05 juli 2016

Bi minasebeta bîranîna gernasekî kurd Wedat Aydin



Endamê KÎPê, DDKDê û serokê HEPê yê Diyarbekrê, welatperwer û gernasê miletê kurd û kelemê çavê dijminan Wedat Aydin, 25 sal berê, di 5-ê temûza 1991ê da li Diyarbekrê bi şev ji alî qatilên dewletê ve ji mala xwe hate revandin û bi bêbextî, bi qeleşî û hovîtiyeke mezin qetil qetilkirin. Termê wî di 7ê temûzê da li nêzî Madenê hat dîtin.

Cenazê wî di 10ê temûzê da li Diyarbekrê bi kîtleyeke dehhezaran hat rakirin. Hêzên dewletê gel gulebaran kir û di êrîşê da 6 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Qetilkirina Wedat Aydin û qetlîama di merasima cenazeyê wî da bû destpêka bi hezaran cînayetên dewlwetê.

Îro 25-emîn salvegera vî gernas û canfîdayê lawê kurd Wedat Aydin e.

Ez di vê roja şehîdbûna vî kurdperwerê mezin û qehremanê ziravpiling da wî bi xoşewîstî û bi hurmeteke mezin bibîr tînim û serê xwe li ber gernasî û têkoşîna wî ditewînim.

Wedat Aydin, kurdperwerekî xebatkar, bi xîret, canfîda û bêperwa bû, ew kelemê nava çavê neyaran bû, xwediyê doza xwe û mêrekî dilpola bû, çavê xwe ji felkê nedikuta, di rojên herî giran da tim di nava gelê xwe da di refên pêşî da bû.

Bi tena serê xwe dajot ser çeper û kemînên dijmin û ew ji hev tarûmar dikir.

Vê cesaret û bêperwatiya Wedat Aydin, dijmin gelkî nerehet dikir û loma jî gelek caran ew girtin, avêtin zindanê, gef lê xwarin, lê wî tu carî dev ji xebata xwe berneda û loma jî ew qetilkirin.

Wedat Aydin, yek ji wan gernas û canfîdayê miletê kurd bû ku di bin îşkenceyên herî giran da, di zindana Diyarbekrê da tu carî ji ber dijmin danexwar û serê xwe netewand.

Piştî derketina ji hefsê jî wî xwe neda alî û dev ji xebat û têkoşîna azadî û serxwebûna gelê xwe berneda, di nava xebata demokratîk û legal da di refêrên herî pêşî da ciyê xwe girt û heta roja şehîd ket têkoşîna xwe domand.

Wedat Aydin, şehîdê miletê kurd e. Em hevalên wî yên têkoşînê û gelê kurd Wedat Aydin û hemû şehîdên doza kurd û Kurdistanê tu carî ji bîr nakin.

Wedat Aydin û hemû şehîdên doza Kurdistanê di dilê me da dijîn û em bi hurmet hemûyan bibîr tînin û soz didin emê ala wan tu carî li erdê nehêlin û Kurdistana ku wan ji bo wê canên xwe feda kirin emê miheqeq rizgar bikin.

Ez lehengê kur û Kuristanê, mêrxasê bi nav û deng Wedat Aydin, bi hurmeteke mezin û bi hezkirineke kûr û bêsînor di 25 saliya şehadeta wî da bibîr tînim.

Wedat Aydin û hemû şehîdên Kurdistanê nemir in…
Emê miheqeq hesab ji qatilan û ji yên emir dan wan bipirsin. Ew roj ne dûr e, roj bi bi roj nêz dibe...

04 juli 2016

Miletê tirk ji cimata Muawiye jî xerabtir e


Muawiye dixwest êrîşekê bibe ser Bexdayê ser Husên. Lê belê ji reaksiyona gel ditirsiya, newêrîbû dest bi seferê bike.
Rojekê hemû aqilmendên xwe top kirin û fikrê wan pirsî. Ji aqilmendan yekî got:
-Begê min, deqîqeyekê destûrê bide min. Ezê nuha fam bikim gel li dijî vê seferê ya na.
Wiha got û çû li şaneşînê(li balkonê) ji gelê li jêr kom bûbû ra got:
-Ey cimaet, me biryar da, ji nuha û pê da nimêja roja îniyê ewê roja sêşemiyê were kirin.
Gelê li jêrli ber qesrê kom bûbû bi hev ra qîriya:
-Biryar ya we ye, we çi biryar dabe emê wer bikin.
Aqilmend vegeriya hundur û ji Muawiye ra got:
-Gelê îtîrazî viya neke îtîrazî tu tiştî nake. Em kanin derkevin seferê...
Miletê tirk sed qatî ji vê cimata Muawiya xerabtir e. Erdogan çi bike jî kes li dij ranabe.
Di ser da Erdoan li hemberî kurdan şerekî mezin daye destpêkirin. Kî neyartî û şerê kurdan bike, kî kurdan bikuje miletê tirk jê hez dike, raya xwe didê.
Ma heger ne wiha be, heger sebeb tenê ne dijminatiya kurdan be, meriv qet raya xwe dide Bahçelî û MHPê?
Ma Bahçelî serokekî ku meriv raya xwe bidê?
Ma Develet Bahçelî bêyê dijminatiya kurdan ji tirkan ra çi wad dike, kane çi bide tirkan?
Qet, sebebê hebûna MHPê tenê dijminatiya kurda ye, wekî din MHP partiyeke vala, bêmane, irqçî û faşîst e.
Esas MHP ne partiyeke siyasî ye, rêxistineke faşîst û çete ye. Dewlet çeteyên MHPê li hemberî kurdan wek hêzekeçete, şerkar bi kar tîne.
Erdogan jî eynî tişt e, ew jî nuha bi dijminatiya kurdan ji tirkan rayan digre. Lema jî ew çi bike jî tirk dengê xwe nakin.

Gava însan şerm neke kane her tiştî bike

Xwedê kir ku li dunyayê tirs û şerm heye. Heger însan netirsiya û ji der û dora xwe sserm nekira ewê gelek tiştên xerab bikira.
Lê hindik bin jî kesên natirsin û qet şerm nakin hene.
Tirkiye îro ji alî yekî wiha ve tê îdarekirin.
Mêrik ne ji qanûnan ditirse û ne jî ji Xwedê. Û herçî şerm e zerreya wê pê tuneye, bûye bêarekî profesyonel.
Bi merivekî wiha ra helbet exlaq jî sifir e.

XXX
Swêdî dibêjin:
”Evîna kevn tu carî zengê nagire/Gammal kärlek rostar aldrig.”
Erê dilê evîndar rast gotiye, evîn ne dirize û ne jî zengê digre. Heger zeng girt bizanibe ew ne evîn e.
Heger hûn bawer nakin ji dilê xwe bipirsin...

XXX
Gotineke Descartes ya xweş heye, dibêje:
”Ji bo ku hûn fêm bikin bi rastî însan çi difikirin, ne ku çi dibêjin, çi dikin li wê binêrin.”
Lema jî qet guh nedin gotinên Erdogan û berdevkên dewleta tirk. Li Kurdistanê çi dikin, çi tînin serê kurdan li wê binêrin.

XXX
"Min tenê tiştek ji hezkirinê fam kir, her hezkirinek hezar mirin e û ev dunya gorra hezkirinê ye, tu carê dikeviyê û nikanî jê derkevî.
///Kristîn Ozbey
Li ser hezkirin û dinyayê taswîrek ancax kane hewqasî rast û xweş be.



03 juli 2016

Kurd motajî berhemên wiha ne



Gelek spas ji bo Ziya Avcî û weşanxaneya Nûbiharê...

Ziya Avcî, vê carê jî bi wergera kitêba Mihemed Resûl Hawar ya li ser Smaîl Simko Axa, ”Simko Axayê Şikakî û Tevgera Netewî ya Kurd” xizmeteke pir hêja, pir giranbuha kiriye.

Li gorî serok û serîhildanên kurdan yên Kurdistana başûr û bakur, li ser Kurdistana rojhilat, dîrok û serîhildanên kurdan yên li vî beşê Kurdistanê û bi taybetî jî li ser Smaîl Simko Axayê Şikakî û têkiliyên wî yên bi tevger û serokên kurdan yên wê demê ra kêm tiştan dizanin.

Hukûmeta AKPê Daîşê li Kurdidstanê legalîze dike


Hukûmeta AKPê ji bo ku jurdan bera hev bide, ji bo ku îslamê wek sîlehekê li hemberî kurdan bi kar bîne li Ercîşê Komeleya Şerîatê daye avakirin.
Yanî rêxistineke Daîşê ya legal.
Ji axaftina serokê komelê Recep Çalişkan jî tê fêmkirin dewletê komel daye avakirin, dewlet li pişta wî ye. Çimkî gelkî spasî ”mezinên” xwe dike.
Di bin destê Erdogan û dewletê da bi hezaran qatilên Daîşê hene, wisa xuya ye di rojên pêş da ewê van qatilên li Sûriyê û li Îraqê perwerde bûne legalîze bike û li hemberî kurdan têxe dewrê.
Yanî dewlet cahşan, tîmên taybet, leşker û polîsên xwe bi qatilên Daîşê teqwiye dike.
Bi qasî ku min ji devoka serokê Komeleya Şerîatê Recep Çalişkan fêm kir ne kurd e, ya azerî ye ya jî ecem e. Li Wanê û Ercîşê di bin destê dewletê da azerî û ecemên neyarên kurdan pir in.


XXX
Tirkan îcar jî ala Afganîstanê şibandin ala Kurdistanê û sê afganî dan ber kêran
Piştî çînî û koreyiyan îcar jî afganî bûn qurbanên tirkên faşîst, tirkên har û devbixwîn…
Li gorî medyaya tirk dinivîse li Karamanê, tirkan ala Afganîstanê şibandine ala Kurdistanê û 3 afganiyên rismê ala Afganîstanê li pişta wan bûye kêr kirine. Hersê xortên birîndar dibêjin dema ew li bajêr digeriyan du kes riyan wan dibirin û ji wan ra dibêjin vira Tirkiye ye, hûn nikanin bi ala PKKê li vir bigerin. Ew jî dibêjin viya ne ala PKKê ye, ala Afganîstanê ye.
Lê êrîşkaran bawer nekirine û hersê xort jî dane ber kêran.
Tirkan seranserê Kurdistanê bi alên tirk sor kirine, dahîre, mekteb, zanîngeh, emniyet û wargehên leşkerî ne bes e, alên xwe bi stûnên elektrîkan ve, bi çiya û baniyan ve jî kirine.
Lê ew tehamulî ala Kurdistanê nakin, li ser kê bibînin wek gurên har êrîş dikinê û lînc dikin.
Û carnan jî wiha bi şaşî, ji ber ku mirovên cahil û nazîst in êrîşî xelkê xerîb dikin, ala miletên din dişibînin ala Kurdistanê.
Tirk berê jî xwediyê îdeolojiyeke irqçî û faşîs bûn, hov bûn, gur bûn, lê bi îktîdara Erdogan ra har bûn, nuha bûne gurên devbixwîn, kef û girêza harîtiyê ji devê wan diherike, dibê însan hevza xwe ji van gurên har, ji van nazîstan bike...
Erê tirk, kurdan neyarê xwe yê esasî dibînin, lê dijminê her miletî ne, ji her miletî nefret dikin, her miletî neyarê xwe dibînin. Ji ber ku irqçî ne, bi îdeolojiya kemalîst-faşîst perwerde û mezin bûne. Nuha jî îslama faşîst li îdeolojiya wan zêde bû.




Erdogan nuha destê maçî neke tuneye



Li gorî Avesta kurd dinivîse, rojnameya Suûdî ”El Yaum” îdîa dike ku serokkomarê Tirkiyê Tayyip Erdoganê dîlbaz roja çarşemiyê di telefonê da bi serokê Sûriyê Beşar Esad ra peyivîye.
Li gorî îdîa rojnameyê, Erdoga ji Esed re gotiye ”pêwendiyên wan yên dîrokî û kûr hene û ewê bi her hawî hewil bidin ku krîza Sûriyê were çareserkirin.”
Xeber çuqasî rast ya derew e meriv nizane.
Lê bi lihevhatina bi Îsraîl ra û nameya ji Pûtîn ra êdî eşkereye ku Erdogan dixwaze bi Esad ra li hev were, wek dansozan vir da û wê da, rast û çep çerx dike, dixwaze bi lez û bez dev ji siyaseta xwe ya berê berde û bi Sûriyê ra, bi Misrê ra, bi Rûsyayê ra, welhasilî kelam bêyî kurdan bi her kesî ra li hev were.
Li hemberî kurdan tiştê bi piştgiriya Daîşê ra bi dest nexist, dixwaze îcar bi Esed ra biceribîne. Hemû derdê wî ev e, bira kurd li Sûriyê nebin xwedî maf.
Lema jî telefona ji Esad ra jî kane rast be.
Û ne telefon tenê, kane destê Esad jî maçî bike, kane gunê wî jî bi dizî bifirikîne...
Erdogan merivekî pir bêexlaq û pir rezîl e. Ji siyasetmedarekî wêdatir diz û sextekarekî mezin e. Dibîne cî pir lê teng bûye, bi vê siyaseta xwe ya êrîşkar û şerûd kane îktîdara xwe wenda bike û dawiya dawî têkeve zindanê jî.
Îcar ji bo ku nekeve rewşa Seddam, Qedafî û Mîlosevîç kane bêyî kurdan her tawîzê bide her kesî.
Kane sibe wek mesela Gulen bibe neyarê Davutoglu û hevalên xwe yên berê jî û bibêje Davutoglu ez xapandim, ev hemû sûcî wî ye.
Yanî derewa, bêbextiya, bêexlaqiya, telaqreşiya Erdogan neke tuneye. Çimkî diz e, di şerê Sûriyê da û li hemberî kurdan sûcên pir mezin, sûcên li hemberî însaniyetê kirine. Tam 5 salan alîkariya Daîşê kir. Bi alîkariya Tirkiyê 400 hezar însan hatin kuştin. Bi destûra Erdogan li Sûriyê çekên kîmyayî hat bikaranîn. Yanî sûcên Erdogan kirine û dane kirin pir in.
Lema jî ji bo ku ji ser hukim nekeve kane her tiştî bike, her tawîzê bide. Roja îktîdarê wenda bike ewê singan di wî ve kin, yanî ewê wî li qazoxan xin.
Ji ber ku rewş ev e, telefona ji Esad ra kane rast be.
Tenê di mesela kurdan da hîn nehetiya nuxteya teslîmbûnê. Lê mesela zorê ye, heger kurd li Sûriyê bi hev nekevin û nekevin gewriya Emerîka, di mesela kurdan da jî ewê çerx bike.
Yanî gava bibîne nikane zenda kurdan ba bide, ewê teslîm bibe, ewê destê kurdan jî maçî bike û deyne ser serê xwe. Û ewê tavilê dev ji retorîka antî-kurd berde û dest bi retorîka biratiya kurdn û tirkan bike.
Ji ber ku merivekî çamûr e…



02 juli 2016

Ji kerema xwe ra hedefê şêlû nekin

Ev demeke medyaya PKKê gotina ”leşkerên serayê”, çeteyên serayê, zilamên serayê, medyaya serayê” filan û bîvan bi kar tîne.
Yanî leşker û polîsên dewleta tirk, zilam û xulamên dewleta tirk dike merivên Erdogan.
Ev ne rast e.
Ji ber ku îro Erdogan serokkomar e lema ew dewletê îdare dike, ew fermandarê artêşa tirk e, ew emir û fermanê dide wan.
Lê sibe Erdogan ewê here û yekî din ewê di dewsa wî da bibe serokkomar. Ewê jî eynî tiştî bike.
Ji roja dewleta tirk ava bûye û vir da ye eynî tişt bûye. Kî hatiye ser hukim artêş û polîst ketiye bin emrê wî.
Lema jî leşker û polîs ne yên Erdogan in, yên dewleta tirk in, li ser navê dewletê li Kurdistanê qetlîaman dikin.
Dibê meriv zulm û terora dewleta tirk, qetlîamên wê neke malê şexsekî tenê. Welatê me ji alî dewleta tirk ve hatiye îşxalkirin.
Heger dewlet, dezgehên dewletê ne bi siyaseta Erdogan ra bûna ewê li hemberî wî rabûna.
Lê em dibînin hemû partiyên tirk, hemû dezgehên dewletê siyaseta Erdogan rast dibînin û piştgiryê didinê.
Lema jî ”leşkerên serayê”, çeteyên serayê”, filan û bîvan şaş e, leşker jî, çete jî hemû yên dewleta tirk in. Dewlet me dikuje. Şerê me ne li hemberê şexsekî ye, li hemberî dewleta tirk e.
Ji kerema xwe ra hedefê şêlû nekin...

XXX


Heger hûn hîn jî hevalên kesên zulmê li gelê we dikin e hûn bêxîret û namerd in. Heywan bi heywantiya xwe ji kesê zulmê lê dike hez nake.

01 juli 2016

Tirk kurdan neyarê xwe yê herî mezin dibînin

Ayşe Hur xanimê numûneyeke pir baş daye.
“Keştiyeke(gemiyeke) me eydiyê ewê 14 ton xwarin, kinc û lîstok bibe ji Gazzeyê ra. Ji Licê, Nisêbînê, Sûrê û Geverê ra jî bombe û mermî…”
///Ayşe Hur
Dibê hemû kurd, hemû dîndar û bawermendên kurd û hemû zilam û xulamên tirkan û AKPê vê pirsa Ayşe Hurê kiriye ji xwe û ji hukûmeta AKPê bikin.
Çima heta nuha hukûmeta AKPê, dewleta tirk û miletê tirk ji rojan rojekê alîkariyeke wiha bi kurdan ra jî nekirine?
Haydê em bibêjin hukûmet û dewlet dijmin e, baş e gelê tirk çima rojekê bîra alîkariyeke wiha nabe, nebiriye?
Ez ji we ra bibêjim çima?
Ji ber ku dewlet jî, hukûmet jî û miletê tirk jî bi qasî hev kurdan neyarên xwe dibînin, bi qasî hev ji kurdan nefret û îkrah dikin.
Miletê, însanên meriv jê nefret û îkrah bike, meriv alîkariyê pê ra nake. Meriv dikuje, tank û topan, lek bi lek leşkeran dişîne ser, gund û bajarên wan, dişewitîne, wêran dike.
Û tirk jî li Kurdistanê tam jî viya dikin…
Kurdê vê rastiyê nebîne kor e, totikvala ye, bêxîret e, nav û meqamê wî çi be jî merivê dijmin e…
Ayşe Hurê gotiye "14 ton" lê şaş e, 10 hezar ton xwarin û 10 hezar lîstok in

XXX
"Em şehîdekî didin lê 10 terorîstan werdigerînin "!
Bavê tirkan yê nuh Tayyip Erdogan gotiye, ”Em şehîdekî didin lê 10 terorîstan werdigerînin, viya bizanibin…”
Wek hûn dibînin mêrik ne wek serokkomarekî, tam wek pêxwasekî kuçan, wek sadîstekî, wek lîderekî mafîyê dipeyive.
Hela carê bala xwe bidin uslûb û retorîka wî, dîtin û şêla wî, xemsariya wî ya li hemberî qetlê û kuştina mirovan.
Tu dibêjî belkî qala kuştina beytikan dike, lema jî bi zimanê nêçîrvanan dipeyive, dibêje ”em werdigerînin.” (Bir şehit veriyoruz ama on tane teroristi de indiriyoruz, bunu da bilin.)
Ancax merivekî sûtal û sadîst li hemberî kuştina mirovan hewqasî xemsar be û xwediyê uslûbeke wiha bêûjdan ne însanî be…

XXX


Yekî xwenezan û devbelaş bela xwe di sofî da, jê ra got:
-Sofî, wisa xuya dike tu jî ji pera hez dikî, gelo çima?
Sofî got:
-Ji bo ku meriv motajî kesê wekî te nake lema.

Teqîna li balafirxaneya Stenbolê wek îşê MITê xuya dike

Teqîna Stenbolê ya Balafixaneya Ataturk(Ataturk Havaalani)ji bo Erdogan tam bû loto.
Tirkiye ji hevalbendî û fînansoriya Daîşê piştîvê vê êrîşê bû dijmin û mezlûmê Daîşê.
Wek teroriyeke komployê be jî ez dibêjim di vê bûyerê da tiliya Tirkiyê heye, MITê, zilamên Erdogan ev îş li hev ragitin.
Ji xwe Daîşê jî negert ser xwe. Heger Daîşê kiribûya ewê bigota me kiriye. Bi îhtîmaleke mezin hin kesên di nava Daîşê da lê girêdayî Tirkiyê ne kirin, Yanî MITê da kirin.
Kesên, dewletên ji ber piştgiriya Tirkiyê ya bi Daîşê ra bi Erdogan ra bûbûn dijmin, wa ye hêdî hêdî dîsa pê ra dibin dost...
Yanî teqîna balafirxanê ji bo Erdogan bû loto, bû dermanê çavê kul, bû wek Xocê Xizir û gihîşt îmdada wî...
Meriv nikane vê netîceyê, vê feydeyê bi tesadufê îzah bike. Ezbi xwe nakim…
Min do jî nivîsî, ez bi xwe dibêjim ev pîşikê MITê ye, qet nakeve serê min ku Daîşê bêyî haya Tirkiyê ev êrîşê kiribe. Çimkî êrîşê bîna Erdogan hinekî fire kir, cî gelkî lê teng bûbû.
Ji bo ku xwe bikin mezlûmê Daîşê, ji bo ku di siyaseta Sûriyê da çerx bikin ev teqîn dan kirin.
Êdî kanin bi rehetî bibêjin me digot em ne hevalê Daîşê ne kesî bawer nedikir. Bala xwe bidinê wa ye Daîş me jî dikuje.
Lema jî heger ji nuha û pê da li Tirkiyê çend teqînên din jî bibin ezê bi xwe şaş nemînim.
Û hûnê binêrin, di rojên pêş da heger çend teqînên din jî nekirin ez bi teştekî nizanim. Ji bo ku xwe ji Daîş dûr nîşan bidin êdî her roj ewê dest bi operasyonên li dijî Daîşê bikin.
Ev Erdogan e, ne ûjdan e, ne dîn e û ne jî îman e...

Beyana Karayilan li ser teqîna Stenbolê

XXX
"Em şehîdekî didin lê 10 terorîstan werdigerînin "!
Bavê tirkan yê nuh Tayyip Erdogan gotiye, ”Em şehîdekî didin lê 10 terorîstan werdigerînin, viya bizanibin…”
Wek hûn dibînin mêrik ne wek serokkomarekî, tam wek pêxwasekî kuçan, wek sadîstekî, wek lîderekî mafîyê dipeyive.
Hela carê bala xwe bidin uslûb û retorîka wî, dîtin û şêla wî, xemsariya wî ya li hemberî qetlê û kuştina mirovan.
Tu dibêjî belkî qala kuştina beytikan dike, lema jî bi zimanê nêçîrvanan dipeyive, dibêje ”em werdigerînin.” (Bir şehit veriyoruz ama on tane teroristi de indiriyoruz, bunu da bilin.)
Ancax merivekî sûtal û sadîst li hemberî kuştina mirovan hewqasî xemsar be û xwediyê uslûbeke wiha bêûjdan ne însanî be…