03 december 2016

Fûzûlî jî kurd derket

Şiîrên Fûzûlî (1483-1556)yên bi kurdî hatin dîtin. Û him jî bi kurmanciyeke fesîh û şîrîn.
Şiîrên Fûzûlî yên hatine dîtin ji alî şair û nivîskar Selîm Temo va ji herfên erebî transkrîbeyî herfên latînî hatiye kirin.
Berê jî hin kurdan gotibûn Fuzûlî kurd e û şiîrên wî yên bi kurdî hene.
Lê tirkan tim ev îdîa bi şîdet red dikir û digotin Fuzûlî xalis muxlis, tirk e,azerî ye.

Berî milet hûn bibêjin ev dewlet ne ya me ye

Serokê KCKê Cemîl Bayik, di hevpeyvîna xwe ya bi Stêr TVê ra gotiye:
”Gelê me dibê êdî bi vê dewletê ra nejî. Dibê êdî bi vê sîstemê ra di her warî da têkiliyên xwe qut bike. Gava qut bike ev sîstem ewê hîn zûtir hilweşe…”
Heger ne forteke vala be pir baş e, îşareteke xêrê ye.
Û ez ji vê hedefê ra li çepikan dixim…

02 december 2016

"Armanca me pelçiqandina serê kurdan û kurdperweriyê ebediyen e" !

Ji yekî tirkînezan xêr nagihîje vî welatî 
Ji ber ku bi tirkî nizanîbû Dadgeha Îstîqlalê ya Diyarbekrê cezayê îdamê da xortekî kurd û ew îdam kirin.

Ahmet Sureyya Orgeevren(1888-1969), piştî Serîhildana Şêx Seîd li Dadgeha Îstîqlalê ya Diyarbekrê (Dadgeha Îstîqlalê ya Şerqê)serokdozger(başsavcî)bû.

Mesaja min ya ji kongreya nivîskarên kurd li Sûriyê

Ji kongreya Yekîtiya Nivîskarên Kurd- Sûriyê ra
Birayên ezîz, berî her tiştî gelek spas ji bo ku we ez vexwendime kongreya xwe ya duyem.
Di serî da ez, we birêvebirên Yekîtiya Nivîkarên kurd û hemû nûner û mîvanên kongreyê yên hêja bi dil û can silav dikim û ji kongreya we ra serketinê dixwazim.

01 december 2016

Ji xwe ra karekî din bikin

Hin kes bûne siyasetmedarên kurd lê karekî şaş hilbijartine, bi fikir û dîtinên xwe ne siyasetmedarên kurd in.
Beyan û nivîsên li ser mirina Castro bixwînin , hûnê bibinin kî bi fikrê xwe kurd e, kî ne kurd e, aqilê kê ji kîsê wî ye û aqilê kê ji kîsê xelkê ye.
Merivê, çepê, komunîstê pesne Castro bide, wek musilmanê pesnê Daişê bide, di nabênê da tu ferq tuneye.

Qetlîama kurdên bakur ne meselake Tirkiyê ya hundur e !

 Ez hêdî diçim bela digihîje min, zû diçim ez digihijîm belayê.
Welhasilî kelam bela bela xwe ji min venake.

XXX
Dibêjin Nêcîrvan Barzanî gotiye "mesela kurd meseleyeke Tirkiyê ya hundur e, ew têkilî karê Tirkiyê yê hundur nabin."
Heta nuha ev siyaset bi Erdogan ra bi dizî îdare dikir. Lê wa ye bi vê beyanê ev siyaseta xwe eşkere kiriye.
Ji ber ku Nîçîrvan û PDK hertim başûr tenê Kurdistan dîtine. Ji bo Nêçîrvan, kurdên beşên din tim wek kurmên serê nêkê ne, ya jî tajiyên neçîra wi in, tim karên xwe bi kurdên din kirine, tim bi çavê xulam û xizmetkaran li kurdên din nêrine.
Erdogan ji bo tirkên Iraqê nabêje ew mesela Iraqê ya hundur e.
Lê yê me ji bo tîcareta xwe bi Erdogan ra xera neke li hemberî qetlîama gelê xwe bêdeng dimîne, dibêje ev meseleyeke Tirkiyê ya hundur e...
Dibê her kurd van gotinên Nêçîrvan rexne bike, yê rexne neke, ya jî bi hin qal û qîlan biparêze pir şerm dike...



XXX
Mizgîna min li we, Mehmet Metînerê xayin ne kurd e, li gorî kekê Omer Ozmen gotiye tirk e, terekeme ye.
Min texmîn dikir di vî bêbavî da sextekariyek heye.
Tu nabêjî bêbav gurekî ketiye postê berx.
Di nav kurdan da xayinên wiha pir in, tirkên mahcir in, lê bi zanetî xwe vedişêrin, xwe wek kurd nîşan didin. Û di bin ra jî gorra kurdan dikolin.
Dibê meriv her kesê ji Kurdistanê otomatîkman kurd nehesibîne.
Pir kêfa min hat ji ber ku ev namerd(alcax)ne kurd e.

Di bê ez îrov heyfa van 7 rojan hilînim...

Wey mala Xwedê hezar carî ava be, hostê şîrketa înternetê nuha hat û înterneta min piştî 7 rojan girê da.
Di bê ez heyfa van 7 rojan îro hilînim...
Ev hefteyeke bêyî internet û bêyî telewîzyon ez teqiyam. Berê ne wiha bû, lê nuha rojekê bêyî internet wek meriv di zindana tirkan dabe.
Hat serê min, neyê serê dost û hevalên min,...

Jiyan bêyî înternet nayê kişandin !!!

Heta nuha min nizanîbû jiyan bê înternet û telewîzyon, lê bi taybetî jî bêyî înternet nabe, nayê kişandin....
Nuha min ev rastî bi tecrûbe fêm kir.
Wek tê zanîn ji bo hin kurdan jiyan ”bêyî serok” nabe!
Li hemberî vê sloganê min jî tim digot, ”jiyan bêyê Kurdistan nabe”!
Lê nuha, piştî ku ez hefteyekê bêyî înternet mam, min dît ku ev slogana min kêm e, dibê ez tiştekî din jî lê zêde bikim.

Serpêhatiya min û kitêba Dr. Şivan ya wendabûyî

Di vê nivîsa xwe da ez dixwazim qala çîroka kitêba Dr. Şivan a wendabûyî(Ezen ve ezilen milletler sorunu/Gelşa miletên serdest û bindest) û têkiliya xwe ya bi vê kitêbê ra bikim.

Min kitêb ji kê girt, çawa girt, çi kir, kitêb da kê û di netîceyê da çi hat serê kitêbê?

Vê meselê, yanî qismê ez tevê bûme û bûme şahid ronî bikim.

Sal baş nayê bîra min lê kane 1976-1977 be.