmîn dikim. Lema jî wan diweşînim.

-Anî ji deriyan da xêra miriyan
-Birîna qûnê ye ne zer dibe, ne der dibe
-Berxê sêwî nabe beran
-Bi qurbano suyarê bêrûtê, sibê dereng dihere êvarê zû tê.
-Bira li erş be ne li biniya ferş be
-Bûk bi dilê zavê ye, çi kula dilê xelkê ye
-Çi tê serê quling ji qîrîna quling e
-Çavê reş ji bo te kil nedaye
-Çavê bi şîloq ji cavê kor çêtir e
-Dilê mêvanan nehêlin tim ê çûnêne
-Dewran siya darê ye, geh li vê hêlê ye, geh li wê hêlê ye
-Dinya dem e, geh petêx e, geh lem e
-Fort neviyê mêraniyê ye
 -Go ma ev çi ye tu diçîne? Go dema hat tu yê bibîne.
-Gurrî dimre dibe gulîsor
-Heta rind xerab nebe çê nabe
-Her salek û zemanek, her buharek û warek
-Hiriya beranan hat ristin bi destê nezanan
-Hevalê xwe bi dizî biqurnicîne
-Îş ne kom e, îş dom e
 -Ji bo xatirê xatiran meriv dikeve bin barê qantiran
- Kar cewherê însên e
-Kirinek ji hezar gotinê çêtir e.
-Kî bilind firiya ewê nizm bikeve
-Kî pir baz de ewê zû biweste
-Korgî ketiye kadînê ji bênamûsiya  tajî ye
 -Kor korên Xwedê ne, nîvkor bela sere dinê ne
 -Kûçik ço bibîne direve
-Mal ji ewlad şîrîntir e
-Meriv bi sebrê digihîje debrê
-Mêranî bê xesarî nabe
-Mêr ew e xiyarê tahl bixwe, yê şîrîn her kes dixwe
-Meriv ji kûçik fedî nake, ji xwediyê kûçik fedî dike
-Mazûvanê li jor mîvanê xwe rûne, wek kûçikê li ser xwediyê   xwe
-Mîvanê bi tişt balîfê bide pişt, mîvanê destvala ne bi xêr û ne bi ahla
- Nok bû firîk mele bû şirîk
-Nan bi xwê, xwê bi tahm
-Pîr bi desjmêj be roj dirêj e
-Qiçik tune bimije, mêrik tune bikuje
-Qimil zane bi halê simil
-Serî nigan diwestîne
-Serê xwe şuştiye guliyê xe hûnaye
-Tu menêre li komê, binêre li domê
-Xwezî tengayiyek bi serê min da bihata, ji bo gi min dost û   dijminê xwe nas bikira
-Yê mêran pirêze ne.
 rûne


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE