06 januari 2026

PDK û YNK miletê xwe û dostên xwe xeyalşikestî dikin

Li gorî xebera Rûdawê, PDK´ê ji bo ku piştgiriya namzetê YNK´ê yê serokkomariya Îraqê bike 4 şert danîne ber YNK´ê.

Yek: Dibê Parlamentoya Kurdistanê were aktîvkirin. Serokê parlamentoyê ewê ji YNK´ê be.

Dudu: Dibê Nêçîrvan Barzanî wekî Serokê Herêma Kurdistanê were hilbijartin û YNK jî deng bide wî.

Sisê: Dibê Mesrûr Barzanî hukûmetê ava bike, bibe serokwezîr.

PDK´ê û YNK´ê ji bo serokatiya Îraqê li ser namzedekî miştereke li hev nekirin

Îro roja dawî ya miracaeta ji bo namzediya serokkomariya Îraqê bû.

81 kesî xwe kiriye namzed, ji wan 33 kes kurd in. PDK´ê Dr. Fûad Husên, YNK´ê jî Nîzar Amêdî ji bo serokatiyê wek namzed naîşan dane.
Yanî namzedekî kurdan yê mişterek tuneye. YNK dibêje bira ji min ra be, PDK dibêje bira ji min ra be.
Ji serokên van partiyan ji bo miletê kurd tu tiştekî baş sadir nabe.
Hêvî dikim kurd qezenc nekin, yekî ereb bibe serokê Îraqê. Serokên kurd ev yek heq kirine.

05 januari 2026

Ji ber revandina Madûro rexnekirina Amerîkayê li zirara me ye

Gava yek alîkariya meriv bike, di şer da meriv ji mirinê, ji malwêraniyê biparêze, ew çi şaşiyê bike, çi neheqiyê li hinekên din bike jî meriv li dij dernakeve; dibê dernekeve.

Çimkî gava meriv wî rexne bike, ewê alîkariya meriv neke û gava ew meriv neparêze dijminê meriv bifetisîne.
Hin siyasetmedar û serokên kurd wiha nakin, ji ber revandina serokê Venezuelayê Madûro, Donald Trump rexne dikin.
Bi bawriya min ev şaş e, gerek kurd di vê meselê da bêdeng bin, Amerîkayê rexne nekin.

04 januari 2026

Ma dewleta huqûqa navneteweyî binpê nekiribe heye?


Hin kes li dijî revandina serokê Venazuelayê Madûro derdikevin, dibêjin Amerîkayê huqûqa navnetewî binpê kiriye, lema dibê meriv li dij derkeve, filan û bîvan.

Rast e, Amerîkayê huqûqa navnetewî îhlal kiriye, binpê kiriye.
Lê kîjan dewletê ev nekiriye û kîjan dewlet viya nake?

Ma qey Madûro di îdareya xwe da rîayetî huqûqa navnetewî dikir?
Herî kêm 8 milyon însan ji ber zulm û terora Madûro reviyana derve, ma ev zulm li gorî huqûqa navnetewî ye?

Do em ketin nav tarîxa 7000 sal berê


Do, ez, xanim û lawikê me Serhat em çûn bajêr, Medelhavsmuseetê(MuzexaneyaDerya Sipî).

Em li pêşangeha Misra 7000 sal berê gerîyan. Pêşangeheke muhteşem bû.
Bi hezaran tiştên xweş, meriv dibû heyran anîne.
Însanan 6-7 hezar sal berê çi tiştên muhteşem çêkirine, aqilê meriv nagire !

03 januari 2026

Xwezî aqûbeta Maduro bibûya ya dagirkerên welatê me jî

Ev cara duduya ye Amerîka serokên welatên Amerîka Latînî bi vî rengî direvîne.

Amerîkayê 36 sal berê di sala 1989´a da Panama dagir kir û di 1990´î da, dîsa di 3´ê meha yekê da (3/1-90) serokê Panamayê Norîega revand, bir Amerîkayê.

Bi şev em gelek heval çûn ber sefareta Amerîkayê, me Amerîka protesto kir. Helbet em ne kurd tenê bûn, bi sedan swêdî jî hebûn. Me piştgirî dida çeteyekî wek Norîega.

Lê vê carê neçûm ber seferatê, min Amerîka protesto nekir. Û protesto nakim jî. Yê hatiye revandin bi bi raya milet ne li ser wê kursiyê ye, ew kursî xesp kiriye.

Li Îranê milet dîsa text û kursiyên meleyan dihejîne

Serokê Amerîkayê Donald Trump, li ser protestoyên li Îranê dibin û êrîşên ser milet, şîdeta dewletê gef li Îranê xwar, got:

"Heger Îran kesên bi şiklekî aştîyane rejîmê protesto dikin bikuje, ji xwe ev edeta wan e, wê demê Amerîkayê here hawara wan. Em sîleh di dest da ji bo hereketê amade ne."
Reaksîyoneke baş e, hêvî dikim ne gefeke vala be. Îşê Donald Trump belî nabe, bi rastî jî kane Îranê bombebaran bike.

02 januari 2026

Berfê Stockholm xemilandiye


Wele ev du roj in berfê dilê xwe li Stockholmê rehet kiriye. Li Hanîngeyê îro qet venekiriye, wer barîye.

Gelek problemên trafîkê çêbûne, otoboz di hin riyan da asê mane, lê milet memnûn e, bi taybetî jî zarok memnûn in.

Kêf kêfa zarokan e, li parka pişt mala me xelkê zarokên xwe anîne, xwe şûş dikin.

Tirkiyê dîsa gefa êrîşa ser Kurdistana Rojava li kurdan xwariye

Tirkiyê bi devê Cîgirê serokê MHP´ê Fetî Yildiz, sînyala êrîşa ser Kurdistana Rojava daye. Fetî Yildiz gotiye:

"Dema ji bo HSD´ê hatibû dayin qediya ye. Helwesta dewleta me ya di vê mijarê da zelal e.

Em rê nadin tu rêxistinên terorê, bi taybetî PKK/YPG/HSD li herêmê çalakiyên xwe bidomînin yan jî rewşeke defacto ava bikin.

Armanca me ya dawî tesfiyekirina temamîya rêxistinên terorêye…”