04 juni 2014

Wek nivîskar meriv dixwaze were hezkirin

Wek nivîskar meriv dixwaze were xwendin, ji alî xwendevanan ve, ji alî gelê xwe ve were hezkirin û teqdîrkirin. Ev hestekî însanî ye, herkes dixwaze ji ber kar û xebata xwe gotinên pozîtîf bibihîze.
Îcar gava meriv vê hezkirinê, vê teqdîra xwendevanan bi çav serên xwe dibîne bêguman meriv him gelkî bextewar dibe û him jî li karê xwe bêtir germ û miqate dibe.
Xwendevanekî min ê dilsoz yê bi navê Aykut Togcu, pesnê nivîs û zimanê min daye, gotiye kêfa wî gelkî ji zimanê min ra tê. Çimkî zimanê min ne giran e, baş jê tê fêmkirin û loma jî ew ji nivîsên min hez dike. Birayê Aykut Togcu li ser zimanê min gelek gotinên dostana gotine, ez ji dil û can spasî wî dikim.
Aykut Togcu dîtinên xwe yên derbarê zimanê min da wiha aniye zimên, gotiye:
”Li vê Facebooka xopan heywa/sebra min tenê bi nivîsên çend merivan tê. Yek ji wan merivan jî Xalê Zinarê Xamo ye. Çi ji dile wî tê, bêsînor û bi kurdiyekî zelal dinivîse. Her wekî ez li gund li nav bexçê kalê xwe bim û guhdariya wî bikim, yan jî li ber camiya gund guhên xwe bidim suhbeta mezinan. Ferq tenê ew e ku; kurdiya kalê min û salmezinên ber camiyê bi deng û bihîstinê tên ber guhên min, kurdiya Xalê Zinar jî bi herf û xwendinê tên ber çavên min. Tehma kurdî ji nav wan herfên ku li ser facebookê diresîne, tê û pê lezzetê dide min. Hema çi dinivîse bila binivîse her bi dilê min e. Xwedê 'emrekî dirêj û bêêş bide wî û wî ji ser serê me kêm neke!”
Li hemberî van dîtin û hestên xwendevanekî helbet wek însan meriv gelkî kêfxweş dibe. Û ne tenê kêfxweş dibe, herwisa qewet, ezm û enerjiya bêtir nivîsandinê jî bi meriv ra xurt dibe.
Ne bi hezaran, çend kes bin jî gava meriv dibîne hin kes nivîsên meriv dixwînin, jê tahm û lezetekê digrin, ked û xebata meriv teqdîr dikin, meriv him bextewar dibe û him jî eşqa nivîsandinê bi meriv ra gurr dibe.
Ji bo ku ez xweş binivîsînim, şîrîn binivîsînim, kurmancî bi keç û xortên kurdan bidim fêrkirin û hezkirin ez xwe gelkî diwestînim. Gava ez dinivîsînim ez gelkî bala xwe didim zimanekî sivik û gelêrî, dixwazim herkes, ji kal û pîreke qerejdaxî bigre, heta bi xwendevanê zanîngehê û kesekî akademîsyen jî ji zimanê min fêm bikin û lezetekê jê bigrin..
Ez dixwazim keç û xort ji kurmancî veneciniqin, jê fêm bikin û gava xwendin jê hez jî bikin, eşqa zimanê kurdî li ba wan zêde bike.
Di vî warî da ez çuqasî bi ser dikevim, çuqasî bi ser nakevim ez viya baş nizanim, teqdîr ya xwendevanan e.
Lê wek şexs çi ji destê min tê ez dikim, ez karê xwe pir cidî digrim û heta ez jê memnûn nebim ez nawaşînim. Dû ra gava şaşiyekê dibînim miheqeq rast dikim.
Nuha ji bo kurdên Kurdistana bakur ji kurdiyeke ”akademîk” û ”modern” û naylon bêtir, kurdiyeke jê were fêmkirin lazim e. Dibê keç û xortên kurd ji zimanê meqaleyê, romanê, çîrokê bi rehetî, bêyî ferheng fêm bikin, ziman wan cezbî xwendinê bike, wan ji xwendinê sar neke.


Heger di vî warî da, di hezkirina kurmancî da min bi qasî serê derziyê jî xizmteke ji kurmancî ra kiribe ezê xwe pir bextewar his bikim.

2014-06-03

03 juni 2014

Li ser hevpeyvîna Remezan Alan


Husê Duzen di malpera Bas Newsê da bi mamoste, rexnegir û edîb Remezan Alan ra li ser edebiyat, roman, folklor û têkiliya di nabêna wan da hevpeyvîneke pir hêja kiriye. Ez wî pîroz dikim. Min hevpeyvîn bi zewq û kêfxweşiyeke mezin xwend. Sohbetên wiha edebiyatê bi meriv şîrîn dike.
Cara pêşî min Remezan Alan di dawiya salên 1990î da di kovara Warê da û ji nivîsa wî ya li ser çar pênc romanên Mehmet Uzûn nas kir.
Ji wê rojê da ye li ku derê nivîseke Remezan Alan bi ber çavê min keve ez dixwînim, hewil didim bixwînin.
Di nava kurdan rexneya edebî zêde bi pêş neketiye. Ji xwe civateke paşdamayî, civateke bi zimanê xwe xwendin û nivîsandinê nizanibe, bi zimanê xwe perwerde nebe ne mimkûn e ku rexneya(krîtîka)edebî jî di wê civatê da bi pêş keve û qedir û qîmetê bibîne.
Li Kurdistanê bi çavekî baş li rexneyê û rexnegir nayê nêrîn, her babetê rexneyê, heger ne pozîtîf û pesin be wek êrîşeke şexsî tê dîtin. Loma jî rexne, li gorî beşên din yê edebî çîrokê, şiîrê û romanê zêde bi pêş neketiye.
Di van salên dawî da hin xortên kurdperwer yên bi zimanekî, du zimanên ewrûpî dizanin dest avêtine rexneya edebî û berhemên baş jî didin. Ev yek hîn destpêke lê belê geşbûneke berbiçav heye û ev jî hêviyekê dide meriv.
Remezan Alan yek ji rexnegirên edebiyatê û romana kurdî yê pêşîn e. Di van waran da têra xwe serê xwe êşandiye û berhem daye.
Di hemû rexne û analîzên Alan da tim mistewa û qalîteyeke teorîk û felsefî heye. Mîtruya wî tim pîvanên estetîk e.
Di vê hevpeyvînê da jî dema qala têkiliyên zargotinê û romanê dike pîvanên estetîk û felsefî bikar tîne.
Remezan Alan, nuha li Zanîngeha Mêrdînê li Enstitûya Zimanên Zindî li beşa “Ziman û Çanda Kurdî” mamoste ye.
Ew li zanîngeha Artukluyê dersên ”edebiyata kurdî ya modern, “rexneya edebî”, “vegotinnasî” û “zanista edebiyata modern” dide.
Yanî ew êdî bi rengekî profesyonel bi hin beşên edebiyata kurdî ra mijûl e. Ji bo edîb û romanûskî ev jî îmkan û fersendeke pir mezin e.
Meriv him di analîzên wî yên ser romanê, folklorê û têkiliyên nabêna wan û him jî di zimanê wî da li gorî 16 sal berê pêşketineke mezin dibîne. Bi taybetî jî di warê zimên da.
Ev yek jî ez gelkî kêfxweş kirim. Edebiyata kurdî, roman û çîroka kurdî êdî muhtacî rexnegirên zana, xwedî ilim û felsefe, xwedî pîvan û normên navnetewî ye. Bêyî edîb, mamoste û edebiyatnasên wek Remezan Alan ne edebiyat bi pêş dikve û ne jî rexneya edîbî.
Ez bi hebûna mamoste û rexnegirekî edebiyatê yê wek Remezan Alan pir kêfxweş im.
Bi kinî hevpeyvîneke bi kalîte û şîrîn e. Hêjayî xwendinê ye. Zimanê Husên hinekî mekanîk e lê tişt nabe, ji ber xweşiya sohbetê meriv zêde pê nahese…

02 juni 2014

Min ji xwe fêm kir dil kal nabe...

Min ji xwe fêm kir bi rastî jî dil kal nabe. Pişt xûz dibe, rohniya çavan kêm dibe, çong dikeve ber meriv, poz û guh mezin dibin, dev kox dibe, lê dil tu carî kal û pîr nabe, ew tim ya xwe dibêje, tim li têla xwe ya xortaniyê dixe.

Ez carnan jê ra dibêjim, ” tirro, ma tu dîn î çi yî”, ezê çawa bi ya te bikim, qey tu xirifî yî?

Lê wek xortaniya xwe serhişk e, guh nade gotin û şîretên min, te hew nêrî serî ji min stend û bi ya xwe kir…

Ez çi bikim dil e, ne destê min lê digere û ne jî ray lê dibe…
Belkî jî ya herî baş meriv wî azad bihêle, bira tu kulê, tu keserê di dilê xwe da nehêle…

XXX
Yaho bi rastî jî gava kurd bixwazin û di wan bigere dikanin dinyayê bihejînin, dikanin bibin Rustemê Zal û zinaran biqulibînin ser neyarê xwe, li hemberî artêşan şerê mezin bikin, dikanin çiyan wergerînin.

Min qet bawer nedikir li Agiriyê Sirri Sakik ewê cara duduyan jî bi ser keve û hukûmeta AKPê bi vî rengî neqawt bike.

Li kîjan bajarî, qezê, gundî dema kurdek zora AKPê, CHPê, MHPê dibe kêfa min tê.
Lê serkeftina cara duduyan li Agiriyê him zafereke pir mezin e û him jî di warê siyasî û sembolîk da bergendî hemû serkeftinên bajarên din e.

Ev serketin jî nîşan dide ku projeya HDPê şaşiyeke mezin û malwêranî ye. Ez bawer nakim temenê HDPê zêde dirêj be. HDP gîhayeke biyanî ye û li axa Kurdistanê şîn nabe. Şermeke pir mezin e kurd partiya xwe bigrin û tirkekî çepê bêkes bikin serokê xwe. Bi HDPê li Agiriyê Sirrî nikanîbû ribê van rayan jî bigirta.
Serketina Agiriyê li gelê Agiriyê û li miletê kurd yê bi xîret pîroz be!
2014-06-02

XXX
Li gorî beyanên ne resmî piştî Norşînê li Agirêyê jî Sirri Sakik qezenc kiriye. Norşîn rast e, hêvî dikim Agirî jî rast e.
Bi serketina li Norşînê, Seîdî Kurdî û bi serketina Agiriyê jî general û serokê serîhildana Agiriyê Îhsan Nûrî Paşa di gorrên xwe da îşev gelkî kêfxweş û dilşa bûne...
2014-06-01

XXX
Li ba zaliman empatî di dereceya sifirê da ye. Ji xwe lema jî bûne zalim.
Zalim ji rastiyê, ji heq, huqûq û edaletê hez nakin. Lema jî ew neyarên demokrasiyê ne. Ji ber ku ancax di rejîmên ne demokratîk da dikanin zulma xwe bidomînin.

XXX


Ya rast dibê meriv dilê xwe û fikrên xwe sansor neke, wan wek beybûnên mêrgan nequrçimîne. Lê kurd evîna xwe jî û fikrên xwe jî sansor dikin. Ne diwêrin rindikî evîna xwe bidin der û ne jî fikrên xwe gelekê caran bêsansor bibêjin.
Loma jî durrûtî li ba kurdan pir e…

01 juni 2014

Li ser kongreya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd


Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd, kongreya xwe ya 26a do çêkir. Lê wek par, dîsa hemû nûner û kesên dibê wek mîvan bihatana vexwendin bi kongreyê nehesiyan.
Mamoste Nûjen nûnerê Komeleya Nivîskaran yê kongreyê ye, pê nehesiya ye. Ez yek ji serokê Federasyonê yê destpêkê me, pê nehesiyam. Ez bawer nakim hemû serokên din jî pê hesiya bin. Bîr û raya giştî ya kurd pê nehesiya. Ev şaş e û dibê meriv qebûl neke.
Me ev gelş û kêmasiya Federasyonê îsal di kongreya Komela Nivîskaran da minaqaşe kir û ji nûnerê Federasyonê ra got dibê di kongreya bê da ew hemû nûneran agahdar bikin. Me telefon û e-mailên xwe danê. Û wî jî got temam, ewê îcar ji hemû nûneran ra bişînin. Mamoste e-mail û telefona xwe dayê.
Lê wa ye eynî tişt dîsa dubare bûye. Ev jî bixwaze nexwaze însanan dixe fikarê…
Tê gotin ku dawetiye ji komeleyan ra tên şandin, dibê komele endamên xwe agahdar bikin.
Baş e, dema hemû komele bi vê wezîfeya xwe ranebin, ne divê tedbîr were girtin.
Dibe ku hin komeleyan ev karê xwe baş meşandibin, lê komeleya Stockholmê ev karê xwe baş nemeşandiye. Ya na ewê Mamoste ji kongreyê agahdar bikira.
Û ev yek jî di kongreya nivîskaran da ji nûnerê Federasyonê ra hat gotin. Wê demê dibê Federasyonê tedbîr bigirta.
Lê tiştê em dibînin Federasyonê tedbîr negirtiye, ban hemû nûner û mîvanên dibê bihatana ezimandin nekiriye. Loma jî rexneya Mamoste Nûjen û kesên din di cî da ye û bi heq in.
Seroka Federasyonê xwişka Şermîn Bozarslanê(wa ye îsal dev ji serokatiyê berda ye) gotiye, vexwendina nûner û mîvanan ne karê wê ye. Rast e ew bi xwe dawetnameyan naşîne, lê wek seroka Federasyonê tespîtkirin û taqîpkirin karê wê ye. Gava kesê wezîfedar karê xwe nekiribe dibe hesab jê bipirse.
Efendim cî ji bo nûner û mîvanên hatine ezimandin tenê tê girtin. Çima? Çima ciyekî hîn mezintir nayê girtin?
Berê tiştekî wiha tunebû, berê him herkes ji kongreya Federasyonê agahdar dibû û him jî dikanîbûn werin guhdarî bikin.
Çima ev sîstem hat guhertin, çima kongreyeke hîn teng û nîvdizî hat tercîhkirin?
Bi dîtina min jî di bin vê yekê da siyasetek û armancek heye, heger tunebûya ewê kongre bêtir vekirî û eşkere bûya.
Loma jî dibê xwişka Şermîn van rexneyan sivik negre û miheqeq bigihîne serok û komîteya nuh. Dibê careke din kongre wiha bi dizî neyê çêkrin. Bira kurd werin guhdarî bikin.
Bi hêviya careke din ev metot neyê meşandin û haya hemû nûneran û her kurdî ji kongreyê çê bibe.

31 maj 2014

Wek kurdekî ez li ber xwe ketim...

Kurd bi rastî jî mirevên pir reben û belengaz in û li hemberî tirkan xwe pir û pir biçûk dibînin. 

Min nuha ev yek di kanala Samanyolu ya tirkî ya Fetulah Gulen da dît.

Nuha di kanala Samanyolu TVê da min li programa Ayna(neynikê, mirêkê) bîstekê temaşe kir. Ji ber ku program li ser Hewlêrê bû.

30 maj 2014

Çima lawo çima?

Çim?
çima lawo çima,
ev wahşet,
ev barbarî çima?
Xwedêo, çima bi van zeliman ra ûjdan nema
çima cîhan li hemberî vê hovîtiyê wiha kerr û lal ma
çima bi van celadan ra bext nema, 
merhamet nema
çima heq nema 
huqûq nema 
edalet bêdeng ma

28 maj 2014

Dibê merivbi ya dilê xwe bike

Min nuha bîstekê li daweteke Culemêrgê ya Jîrkiyan temaşe kir. Dawet ya lawê axayekî Jîrkiyan û li gundekî bû.

Çend tiştan bala min kişand.
Yek jê, bi kîloyan zêr û xişir bi jinan ve bû. Ne îşê zêr û xişir bû. Hema hema her xanimê kember û qolana zêr girê dabû, bi kîloyan zêr kiribû hustuyê xwe, dabû serê xwe.

Erê berê jî jinan zêr bi xweve dikirin, ev kultureke kurdî ye. Lê ne bi vî rengî.Tiştê min dît dîmenekî fahş û pir ne xweş bû, ji usûl adetê derxistibûn. Wek meriv bi milyonan pere bi xwe ve ke. Quretî û fexreke bi vî rengî qet ne xweş e.

Li alî din ev jî nîşan dide ku gundiyên wan deran pir dewlemend in. Însanên feqîr nikanin kemberên zêr û hewqas xişir bi xwe ve kin. Mesela li herêma me ew zengînî tuneye…

Tiştê din yê bala min kişand, jin û mêran(peya û pîrekan)cihê cihê govend digirtin, yanî jin û mêr neketibûn destên hev, cihê cihê dilîstin.

Li Wêranşarê, Qerejdaxê jin û mêr, nas ne nas dikvin destên hev. Heta dema jinên xwediyê dawetê nekevin destên mîvanan, mîvan dixeyidin û dibêjin heger pîrekên(jinên) we ewê neketana destên me çima we ji me ra xelat şand û em ezimandin?

Yanî li herêma di dawetan da peya û pîrek(jin û mêr)dikevin destên hev û ev yek jî pir normal e. Dema meriv nehêle, neke şerm tê dîtin.

Gelo li herêmên Kurdistanê yên din çawa ye, li ku derê peya pîrek dikevin destên hev û li ku derê nakevin destên hev.

Di vî warî da em wêranşarî pêşketî û modern in û di dawetan da peya û pîrekên me, keç û xortên me dikevin destên hev û heta carnan diyariyan jî didin hev…

XXX
Dilê te çawa dixwaze wer bike,
heta ji te tê gurra dilê xwe bike...



XXX
-Merivê bêexlaq wek qafika(guldanka, saksiya) şikestî ye, ne qafike ne je jî çamûr e...

27 maj 2014

Êşa herî mezin bêdewletbûn e

Ez li ser gotina Confucius, ”Almas çawa ku gava neyê xeritandin bêqusûr nabe, însan jî heta ku êşê nekşîne kamil nabe” gelkî fikirîm.

Bi rastî jî kesê êşê nekşîne, derd û kulan nebîne, nekeve û ranebe, bobelat neyên serî, tim zikê wî têr û tim di nava rehetiyê, kêf û şahiyê da be nakemile, bîrewer, maqûl, sergiran û kamil nabe.
Heger îstîsna hebin jî vê rastiyê pûç nake.

Bextê dewletan tuneye

Heta nuha min digot sebebê şêla Emerîka ya negatîf ya li hemberî kurdan bi giranî ji ber zextên Tirkiyê ye. Tirkiye nahêle Emerîka piştgiriyê bide veqetandina kurdan. Heger Tirkiye dev ji neyartiya kurdên başûr berde, Emerîka ewê piştgiriyê bide
serxwebûna wan.

Lê nuha ez dibînim ku mesele tam ne wiha ye. Wa ye Tirkiye dixwaze kurd petrolê bifroşin derve lê Emerîka qebûl nake.