04 november 2016

Hewqas tawîz û pişopişo bi kêrî çi hat?


Terora dewleta tirk ya ev demeke li hemberî HDPê dimeşîne careke din îspat kir ku ne hewceyî hewqas şelafî  û teoriyên vala û xapandinê bû.
We li ser daxwaza hukûmeta AKPê partiya kurd xera kir, ya Tirkiyê HDP ava kir.
We li ser daxwaza hukûmetê bi dehan tirkên çep û bêkes kirin parlamenter û danîn ser serê kurdan.
We ji neyartiya van tirkan ya bi partî û serokên kurdan ra dengê xwe dernexist.
We got em ne cudaxwaz in, ne bolîcî ne û em ne partiyeke kurd in, em partiya Tirkiyê ne…
Ji bo ku hûn dilê tirkan xweş bikin, we tiştê ji filistîniyan û tirkên Qibrisê ra xwest, ji kurdan ra nexwest.
We ji bo kurdan ne otonomî, ne federasyon û ne jî serxwebûn xwest, we got hûn Tirkiyeke demokratîk û civateke ekolojîk dixwazin.
We got em veqetandinê, Kurdistanê naxwazin, em alê naxwazin, em welatekî mişterek dixwazin.
We tu carî negot kurd miletek e, Kurdistan welatê me ye û wek her miletî mafê kurdan jî heye bibin xwedî dewlet û qedera xwe tayin bikin.
Ji dêlî ala kurd, we ala tirk û rismên Ataturk da destê kurdan, we bi gav û saetê sond xwar hûn Kurdistanê naxwazin, hûn ala tirk wek ala xwe qebûl dikin û ne li dijî Ataturk in.
We bi şev û roj got, hûn ne mîlîyetçî ne, we got dema dewletên netewî derbas bûye û lema jî we fikrê dewleta kurd avêtiye sepeta gemarê ya dîrokê.
We got Kurdistana serbixwe di tepsiyeke zêrîn da jî bidin me, emê qebûl nekin.
We got Tirkiye welatê me ye jî, efendim bav û kalên me li Çeneqelê şehîd ketine, we ev demagojî ji gelek kurd ra kir îdeolojî.
We ji ber bi vê siyaset û îdeolojiya tirkîtiyê nabêna xwe û hêzên din xera kir, ji bo ku hûn dilê dewletê û çend çepên bi xwe xweş bikin, we tim bela xwe di Barzanî û PDKê dar we di her fersendê da êrîşî Barzanî û kurdên serxwebûnxwaz kir.
We tim xwe ji kurdên serxwebûnxwaz dûr xist. Tehamul û toleransa we li hemberî çend çepîn tirk yên bêkes nîşan da, we li hemberî kurdan û partiên kurd nîşan neda.
We li Kurdistana rojava cepheyeke kurd ava nekir.
We ala kurd red kir û nehîşt di tu çalakiyeke we da ala kurd were hildan.
Bi vê kirina xwe we bi hezaran kurd ji xwe dûr xistin û dilê bi hezaran kurdî ji xwe hîşt.
Ji dêlî ku hûn ji dinyayê ra, ji Ewrûpayê ra bibêjin şerê me şerekî netewî ye, alî me bikin, we ji Ewrûpayê ra got nekevin nabêna me û tirkan, emê mesela xwe hel bikin.
Welhasilî kelam we gelek tawîzên din jî da dewleta tirk û hukûmeta AKPê, wek gelek nirx û hêjayiyên din jî kir qurbana demokratîk cumhûriyetê û wetenê mişterek.
Baş e netîce, hewqas tawîz bi kêrî çi hat, we çi bi dest xist?
Ma hewce bû we wiha bikira?
Di dawiya hewqas tawîz da we çi bi dest xist?
Vê dewleta hov û faşîst bi dehan bajarên me wêran kirin.
Bi hezaran keç û xortên me bi hovîtiyeke mezin, gelekên wan bi saxî şewitandin.
Û nuha jî dest didin ser belediyan û wek çeteyan davêjin ser malên parlamenteran û wan dikişkişînin qereqolan.
Madem hûnê vî bedelê giran bidin, vê qehremaniyê bikin, qenekê bira daxwaz û hedefên we jî li gorî vî bedelî be.
Lema jî ka werin dev ji partiya Tirkyê û demokratîk cumhûrîyetê berdin, ji meclîsa wan vekşin, partiyeke kurd û Kurdistanî ava bikin û wek kurdên başûr hûn jî ji gelê  xwe ra statuyeke siyasî bixwazin û ji bo azadî û serxwebûna kurdan em destên xwe bidin û li hemberî vî neyarê devbixwîn, vê rejîma faşîst û antî-kurd bi hev ra micadelê bikin, cepheyeke netewî ava bikin…

Tirkiyê bi girtina parlamenterên HDPê bersîv da dadgeha Belçîkayê û YE

Girtin û binçavkirinên parlamenterên HDPê teroreke dewletê ye, faşîzm e. Operasyoneke nasnekirina îrada milet e, êrîşeke teslîmgirtina kurda ye.
Nasnekirina qanûnên mewcûd, heq û huqûq e, bêedaletiyeke nedîtî ye. Bi kurtî zorbatî û faşîzm e.
Û di eynî wextê da bersîva biryara dadgeha Belçîkayê ye. 
Wek tê zanîn dadgeheke Belçîkayê do doza li dijî saziyên kurd hatibû vekirin, betal kir. Dadgehê yara xwe da got, "Rewşa li Tirkiyeyê têkoşîneke çekdarî ye. Nabe ku li gorî qanûnên terorê were darizandin."
Yanî şerê PKKê yê çekdarî li hemberî dewleta tirk, ne teror e, şerekî netewî ye.
Ev biryara dadgeha Belçîkî bêguman pir muhîm e û miheqeq Tirkiye dîn û har kir. Ev biryar kane tesîrê li hemû YE jî bike û bibe destpêka derxistina PKKê ji lîsteya terorê.
Erê biryara girtina parlamenterên HDPê berê hebû, lê bi texmîna min biryara dadgeha Belçîkî, Erdogan dîn kir û piştî şêwra bi Bahçeliyê faşîst emrê operasyonê da.
Bi dîtina min tirk bêyî bindestî û koletiya kurdan tu alternatîfeke qebûl nakin.
Lema jî dibê PKK tavilê dev ji siyaseta ”welatê mişterek”, ”Tirkiya demokratîk” û partiya Tirkyê berde, HDPê fesh bike, ji meclîsa tirk vekişe û ji meclîsa Tirk jî vekişe û siyaseteke kurd û Kurdistanî bide ber xwe.
Heta PKK dev ji siyaseta "Tirkäyetiyö" bernede ew 'ike jî aqûbeta wê ewê tim ev be. Çare dibê bibe partiyek kurd û Kurdistanî û ji bo gelê xwe daoza azadiyê bike.
Çimkî ev êrîşên ser HDPê nîşan didin tirk naxwazin hebûna kurdan qebûl bikin. Tiştê ji me dixwazin teslîmîyet e, qebûlkirina tirkbûnê ye. Mêrika ne îrada kurdan qebûl dikin û ne jî nûnerên wan.
Îro HDP ye, sibe partiyeke din dewsa HDPê bigre ewê eynî tiştî bînin serê wê partiyê jî.
Yanî ji bo dewletê partî ne muhîm e, ya muhîm kurd wek milet neyên naskirin û nebin xwedî maf û azadî.

Hukûmeta AKPê dest bi grtina parlamenteran jî kir

Polîsan li Amedê girtine ser mala Demirtaş û bi zor birine qereqolê. Gelek parlamenterên dijn jî girtine.
Faşîstên tirk har bûne.
Qozên xwe yên dawî dilîzin, fîşekên xwe yên dawî davêjin.
Pêşketinên kurdan li başûr û rojava hukûmeta AKPê har kir.
Lê ev teror jî ewê tu feydeyê nede wan.
Ev dewlet ne ya me ye, ya dijminê me ye.
Dibê PKK û HDP êdî dev ji çîroka biratiya tirkan berde û bi birayên xwe yên kurd ra li hemberî van faşîstan dest bidin hev.
Dibê PKK û HDP êdî dev ji çîroka biratiya tirkan berde û bi birayên xwe yên kurd ra li hemberî van faşîstan dest bidin hev.,
Bimre faşîzim !
Bimre zorbatî û terora dewleta tirk !
Bimre cahş û hevalên neyar!



XXX
Teqîna do li Diyarbekrê çê bû ji bo dewletê û hukûmeta AKPê bû wek loto lêkeve.
Di rojeke wiha da li Diyarbekrê teqîneke wiha ancax karê dewletêbe, ji bo ku terora xwe bi heq nîşan bide û rojevê biguhere.
Tiştên wiha zirarê dide PKKê û doza kurdan ya rewa û feydeyê dide vê îktîdara faşîst.

XXX
Lawikê min çû seferê, hat kerê berê.
Piştî 90 salî tirkên me hîn jî mane ehmeq û kerên berê.Keçika qereçî dibe xatûn, tirk nabin meriv.

03 november 2016

Em bajarên xwe nas nakin

Abdulah Keskîn gotiye ”farqînî bi bajarê xwe û qedrê bajarê xwe nizanin.”
Ne farqînî tenê, ji sedî 90ê kurdan, belkî hîn jî zîdetir, ,dîrakoka bajarê xwe nizanin,bajarê xwe nas nakin.
Lema qedrê bajarê xwe jî nizanin. Bajarê meriv nas neke meriv qedrê wî jî nizane, meriv wek biyaniyekî lê dijî.
Asîmîlasyonê, îdeolojiya çep kurd kirin biyaniyên dîroka xwe û welatê xwe.
Çimkî kurd(ez jî tê da) ji Wêranşarê, ji Farqînê, ji Mêrdîn û Ruhayê û Swêregê bêtir, em bi dû nasîna Lenîn, Mao, Stalîn, Marx, Hoşîmîn û dîroka xelkê, bajarên xelkê ketibûn.
Lema jî kurdan, ji Farqînê, Nisêbînî, Amedê, Ruhayê bêtir, bajarên ereban, Mao, Lenîn, Stalîn, Erefat, Nazim Hîkmet nas kirin, qedir dan wan.
Ji dîlî ku em dîroka xwe, dîroka bajarên xwe bixwînin û fêr bibin, me Elîfbeya Sosyalîzmê xwendin û çîrçîrokên Mao, Lenîn, Stalîn û Hoşîmînh dixwend.
Ji Xalid Begê Cibrî, Îhsan Nûrî Paşa, Qazî Mihemed, Mele Mistefa Barzanî bêtir, me Yasar Arafat nas kir, me bêtir ji wî hez kir û ew da hezkirin.
Lema jî ne xerîb e farqînî Farqînê nas nekin….

XXX
Bi Xwedê Erdogan dîsa îzin neda dewleta kurd.
Çû ji me da !
Zalim pir bi rik û bi gir e, carê gotiye na û ji înada xwe nayê xwar...+
Û heta kurd ji wî destûrê negrin jî nabe, gerek ew îznê bide
Çimkî mohr li ba wî ye û dibêje ez ji kurdan ra mohr nakim. Pir bêmerhemet e
Lê problem zalimo rojê fermanekê îlan dike, rojê çixîzeke sor datîne.
Kurd nizanin înzê, destûrê ji bo kîjanê jê bixwazin.
Mubarek ew jî ji bo kurdan qet zirnîqekî jî qebûl nake...
Hewqasî jî nabe, meriv hinekî dadixe..
Hema na, na nabe. !
Kurd jî însan in, bira dewleteke wan jî li kêlek 22 dewletên erabab çê bibe. Gava hûn wek mahcir hatin kurdan cî da we, dest da ber we.
Lê zalim qebûl nake.
Dibê meriv torpîlekê çêke, hinekan têxe nabênê, çend qutî pere jê ra bişîne, belkî çav li pera keve hinekî nerm bibe


Erdogan dîsa îzin neda dewleta kurd



Erdogan di beyaneke xwe da neyartiya xwe ya bi kurdan ra dîsa dubera kiriye û gotiye:
”Dixwazin li hemberî Tirkiyê dewleteke terorê ava bikin. Tirkiye ewê îznê/destûrê nede dewleteke wiha.”
Tu dibêjî belkî hinek jê îznê dixwaze, kurro tu belaseb gewriya xwe diçirînî, kes ji te îznê filan naxwaze…
Tabî fortên vala belaş e, heta nuha te gelek fortên wiha dan xwe û gelek gef li kurdan xwar, lê kurdan tu carî guh nedan te û tim jî tu mecbûr ma qebûl bikî.
Ermenîstan, Gurcistan, Sûriye, İran, Îrak, Yûnanîstan, Bûlgaristan cîranên Tirkiyê ne.
Li hin ciyan ev demeke Daîş cîranê Tirkiyê ye.
Tirkiye ji kesî ne aciz e, ji cîrantiya Daîşê ra nabêje ez qebûl nakim.
Çimkî Erdogan tenê li dijî kurdan û dewleta kurd e, lema jî ji dewleta kurd ra dibêje ”ewê îznê nede dewleta kurd.”
Sermezin, faşîstê totikvala, dibêje belkî kurdên herin destûrê ji wî bixwazin.
Hema heta zikê te diêşe ji muxtarên xwe ra bibêje tu yê destûrê nedî, tu yê qebûl nekî.
Kurro korfahm, ev îş bi destûrê nabe, bi zor dibe, heger kurd bikanibin ewê dewleta xwe ava bikin…
Heta zikê te diêşê biqîre û bibêje ez qebûl nakim….

XXX
Erdogan:
”Kes nikane li ser erdên vî welatî operasyonan bike. Yê bike bira bala xwe bide rojhilat, başûrê rojhilat. Sekin tuneye.”
Yanî mêrik dibêje, heger hûn bindestiya me qebûl nekin emê gelek bajarên din bikin Sûr, Şirnex, Nisêbîn….
Hûn bi köfa xwe ne...



XXX
Bi milyonan tirk dixwazin bibin polîsên tîma taybet ji bo ku şerê kurdan bikin
Ji ber daxwaza zêde ya kesên xwestine bibin polîsên tîma taybet(polîsên ozel harekatê), sîteyeya înternetê ya miracaetê herifî ye, têk çûye.
Ji bo şerê li hemberî kurdan dewlet ewê 10 hezar polîsên din bigre tîma taybet ya polîsan.
Lê heta nuha nêzî milyonek kesî miracaet kiriye. Ji ber vê serlêdana zêde stîteya înternetê têk çûye.
Bi texmîna min hejmara kesên dixwazin bibin tîmê taybet kane derkeve 10 milyonî jî.
Ji ber ku hema hema hemû xortên tirk bi dil û can amadene bibin polîs, komando û tîmên taybet, ji bo ku li hemberî kurdan şer bikin.
Lema jî 900, milyonek, du milyon daxwazname qet ne tiştek e, heger sîteya miracaetê têk neçûya ewê deh qatên din jî zêde bibûya…

02 november 2016

ŞÎN û ŞAHÎ



Ne "TAZIYE",  bi kurdî meriv dibêje ”ŞÎN” !
Di medyaya sosyal da, di malperên xeberan da her kes dinivîse:
” Ji bo Dr. Silêman TAZIYE hat danîn”!
”Taziya” Dr. Seîd Çurukkaya li Almanya ye…
Yanî ji dêlî ”ŞÎNÊ” her kes gotina ”TAZIYE” bi kar tîne.
Li Kurdistana bakur berê kesî gotina ”TAZIYE” bi kar nedianî, her kesî digot ”ŞÎN”.
Ka em herin şîna filan kes.
Şîna cîranê me heye, ezê herim wir.
Lê nuha gotina ”ŞÎN”ê ji bin da ji ortê rabûye, her kes dibêje ”tazîye”, ”mala taziyê” û ”xaniyê taziyê”.
Taziye û taziye…
Dibe ku ferd bîr nebin, lê telewîzyon, medyaya sosyal, çapemeniya kurd, nivîskar û ronakbîrên kurd dibê ”şîna” kurdî nekujin û ”taziya” erebî nekin devê kurdan, ev asîmîlasyoneke bi dilxwazî ye.
Di kurdî du gotinên pir xweş hene, ”ŞÎN” û ”ŞAHΔ
Gava yek dimre meriv şîna wî/wê datîne, şînê dike.
Û diçe şînê.
Û gava yek dizewice, dawetê çê dike, zarokên xwe sunet dike ya jî rojeke din, tiştekî din pîroz dike, ew jî ”ŞAHΔ ye.
Lema jî meriv dixwaze dostên xwe di şîn û şahiya xwe da bibîne. Yê dost be di şîn û şahiya meriv da xuya dibe.
Şiyarê gorbuhuştê Farqînê di strana xwe ya meşhûr, ”Şîrîna min da dibêje” :

”Şêrîna min, were ba min
Şêrîna min were ba min, ez bê hal im
Ku tu ji min bawer nekî neyê dîtina min
Piştî ez mirim tu qet neke şîna min

Linka vîdeoya Şiyar

Wek hûn dibînin nabêje ”neke TAZIYA min”, dibêje neke ”ŞÎNA min”…
Hêvî dikim medyaya kurd, kurdên qîmetê didin zimanê xwe, ewê dev ji ”taziyê” berdin û gotina ”şîn” û ”şahiyê” bi kar bînin…
Gava hebe, bikaranîna gotinên kurdî berpirsiyariyeke netewî ye…


Navê dîwaneke rahmetî apê Sebrî Botanî jî ”ŞÎN û ŞADΔ ye

Bira Mûsil ya mûsiliyan be lê Diyarbekir ya tirkan be !

Erdogan dibêje ”gerek Helebê helebî, Mûsilê mûsilî, Kerkûkê kerkûkî”, lê Diyarbekrê jî bira mamûr, leşker û polîsên wî îdare bikin, ew ji qesra xwe îdare bike.
Hûn dibînin mêrik çi çavê diya xwe ye, tiştê ji her kesî ra dixwaze, tenê ji kurdan ra naxwaze.
Û kurdên bêxîret jî ji van gotinên wî ra li çepikan dixin, dibêjin her bijî!
Yê bibe hevalê neyar ûjdan û xîreta xwe jî wenda dike

01 november 2016

Tirk wisa dikin ku Tirkiye jî ji destê wan here

Tirk korfahm û totikvala ne, ji dîroka xwe dersê nagrin, netîceyên rast jê dernaxin.
Siyaseta hukûmeta AKP dimeşîne, tiştê îro li hemberî kurdan û cîranên xwe dikin îspata vê korfahmiya wan e.
Şaşiyên di dema Osmanîyan da kirin îro dubare dikin. Yanî lawikê min çû seferê, hat kerê berê…

Diyarbekir di bin îşxaleke mezin da ye û jiyan li gel kirine zindan



Di feysê da ez nuha rastî vê xeberera li ser Diyarbekrê ya bi êş hatim. Di xeberê da meriv dibîne Diyarbekir di binê îşxalake mezin da ye.
Ne întenet heye, ne derman heye, ne tuxtur û mamoste hene û ne jî trafîk heye.
Dewletê bi leşkerekî giran girtiye ser Diyarbekrê û jiyan li gelê me kiriye zindan.
Nivîs,xeber bi tirkî bû, min wegerand kurmancî.

”Nurcan Baysal
Merheba hevalno
Saeteke berê internet hat, min xwest pir bi lez binivîsim. Çimkî kane dîsa here. Teqrîben ev 6 roj in li Diyarbekrê internet tuney, carnan danê êvarê dihat, ev yek du roj in ew jî tuneye.
Ji tewqîfkirina Gulten xanimê û Firat beg însan pir hêrs bûne. Lê belê nîşandana vê reaksiyonê, vê qahrê ne mimkûn e. Nuha ne tenê belediye, hemû riyên diherin ber belediyê hatine girtin. Tu bigrî hemû bajar bi TOMAyan hatiye dorpêçkirin.
Hemû gemar (zibil, toz)li erdê ye, ev 6 roj in nehatiye topkirin. Karkiran bera hundur belediyê nadin. Ji mamûran grûbeke biçûk kane têkeve hundur.
Ji ber ku do tuxtor ji wezîfê girtin, li nexweşxaneyan gelek problem heye, nexweş di rewşeke perîşanda ne.
Otobozên belediyê ev 6 roj in naxebitin.
Li mekteban mamoste tune ne. Cîhazên Pos naxebitin, esnaf jî gelek zahmetiyê dikşînin.
Ji ber ku internet tuneye ezexane nikanin dermên bidin.
Di trafîkê da tam kaoseke heye. Çimkî piraniya riyan hatine girtin.
Bi kurtî rewşa Amedê ev e.
Ez dibihîzim li wan deran jî ne baş e(xetên me yên têkiliyê bi bi sînor in), carnan piştî çend rojan xeberên qewimîne dibihîzim. Lê belê dîsa jî dibê meriv dengê xwe derxe.
Li vir hestekî tenêtiyê yê mezin hakim e. Hefta borî li Şirnexê û Cizîrê bûm. Qalkirina tiştên min dîtin bi min pir zor tê. Ya rast ez nizanim ezê kanibim careke din ji we ra binivîsim ya na.
Silav li we hemûyan”
///Y. Gever Canan

XXX
Hin kurdên merivên AKPê ji bo ku hukûmetê û Erdogan rexne nekin, fêlbaziyên nemayî dikin, dibêjin efendim li pişt girtina  rojnameya Cumhûriyetê û van operasyonên dawî  dibe ku Balyozcî, Ergenekoncî, nizanim kî û kî hebin…
Na, kes tuneye, tenê Erdogn heye.
Balyoz jî, Ergenekon jî, Parelel jî, Feto jî senaryoyên Erdogan in, li pişt hemûyan Erdogan heye. Berê bi kar tîne, dû ra tasfiye dike.
Cimat ew bi xwe bû, girêdayî wî bû, bi destûr û emrê wî hezar dek û dolap digerandin. Wî hîşt cimat hewqasî mezin bibe, wî hewand, wî xwe ji cimatê ra kir şemsiye û di nava dewletê da bi cî kir.
Û nuha jî wek cinawirekî zarokên xwe dixwe…


Fêlbazê gotiye ”gelo li pişt girtna operasyona Cumhûriyetê” Balyozcî û Ergenekoncî hene, helbet ew jî zane ne wisa ye, ew jî zane her tişt li ser daxwaza Erdogan dibe. Lê bi zanetî meslê şêlû dike…