20 september 2011

Ji bo bîranîna apê Mûsa Anter

Ji milê çepê: Mûsa Anter, Husên Denîz, yê sêyem nas nakim. Yê
çara, yê bi berçavk bavê min e, Bûboyê Xamo.


Ronakbîr û kurdperwerê hêja û bi nav û deng Apê Mûsa Anter, 19 sal berê di 20-ê îlona 1992-a da li Amedê ji alî qatilekî dewleta tirk ve, bi emir û fermana berpirsiyarên dewletê yên wê demê bi bêbextî û qeleşiyeke pir mezin hate qetilkirin.

19 september 2011

Çapemeniya tirk derew ji we ra kiriye distûr

Rojnamevaneke bi navê Fadîme Ozkan, di rojnameya Starê da bi Kemal Burkay ra hevpeyvînek kiriye. Sernivîsa hevpeyvînê wiha ye:


-Ne PKK bûya mesele ji zûda hel bûbû.


Sernivê ez matmayî hîştim, çimkî ez dizanim Bûrkay wiha nabêje. Ji ber ku dema PKK tunebû jî vê dewletê mafê kurdan yên netewî nedida.


Min hevpeyvîn du caran xwend.  Burkay di hevpeyvînê da tiştekî wiha ya jî gotineke nêzî vê maneyê negotiye.


Rojnameyê li ser navê Burkay manşeteke ji derewan avêtiye.


Ev demeke çapemeniya tirk wiha dike. Vir, bêbingeh û tu têkiliya wê bi xeberê tune davêjin.


Herkes dizane ku çapemeniya tirk kûreya derewa ye, lê bi taybetî jî di mesela kurd da ji vir û tazwîratên wan ra sînor tuneye.


Ji bo ku kurdan bera hev bidin, moral û manewiaytan wan xera bikin, fêsadî û gelaciyê têxin nabêna wan xeberên wiha manîpulatîv diweşînin.


Ev çend roj in xebereke Nefelê ya çend hefte berê hemû medya tirk weke pîlaqeke şikestî dane ser û herkes lêdixe.


Xwedêgiravî Mesûd Barzanî li dijî konferanseke netewî ye, ya jî Barzanî PKK pir sert rexne kir.


Her roj miheqeq ji devê serokekî kurd rexne li PKK-ê heye. Lê dema meriv xeberê dixwîne meriv gotineke ku bi sernivîsê ra li hev bike nabîne, sernivîs tiştekî dibêje, xeber tiştekî din dibêje.


Yanî ne dewlet hukûmet tenê, çapemenî û bi giştî medya jî li dijî kurdan, PKK-ê û BDP-ê şerekî psîkolojîk dimeşîne.


Di roja îro da dijminê li hemberî kurdan yê herî tahlûke û xedar medya tirk e, çavkaniya hemû fêsadî, gelacî, tahrîk û teşwîqî medya û çapemeniye.


Loma jî dibê kurd zû bi zû bi xeberên van virekan nexapin.





Abdullah Gul jî got ji bo qedandina "terorê" MIT bi PKK-ê ra rûniştiye


Piştî beyanên Erdogan û Çîçek, serokkomarê Tirkiyê Abullah Gul jî do di derbarê hevdîtinên MIT-ê û PKK-ê da peyivî.


Gul jî weke Erdogan û Çîçek got, ”armac qedandina terorê ye. Hemû metodên qedandina terorê di çarçoveya stratejiyekê da tê meşandin. Rêxistina îstîxbaratê jî di vê çarçewê da tiştê dikeve ser ewê bike.”


Wek tê dîtin, Gul jî weke Erdogan û Çîçek dibêje, ji bo tasfiyekirina tevgera kurd ya netewî (ku ew ji viya ra dibêjin ”teror”)wan stratejiyek dane ber xwe û li gorî vê stratejiyê ew dixebitin ku PKKê û BDP-ê biqedînin.


Yanî ji vekirina TRT6-ê bigre heta bi hevdîtinên bi Ocalan û Qendîlê ra nej i bo


hemû ji bo çareserkirina mesela kurd e, hemû ji bo qedandina PKK-ê û BDP-ê ye.


Loma jî dibê hin kurdên me zêde hêviyê ji Erdogan nekin û dev ji propagande û piştgiriya wî berdin.


Tirk bi hin taktîkên wiha dixwazin kurdan ji ber hev da bixînin û bi bvî hawî jî wextê qezenc bikin, bi hêviya ku berlkî PKK-ê biqedînin.


Şovên bi Şivan û di vegera Bûrkay da jî ji bo eynî armancê ye, belkî kurd bi hev kevin û ew jî ji vê tevliheviyê feydeyekê bibînin.



18 september 2011

Hukûmet dibêje hevdîtin ji bo qedandina PKK-ê bûne

Hefteya borî gava kaseta hevdîtinên PKK-ê û MIT-ê eşkere bû, gelek kesî wisa texmîn dikir ku hukûmeta AKP-ê bi rastî jî dixwaze mesela kurd çareser bike.

Ji ber ku serokê MIT-ê û cîgirê wî bi serokên PKK-ê ra hatibûn ba hev û ji bo çareseriya mesela kurd guftugo dikirin, bi hev ra li ser protokoleka çareseriyê dipeyivîn.

Ji axaftinên kasêtê meriv fêr dibû ku MIT-ê gelek hevdîtin bi Ocalan ra jî kiribûn, bi wî ra jî li ser vê meselê peyvîne.

Him van hevîtinên bi salan dom kiribûn û him jî hewa samîmî ya di hevdîtinan da bi rastî jî hêviyek dida meriv. Meriv digot belkî bi rastî jî hukûmet cidî ye û dixwaze di vî warî da hin gavên baş bavêje.

Heta piştî bûyera Farqînê herkesî rexne li PKK-ê girt û got wan pêvajo sabote kirin, heger wan ev bûyer nekira hukşmetê ewê hin gavên cidî biavêta. Lê ji ber vê bûyerê hukûmetê têkilî qut kir û dest bi şer kir.

Ji xwe serokwezîr Erdogan jî got, haziriye êrîşa ser Qendîlê bi bûyera Farqînê va girêda, got piştî vê bûyerê dibê kes nêteke paqiji ji wan nepê.

Lê nuha waye Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu hevdîtinên bi Ocalan û PKK-ê ra red dike û dibêje, dewlet,  ji bo ku ”terora PKK-ê” biqedîne ji serê salan ve ye bi PKK-ê ra rûdine. Ji bo qedandina ”terorê” dewlet  bi şeytên” ra jî rûdine.”

Yanî Davutoglu dibêje, em ne ji bo çareseriyê, ji bo xapandinê û belavkirina PKK-ê wek taktîk bi PKK-ê ra rûniştine.

Davutoglu dibêje, ji xwe ji ber vê yekê ye ew ne weke hukûmet û kesên siyasetmedar, weke MIT-ê pê ra rûniştine. Û ji xwe karê rêxistinên îstîxbaratan jî ev e, yanî topkirina malûmatan e…

Wê demê bûyera Farqînê bahaneye, ev bûyer derneketa jî nêta hukşmetê û çareseriyê tunebûye…

Wê demê ew hêviyên ku ji van hevdîtinan û ji beyanên serokwezîr dihatin kirin hemû ne rast in, hukûmetê  bi van hevdîtinan him PKK û him jî bîrûraya giştî xapandiye.

Hevdîtinên bi Ocalan û PKK-ê ra, ”Vebûna kurd” û beyanên Erdogan yên derbarê çareseriyeke siyasî da hemû manawrayên xapandinê ne.

Yanî nêta hukûmetê ne çareserkirina mesela kurd e, nêta hukûmetê qedandina PKK-ê ye.

Ji bo ku PKK-ê biqedîne, BDP-ê belav bike û tevgera kurd ya netewî tasfiye bike manawra dike, dixapîne û bi vê yekê jî wextê qezenc dike...





Min dîsa serê xwe xist belayeke nuh

Gelî dost û hevalên giranbuha û xoşewîst, ez dixwazim îşev xebereke xêrê bidim  we:


Min ji ber nezaniya xwe kompîtoreke nuh kirî.


Ev du sê meh bûn mejuyê Worda min çelqiya bû, heta ku min digirt û vedikir ez pê ra helak dibûm; sê çar caran dihat girtin û vedibû û tim ji min ra digot, nizanim ez nikanim çi jahr û zuqûmê bibînim.


Du zanayên min yên kompîtorê yên rojên giran hene, gava serê min dikeve tengasiyê ew tên gazî û hawara min.


Min çend caran derdê xwe bi telefonê ji van herdu zanayên kurd yên kompîtorê ra got. Herduyan jî(Husametîn û Faîz)bi telefonê gelkî hewildan ku gelşa min çareser bikin, lê kirin nekirin nebû, bêxwediyê nehat qeysa berê…


Nexweş ji dûr va derman nedibû, dibê tuxtor bihata ser. Û herdu tuxtorên min jî pir dûrî min bûn…


Roj derbas dibûn û nexweş rehet nedibû û sebra min jî nedima…


Dawiya dawî wê rojê min li ciyê karê xwe di kovareke reqlaman da anonsa kompîrokê dît.


Min bala xwe dayê ku heger ne derew bûya du hezar kron jî erzan kiribûn...


Min ji xwe ra got, weleh vê kompîtorê ez merezarî kirim, hema ezê viya bikirim û ji derdê ya xerabe xelas bibim.


Û min rabû wisa kir.


Min berê ji firoşerê dikanê pirsî, min got lawo ezmerivekî klasîk im, ji teknîk meknîkê fêm nakim, ez dikim ji bo filan karî( karê z pê dikim min jê ra yeko yeko rêz kirin) ji xwe ra kompîtorekê bikirim. Ev kompîtora han bala min kişand, ma ev baş e, xerab e, tu dibêje çi?


Got, di bextê min da tu rastî kompîtora herî baş hatiye, hema zû bikire û bernede.


Min got xorto mala te ava, lê dîsa jî dilê min baş neketibû cî, dibê min hinekî din jî saxlem bikira..


Min rabû lînka kompîtorê ji Husametîn ra şand û min eynî pirs ji wî jî, gelo ez vê kompîtorê bikirim ya na?


Husametîn jî Xwedê jê razîbe, camêr tavilê bersîva da min û bi zimanekî ku ez qet jê fêm nakim pesnê gelek mezîyet û marîfetên wê jî li pey hev rêz kir û got pir baş e û erzan e jî, tu dikanî bikirî.


Piştî van herdu temînatan min rabû kompîtora xwe temî kir û piştî du rojan jî min çû ji postexaneyê girt.


Ev hefteyeke ku kompîtora min li mal li bende min e.


Ji ber ku min nikanîbû li hev siwar bikira loma jî min qet dest nedayê û mam li bendî ”tuxtor”, yanî li bende Husametîn .


Nîhayet camêr îro ji riya 2 saetan lêxist hat mal û tavilê dest bi muayena ya nuh kir.


Herçiqas min berê jî sicîla wê jê ra gotibû û gotibû baş e bikire, lê dîsa jî nêrî û got weleh te bazareke pir baş kiriye.


Bi vê pûana wî ez kêfxweş bûm.


Rabû herdu kompîtor jî  li ser masê danîn kêleke hev dest bi muayeneya herduyan kir.


Kilîtek biçûk weke ya deriyekî di destan da bû, geh xist ya kevn û geh xist ya nuh û piştî 5-6 deqîqeyan ji min ra got:


- Zinar, weleh kompîtora te ya kevn, bêqusûr e û pir jî baş e, tu nexweşiyeke wê ya girîng tunebûye. Nizanim çiyê Wordê kêm bûye, dema nabîne loma wisa dike. Min Word ji nuh ve lê siwar kir û mesele qediya, te ev kompîtora nuh belasebeb kir, ya te ji wê ne kêmtir e.


Ez tevizîm, min 500 Euroyê xwe belesebeb avêtibû çolê, lê min ev yek neda der, min bera hundurêp xwe da.


Ji dêlî ku xwe biqeherînim û bikim ax û of, (ji xe min çi bikira jî pere nedikir, min carê kirîbû)min got, Xoce tişt nabe, serê min naşikîne, ezê bidim lawikê xwe Serhat.


Ji ber ku laptopa Serhat tuneye, bira bixwe ra bibe zanîngehê û bîne. Ji xwe jê ra yek lazim bû, qey ev jî qismet û nesîbê wî ye…


Nuha him ez û him jî Serhat, em herdu jî bi hev ra bûn xwedî kompîtor.


Kompîtora min ya berê Dell bû, rengê wê zîvîn bû, pênivîsandin  pir nerm û xweş bû, em hewisîbûn hev. Û ya girîng  Worda wê 2003-ê bû, rehet  û zêde ne tevlihev bû, tam li gorî min bû. Loma jî min gelkî jê hez dikir.


Lê eva nuh Fîjîtsu ye, Worda wê ya herî dawî û klawiya wê jî tew nizanim çawa ye…


Yanî bi kurtî ez li ya xwe poşman bûm. Lê ji ber ku ev nuh e û min carê soza ya din dabû Serhat , loma jî destê min li vê jî nagere ku ez ji Serhat ra bibêjim, bavo ka kevnika min paşda bide min…


Ezê li ber xwe bidim heta ku ez dikevim ser vê, lê ez ditirsim heta wê çaxê jî qezayeke din were serê min…


Bi hêvifya ku tu qeza û bela neyê serê min û ez bi rehetî fêrî wê bibim….

17 september 2011

Îcar jî medya rola leşkeran dilîze

Serdestiya leşkeran êdî têk çû, bekçiyê ber deriyê meclîsê û şufêrê erebeya serokwezîr jî êdî ji serekerkan û generalan natirsin.


Têkçûna îktîdara leşkeran ji bo kurdan bêguman pêşketineke pir baş e. Çimkî leşker hêzeke çekdar in û loma jî ji bo kurdan hertim tehlûkene.


Di rewşa kurdan yê îro da rola serdestiya leşkeran pir mezin e. Hukûmetên bixwestana di mesela kurd da gavekê bavêjin jî ji tirsa leşkeran newêrîbûn. Û yên israr bikira jî dikuştin.


Nuha ew serdestî û îktîdara leşkera ya berê nema, êdî bi rastî jî siwîl xwedî îktîdar in.


Lê belayek din hîn heye.


Leşker çûn lê medya maye.


Medya tirk jî bi kêmasî bi qasî leşkeran, heta ez dikanim bibêjim ku ji leşkeran jî bêtir neyarê miletê kurd e.


Nuha medya ketiye dewsa leşkeran û bi tahrîk, teşwîq, fîtne û weşanên xwe yên şerxwas rolekek ji ya leşkeran jî xerabtir dilîzin.


Ji bo ku artêşa tirk axa Kurdistana Federa îşxal bike û êrîşê bibe ser Qendîlê, medya tirk dike xwe bixwe, bi şev û roj bi xeberên xwe yên şerxwaz û prowakatîv dezînformasiyonê belav dikin û dixwaze şer dest pê bibe.


Berê telewîzyonên tirk sahneyên wiha nîşan didan:


Yekî dixwest xwe ji dereke pir bilind, ji ser bînayekê ya jî ji ser pireyekê bavêta jêr û întîxar bikira. Medya û bi sedan însan jî li jêr kom û dibûn û bi heyecaneke mezin digotin:


-Hadê lawo, hadê xwe bavêje, hadê xwe bavêje! Hadê! De zû, de zû lawo! De zû xwe bavêje emê herin karê me heye….


Yanî medya û însanan bi çavên programeke şahiyê û lakirdiyê li trajedî û mirina mirovekî di rewşeke xerab da mêze dikirin.


Di mesele êrîşa ser Qendîlê da medya tirk nuha eynî tiştî dike, ji leşkeran ra gav û saetê dibêjin, ”de haydê lêxin, de haydê lêxin! De haydê dest pê bikin, we em kevzikî kirin, hinekî zû dest pê bikin, karê me heye…


Min nuh abala xwe dayê, malpera ”Înternet Haberê”, bi rismên leşkerên bi mîgfer, bi kêfxweşiyke mezin manşet avêtiye, ”li Çiyaya Kato operasyona PKK-ê”!


Tu dibêjî qey leşker dikin herin dawata diya muhabîr ya jî dikin herin pîknîkê…


Yanî medya bûye canawar, mirinê û xwînê dixwaze…

Leşker çûn, hêza wan hat şikandin, nuha dora medyayê ye, dibê ev çapemenî û medya tirk ya faşîst, şerxwaz û neyarê miletê kurd belav bibe.

Heta ku ev medya xwediya vê hêzê be karê me kurdan zahmet e...


                                                                     ***
Yekî kurd şevekê li Stockholmê li texsiyekê siwar hat ji bo ku here malê. Şufêra texsiyê jineke weke gurcuyekê xweşik û nazenîn bû. Jinikê ji kurdê me pirsî, got:
-Tu herî ku?
Yê kurd li ber husn û cemala xanimê hiş berda bû, nedixwest qet ji kêlekê rabe, bi kedereke kûr got:
-Hema têkeve riyekê bira ev şev û ev rêwîtî qet neqede...



                                                                  ***
Lawê mêrik di îmtihana matamatîkê da 0 girtibû.
Bavê jê pirsî, got, lawê min mamoste çi pirsî?
Lêwik, got, 2 caran dudu dike çuqas ji min pirsî û min jî got dike 7.
Bavê got, lawo 2 caran 2 dike 4, hadê em bibêjin kir 5, em bijêjin kir 6, lawo te ev 7 ji ku derxist hey malnekt



Xebat û rola însan

Carnan ez ji xanimê û zarokan ra dibêjim, gava min rojekê serî danî ezê werim diyarê we!

Bi min dikenin, dibêjin weleh tiştek jî nabe, pir pir emê hinekî bigrîn û çend rojan bîriya te bikin...

Bi rastî jî wiha ye, tu kesê dewsa wî neyê dagirtin tuneye, lê wext û zeman dixwaze…

Carnan ev dews bi sedsalan nayê dagirtin.

Çimkî yê berê dîrokê bi vir da û wê da dike nîhayet însan e...

Lê meriv vê yekê destpêkê nabîne, meriv dû ra fêm dike, lê wê demê jî êdî dereng e…

Di dema xebatên partiyê û rojnameya Armancê da jî gava ku kar baş nedimeşiya û dawiya dawî dihat diket hustuyê min, min dîsa bi henek eynî tişt digot, “rojekê ez serî deynim nizanim hûnê çi bikin!”

Mahmût Kîper jî dikeniya û digot, ”ma ecela te çi ye, çima tu yê serî deynî?”

Helbet min ev gotin bi henek digot, lê min dixwest bala bikşînim ser rola însên, rola kadiran.

Xebat bi însanan dibe, dema însanên ehlê xebatê ji ortê rabin, xebat nameşe û belav dibe.

Gotineke heye, dibêjin , ”ax rojekê ewê qîmeta baranê fêm bike, lê belê wê rojê ewê baran nebare.”

Tiştekî ne belasebeb e ku di şerê eşîretiyê da jî tim li serî dixin, berê yê ku av jê sar û germ dibe ji ber xwe da dixînin.

Dewlet jî wiha dikin. Ji bo ku xebatê belav bikin, berê serok û kadirên rêvebir ji ortê radikin.

Heger li Kurdistana bakur Dr.Şivan û li Kurstana Îranê jî Dr. Qasimlo nehatina kuştin gelo îro ewê rewş kurdan çawa bûya?

Bêguman ne mimkûn e ku meriv bersîveke sedîsed rast bide vê pirsê, lê bi dîtina min ewê halê me ji îro baştir bûya.

Dîsa, heger di dîroka me da kesên weke Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Celadet Berdirxan, Mele Mistefa Barzanî derneketana gelo ewê îro halê me kurdan çi bûya?

Pezê bê şivan gur vêdikve, artêşa bê fermandar nikane şer bike, teslîm dibe...

Tirk nankor in

Tirk, ronkbîr û siyasetmedarên wan mirovên pir nankor in, meriv çi çêyiyê bi wan bike jî
tu carî şêkir nakin û nabêjin mala we ava….

Ji roja ku Komara Tirkiyê ava bû û virda esker ketibûn ser dilê wan û nedihîştin
tu hêz, tu partî (çi rast, çi çep) bîna xwe bigre.

Kînga dilê eskeran bixwesta darbe çêdikirin û dest didan ser hukum. Meclîs digrtin, Qanûna Esasî radikirin, hemû siysetmedar dikirin hefsan û hinek jî ji bo tirsandina yên mayî bi darda dikirin.
Vê zorbatiya eskeran hetanî darbeya sala1980-î dom kir.
Piştî darbeyê kurdan serî hildan û PKK-ê dest bi şerê çekdarî kir. Ev 27 sal in PKK li hemberî vê rejîma dîktator û ceberût şerekî bêhempa dide. Di vî şerî da gelê kurd fedekariyên pir mezin kir, bi hezaran şehîd da. Lê dev ji têkoşîna xwe berneda.
Lê di van 27 salên borî da PKK-ê bi vî şerê xwe yê çekdarî, ev rejîma kemalîst ya nîjadperest û dîktator tarûmar kir, ji hevda xist.
Ew generalên ku hemû siyasetmedar li hemberî wan diketin hazirolê, PKK-ê hemû rezîl û riswa kirin, giranî û îtïbara wan daxist pênc peran.
Piraniya van generalan îro weke merivên sûcdar û qatil girtî û di zandanan da ne. Êdî weke berê kes ji hutuzuta generalan natirse.

Êdî meriv zêran jî berberî bejna generalan bike newêrin teşebusî darbeyan bikin. Ji ber ku têkoşîna miletê kurd û şerê PKK-ê yê çekdarî ew anîn rê, êdî teslîm bûne.
A loma Erdogan îro dikane emir bide generalan û bi rastî jî bibêje ez îktîdar im.
Hêza ku ”Dewleta kûr” û Ergenekon” tarûmar kir û teslîm girt ne AKP-ye, PKK-ye, xeabt û têkoşîna miletê kurd û ya gerîlayên qehreman e.
Ne xebat û têkoşîna PKK-ê bûya ne mimkûn bû Erdogan îro bikanîbûya ev hukum bikira.
Loma jî dibê miletê tirk, ronakbîr û hemû siyasetmedar, heta Erdogan bi xwe jî, îro sipasî PKK-ê bikin, ji serok û birêvebirên PKK-ê ra bibêjin mala we hezar carî ava ji bo ku we em ji vê rejima zorba û qatil xelas kirin, bêyî xebat û têkoşîna we ne mimkûn bû ku me bikanîbûya zora vî canawarî bibira.
Îcar ji dêlî ku wiha bibêjin û sipasî PKK-ê bikin, jê ra dibêjin ”rêxistina terorê” û ji serok û mesûlên wê ra jî dibêjin ”terorîst”!
Kurro ”terorîst” çi ye, hûn hemû bi dora wan geriyano, dibê hûn sipasî PKK-ê û "terorîstan" bikin ji bo ku welatê we ji dîktatoriyeke wiha zalim û barbar xelas kirin, bêyî têkoşîna PKK-ê û bi hezaran şehîdên kurd, we kortika hustuyê xwe jî bidîta we rojên wiha nedidîtin.

Dibê hûn rabin û rûnin û SIPASÎ PKK-ê bikin, ji bo ku PKK-ê hûn ji bindestiya eskeran azad kirin...
Lê weke min li jor got, tirk miletekî bêwefa û nankor e, meriv çiqasî qenciyê pê bike jî pere nake, dibe xerabî û li meriv vedigere.
                                                                            ***
                                                           Wext
Wexta vala tuneye, wexta vala tê derbaskirin heye.
Xwezî her kurdî wexta xwe vala neboranda û deh deqîqeyên wexta xwe ya "vala" bida fêrbûna çend gotinên kurdî...
                                                                             ***  
      Azadbûn akurdan dibê tim daxwaza me ya sereke be 
PKK û BDP gelek girîngiyê didin azadbûna Abdulah Ocalan. Bêguman baş dikin, dibê Ocalan jî û hemü girtiyên siyasî jî werin berdan.

Tu mafê tirkan tuneye ku siysetmedarên kurdan bigrin û têxin zindanan. Dibê kurd xwe îdare bikin.
Lê gava ev daxwaza azadiya Ocalan têkeve pêş daxwaza axadiya kurdan û rizgariya Kurdistanê ne rast e.
Dibê em ji bîr nekin ku azadbûna Ocalan bi serê xwe azadbûna kurdan nayne, lê azadbûna kurdan ewê Ocalan û hemû girtiyên din jî azad bike, azadiya wan jî bi xwe ra bïne.

Loma jî, dibê daxwaza azadî û serxwebûna miletê kurd, tim ji ya şexsan girîngtir be û tim di rêza yekem da be.Azadiya Ocalan ne azadiya kurdan e, dewlet sibe dikane Ocalan berde, lê kurd bi vê yekê azad nabin. Lê azadiya kurdan azadiya Ocalan e jî.Di vê qonaxê da heger PKK û BDP siyaseteke biaqil û netewî bajon azadiya kurdan jî û ya Ocalan jî ne dûr e, nêzîk e..                                                                  ***

15 september 2011

Tirk xwe giran dikin lê çareserî nêz e

Ev du meh in hukûmeta AKP-ê şûrê xwe li ser serê kurdan li ba dike û kurdan bi îşxala Kurdistana başûr û êrîşa ser Qendîlê tehdît dike.


Erdogan û wezîrên wî dibêjin, ji bo qedandina ”terorê” Tirkiye ewê têkeve Kurdistana başûr û ewê Qendîlê ji ”terorîstan” paqij bikin.


Ji bo ”tirsandina” kurdan, serokwezîr û wezîrên wî di derbarê êrîşa ser Qendîlê da beyanê li ser beyanê didin, gefan li kurdan dixwin û dibêjin destpêkirina operasyonên derî sînor êdî mesele saetan e, êrîş hergav dikane dest pê bike.


Bi van tehdît û propaganedeyên xwe di nava civatê da heyecaneke mezin peydakirine, çapemeniya tirk bi heyecaneke mezin li bende êrîşa Tirkiyêye.


Lê newêrin dest bi êrîşê bikin. Çimkî berê sîleya gerîlla xwarine, loma jî naxwazin careke din jî rezîl û riswa bibin.


Ji bo êrîşê dibê alîkariyê ji Îranê (yanî Îran jî bi wan ra têkeve şer)  piştgiryê ji Emerîka û destûrê jî ji hukûmeta Kurdistana Federe bigrin.


Heta ku van alîkariyan negrin, erê ewê tim xwe gijomijo bikin, tim şûrê xwe li bakin, lê blof e, tehdîdên vala ne, nikanin bajon ser gerîlla.


Ev aliyekî meselê ye.


Lê li alî din jî bi belavbûna kasêta hevdîtinên nûnerên dewletê û PKK-ê derket ortê ku hukûmet bi KK-ê ra rûdine û pê ra hevdîtinên çareseriyê dike.


Ê îcar madem ku wiha ye, wê demê ev xwerakişandina li şer çi ye?


Xwedêgiravî ji bo kuştina Karasû dikin bi dehhezaran leşker bişînin ser Qendîlê, lê derdikeve ortê ku li Osloyê bi Karasû ra rûdinin û pê ra muzakereyên çareseriyê dikin.


Yanî hukûmet siyaseteke durû û sextekar dimeşîne, di bin ra bi PKK-ê ra rûdinin, eşkere jî êrîş dikinê.


Bi sedan siyasetmedarên kurd ji bo ku bi telefonê bi Karasû ya jî endamekî PKK-ê û KCK-ê ra peyivîne ev du sal in di zindanê da ne, lê ew bi xwe li Qendîlê, li Osloyê Kalkan û Karasû ra rûdinin û xoşbêş dikin.


Fêmkirina vê şêla hukûmetê zahmet e.


Herçî mesela kasêtê ye ne hukûmetê û ne jî PKK-ê heta nuha ev hevdîtin red nekirin.


Heta Serokê Meclîsê Cemîl Çîçek îro hevdîtin zimnen qebûl kir û got, ”çi lazim be dewlet wê dike.”


Li ser pirsên rojnamevanan Çîçek got:


”Koma Tirkiyê û dezgehên dewletê çi pêwîst be wê dikin. Dibê meriv wiha li meselê binêre. Li hemberî vê belayê dewletên din, Îngiltere û Îspanya çi dikin dezgehên Komra Tirkiyê jî eynî tiştî dikin.”


Çîçek, bi van gotinên xwe hevdîtinan qebûl dike. Lê gotina ”çi lazim be dewlet wê dike” hinekî manîdar e.


Gelo Çîçek, viya di maneya xapandinê da ya jî di maneya feydegirtina ji tecrûbeyên dewletên da dibêje pir ne zelal e.


Lê çi be jî ev hevdîtin pêşketineke û gaveke baş e, bi kêmanî dewlet hatiye nuxteya  axaftinê. Ev gelkî girîng e.ç


Lê helbet muxatabên kurdan ne rast in, dibê kurd ne bi MÎT-ê ra, bi nûnerên dewlet û hukûmetê yên siyasî ra rûnin.


Ev bûyer jî nîşan dide ku hukûmeta AKP-ê bi tehdîdên şer bi kurdan ra bazarekê dike…

Lê bîyî axaftinê û qebûlkirina çareseriyeke siyasî tu riyeke din li ber wan nemaye, ew mecbûr in bi kurdan ra rûnin û mafê kurdan qebûl bikin.
Dawiya her cengê lihevhatine.
                                                                      ***
*Ji bo ku careke din jî neheqî li mazlûman nebe, dibê zalim û zulumkar tu carî neyên efûkirin.

*Jiyaneke bêarmac weke birinca rijî û bêxwê, bêtahm û bêlezet e.

*Dil tirsonek be jiyan weke xewneke bi xof e...

*Tirk, bi rengekî pir intensîv hewil didin ku baweriya kurdan ya bi azadiyê û serxwebûnê bişkînin. Hemû bomberdûman û şerê psîkolojîk yê ku bi şiklekî bênabên tê meşandin ji bo vê yekê ye.
Dixwazin kurdan bêhêvî bikin.
Sîleha kurdan ya herî mezin hêvî û baweriya bi azadî û serxwebûnê ye. Dibê ev hêvî û bawerî îro xurttir û zêdetir bibe. Em li ber deriyê azadiyê ne, dibê em dahf bidin û têkevin hundur.

*Jiyan tiştekî pir xerîb e, meriv di zaroktî û xortaniya da fêr dibe, di kalîtiyê fêm dike û di kokimiyê da jî ji bîr dike. Di xortaniyê da bi heskê belav dike û di kalîtiyê da jî bi kevçî kom dike...

14 september 2011

Li ser buhtanên hemşeriyekî* min

Yekî bi navê *Cebraîl Sayar, gotiye ew ji Wêranşarê ye, ji ber ku min vîdeoya ”hevdîtinên MIT-ê û PKK-ê” belav kiriye û şiroveyeke kin li ser nivîsîye, xwedêgiravî camêr ez ”rexne” kirime. Min bi van çend rêzên jêr bersîva wî da.


Bira îşev jî hewqas be.

Cebrail, tiştekî baş e ku însan biwêribe fikrê xwe bibêje û fikrê xelkê rexne bike.


Lê ji bo vê, dibê fikrek û dîtineke meriv hebe û meriv fikir û dîtinekê rexne bike, ne ku çîrokan û gotinên vala bibêjeû êrîşî şexsieyta xelkê bike.


Di ”rexeneya” te da ne dîtineke te heye û ne jî te dîtinek û fikrekî min rexne kiriye.
Min fêm nekir tu li dijî kîjan dîtin û gotina min î û tu çi diparêzî?

Te tenê gotin avêtine ji min da û bi hin îdîayên bêbingeh ez îtham kirime.


Te negotiye gelo min çi neheqî kiriye, çi înkar kiriye?
Loma jî ya te ne rexne ye, êrîşeke li hemberî şexsê min e. Te bi rengekî bêsebeb êrîşî min kiriye, buhtan li min kiriye û bi van buhtanên xwe jî xwestiye min biçûk bixînî.


Ji devere gotine deve çima hustuyê te xwar e, deve gotiye, ma ku dera min rast e ku hustuyê min rast be...
Di 6 rêzên ku hemû şaşomaşo da te hewqas tiştên ne rast gotine ku ez nizanim kîjanê rast bikim û kîjanê rast nekim.


Te gotiye ku tu min ”baş nas dikî û min temamê jiyana li Ewrûpayê derbas kiriye û dema min îltîca kir min got ez endamê PKK-ê me û xêra navê PKK-ê mafê rûniştinê dan min.”


Ji van gotinên te jî diyar dibe ku tu min nas nakî. Heger bi rastî jî te ez ji nêzva nas bikirama te hewqas tiştên ne rast li peyhev rêz nedikir.


Heger te ez ne ”baş”, lê piçekî jî nas bikirama te yê bizanîbûya ku min hemû jiyana xwe li Ewrûpayê neborandiye, ez hetanî 30 saliya xwe li Kurdistanê di nava xebata rêsitinî û siyasî da bûme.
Lê na heger bi rastî jî tu min nas dikî, lê bi qestî van tiştan di heqê min da dibêjî, wê demê jî tu bi zanetetî derewan dikî.


Kurro ma tu li ba min bû dema min îfade da pûlis?
Tu çawa dizanî min çi got û çi îfade da?


Tu bi kîjan aqilî û bi çi mafî dikanî bibêjî ku min gotiye”ez endamê PKK-ê me?”


Merivê nezan û cahil bi berpirsiyarî nafikire, çi tê aqilê wî dibêje.


Heger bi rastî te ez nas bikirama te yê bizanîbûya ku ez mesûlê tevgereke mezin bûm û nav û mesûliyetên min yên partiyê û komeleyê têra min dikirin, ez neerivekî muhtacê etîketa partiyeka din bûm.


Ji ber ku tu û hin kesên weke te bi PKK-ê bûne kurd, loma jî hûn wisa bawer dikin ku herkes weke we ye.
Lawo dema min kurdayetî dikir û ez endamê partiyê bûm PKK tunebû. Ez ji sala 1974-an û virda ye endamê partiya Dr. Şivan PDK-T û endamê Komîteya Birêvebir yê DDKD-ê bûm.


Bi saya xebat û têkoşîna min li Wêranşarê bi sedan xort şiyar bûn, bi bûn însanên şoreşger û kurdperwer û kaetin nava xebata netewî.


Gelek ji van xortan û ku bi xabat û keda min bûbûn kurd, dû ra ketin nava refên PKK-ê û gelekên wan jî şehîd ketin.


Îcar ezê muhracê ”etîketa” PKK-ê ya jî partiyeke din bim?


Endametî û berpirsiyariyên min yên partiyê û DDKD-ê û sûcên ku dewletê xistibû hustuyê min û cezayê ji min ra dixwestin ji hevalbendî û endamtiya PKK-ê gelkî mezintir bûn...


Ez ne ew kesê ku muhtacî endametiya PKK-ê ya bi derewan ya jî şahidiya şexsekî bûm.


Xebat û mesûliyetên min têra min yên siaysî dikirin.


Ez ne ji bo pera û ya jî ji bo rehetiya canê xwe derketim der, ez bi kar û wezîfeyekê derketim der.


Dema ez derektim Ewrûpayê ez mesûlê partiyekê û komeleyekê bûm û min wisa jî îltîca kir.


Bêexlaqiyeke pir mezin e ku însan ne endamê rêxistinekê be, lê ji bo îznê bigre bi derewan xwe bike endam Ez tu carî tenezulî vir û bêxlaqiyeke wisa nakim, tiştên wiha bi min nakeve.


Dibe ku kesên weke te bi PKK-ê bi kurdbûna xwe hesiyabin û bi navê PKK-ê li Ewrûpayê misaade girtibin.
Lê ez ne ji wan kesa me, bi eksê wê, gelek kesan bi saya şahidî û hevaltiya min misade girtin.



Rexneya Cebraîl Sayar:
ez baverdıkım xwedıye kede lazımı bı sırovının le ez te bas nasdıkım te temama jıyanaxwe lı avrupaye derbaskır caxa te serı leda te gotubu ez endame pkk me bı vı awayı heqne dante le ez temase dıkım tu weke zaroke dayıkaxwe ınkar bıke u w...eke gelek tıst kırıye tu der dorexwe rexne dıke ez lı weransare jı dayık bum .her mırovek heqewı heya jı rexare u jı pesnıyare le tu jıcı baverdıkı an jı baver nakı ez nazanım heqeteyı raxne hebı lazımı tu dı nva jıyana azadıyedebı .rexne jı durve pır erzanın