13 mars 2012

Îşev ketim çavê xanimê

Îro li dikanê dezgeha masîfiroş bala min kişand. Masîfiroş masî li ser dezgeha xwe hewqasî xweşik û bi dûzan rêz kiribû di cî da dilê min bijiyayê. Min telefonî xanimê kir, min got, ma em îşev masiyan bixwin?

Got, baş e, bikire.
Masiyekî swêdiyan heye jê ra dibêjin ”röding”, hestiyê wî kêm e, ez jê gelkî hez dikim. Bi kurdî meriv dikane jê ra bibêje ”sorik”. Min masiyê xwe, soseke hazir, patat û hinek jî şiwêt(dereotu) kirî û berê xwe da malê.

Ez ne aşpêjekî baş im, lê ji çêkirina xwarinê hez dikim. Û herçî çêkirina masî ye ez nahêlim xanim destê xwe bidê, hostê çêkirina masiyan ez im. Ji xwe çêkirina sorik pir rehet e, ez ji sorkirina wî hez dikim. Min îro jî wisa kir. Ji şansê min ra îro ji her rojê baştir çêbû.

Piştî ku masiyê min bû, min mase jî xweşik hazir kir û masiyê xwe danî ser masê.
Li malê şerabeke me ya vekirî hebû, min ew jî anî danî ser masê û me dest bi xwarin, vexwarin û sohbetê kir.

Lawikê me yê li ba me goştnexur e, yanî vejeteryan e, ez û xanim tenê goşt û masiyan dixwin.
Roja ku ez karekî nakim û tenê li ber kompîtorê rûdinim, ruyê xanimê dibe juju, bi serê poz bi min ra dipeyive. Lê îro, piştî ku min masî çêkir û sifre xemiland û ew jî hat li ser sifra hazir rûnişt, li hemberî min gelkî kibar û nazik bû, evîn ji çavên wê difûriya.

Loma jî temiya min li we, heger hûn dixwazin li mal şer û pevçûn tunebe û xanim zêde zulmê li we neke, kar bikin, got çi bikin, heta berî ku ew bibêje hûn bi xwe însîyatîfê bigrin û bikin.
Wê demê hûnê bêtir têkevin çavê xanimê…

Dibe ku ev dîtina min ne li gorî we be, lê ez qala tecrûbeyên xwe dikim, min çi dîtiye ez wê dibêjim…


XXX
Li gorî rapora Weqfa Mafên Mirovan ya Tirkiyê, di meha sibatê da li Tirkiyê 963 kes hatin binçavkirin û 168 kes jî hatine tewqîfkirin.

Helbet kesên hatine girtin û tewqîfkirin hemû kurd in ya jî hin kesên dostên BDP-ê ne.
Di girtîgehên Tirkiyê da bêyî qatilan û hin kesên diz û krîmînel êdî tenê kurd hene…
Hukûmetên berê kurd dikuştin û bi vî hawî ji kurdan xelas dibûn, hukûmeta AKP-ê zêde nakuje..., lê dixwwaze bi riya girtinan kurdan biqedîne û ji wan xelas bibe.

Bi van girtinên siyasî Tirkiye li cîhanê büye welatê yekem, di warê girtin û zindankirinê da li cîhanê tu welatekï din bi teqala Tirkiyê nakeve.

Hedefa hukûmeta AKP-ê ew e ku hemû siyasetmedarên BDP-ê bi îthama endambûna KCK-ê bigre û bavêje zindanê.

Di nava 3 salan da 7-8 hezar însan avêtin zindanê, lê hukûnmet dîsa jî ji hedefa xwe ya esasî, girtina hemû siyasetmedarên BDP-ê gelkî dûr e. Ji bo gihîşetina vê hedefê dibê 40-50 hezar kessên din jî bavêjin zindanan.

Hukûmet gav bi gav berbî vê hedefa xwe ve dimeşe...



XXX
Tanuiyê Kenyayî yê ”tirk”(!) di Şampiyoniya Cîhanê ya Atletîzmê da medelya zîv girt. Tirk vê serkeftina yekî ”tirk” bi asîmanan dixin.

Ji ber ku ji wan bi xwe tu carî tiştekî baş sadir nabe, loma jî cuzdanek dan Tanuiyê kenyayî û di nava rojekê da ew kirin ”tirk” û pê medeleye qezenc kirin.
Û ev serkeftin jî bû ya tirkan (!)

Tirk wiha ne, çavên wan tim li sextekariyê û li hîla ye, berê jî ji Bûlgarîstanê bi vî rengî sporcî kiribûn tirk û di halterê da medelye girtibûn.

12 mars 2012

Hukûmeta AKP-ê dest bi çivan kir

Wezîrê perwerdeyê yê Tirkiyê Omer Dînçer, derbarê perwerdeya bi zimanê kurdî da weke lutfeke mezin gotiye, ”kurdî dikane bibe derseke hilbijartî…”

Berê digotin kurd tunene, heta me hebûna kurdan bi wan da qebûlkirin çermê eniya me qetiya.
Nuha ndibêjin kurd hene lê mafê wan yê netewî tuneye, em perwerdeya bi kurdî qebûl nakin, kurdî dikane bibe derseke hilbijartî.

Dînçer û hukûmeta wî baş dizane ku kurd tiştekî wiha qebûl nakin, kurd weke her miletî mafên xwe yên netewî dixwazin, ji kesî xêr û sedeqeyekê naxwazin.

Hukûmeta AKP-ê bi çivên wiha dixwaze wextê dirêj bike, lê kurd dersmersên ”hilbijartî ” qebûl nakin, dibê hukûmet vê çîrokê ji bîr bike.

Çi mafên tirkan heye, dibê yên kurdan jî hebe. Heger hûn dixwazin kurd û tirk bi hev ra di bin banê dewletekê da bijîn berî her tiştî dibê nasnameya kurd were qebûlkirin û zimanê kurdî bibe zimanê resmî, dibê navê wealtê kurdan û ala wan were qebûlkirin.

”Dersên hilbijarte, qursên zimanê kurdî”, vana ne pêşniyarên qebûlkirinê ne, dibê tirk dev ji van taktîk û çivan berdin.


XXX
Ji hutika mêrekî hîn serttir e,
gotina jinê ya dawî.
Yek diranê te diweşîne,
ya din jî xeyalên te.


XXX
Xwe mezindîtin tişetekî ne baş e,
lê xwe biçûkdîtin jî şaş e.


XXX
-Dema bi guliyê wê ve ye dar bi qîmeta pelê nizane,
gava pel diweşe dar fêm dike bê çiqasî ji wê hez dike.


XXX
-Kesê gotinên xwe di cî da bikar bîne,
mecbûrî uzirxwestinê namîne.
Rast e, lê gava her kes gotinên xwe di cî da bikar bîne,
wê demê jî tahm û teşxeleya jiyanê namîne.
XXX

-Ji min ra hevalê xwe bibêje, tu kî ye ez ji te ra bibêjim.

XXX
Hevalê baş weke dareke sîdar e, meriv tim dikane di bin siya wê da rûne.

11 mars 2012

Nexweşiyeke bêderman

Di 9-ê adarê da gelek partî, rêxistin, komele, sendîka û şexsiyetên Kurdistanî li Diyarbekrê ji bo hevkarî û yekîtiyeke netewî di civîneke bi navê "Yekîtiya Neteweyi ya Bi Aqlê Muşterek" da hatin ba hev û 3 rojan li ser gelşên kurdan û riyên hevkariyeke netewî peyivin.

Piştî sê roj minaqaşe hemû hêzên beşdarî civînê bûbûn bi hev ra deklarasyoneke miştereke ya pir baş belav kirin.

Berpirsiyarên asîmîlebûna zarokan dê û bav in


Serokê belediya Diyarbekrê Osman Baydemîr, çend roj berê ji perwerdeya zarokxaneyên Diyarbekrê gazin kiribû û gotibû ku ji roja wî zarokên xwe şandine zarokxaneyê û virda ye zarokên wî bi wan ra bi kurdî napeyivin.

Ev yek rast e û gelşeke pir mezin e. Ji ber ku li zarokxaneyan zarok zû asîmîle dibin.

10 mars 2012

Zarokên me bi bername û fîlmên tirkî mezin dibin

Çend roj berê kanaleke telewîzyonê ya nuh, Nûçe TV-ê li cîhana telewîzyonên kurdî zêde bû. Bi xêr û bimbarek be û jê ra serkeftinê dixwazim.

Bîstek berê di înternetê da min cara pêşî li programa bi Ertugrul Kurkçu ra temaşa kir.

Ji ber ku navê wê ”Nûçe TV-ê” ye, min wisa bawer dikir ku ewê tenê nûçeyan biweşîne. Ji xwe di îlanê da jî hatibû gotin ku ewê ji saetê carê xeberên bi kurdî, tirkî û ...îngilîzî bide.

Lê tiştê ez dibînim ewê ne tenê nûçeyan, weke Roj TV-ê tiştên din jî biweşîne yanî meriv dikane bibêje ku ewê dewsa Roj TV-ê dagre û kurdî dîsa ewê ne zimanê esasî be.

Nûçe TV, Roj TV, Stêrk TV, Newroz TV, Zagroz TV, Kurdsat, Kurdistan Tv û Kurd1 hemû jî kanalên kurdan e. Belkî hin kanalên din jî hene.

Lê bêyî Kurd1-ê, hemû kanalên din jî dişibin hev û weşanên nêzî hev dikin; xeber, muzîk û hevpeyvîn.

Ji van kanalan yek jî(Kurd1 ne tê da)li dijî asîmîlasyonê û ji bo zarokên kurd tiştekî nakin, programên hemûyan mişt reqlam û propaganedeya partiyên wan û tingering û leqleqa siyasî ye.
Ji van telewîzyonan yek jî berê xwe nade zarokên kurdan û bernameyên ku xîtabî zarokan bikin, zarokan celbî temaşekirina kurdî bikin çênakin.

Û loma jî zarokên kurdan ji sibehê heta êvarî li ber kanalên tirkî, farisî û erebî rûdinin û him asîmîle dibin û him jî ji kurdayetiyê dûr dikevin. Bi taybetî jî zarokên kurdên bakur ji kanalên tirkî fikir û ramanên tirkperestiyê digrin, dibin xerîbê ziman û qewmê xwe.

Ji bo me kurdan ev felakteke mezin e, ma ne dibê nuha di van kanalan hemûyan da bernameyên zarokan hebûna. Ya jî kanalek, du kanalên zarokan hebûna û giranî bidana bername û fîlmên zarokan, fîlmên karton...

Hêzên siyasî, kesên dî desthilat dibê li ser vê meselê rawestin û di vî warî da miheqeq gavekê bavêjin.

Dibê kurd weke her miletî ji zarokên xwe ra bername û fîlmên zarokan çêkin, bidin çêkirin. Û him jî dibê bi rengekî cidî û profesyonel werin çêkirin ji bo ku kanibin bi bername û fîlmên tirkî ra reqabetê bikin.
Ya na, zarokên me ewê di bin tesîra fikir û ramanên tirk, faris û ereban da bimînin û asîmîle bibin.

Êdî dawiya derewan hat

Berdevkê serokwezîr Bulent Arinç, di civîna 8-ê Adarê roja jinan da peyivîye û gotiye, "Mihemet Akif jî nirxê me ye, dilê wî li welatê wî ma. Cihê Nazim Hikmet jî di dilê me de heye.” Û dû ra jî serê gotinê, navê Şivan Perwer jî bilêvkiriye û gotiye, ”Şivan Perwer jî nirxê me ye."

Rast e, Arinç ji Akîf û Hîkmet hez dike û bi ”çavê nirxên xwe” li wan dinêre, lê herçî Şivan Perwer e, rast nabêje, vira dike.

08 mars 2012

Dilê min jî pê ra lêxist

Min nuha di telewîzyona Swêd di kanala 2-an da li fîlmekî dokumamter(Li wir dilê min lêdixe)temaşe kir.

Haya min ji fîlm tunebû, piştî xeberên swêdî gava min kanal guherand min dît kanala 2-an tiştekî li ser Afganîstanê nîşan dide û keçika dipeyive jî bi kurdî dipeyive. Vê yekê meraqa min bêtir zêde kir û bala min kişand û min û xaninê û lawikê me Rojen dest bi temaşekirinê kir.

07 mars 2012

Siyaseta AKP-ê: Tu baş î lê birayê te bênamûsekî dêqahp e !

Başçawîşê tirk yê qereqolê ji muxtarê kurd yê gund ra got, ”muxtar, weleh tu merivekî pir baş î, pir rind î, lê belê birayê te yê dêqahp merivekî pir bênamûs û bêşeref e, ew bi destê min keve ezê kera bikşînim ser diya wî…”

Erdogan, Hukûmeta AKP-ê, û medya tirk jî li hemberî kurdan eynî siyasetê dimeşîne, ji Burkay û hemû kurdên ”sipî” û ”maqûl” ra dibêjin, ”hûn pir baş in, hûn pir maqûl in”, lê belê PKK, KCK û BDP pîs, terorîst û ”dêqahp” in….

06 mars 2012

Heta ku axayên siyasetê û şufêrên ecemî hebin qamyona me ewê tim wergere

M. Huseyîn Taysûn, di malpera Kurdînfoyê da li ser teşxeleya di nava Hak-Parê da û veqetandinên hin kesan çîrokek xweş nivîsîye. Çîrok bi tirkî ye, min ew kir kurdî. Ez bawer dikim hûnê jî jê hez bikin.

 Axayekî ku tu carî kêmasî û şaşiya xwe qebûl nake hebûye. Piştî çinînê axa qamyonê tije genim dike û bi şufêrê xwe ra dişîne bajêr. Şufêr bi rêve qezayê dike û qamyon werdigere. Piştî ku axa bûyerê dibihîze bi telefonê bi şufêr ra dipeyive. Di nabêna şufêr û axê da ev axaftina jêr derbas dibe.