06 januari 2017

Heger em ji bin vê bindestiyê xelas nebin bi sedsalan emê di vê dojehê da bijîn

Erdogan dîsa bi fermanekê li dora 5 hezar kes, ji wan 649 akademîsyen in ji kar avêtiye.
Bi qasî ku xeberên di medyaya sosyal da bela dibin, ji Zanîngeha Mêrdînê jî gelek mamoste û akademîsyen hatine avêtin.
Selîm Temo, Remezan Alan, Cuma Çîçek, Remezan Pertav jî di nava keseên ji kar hatine dûrxistin da ne...
Miheqeq gelek nas û dostên din jî hene.
Tiştên dan hêdî hêdî paş da digrin.
Diyar e poşman bûn.
Berê dewleta tirk ya leşkeran bû.
Ev 15 sal in ketiye destê îslamîstên panturkîst.
Îslamîstan esker jî û kemalîst jî naqawt kirin û di ser da jî kirin xulamên xwe.
Nuha dewleta tirk êdî weka berê ne ya sinifekê ya jî tebeqeyekê ye, ya şexsekî tenê ye.
Û ew ZAT jî RECEP TAYYIP ERDOGAN e !
Nuha li Tirkiyê esker, kemalîst û îslamîst, hemû jî emirberên, yanî xizmetkarên cenabê ERDOGAN in.
Lema jî rojê bi hezaran însanî ji kar davêje.
Çimkî Tirkiye, dewlet êdî malê wî tenê ye, ew bixwaze çawa îdare bike, wisa îdare dike.
Qanûn, manûn qet guh nade tiştekî wiha.
Û kesî bi serê gupika xwe jî nahesibîne.
Dinaya munya jî ji bo wî fasafîso ye.
Tirkan berê jî, di dema osmanyan da jî gelek caran wiha kirine.
Tirk û medeniyet û demokrasî du tiştên ziddê hev in.
Lema jî tiştên wiha li Tirkiyê normal e.
Dibê em kurd bizanibin bi van faşîst û hovan ra jiyan nabe, lema jî dibê êdî di serî û di dilê her kurdî da dewleteke kurd, Kurdistaneke serbixwe hebe. Gerek kurd êdî xeyala mamûrî û akademîseniya Kurdistanê bikin. Taliya mamûrtiya dewleta tirk ev e. Dibê em bibin mamûr û akademîsyenên Kurdistanê.
Qantir kane bizê lê tirk nikanin demokrasiyê qebûl bikin. Ji bo vê wext û zemanekî pir û pir dirêj lazim e.
Dibê em ji bin destê van faşîstan xelas bibin, guherandina tirk û ereban heger ne hezar sal be jî, îşe sedsalan e. Yanî bi kêmanî çend sed sal lazim in.
Gava meriv bala xwe bide civatên musilman meriv vê rastiyê pir rehet dibîne. Ji bo guhertina civatên musilman wexteke pir dirêj lazim e. Teqrîben hezar û çarsed sal di ser îslamê ra derbas bûye, lê pêşketina civatên musilman li ber çava ye.
Îcar tirk û ereb civakên herî irqçî û serhişk in.
Yanî heger em xelas nebin, wek kurd bi sedsalan emê di vê dojehê da bijîn…

Şêr hene, şêrgele hene

Şêr hene, şêrgele hene
ew şêrên gelê xwe ne
duhî hebûn , îro hene
miribin, hin şehîd ketibin
gorna wan helbesta min e
ne di binê axa sar de ne
//Arjen Arî
Hema ji dilê min hat ez vê şiîra Arjen Arî îro bixwînim û belav bikim.
Ez vî şairê mezin bi hurmet û bi evîneke bêsînor bibîr tînim.
Arjen Arî di saxiya wî da kurdan zêde ew nas nekirin û qedrê wî negirtin.
Lê piştî mirina wî her kesî fêm kir ku Arjen Arî şairekî çiqasî mezin bûye...
Nuha di dilê her kurdî da hezkirina Arjen Arî roj bi roj mezintir û mezintir dibe.
Tim wiha ye, piştî mirinê em bi hev dihesin. Xwezî nuha Arjen Arî serê xwe ji gorrê rakira
û bidîta ku kurd çiqasî ji wî hez dikin...

XXX

Li Tirkiyê bawerî, dîndarî û îslamîyet bûye fanatîzim, bûye aletekî siyaseta AKPê û faşîstan, bûye îdeolojiya Erdogan û hemû panturkîstan.
Tirk, ji bo armancên xwe yên siyasî, ji bo ku civatê bikin dijîminê kurdan baweriyê jî, dîn jî, Xwedê jî û îslamiyetê jî îstîsmar dikin.
Miliyetçiyên tirk, îslamîst û kemalîstên tirk pir bêexlaq in û îdeolojîk jî irqçî û faşîst in.

XXX
Qayûmê belediya Diyarbekrê, yanî merivê dewletê bi darê zorê kiriye serokê belediya Diyarbekrê, peymana lîstikvanên Tiyatroya Bajêr betal kiriye û 31 lîstikvanên tiyatroyê jî ji kar derxistine.
Ev jî tê maneya girtina Tiyatroya Bajêr.
Wisa xuya dike li Diyarbekrê hebûn tiyatroyeke kurdî ne bi dilê dewletê bûye û lema jî hemû lîstikvan ji kar derxistine û kilît li deriyê tiyatroyê xistine.
Hukûmeta AKPê ji her tiştê kurdî aciz e. Her tiştê, her mafê çend sal berê wek taktîk dabû, nuha hemûyan yek bi yek paş da digre.
Gava meriv bindest be, mafê meriv girêdayî destûra xelkê be wiha ye, rojekê mafekî dide, roja din distîne.
Wek di xew da îblîs bi meriv bikene. Gava meriv bi xwe dihese fêm dike derew e.
Erdogan eynî tişt anî serê me kurdan. Çend salan hebikekî ben li gewriya me sist kir, lê nuha jî dîsa dijdîne.
Lê îcar tew dixwaze me bi temamî bifetisîne…

XXX


Li gorî xebera Rûdawê PKK razî bûye hêzên xwe ji Şingalê paş da vekşîne. Di vî warî da PKKê û PDKê li hev kirine. Lê li ser wext û şiklê derketina hêzên PKKê ji Şingalê danûstendin hîn berdewam e.
Riya herî rast ev e. Dibê PKK rê li ber pravaksonan bigre.
Hêvî dikim xeber rast be û PKK û PDK li Şingalê neyên hemberî hev û têkiliya nabêna wan baştir bibe

05 januari 2017

Kurdên bakur êdî ji bindestî û koletiya xwe hez dikin



Kurdên Kurdistana bakur(Tirkiyê)berê hêdî hêdî, geh bi xweşî, geh bi zorê fêrî jiyana bindestiyê bûn.
Û ji ber ku fêrî jiyana bindestiyê bûn, dû ra bi salan ra hêdî hêdî ji bindestiya xwe hez kirin, êdî îtîrazî bindestiya xwe nekirin.
Yanî meriv kane bibêje kedî bûn û ji xwediyê xwe, ji dewleta tirk û mezinayî û hukumdariya tirkan hez kirin.
Ne hemû kurd, lê halê piraniya kurdan ev e.
Li bakurê Kurdistanê piraniyeke mezin ya kurdan êdî ji bindestiya xwe razî ye û naxwaze ji bin destê tirkan derkeve.
Lema jî bi dewleta tirk ra, bi îslamîst, faşîst, kemalîst û pan-turkîstên tirk ra li dijî azadiya xwe û gelê xwe derdikevin, li dijî Kurdistana serbixwe derdikein, bi qasî tirkên îslamîst û faşîst ew jî yekîtiya ”axa Tirkiyê” diparêzin.
Û fikir û daxwazên Kurdistaneke serbixwe bi qasî tirkên nîjadpereset û faşîst wan jî ditirsîne.
Tahl be jî, bi me pir giran were jî ev rastiyeke...
 Çimkî dewletê bi asîmîlasyonê û bi gelek metod û riyên din kurd fêrî jiyana bindestiyê kirine, lema jî piraniya kurdan ji halê xwe razî ye û naxwaze ji bindestiya tirkan derkeve.
Serxwebûn, xweîdarekirin, jiyaneke derî bindestiyê kurdan ditirsîne, çimkî kedî bûne…

Xwendevanekî qahrok ji vê nivîsa min gelkî aciz bûye û gotiye, ”Gelé Kurdé bakur kedî nebûye, ê kedî bûne li avrupa dijîn û lı ser kumpîtorê mêranîyê dikin .Mêranî ne li ser kompitorêye mêranî li kolanan û li cihên şer e.”
Yanî yê "kedî" bûye ez im û yên wek min in, yên li Ewrûpayê dijîn.
Baş e emê çi navî li vê tabloyê kin û ji vê realîteya îro heye bibêjin çi?


Li gorî reqemên resmî li Tirkiyê 47.800 cahşên/korîciyên bi maeş û 25 hezar jî yên dilxwaz yanî  ne bi meaş in hene. Vana ekseriyet kurd  in û li dijî kurdan şer dikin.
AKP li Kurdistnê li dora 8 milyon ray digre. Yanî rayên AKPê li seranserê Kurdistanê ji HDPê zêdetir e.
Ez rayên partiyên din nahesibînim.
Li gorî tê gotin li dora 70-80 parlamenterên AKPê kurd in.
Ez parlamenterên partiyên din nahesibînim.
Li her wîlayet, qeza û nehiya Kurdistanê rêxistinên AKPê hene.
Ez yên MHPê, CHP û hêzên din nahesibînim.
Tu kîjan kanala telewîzyonê vedikî, du sê kurd û wek gurên AKPê û dewleta tirk êrîşî kurdan dikin, ji tirkên nîjadperest û faşîstan bêtir li dijî serxwebûna kurdan in.
Û him jî ne li Tikriyê tenê, li Sûriyê jî. Bi dil û can piştgiriyê didin îşxala Tirkiyê ya Kurdistana rojava û îmhakirina YPGê.
Nuha heger ev ne ”kedîbûn” û ne xulamtiya dijmin e çi ye?
Dibê meriv çi navî li milyonan kurdên raya xwe didin dijminên xwe ke?
Dibê meriv çi navî li kurdên di AKPê û MHPê da berpirsiyar, mebûs û wezîr in ke?
Emê ji kurdên ku her şev di kanalên tirkan da bi faşîstan ra bindestî û koletiya gelê xwe diparêzin ra bibêjin çi û çi navî li wan kin?
Kesê vê felaketê, vê ”kedîbûna” bi milyonan kurdî nebîne, înkar bike ne temam e, motajî alîkariyê ye…

Derewa tirkan ya netewî "tiliya" derve

Demagojî û vireke tirsandinê ya siyasetmedarên tirk ya netewî û mişterek heye; ew jî kurd in, tim bi tirsa kurdan miletê xwe ditirsînin û dixapînin.
Her cara ku îşê wan baş naçe, her cara ku gurrî dibin, her cara ku bi hev dikevin û Tirkiye dibe gola xwînê, sûc dixin hustuyê kurdan û derve, dibêjin "tiliya derve" di vê da heye, Emerîka û Ewrûpa piştgiriyê didin kurdan û dixwazin Tirkiyê perçe bikin.
Ev demeke propagendeya ”perçebûnê”, Sevreke nuh û Sykes-Picot dikin.
Do Erdogan got, dinya li wan hatiye hev û dixwazin ”Sevreke nuh” deynin ber wan.
Îro jî Numan Kurtulmuş eynî tişt dubare kir û got “Sykes-Picota duyem e, ev gelkî vekirî ye.”
Bi vê vira Ewrûpa dixwaze Tirkiyê perçe bike û Kurdistanê çêke tirkan ditirsînin û pê karê xwe dimeşînin.
Ji xwe heta Erdogan nebêje, tiştekî neke hedef, kes newêre, nikane bibêje.
Kurtulmuş û yên wek wî ji bo Erdogan tajî ne, heta ew halanê di wan hil nede, heta ew, wan bera nêçîrê nede, ew newêrin devê xwe vekin.
Ji ber ku Erdogan ev çendake propagandeya tahlûkeya “perçebûna” Tirkiyê dike, Kurtulmuş û yên wek wî jî gotinên Erdogan dubare dikin.
Xwezî ev îdîa rast bûya, xwezî Emerîka û Ewrûpayê piştgirî bida kurdan.
Ew jî zanin vir e, lê ji bo ku mijarê û ûrojevê biguherin, ji bo ku berê milet bidin dereke din, kurdan dikin hedef, dibêjin dixwazin Kurdisanê çêkin.
Çimkî navê Kurdistanê ji bo hemû tirkan wek gurê manco ye, Erdogan viya zane û lema jî perçebûna Tirkiyê û çêbûna Kurdistanê tirkan ditirsîne…
Lê helbet rojekê ewê Kurdistan ava bibe, ew çi bikin jî, ew bitirsin, netirsin jî ewê çê bibe…

XXX


Erdogan nikanîbû zenda Esad ba bide,
nuha haziriyê dike ji bo ku wî destî ramîse
Gotineke pêşiyên tirkan heye, dibêje, ”zenda/destê tu nikanibî badî tu yê maç bikî.
Yanî dibê tu fêrî qebûlkirina têkçûnê bibî. Gava tu bi dijminê xwe, bi raqibê xwe nikanibî dibê tu şertê wî qebûl bikî. Bi gotineke din dibê tu teslîm bibî.
Tiştê Erdogan nuha di bin ra dike ev e, ji bo ku here destê Beşar Esad maç bike û deyne ser serê xwe haziriyê dike, cî xweş dike.
Zilamê wî Numan Kurtulmuş gotiye efendim siyaseta Sûriyê şaş bûye, filan û bîvan.

04 januari 2017

Li ser kitêbên di sala 2016a da derketine agahiyeke hêja

Cemîl Oguz, mala wî hezar carî ava be, wa ye îsal jî lîsteya kitêpên kurdî yên di sala 2016a da  hatine weşandin di Diyarnamê da weşandiye.
Cemîl Oguz ev çend sal in vî karê hêja dike. Bi xêra vê xebata wî meriv ji hemû kitêbên kurdî yên çap bûne haydar dibe.
Meriv dibîne di sala borî da çend kitêbên bi kurdî (kurmancî û zazakî)hatine weşandin û kîjan weşanxanê kîjan kitêb weşandiye. 

03 januari 2017

Heta meriv xwe bi xelkê ra muqayese neke meriv bi perîşaniya xwe nahese

Heta meriv xwe bi xelkê ra muqayese neke, meriv bi kêmasî, perîşanî û pepûkiya xwe nahese. Wek mîsal, heger dîndar, mele, siyasetmedar û kurdên îro bi dewleta tirk ra ne xwe bi dîndar, alim, mele û siyasetmedarên  filistînî ra muqayese bikin ji şerma ewê têkevin binê erdê, ewê ji însaniyeta xwe şerm bikin.
Li Îsraîl erebî jî wek îbranî zimanekî resmî ye. Sê partiyên filistîniyan(Hadaş, Balad, Lîsteya Yekîtiya Ereban) di meclîa Îsraîl (Knessetê) da hene. Û him jî eşkere dibêjin ew li dijî siyonîzmê ne. Yanî viya venaşêrin, vekirî dibêjin.
Hemû sembolên filistîniyan yên netewî wek yên îsraîliyan serbest in. Di dadgeh û dezgehên dewletê yên muhîm da ereb jî temsîl dibin.
Bi kurtî filistînî jî wek cihûyan hema hema xwediyê her mafî ne.
Lê filistînî dîsa jî dewleteke serbixwe dixwazin.
Filistînî dîsa jî nabêjin weleh her mafê me  ye, nûnerên me wek ereb di meclîsê da ne, zarokên me bi zimanê xwe perwerde dibin, lema jî ji me ra dewlet nelazim e.
Yanî li gel ku di qanûnan da filistînî wek ereb tên qebûlkirin, zimanê wan na yasax e, partiyên wan hene, lê li gel vê jî alim û dîndarekî filistînî, siyasetmedar û ronakbîrekî filistînî nabêje Hamas neheq e, partiyeke terorîst e û Halid Meşal jî serokê terorîstan e.
Yanî filistînî û ereb tu carî nabêjin filistînî neheq in û dewleta Îsraîl bi heq e.
Li Tirkiyê rewşa me kurdan sedîsed belovacî ya flistîniyan e, ji tirkan bêtir kurdên hevalên dewletê êrîşî kurdan, PKKê û HDPê dikin.
Li Tiriyê mafê kurdan ji sedî yekê filistîniyên Îsraîl tuneye. Ji xwe li Tirkiyê tu mafekî kurdan yê netewî tuneye. Çimkî dewletê hîn hebûna kurdan wek milet qebûl nekiriye.
Lê bi hezaran dîndar, alim, mele, siyasetmedar û akademîsyenên kurd hevalên dewleta tirk in, li hemberî PKKê û HDPê piştgiriyê didin dewletê.
Serokê Karên Dîyanetê Mehmet Gormez kurd e û dewleta tirk diparêze, ji gelê xwe ra mefekî herî biçûk jî ji dewletê naxwze. Û ji zilamtiya dewletê jî qet şerm û heya nake.
Mehmet Gormez û bi hezaran kurdên wek wî, wek alim, mele û siyasetmedarên filistînî dewleteke kurd ya serbixwe naxwazin,
wek filistînî li dijî Îsraîl in, ew jî ne li dijî Tirkiyê ne.
Ji dêlî ku piştgiriyê bidin partiyên kurd, zilamtiya dewleta tirk dikin.
Ev jî nîşan dide ku dewleta tirk kurdên Kurdistana bakur wek leymûnê givaştine û pûç kirine.
Êdî kurd bi xwe dewletê, azadiyê naxwazin, layiqî xwe nabînin, êdî îtîrazî bindestî û koletiya tirkan nakin.

Tirkiye êdî Emerîkayê dijmin dibîne



Bînalî Yildirimê xwedêgiravî serokwezîr gotiye Emerîka li Sûriyê wek ew dixwazin alîkariyê nade wan, ew dixwazin YPGê ji ortê rakin lê Emerîka di vî warî da baş destegê nade wan.
Lema jî Yildirim ji Emerîkayê pir bi gazin e û gotiye, ”Emerîka tu jahrê belav nake. Ji nuha û pê da emê îşê xwe bibînin.”
Yekî nizanibe ewê bibêje belkî heta nuha guh dane Emerîka û dinyayê.
Kuro we we li Sûriyê her tim weka xwe kir, we tu carî guh neda Emerîka û Ewrûpayê.
We guh bida Emerîka û Ewrûpayê, we piştgiriya Daîşê, Nusrayê û hemû teroîstên cîhatçî nedikir.
Exalaqekî tirkan yê mişterek heye, ji dêlî ku sûc û kêmasiyên xwe qebûl bikin, gelşên xwe tim dixin husutuyê xelkê, tim tiliyeke derve îcad dikin.
Tiştê Yildirim dike jî ev e, ji dêlî ku çewtiyên xwe, sûcên xwe, siyaseta xwe ya malkambax qebûl bike, êrîşî Emerîka dike, sûc dixe hustuyê Emerîka. Dixwaze Emerîka jî wek wan ne li terorîstên Daîşê û Nusrayê, lê li hemberî kurdan YPGê û kurdan şer bike. A ji ber ku Emerîka ev nekiriye û nake, efendî ji Emerîka pir bi gazin û gotinên bêedeb dike…



XXX
Hukûmetê cara sêyem Rewşa Awarte dirêj kir .
Ji xwe bêyî Rewşa Awarte(OHAL)hukûmet nikane Tirkiyê û Kurdistanê îdare bike, ji bo îdarekirinê jê ra bêqanûnî û berdanberdanî lezim e.
Dibê qanûn, heq, huqûq tunebe, dibê bêqanûnî, terora dewletê bibe qanûn û beşekî jiyana rojane.
Bi baweriya min pir ne dûrî aqilan e têkiliyek di nabêna qetlîama Reînayê û dirêjkirina Rewşa Awarte da hebe, qetlîam ji bo dirêjkirina Rewşa Awarta hatibe kirin.
Çimkî her ku bûyer zelal dibe îhtîmala hebûna tiliya dewletê jî zêde dibe, şika ji tiliya dewletê roj bi roj zêde dibe.
Yanî qatil kane ji polîsan musamaha dîtibe, piştgirî girtibe. Pirsên, şikên vê îhtîmalê xurt dikin roj bi roj xurt dibin.

02 januari 2017

Hukûmeta AKPê dixwaze kurdan berra hev bide

Ev demeke hin kurd dibêjin hukûmeta AKPê dixwaze ”mesela kurd” çareser bike, ya jî ewê çareser bikira, lê ji ber ku PKKê û HDPê şaşî kirin  û lema jî bûn sebebê hukûmet ”mesela kurd” çareser neke û şer û teşxele berdewam be.
Û li gorî van kesan, heta ku muxatabê hukûmetê PKKê û HDPê be, ne mimkûn e ya jî pir zahmet e ”mesela kurd” çareser bibe.
Yanî ji bo ku hukûmet mafê kurdan bide, bi gotina wan ”mesela kurd” çareser bike, dibê partiyeke nuh, tevgereke ku kanibe bi PKKê û HDPê ra ”reqabetê” bike hebe.
Yanî hukûmet bi hemû partiyên hene qayil nabe,  ji kurdan partiyeke nuh dixwaze.
Ji van kesên wiha difikire yek jî akademîsyen Vahap Coşkun e.
Vahap Coşkun, di hevpeyvîna xwe ya di IMPNEWsê ya bi Yeter Polatê ra li ser vê meselê radiweste û dibêje ”dewlet ji PKKê ra alternatîfekê dixwaze.”
Li gorî Vahap Coşkun heger tevgereke kanibe di warê siyasî da bi HDPê û PKKê ra reqebetê bike derkeve, ewê çareserkirina mesela kurd hêsantir û rehettir bibe. Bi kêmanî hukûmet wiha difikire.
Vahap Coşkun dibêje, ji xwe ji bo vê yekê ev demeke hukûmet li Kurdistanê di nava serokeşîr, ”rîsipî” û kesên malmezin da li alternatîfa HDPê digre, dixwaze tevgereke nuh organîze bike û derxe hemberî HDPê û PKKê.
Bi kurtî wek gelek kesên din, li gorî  îdîa Vahap Coşkûn jî problem PKK ye û HDP ye, heger kurd kanibin alternatîfa PKKê û HDPê derxin ”mesela kurd” ewê rehettir çareser bibe.
Yanî promlem ne hukûmeta AKPê ye, PKK û HDP e, dewlet û hukûmet  dixwaze mafê kurdan bide lê bi PKKê û HDPê ra li hev nake.
Heger ji dêlî PKKê û HDPê muxatabekî din hebe hukûmetê mafê kurdan bide, bi kêmanî hin gavan bavêje.
Bi baweriya ev ev îdîayeke ne rast e, heger ne nezanî û safîyeke siyasî be, demagojî û veşartina siyaseta hukûmetê ya antî-kurd e.
Haydê em ferz bikin ku PKK û HDP neheq in û hukûmet nikane bi wan ra li hev bike.
Baş e, gelek partiyên din hene. PAK, Hak-Par, PSK, OSP, Tevgera Azadî, PDK-Bakur, PAK-Kurd, ma vana hemû ne bes in?
Hukûmet partiyeke çawa dixwaze?
Hadê em bibêjin ku Erdogan PKKê, HDPê û hemû partiyên din jî naecibîne û naxwaze bi wan ra rûne.
Baş e di nava AKPKê da bi hezaran kurdên merivên wî hene. Bira bi wan ra rûne û mafê kurdan bide.
Heger ew jî nabe, bira bi wezîr û parlamenterên AKPê yên kurd partiyeke tam li gorî dilê xwe bide çêkrin û bi wan ra rûne û mafên kurdan muzakere bike.
Çima dixwaze partiyeke din çê bibe?
Sebebê vê çi ye?
Çima tirk ewê çêkirina partiayn ewê dîkteyî kurdan bikin?
Hukûmet, HDPê qebûl nake, hemû partiyên kurd hene qebûl nake, muxatabiya zilamên xwe qebûl nake, lê dixwaze partiyeke nuh bide çêkirin û derxe hemberî PKKê û HDPê.
Çi bo çi?
Armanc çi ye?
Dibê Vahap Coşkun li ser vê yekê raweste. Lê nake
Di vir da diyar dibe ku nêta hukûmetê xerab e, wek ku Vahap Coşkun dibêje ne ku hukûmet  li dû muxatabekî maqûl e, ne ku bi rastî dixwaze mafê kurdan bide û şer rawestîne.
Ev vir e, hemû beyan û axaftinên Erdogan û Bînalî tekzîba vê îdîayê ye. Li gorî Erdogan li Tirkiyê êdî meseleyeke kurd tuneye û hukûmetê her maf daye kurdan.
Lema jî dibê kurd êdî devê xwe bigrin.
Bi çêkirina partiyeke, tevgereke li dijî PKKê hukûmet dixwaze kurdan berra hev bide, dixwaze kurdan bi hev bide kuştin û dû ra jî bixirpişe ser dilê herdu aliyan jî….
Bi baweriya min bi çêkirina partiyeke nuha armanca Erdogan ev e, ne ku maxatabekî ”maqûltir” bibîne…

Heger nêta hukûmetê paqij be, heger nêt ne xapandin û serêlêgerandin be, tew ne hewce ye bi kesî ra jî rûne jî.
Kane mafê kurdan têxe makezaona nuh û bi vî hawî nîşan bide ku ew samîmî ye û dû ra şerê xwe jî bidomîne.
Lê hukûmet viya nake, çimkî naxwaze mefekî qanûnî yê herî biçûk jî bide kurdan, naxaze hebûna miletê kurd û Kurdistanê nas bike, naxwze zimanê kurdî bike zimanê perwerdê.
PKK, HDP çi bike jî, çi tawîzê bide Erdogan û AKPê jî ferq nake.
Partiyeke din çê bibe jî netîceyê naguherîne.
Çimkî problem ne partî û daxwaz û programên partiyan e, problem hukûmet e, hukûmet naxwaze hebûna kurdan nas bike û statuyeke siyasî bide wan.
Hukûmeta bi MHPê ra şirîkatiyê bike û makezagonê çê bike ne mimkûn e mafekî herî biçûk jî bide kurdan, ne mimkûn e hebûna kurdan jî nas bike.
Hukûmeta Enstîtuya Kurd ya Stenbolê bigre ne mimkûn e nêta wê û çareserkirina "mesela kurd" hebe. Kesê van rastiyan nebêje ne samîmî ye û bi devê hukûmetê dipeyive.
Lema jî hemû tiştên li ser PKKê û HDPê tên gotin demagojî û riyakarî ye, piştgiriya siyaseta hukûmetê ya antî-kurd e.
Û axaftina bi devê hukûmetê ye.
Hukûmet tim dixwaze xwe bi heq û PKKê jî neheq nîşan bide.
Hin kurd jî di vî warî da bi hostayî hukûmetê li ber çavê kurdan şîrîn dikin û hemû sûc dixin hustuyê PKKê û HDPê.
Ev îdîa  vir e, hukûmet bixwaze kane sibe bi PKKê û HDPê ra li hev bike.
Di nava hemû partiyên kurdan yek jî bi qasî PKKê û HDPê ne nêzî daxwazên hukûmetê ne.
Daxwazên hemû partiyên kurd ji yên PKK û HDPê zêdetir in. Hukûmeta bi PKKê û HDPê ra li hev neke, bi partiyeke din ra qet nikane li hev bike.
Çimkî daxwazên hemû partiyan ji yên HDPê pêşdatir û zêdetir in. Hemû partî bi kêmanî federasyonê dixwazin.
Lê PKK û HDP tiştekî wiha naxwazin.
Carê HDP dibêje ew ne partiyeke kurd e, ew partiyeke Tikriyê ye…
Û PKK jî ji bo kurdan serxwebûnê, federasyonê û heta otonomiyê jî naxwze.
Ji viya çêtir ?
Ji dêlî ku Vahap Coşkun wek akademîsyenekî kurd vê rastiyê bibêje, ji dêlî ku nêt û planên hukûmetê deşîfre bike û bibêje avakirina partiyeke nuh ne hewce ye, xapandin e, nêtxerabî ye, bi devê hukûmetê dipeyive, avê şolî dike û propagandeya siyaseta hukûmetê dike.

01 januari 2017

Tirkiyê heta nuha çi çinî nuha wiya diçine

Kesê, zalimê, dîktatorê her tim xerabiyê bi der û dora xwe bike, zulm û neheqiyê li xelkê bike, dawiyê dawî rojekê ewê zulm û xerabî li wî vegere û eynî tişt were serê wî jî.
Tiştê hatiye serê Tirkiyê û ev e.
Erdogan heta nuha li Sûriyû û li Tirkiyê terorîstên cîhatçî û Daîşê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî bi kar anî, ew bera bedena kurdan û Esad dan.
Lê nuha gava ji Daîşê û terorîstên din ra dibêje ”êdî bes e, ev îş heta vir”, terorîst qebûl nakin û lema jî îcar berê xwe didin Tirkiyê û xelkê siwîl.
Alvêr û hevaltiya bi terorîstan ra wek meriv bi hirçê ra têkeve nava nivîna. Yanî yê bê(ba) biçîne ewê bagerê/bahozê biçine.
Mixabin Erdogan çi çinî wê diçîne…

XXX
Roja we ya sala nû bi xêr gelî dost û hevalan...
Par, sala 2016a ruyê me kurdan nekenand, hin derd û êşên din li kulên dilê me zêde kir.
Hêvîya min ew e sala 2017a wek 2016a ne bêxêr û tije êş be, piçekî ruyê me jî bikenîne.

XXX
Li Stenbolê terorîstan dîsa destên xwe di xwîna xelkê siwîl gerinadin, di êrîşeke terorîstî da 39 mirî û 70 birîndar hene.
Taliya dostayî û hevaltiya bi terorîstan ra ev felaket e.
Hîn kesî êrîşê negiriye ser xwe, lê mekan û şiklê êrîşê nîşan dide ewê karê Daîşê be, ancax terorîstên Daîşê hovîtiyên wiha bikin...
Tê gotin cî(Reîna)jî ya kurdekî dêrsimî ye.Yanî hedef dîsa kurd û kesên ne dînar in. Hedef li şiklê jiyanekê ye. Ji xwe mele her roj di telewîzyonan da êrîşî pîrozkirina sersalê dikin.
Bêyî xemgîniyê tiştek ji destê meriv nayê. Heyf, Xwedê sebrê bide malbatên kesên mirî...

XXX


Camêrekî jîr û biaqil gotiye, ”di jiyanê da sê tişt hene ku carê herin hew bi paş da tên; wext, gotin û fersend." !
Di dîrokê da ev cara pêşî ye ji bo azadî û serxwebûnê fersendeke mezin ya zêrîn ketiye destê kurdan.
Fersend ji bo her kesî çê dibe, lê hinek fersendan bi kar tînin û hinek jî bi kar naynin, nikanin, nizani bi kar bîçnin.
Îcar ka em binêrin kurd ewê vê fersenda ketiye destê wan bi kar bînin ya na.
Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem ev cara pêşî ye neyarên me bi hev ketine û fersendeke dîrokî hatiye ber nigê kurdên bakur, başûr û rojava.
Lê hîn ne diyar e ewê kanibin ji vê fersenda zêrîn sûdê bigrin ya na…
Hêvî dikim sala 2017a bibe sala serxwebûna Kurdistanê û azadiya miletê kurd.
Lê ji bo vê berî her tiştî tifaq û zîrekî lazim e…