Siyasetmedarên tirk ji rûvî jî konetir û fêlbaztir in, gava
zimanê zor û gefan pere neke, îcar dev diguherin û dest bi demagojiya ”nuha ne
wexta referandûmê û serxwebûnê ye, dibê hûn hinekî din jî bipên” filan û bîvan.
Em zanin hemû partiyên tirk, bi çûk mezin, yên di meclîsê da û yên derî meclîsê
li dijî referandûma serxwebûna kurdên başûr in.
Lê nuha, li gorî xebera Rûdawê berpirsiyarên CHPê û partiya Seadetê gotine ”ew
ne li dijî serxwebûna kurdan e”, wek her miletî mafê kurdan jî heye bibin xwedî
dewlet, lê belê nuha ne wext e, dibê kurd hinekî din jî bipên û referandûma 25ê
îlonê betal bikin…
Lê negotine çima ne wext e û wext ewê kînga were?
Cigirê Serokê CHPê Ozturk Yilmaz gotiye:
“Serxwebûn mafê her milletî ye. Me çi
gotin ji bo vê yekê nîne û heta lazim e piştgiriya vê biryarê were kirin. Niha
li gorî destûra Iraqê herêmeke kurdî hatiye avakirin. Lê di destûrê de bahsa wê
yekê nehatiye kirin ku ev herêm bibe dewleteke serbixwe. Çi xalên wisa jî di destûrê
de nînin. Ya rastî em vê pêngavê weke pêngaveke rast nabînin. Ev prose dê
zirarê bide kurdan.”
Wek tê dîtin Ozturk Yilmaz her çiqas dibêje serxwebûn mafê her miletî ye, lê
belê vî mafî ji bo kurdan heq û rewa nabîne, wî mafî dide hukûmeta Îraqê û
destûra wê.
Dibêje di destûra Îraqê da nabêje kurd kanin serxwebûna xwe îlan bikin.
Yanî azadî û serxwebûna kurdan ne di destê kurdan da, di destê Bexdayê da ye,
heta Bexda qebûl neke, mafê kurdan tuneye referandûmê çêkin û serxwebûna xwe îlan
bikin.
Ozurtk Yilmaz merivekî dewleta kûr e, neyarê kurda yê sondxwarî ye û di her
platformê da vê neyartiya xwe diyar dike.
Erê neyartiya xwe ya bi kurdan ra wek Devlet Bahçelî û Erdogan pir beloq neke
jî lê belê bi qasî wan neyarê miletê kurd û serxwebûna kurda ye.
Ev neyarê kurdan di dema îşxala Mûsilê da konsulê Tirkiyê yê Mûsilê bû û bi
Daîşê ra gelek dek û dolap gerandin.
Serokê partiya Seadetê Temel Karamollaoglu jî gotiye daxawza kurda ya serxwebûnê
”dibe ku daxwazeke rewa be”, lê belê nuha ne wext e, serxwebûna kurdan ewê
Îraqê lawaz bike…
Li gorî Karamollaogluyê xwedêgiravî ne li dijî serxwebûna kurda ye, daxwaza
kurda ya serxwebûna ne rewa ye, ”dibe ku rewa be !”
Temel Karamollaoglu gotiye:
“Dibe ku daxwaza xelkê wê herêma ya dewletbûnê, weke
daxwazeke rewa were şirovekirin, lê em çiqasî perçe perçe bibin, em zêdetir
dikevin bin bandora hinek aliyên din. Niha dewletên heremê xwedî hêzeke
rasteqîn nînin. Em dibêjin bila hemû alî werin cem hev û em bi hev re bin. Lê belê
biryara referandûmê ewê tenê bi kêrî kesên dixwazin vê heremê parçe bikin were…”
Erê Temel Karamollaoglu wek Devlet Bahçelî devê xwe pîs nake û xwe nermik nîşan
dide, lê belê tiştên dibêje di naveroka xwe da ji yên Erogan û Bahçelî ne cudatir
e.
Ew jî bi demagoiyeke ”nuha ne wext e” filan û bîvan li dijî serxwebûna kurda ye
û dibêje heger kurd veqetin ewê qiyamet rabe, gelên herêmê ewê zirarê bibîne...
Tirk, ereb û faris xwedî dewlet in gelên herêmê ji vê yekê zirarê nabînin.
Filistîn bibin xwedî dewlet mafê wan e, rast e û perçebûn ne xerab e û zirarê
nade kesî.
250 hezar tirk Qibrisê perçe bikin û bibin xwedî dewleteke serbixwe ew jî mafê
wan e, perçebûn ne xerab e.
Lê belê ji bo 6-7 milyon kurdên başûr serxwebûn şaş e, ne baş e, ewê zirarê
bide gelên herêmê, filan û fîşmekan…
Wek min li jor jî got, gava zor û gefên wan pere neke, îcar taktîkên xwe
diguherin û dest bi neyartiyeke nermik dikin.
Lê naverok her eynî ye, yên êrîşkar û tehdît dikin jî û yên bi zimanekî nerimik
dibêjin ”nuha ne wext e” jî naxwazin kurd bibin xwedî dewlet, naxwazin
dewleteke bi navê Kurdistanê çê bibe…
Yanî Ozturk Yilmaz û Temel Karamollaoglu
gurên ketine postê mîhê, bes ji zûrîna wan meriv dibîne ew gur in…