05 maj 2015

Tu dibêjî belkî tirk ji makzayî da neyarên miletê kurd in


Piraniyeke pir mezin ya medyaya tirk ya ajan in ya jî ewladê zinê ne, pînc in. Di internetê, di kanala Foxê da min nuha çend deqîqeyan li Demirtaş guhdarî kir. Moderatorê programê, kesên li studyoyê, yên meyl dişandin, welhasil herkesî ji bo ku li dijî PKKê, li dijî Ocalan û kurdan gotineke ne xweş, gotineke dilê kurdan û PKKê bihêle bi Demirtaş bide gotin wek ajanan dixebitîn.
Moderator got gelek meyl ji me ra tên, milet pir ji te hez dike, bi hezaran însan li me temaşe dikin, însan gelekî pesnê te didin û gelek derewên din li dû hev rêz kirin û dû ra jî got:
-Mesela jinekê ji Bursayê meylek şandiye û gelkî pesnê te daye, gotiye xwezî ev serokê partiyek din bûya. Gotiye ez dixwazim raya xwe bidimê lê dîsa jî dudil im, dilekî min dibêje nedê, ji ber ku ew merivekî wek Ocalan ji xwe ra serok qebûl dike, loma jî newêrim biryara xwe bidim….
Moderator dû ra jî got, ”yanî milet dixwaze ji devê te bibihîze ku tu têkiliya te bi PKKê û bi wan ra tuneye, filan û bîvan…
Yanî xwest Demirtaş bibêje ez ne kurd im û ez li dijî PKKê me ya jî bi kêmanî wan rexne bike.
Lê Demirtaş bersîveke baş da, got mesele ne mesela baweriyê û şexsa ye. Dibê meriv ne li hêviya şexsekî, serokekî be ku were meriv xelas bike. Baweriyê bi min jî neynin. Mesele prensîp in, îlke ne. Û got lê ez kurd im û ez viya wek dezawantajekê jî nabînim. Em garantiya aştiyê ne filan û bîvan…
Dema got ez kurd im beşdarên din mudaxele kirin, gotin, ma tu ne ”zaza” î?
Demirtas got, erê ez zaza me lêzaza jî kurd in. Çar lehçeyên kurdî hene yek jî zazakî ye, nasnameya he hemûyan kurd e.
Yanî ji bo ku gotineke li dijî kurdan pê bidin gotin moderator jî û yên studyoyê jî wek ajanan dixebitîn.
Tirk çavê diya xwe ne, ne ajan bin jî pînc in, ji makzayî da neyarên miletê kurd in

XXX


HDPê, giliyê Recep Tayyip Erdogan li ba Heyeta Bilind ya Hilbijartinan kiriye. HDPê di giliyê xwe da gotiye Erdogan wek serokkomar bêteref hereket nake, propagandeyeke li dijî qanûna hilbijartinan dike, tiştên ne rast dibêje û telewizyonên dewletê jî axaftinên wî zêde didin.
Weleh ne gilî, bêyî hefsê û mirinê tu kes nikane Erdogan rawestîne. Wî mirina xwe kiriye çavê xwe. Ji bo ku îktîdarê ji dest xwe bernede û qanûna esasî biguhere û sîstema serokkomariyê bîne Tirkiyê ewê hertiştî bike.
Derew, bêbextî, îftîra, xeber, komplo yanî ji bo ku AKP qezenc bike û ew jî wek serokkomar bimîne li vê dinyayê tu tiştê neke tuneye. Dikane bi kurdan ra şerekî bide derxistin. Yanî çi tê aqilê we dikane bike…
Lê ew çi bike jî xelasiya wî tuneye, min berê jî gotiye, aqûbeta wî ewê pir trajîk be. Ya ewê taliya wî wek ya Qeddafî pir trajîk be ya jî ewê wek Husnî Mubarek di zindanan da birize….

Bira avis be bira bi derengî be !

Ev du roj in serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî li ser vexwendina serokê Emerîka Obma ya resmî li Washîngtonê ye.

Serok Barzanî berî çûna xwe ya Washîntonê bi çend rojan bi hemû partî û serokên kurdan ra civînek çêkir û dû ra jî çû Silêmaniyê ba Celal Talabanî. Ev jî tê wê maneyê ji bo daxwaza Kurdistana serbixwe kurd bi tifaq in û li hev in. Ev pir û pir muhîm e. Tifaq hebe hertişt mumkûn e.

Li Silêmaniyê bi Talabanî û bi hemû lîderên YNKê ra rûnişt û di heqê programa xwe ya Emerîka da agahdarî da wan.

Tê gotin di dosyeya Barzanî da serxwebûna Kurdistanê, operasyona Mûsilê, şerê bi Daîşê ra , firotina petrolê, têkiliyên bi Bexdayê ra û gelek meselên din yên muhîm hene.

Ev ziyareta serokê Kurdistanê ya Washîngtinê pir mihîm e û ji bo hemû kurdan dîrokî ye.
Tê gotin ku ji maddeyên di dosya serok Barzanî da yek jî îlankirina serxwebûna Kurdistanê ye. Serok Barzanî di vê ziyareta xwe da bi rengekî pir vekirî ewê daxwaza serxwebûna Kurdistanê deyne ber Obama.

Ji bo daxwazeke wiha îro dema herî musaîd e. Piştî şerê li hemberî Daîşê û liberxwedan Kobanê, Şengalê û herêmên din li cîhanê li hemberî kurdan sempatî û pirştgiriyeke mezin çêbû. Ev cara pêşî ye li Xerbê ji bo kurdan û serxwebûna Kurdistanê sempatî û piştgitgriyeke wiha xurt peyda dibe. Dibê kurd vê piştgiriya derve baş bikar bînin.

Heger li başûr kurd ewê serxwebûnê îlan bikin ji nuha baştir tuneye, dibê meriv bi derengî nexe. Meriv nizanane di pêşrojê da çi dibe. Rewş dikane di eleyhê meda biguhere. Loma jî dikane sibe dereng be.
Heta nuha Emerîka bi sempatî li daxwaza kurdan ya serxwebûnê nedinêrî, tim dixwest Îraq perçe nebe û kurd di nava Îraqê da bimînin.

Lê piştî êrîşên Daîşê ser Şengalê, Kobanê û herêmên din yên Kurdistanê û piştgiriya tirkan û ereban ya bi Daîşê ra Emerîka gav bi gav dev ji vê siyaseta xwe ya “yekîtiya Îraqê” berda û li hemberî daxwaza kurdên başûr ya serxwebûnê piçekî nerm bû.

Di vê nermbûna Emerîka da ne tenê êrîşên Daîşê, lihevnekirina şîî û suniyan û bêbaweriya tirkan û ereban jî roleke mezin lîst.

Emerîka bi tecrûbeya salan dît ku bawerî bi ereban, tirkan û farisan nayê, li herêmê mitefikekî ji kurdan saxlemtir tuneye. Tirk, ereb û faris li herêmê tim xwedî ajandeyên veşartî(bi dizî) ne. Emerîka ev yek di praktîkê da bi caran dît û carnan jî li ser gelkî buha rûnişt.Van tecrûbeyên Emerîka yên bi ereb, tirk û farisan ra li ser guhertina siyaseta Obama tesîreke mezin kir. Çmkî Oba jî fêm kir ku li Rojhilata nêz û navîn mitefikê herî saxlem û pëbawer tenê kurd in.

Çendakî berê Kongreya Emerîka li gel nerazîbûn û mixalefeta hukûmeta Îraqê jî biryara alîkariya çekan ya bi kurdan girt. Heta nuha Emerîka rasterast çek nedida kurdan, dida Îraqê û îraqê jî hinek çekên herî sivik û ew jî gelkî bi derengî dida kurdan.

Lê nuha ev duserîtî ji ortê rabû, Emerîka êdî çekan ewë rasterest bide kurdan. Ev biryara Kongrê bi xwe jî sinyala piştgiriya serxwebûna Kurdistanê ye. Çimkî êdî Bexda ji ortê derket.

Bexda him ji vê biryara alîkariya bi kurdan ra û him jî ji ziyareta Barzanî ya Emerîkayê pir nerehet e. Lê tiştekî bikin jî tuneye, êdî bêçare ne.Bexdayê jî êdî fêm kiriye ku bi kurdan ra hatine dawiyê riyê, îlana Kurdistana serbixwe nêz e.

Piştî Kurdistana başûr ewê dor were Sûriyê û Tirkiyê û Îranê jî. Ya muhîm Emerîka û Ewrûpa carê werin vê nuxtê û tirsa tirk û ereban ji ser xwe bavêjin.

Bi hêviya serokê Barzanî bi mizgîniyê Kurdistana serbixwe vegere. Min berê jî gotibû, ecela me tuneye, bîna me kurdan fireh e, me hewqas sal pa, emê çendakî din jî bipên. Bira avis be bira bi derengî be...



04 maj 2015

Em kurd tim ji bo xelkê digrîn

Îro 78 saliya salvegera komkujiya Dêrsimê ye. 78 sal di ser vê komkujiya dewleta tirk ra derbas bû lê hîn jî ne bi rindikî komkujiya kirine qebûl dikin û ne jî gorra Seyid Riza û şehîdên din nîşan didin.
Em kurd tim şîna xelkê dikin, ji bo xelkê porê xwe dirûçikînin û rojên komkujiyên wan bibîr tînin.
Gelo xelk jî ji bo miriyên me şînê dikin, ew jî rojên komkujiyên me bi bîr tînin?
Di dîroka me kurdan da komkujiya Dêrsimê rojeke pir reş e. Hela ka carê bala xwe bidin medya filistîniyan, ermeniyan û tirkan gelo ji van ”birayên” me kesî komkujiya Dêrsimê bibîraniye ya na?
Ez hemû şehêdên Dêrsimê bi hurmet bibîr tînim. Dibê em dîroka xwe ji bîr nekin.

XXX
Gava we dît rûvî dest bi waizê kir bira çavên we li mirîşkên we be…
Erdogan, Quran di dest da ji kurdan ra waizê û xutbeyê dixwîne. Tahlûke pir mezin e, dibê kurd tedbîrên xwe bigrin.
Ji ber ku qatilên Daîşê jî bi tekbîran û bi “Alluhu ekber” serê kurdan jê dikin û tecawizî namûsa wan dikin.



XXX
Kurdan hîn baş fêm nekirine gava ziman here Kurdistan jî diçe. Gava ziman here edebiyat jî, zargotin jî, stran jî diçe, muzîk jî diçe, kultur jî diçe. Yanî kurd dimrin, tirk sax dimînin. Ji bo ku hûn baştir fêm bikin, tirk tirk dimînin û kurd jî dibin tirk…
De êdî hûn bi zarokên xwe ra bi kurdî dipeyivin napeyivin, hûn bi hev ra bi kurdî dipeyivin napeyivin, hûn bi kurdî dinivîsin nanivîsin hûn bi kêfa xwe ne.
Dinya azadî ye, kî bixwaze çi bimîne ewê ew bimîne, kî bixwaze bibe çi ewê bibe ew…

Rih dibe bihost neyar tu carî nabe dost

Sebebê vekişîna yekîneya pêşmerge ji Kobanê Tirkiye bûye. Tirkiyê nehîştiye çek û cebilxana ji pêşmerge ra were şandin 
Sebebê vekişîna yekîneya pêşmerge ji Kobanê Tirkiye bûye. Piştî rizgarkirina Kobanê Tirkiyê rê nedaye çek û cebilxane here ji hêzên pêşmerge ra. Lema jî pêşmerge ji mercbûrû ji Kobanê derketine.
Gelek kurdan PDKê û Kurdistana federe rexne dikirin û digotin çima hêzên pêşmerge ji Kobanê vekişandine, dibê ev yekîne demeke din jî li wir bimaya.
Lê wa ye diyar bû ku sebeb dîsa Tirkiye û hukûmeta AKPê ye.
Fermandeyê yekemîn yê yekîneya pêşmergeyên li Kobanê lîwa Qehar Doskî ji Rûdawê ra gotiye, ”ji ber ku Tirkiyê nedihîşt çek û cebilxane derbasî Kobanê bibe pêşmerge neçar ma ji Kobanî vegere…”
Hêzên pêşmerge 7 mehan li Kobanê bi şervanên YPGê û YPJê ra mil bi mil li hemberî çete û qatilên DAIŞê şer kirin.
Piştî rizgarkirina Kobanê, serokê herêma Kurdistana Federe Mesûd Barzanî xwestiye hêzên pêşmerge demeke din jî li Kobanê bimînin û ”di rizgarkirina hemû gund û deverên Kobanê de alîkariya hêzên Rojava bikin.”
Û ji bo mana pêşmergeyan jî Mesûd Barzanî gelek hewil daye ku Tirkiyê razî bike, lê Tirkiye razî nebûye, nehîştiye çek û cebilxane here ji pêşmeregeyan ra.
Li ser vê, hêzên pêşmerge ji neçarî di 29ê nîsanê da Kobanê terikandin û vegeriyan Kurdistana başûr.
Lîwa Qehar Doskî gotiye, ji ber ku Tirkiye nahêle alîkarî here ji YPGê ra lema jî ”nuha tu rê tuneye ji bo ku çek ji YPGê re bê şandin, tenê rêyên qaçax hene…”
Ev jî nîşan dide ku Tirkiye çiqasî xêrnexwaz û neyarê miletê kurd e. Ji ber zexta Emerîka mecbûr ma rê da çûna pêşmerge. Lê piştî rizgarkirina Kobanê ev rê dîsa li kurdan girt û nehîşt alîkarî û teqemenî here ji hêzên pêşmerge ra. Li gel ku 15 gundên Kobanê hîn jî di bin îşxala qatilên Daîşê da ne jî nahêle, alîkarî here ji pêşmerege ra.
Neyar wek mar e, tu carî bawerî bi neyar nayê, te hew mêz kir bi te veda. Lema jî kurdan gotiye, rih dibe bihost neyar tu carî nabe dost.

Ez van gotinên Tirşikê nadim bi hemû malê dinê

Nuha piştî xwendina hevpeyvîna Îbrahîm Xelîl Baran ya bi birayê xwe Emer Faruk Baran ra min jî berê xwe da malpera tirşikê û min xwest carê bala xwe bidimê hela ka tirşika me di çi halî da ye.
Ya rast ev du sal in min riya xwe pê nexistibû. Ne ji ber xemsariyê, min ji bîr kiribû. Ji ber ku serê min pir meşxûl e û ez tiştan zû ji bîr dikim.
Di ”tirşikê” da ez li navê xwe geriyam. Di heqê min da berpirsiyarê ”tirşikê” ya jî camêrekî ev çend rêzên jêrîn nivîsîye. Wek însan û nivîskar ez pê pir kêfxweş û serbilind bûm. Ev çend gotinên ”tirşikê” ji bo min bergendî malê dinyayê ye.
Lê di nivîsê da hinek şaşî hene. Şaşiya herî mezin nivîskar ez kirime jin, gotiye ”nivîskareke kurd e…”
Min xwest vê şaşiyê rast bikim, lê min kir nekir nebû. Ez ji nuh ve bûm endam jî qebûl nekir. Dibe ku ji bo qebûlkirinê hinek wexta lazim e. Ez nizanim meriv çawa dikevê û çawa nivîsan lê bar dike…
Nivîsa di ”tirşikê” da ya li ser min. Min piçekî rast kir.
”1. Nivîskarekî kurdê kurdistanî ye.. Li ser facebook û twitter û bloga wî ya şexsî ev du sal in ez wî dişopînim û nivîsên wî dixwînim. Min hîn peyveke derî kurdî jê nexwendiye. Di nivîsên xwe de zimanekî sivik û sade ku kurdek ketûbir û ji rêzê yê nexwende jî bihêsanî dikare jê fêm bike bikar tîne.. Yek ji nivîskarên ku bi nîr û qeyd û zincîrên xwe yên bindestiyê hesiyayî ye.. Di nivîsên xwe de ji pencere û perspektîveka kurdistanî bûyer û rûdanên li dora kurdistanê dicirin û diqewimin şirove dike..
Îro berî nîv seetekê keremî tirşikê jî kiriy û bi peyamekê be jî xwêya xwe li tirşikê kiriye. Bi xêr hatiye…”

XXX
Ji alimekî bi nav û deng pirsîn:
-Mamoste, hinek hene zêde dipeyivin, gotinê pir dirêj dikin. Ji bo ku vana kin bibrin tu dibê meriv çi bike?
-Alim got:
-Li kesên zêde dirêj dikin kin guhdarî bikin.
Li Tirkiyê kesê dirêj neke, kin bibire di reqlaman da jî tuneye. Bi îhtîmaleke mezin li Tirkiyê roj û şev ne 24 saet in.

XXX
Bi dîtina min piraniya kurdan zewaceke bêdil dikin û di zanîngehan da jî beşên bêdilên xwe dixwînin.
Loma jî evîn li ba kurdan kesad e û ilim jî bi pêş nakeve. Çimkî di herduyan da jî evîn kêm e, herdu jî bi dil û can nehatine hilbijartin.

XXX
Xwezî hin şair nemir bûna, ji bo ku însanan tim li peyvên xweş guhdarî bikira. Li ser şiîrê çend gotinên nemir.
Şiîr, di nava sinetên bedew(xweşik) da sinetê herî serdest û herî zor e.
///Hegl
Siîr, dînê gotinan e.
///Mallarmê
Siîr, xewnên zekayên mezin in
///Lamartine
Şiîra bê ilim dişibe dîwarê bêxerc û bêhesab…
///Fuzûlî



03 maj 2015

Gava aqilê meriv ji kîsê xelkê be meriv xwe biçûk û xelkê jî mezin dibîne...

Îbrahîm Xelîl Baran di heqê kurdan da tespîtek pir xweş kiriye, gotiye:
”Arjen Arî, Cemal Surreya dike bêrîka xwe ya biçûk. Lê belê xortên kurd ne bi helbestên Arjen Arî, bi helbestên Cemal Surreya ji dildara xwe ra cîlweyê(kur) dikin. Ev kolebûn e.”
Dil jî, aqil jî bi zimên ve girêdayî ye, gava ziman bibe tirkî, dil jî, aqil jî dibe tirk, bi çav û hestên tirkekî li tiştan dinêre.
Gava aqilê meriv ji kîsê xelkê be meriv xelkê mezin û xwe jî biçûk dibîne. Gurriyên xelkê jî li ber çavê meriv dibin por helîl...
Loma jî pir ne xerîb e kurd ji Arjen Arî bêtir Cemal Surreyayê heramzade nas bikin. 
Cemal Surreya heta nêzî mirina xwe jî kurdbûna xwe wek sir veşart. Û rêzek jî bi kurdî nenivîsî…
Fermo helbestek ji Arjen Arî ya bi hemû helbestên Cemal Surreya. Gîha hewşê tahl e. Kurd xelkê mezin û xwe jî biçûk dibînin. Arjen Arî heger tirk bûya nuha wek Ahmet Arîfê duyem di devê her kesî da bû...
Ev Çiya Rûspî Ne
Di qada şer de pişta me negihişt erdê. 
Te şahid bivê, va Herekol. 
Miradkar, bi bext û ol 
Va Cûdî 
Û va ye ev ax!
Kîj wextî bêleheng ma? 
Kî gavê bêkêr? 
Ev axa bi xêr û bêr 
Ji bakur ve serejêr 
Gebar, 
Sîmal, 
Bêxêr... 
Her yek şêrko 
Ango, 
Yek yek Êzdînşêr.
Li piştekê bigerî, va ne: 
Ev Nemrûd e 
Ev Agirî ye 
Ev Sîpan e. 
Kîjan e nerûspî 
Heyran 
Bêrûmet kî ji van e?
Ronakê lêda çûrisî 
Kirasê l'bejnê qerisî, qelemsiltan e. 
Enîmêr e û Dêrsimî, 
Ev çiya Tûjik e, heyran!
Heyran, 
Ev çiya destbirakê Sîpan e. 
Ku di bin berfê de mane. 
Ba hûû dike, 
Mûnzir pûç î pûç dike, 
Zivistan e!
Bi pilingê pêşî re şîyar dibin. 
Têhn vedide l'lûlan ji teqînê. 
Stran dikevin pêlên xuşînê, 
Şer dîne, şervan dîne 
Çarmêrkî rûniştî di bin berfê de 
Ev çiya rûspî ne, heyran!
Me, lome nekir ji wan. 
Na na, û ne ji yekî! 
Navê lawê xwe kiribe Sîpan, kurdekî, 
Me lîland, 
Loma, bi Sîpan in stranên me 
Ka bistrê, heyran!


Arjen Arî

Dîtina Kurdistana serbixwe nêz e

Bêguman emê demek din jî bi Erdogan ra haşir û neşir bibin. Erdogan û  partiya wî ji bo ku kurd negihîjin azadiya xwe  ewê hîn gelek dek û dolaban bigerînin, gelek fêlbaziyên din jî bikin. Ewê geh bi Quranê û geh jî bi çekan werin ser me.
Lê bêfeydeye, xelasiya wan tuneye, kurd ewê zora vê dewleta ceberût bibin. Heta nuha wan çi kir dawiya dawî li zirarê derketin. Nuha jî eynî tişt e, ewê eynî tişt bibin, kurd ewê li karê derkein.
Em nêzî dawiya fîlm bûne…
Zor, teror, çek ceribandin, gund wêran kirin lê di netîceyê da li zirarê derketin.
Hinekî sist kirin, TRTa kurdî  vekirine , di hin zanîngehan da beşên kurdî vekirin, gotin belkî mesela kurd biqede. Lê dîtin tew ji xwe ra xerabtir kirin. Nuha nikanin bigrin jî.
Ji bo perçekirin û bihevxistina PKKê dest bi hevdîtinan kirin, sê salan wirda birin, virda anîn dîtin ku PKK perçe nabe, bûyer li gorî hesabê wan nameşin û hêdî hêdî zirarê dikin. Loma jî ji nişkave dev guhertin û gotin mesela kurd tuneye. Me hemû mafê kurdan daye. Tiştê maye teslîmbûne. Dibê PKK êdî çekan deyne û were teslîm bibe.
Çimkî dîtin hesabê wan şaş derket. Loma jî dibê çerx bikin.
Ji bo ku dezgeheke miletê kurd çênebe, xurt nebe, di nava milet da reh bernede, BDP dan girtin û HDP dan çêkirin.
Lê bawer bkin îcar jî ewê hesabê wan şaş derkeve. Yanî bi numareyên wenî kurd ne diqedin û ne jî dev ji doza xwe berdidin.
Tenê hinekî dirêj dibe.
HDP, di hilbjartinan da têkeve meclîsê jî, nekeve meclîsê jî  zêde ferq nake, dîsa ewê li zirarê derkevin, kurdê li karê derkevin.
HDP bi alî tirkan û tirkîtiyê da zêde çerx bike kurdê jê dûrkevin, bi alî kurdan da bike tirkê jê dûr kevin. Û di netîceyê da ev alternatîf jî ewê were ceribandin, kurdên teseliya xwe ji vê hevkariya tirkan jî bibirin.
Ji bo ku li başûr rê li ber îlankirina Kurdistana serbixwe bigrin, hêzên kurd yên çekdar têk bibin Tirkiyê, Îraqê û Sûriyê bi hev ra Daîş şandin ser kurdan. Lê di netîceyê da dîsa li zirarê derketin.
Erê Daîşê zirareke pir mezin da miletê kurd, di dilê kurdan da birînên pir kûr vekir, lê alî din ev êrîş bû sebebê çêbûna yekîtiya kurdan û ji bo kurdan peydabûna alîkariyeke pir mezin.
Ne ev êrîşa Daîşê bûya dinyayê hewqasî alîkarî nedida kurdan. Ev alîkarî di rojên pêş da li başûr ewê Kurdistaneke serbixwe bi xwe ra bîne. Ji nuha da meriv sînyalên wê dibîne.


Ji ber ku li ber kurdan tu riyeke din nema û dinyayê jî ev yek di praktîkê da baş dît.
Dinyayê dît xelasiya kurdan dewlet e, heta kurd nebin xwedî dewlet li herêmê ne aştî û aramî çêdibe û  ne jî ereb, tirk û faris kurdan rehet dihêlin.
Yanî qet ne hewceye em bitirsin, Erdogan û tirk çi bikin jî xelasiya wan tuneye, emê bi ser kevin.
Ji xwe Sûriye û Îraq êdî wek dewlet nemane. Maye Îran û Tirkiye.
Îro dewleta ji bo hemû kurdan herî tahlûke ne Tikriye ye, Îran e. Îran dikane gelek zirarên mezin bide kurdan, ew xwedî wê hêzê û îmkanê ye. Di warê leşkerî, aborî û siyasî da Îran ji Tirkyê pir xurttir e. Û wek rejîm jî rejîmeke pir tahlûke ye.
Loma jî di pêşerojê dibê kurd li hemberî Îranê gelkî şiyar û bi tedbîr bin.
Bi dîtina min pêşeroj ya miletê kurd e, kurdên xwedî hêz, PKK, PDK, YNK, Goran bi hev nekevin û bi hêzên din ra siyaseteke netewî bimeşînin serketin ya me ye. Dîtina kurdistana serbixwe nêz e. Pêşeroja Erdogan tarî ye…

02 maj 2015

Li Tirkiyê tu karekî kurdan bi pîrozkirina 1ê Gulanê û bi çepên tirk ra tuneye.



Li Tarabzonê bi hezaran tirkên nîjadperest û faşîst bi ço û kêran êrîşê kurdan kirin û xwestin wan lînc bikin. Nehîştin milet 1ê Gulanê bi rehetî pîroz bikin. Alên wan ji wan û heta ji pûlisan stendin û şewitandin. Li Tarabzonê dikanîbû bi sedan însan werin kuştin. Min tevayiya bûyeran taqîp nekir, lê li Stenbolê, Anqerê û li gelek derên din jî bûyerên mezin qewimîn û bi sedan însan birîndar bûn.
Bûyerên qewimîn helbet ne tiştekî nuh û serprîz e, tirk û pûlisên tirk her sal eynî tiştî dikin. Lê kurd dersa xwe nagrin û biaqil nabin.
Bi baweriya min li Tirkiyê, li bajarên tirkan tu karekî kurdan bi pîrozkirina 1ê Gulanê û bi tirkan ra tuneye. Dibê kurd li Tirkiyê bi çepên tirk ra hol nebin û gelê xwe najon ser mirinê.
Ev êrîş jî nîşan didin ku em û tirk nabin dost û bi hev ve nazeliqin. Em nikanin bi hev ra bijîn. Em çi bikin jî ew me kurdan neyar dibînin û di her fersendê da êrîşî me dikin.
Em ”reş ew spî”, yanî em du qewmên cihê ne. Dibê ev rastî were qebûlkirin. Lê hin kurdên dixwazin bi zor xwe bi tirkan ve bizeliqînin. Meriv bi zor nikane du miletan bike dostên hev, bi hev ve bizeliqîne. Çare dibê kurd li welatê xwe, li Kurdistanê bibin xwedî desthilat, bibin xwedî dewlet.
Ev siyaseta PKKê ya şaş ya partiya tirk û kurdan ya Tirkîyetiyê rojekê ewê bibe sebebê qetlîameke mezin. Ji ber ku kurd li Tirkiyê di nava keriyên guran da ne.



XXX
Hin kurdan bi Kurdistana serbixwe û yekbûyî destpêkirin û hatin li demokratik Turkiye hesilîn. Gunehê min bi wan tê. Çi kesên rebin in.
Lê hafiza civatê jî ya masiye ye, qet tiştek nayê bîrê…

01 maj 2015

Kurdên bakur ji zimanê xwe hez nakin lema fêr nabin



Herî kêm ev çel sal in kurd “1ê Gulanê” pîroz dikin. Lê hîn jî ji sedî nodûnehê partî, komele, dezgeh û siyasetmedarên kurd nizanin “1ê/yekê gulanê” rast binivîsin. Mala Xwedê ava be, îsal wa ye PAKê rast nivîsî ye. Kêfa min hat.
Lê di medya sosyal da şaşî ne yek e, ne dudu ye, bê hed û bê hesab in.
Ji dêlî ku “Bijî 1ê Gulanê/Bijî Yekê Gulanê” binivîsin, “Bijî 1 Gulan/Bijî Yek Gulan” dinivîsin. Yanî “1ê” û “gulanê” bi “ê” natewînin.
Hersal eynî problem e, bi gotinê, bi rexnekirinê êdî mû bi zimanê min ve hat.
Ji sebebên vê şaşiyê yek jê wergeraji tirkî ye, tim ji tirkî werdigerînin kurmancî. Rasterast bi kurmancî nanivîsin.
Ya duyem bi kurdî nafkirin, mejuyê wan li gorî tirkî çerx dibe.
Ya sêyem dilê wan bi tirkî ra ye û daxwazeke wan ya fêrbûna kurdî tuneye. Kurdî ji bo wan carnan, gava hewce be wasiteyeke propagandeyê ye, aletekî xapandina milet e.
Tu carî bi dil û can naxwazin kurdî baş fêr bibin. Tim bi çavê zimanekî mirî, zimanekî bêqîmet, zimanekî nehewce, bêfeyde û heta wek bargiranî li kurdî dinêrin.
Jixwe lema heta mecbûr nebin, heta hinek ji wan nexwaze bi kurdî napeyivin.
Îcar zimanekî meriv bi vî çavî lê binêre, zimenekî kêfa meriv jê ra neyê helbet meriv fêr nabe.
Çîrok ev e, sebeb ev e. Û ev jî destpêka tirkbûnê ye, êdî meriv ji zimanê xwe, ji kultura xwe dûr dikeve û dihewisa ziman û kultureke din. Bi saya siyasetmedarên me kurd bi çargaviyê dibin tirk…

XXX
Siyasetmedarên kurd, xwendayên kurd, ronakbîrên kurd bi navê kurdperweriyê, bi navê xebata ji bo kurd û Kurdistanê kurd asîmîle kirin û zimanê tirkî bi hostayî, bi fêlbaziyeke nedîtî xistin devê kurdan.
Tiştê dewletê nikanîbû bikira me li ser navê kurdayetiyê kir û em hîn jî dikin. Dewletê triliyon dolar jî birijanda di demeke hewqas kin da nikanîbû kurdan bi vê berfirehiyê bihewisîne tirkî.
Me kurd kirin muptela û alkolîkên tirkî, êdî em bixwazin jî kurd dev ji tirkî bernadin.
Ev, gava pêşî ya tirkbûna me ye, piştî ku zimanê me bû tirkî, hêdî hêdî emê jî bibin tirk. Ji xwe tirkbûna hemû miletan wiha dest pê kiriye, berê asîmîle bûne, dû ra jî bûne tirk…

XXX
Şairê emerîkî yê bi nav û deng Walter Whitman, li ser ferqa di nabêna însan û heywan da gotinek pir xweş kiriye, gotiye:
”Ez pir bi baldarî, hûr û kûr li heywanan dinêrim
qet yek jî li hemberî yekî ji hemcinsê xwe serê xwe natewîne, bi çongan ve nakeve erdê”
Walt Whitman
Lê însan li hemberî însên serê xwe ditewîne û xwe dike cila bin nigê wî jî…

XXX


Ji fîlozofekî pirsîne, gotine:
-Ma tu bi şans bawer dikî?
Fîlozof gotiye:
-Erê, ya na minê serketinên kesên ez ji wan hez nakim çawa îzah bikira