Şêr û nêçîrvanek bûn hevalên hev. Rojekê bi hev ra derketin
ger û seyranê. Li ser kî bêtir egîd û mêr e li hev nedikirin, şêr digot em şêr,
nêçîrvan digot em însan.
Kevok pir tî bûbû, li perê çem li ser kevirekî venîşt û
xwest hinek av vexwe. Çend caran nikilê xwe di avê da kir, bala xwe dayê
gêrikek(mûriyek) di nava avê da ye, vir da wê da diperpite, dike nake nikane ji
nava avê derkeve.
Dilê kevokê bi gêrikê şewitî, qirşek avêt ber, gêrikê xwe pê
ve zeliqand û hêdî hêdî derket reşayiyê û xwe ji mirinê xelas kir.
Tam di wê nabênê da nîçîrvanekî tiving di destan
da ji wir derbas dibû. Çavê wî bi kevokê ket, got wele ev kevok nêçîreke baş e
û tîra xwe li kevoka reben rast kir...
Gêrikê bala xwe dayê nêçîrvan dike kevokê bikuje, hîn
nêçîrvan tîr navêtibû ji kevokê da, mûriyê wek dûpişkê bi çîpa wî veda, gez
kir. Canê nêçîrvan şewitî, qîrîn pê ket û destê xwe avêt ji çîpa xwe da.
Kevokê dengê nêçîrvan bihîst, firek da xwe û çû û gêrikê jî
bi vî hawî deynê xwe dabû...
Gundiyekî feqîr hebû. Tenê kerek û mangeyeke(çêlekek) wî hebû. Kerê wî kerekî henşerî
û zîtokî bû, di êxur da tim bi qerta diçû mangê û manga reben zîtik dikir.
Mêrik kir nekir, nikanîbû bela ker ji mangê veke. Rojekê destê xwe li ber Xwedê
vegirt û dua kir, got: -Xwedêo tu ruhê vî kerê henşerî û zîtokî bîstînî û mangê ji zilma wî xelas bikî.
Ev zalim bela xwe ji mangê venake.
Tiştên siyasetmedarên tirk û medyaya tirk li ser kurdan, li
ser bûyerên li Kurdistanê diqewimin dibêjin hemû derew in, bêbextî ne. Bi
zanetî bûyeran belovacî nîşan didin.
Mele li mizgeftê li ser qurbanê waez dida:
-Zarokê Hz. Dawûd tunebû, kordunde bû. Rojekê destê xwe li ber Xwedê vegirt, dua
kir, got, ”ya rebî keçikekê bide min, ezê wê ji te ra bikim qurban.