18 augusti 2014

Ya Kurdistan ya neman !

Piştî 6 hefte bînvedan destpêkirina kar gelkî zahmet e, meriv hemû kod û rûtînên xwe ji bîr dike. Gelek rûtînên kar di hafizeya min da nemane, heta ez werim ser xwe ez bawer dikim ewê çend rojan bigre.
Di medyayê da li gorî hefteya borî îro xeberên dilşadkir hene, kurd li başûr derbên giran li qatilên Dewleta Îslamî didin. Ev yek dilê hemû kurdan şad dike.
Ez hêvî dikim di demk kin da qatilên DÎ ji hemû Şengalê werin paqijkirin û kurd bikanibin bi rehetî vegerin mal, cî û warên xwe.
Dibê kurdên êzdî Şengalê terk nekin, ji bo vê yekê gerek hukûmeta Kurdistanê her tedbîrê bigre û rê nede koçkirina êzdiyan.

XXX
Serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî di beyana xwe ya dawî da ji gelê kurd û hêzên pêşmerge ra gotiye, ”ya Kurdistan ya neman!”
Şîarek rast e, dibê hemû serok û partiyên kurd wiha bibêjin.
Çimkî heta Kurdistan çênebe ji me kurdan ra li tu beşekî Kurdistanê rehetî tuneye, emê tim wek pezê qurbanê geh li vî beşî û geh jî li wî beşî werin şerjêkirin.
Miletê bêdewlet miletê bindest e. Heta em wiha bidest û bêdewlet bin tarejediyên wek Şengalê ewê tim par û qedera me be.
Ji bo azadî û dewletbûnê jî dibê em welatê xwe heta mirinê biparêzin, li hemberî êrîşên neyaran welatekê xwe neterikînin.
Çare ne rev e, paparastina Kurdistanê ye, tifaq û liberxwedana netewî ye.
Bijî kurd û Kurdistan!
Bijî tifaqa miletê kurd û liberxwedana pêşmerge û gerîla!
Bimre bindestî!

XXX

Em ji 40-44 derece germiyana Wêranşarê û Diyarbekrê aciz bûn, ji ber germê û kelakela rojê qareqare me bû. Em hatin Stockholmê îcar jî baranê û sermayê da ser me, nuha jî em ji baranê û sermê gazinan dikin.
Min got ez îro derkevim der, herim qahwê, bîstekê bejn û bala xwe nîşanî milet bidim, lê wa ye baran nahêle, li der ximexima baranê ye…
Axir li tu derê rehetî tuneye û we selam…


2014-08-16

16 augusti 2014

Çîroka gera min a Kurdistanê

Ev 6 hefte ne ez û xanim li Kurdistanê li tahtîlî bûn. Em îcar li gelek cî, war û bajaran geriyan, me gelek derên xweş û dîrokî dîtin.
Bêyî Wêranşar û Diyarbekrê em çûn Rihayê, Herranê, Gobeklî Tepeyê, Xelfetiyê, Çiyayê Nemrûd, Dêrsimê, Elezîzê, Xarpêtê, Qereqoçanê, Betlîsê, Tetwanê, Wanê, Kela Xoşabê, Dêra Axdamarê. Me hefteyekê li ber gola Madenê/Hazarê rojên xweş borand.
Di vê gerra me da pismamê min Ekrem Çuvanlioglu û hevalê minê hêja Mehmet Vural bi me ra gelkî westiyan, bi erebeyên xwe em bi rojan gerandin. Li vir ez gelkî spasî wan û hemû dost û hevalên wek Sînan Demir, Zeher, Eyûbê Qeregêçî ku em li gund kirin mîvan û ji me ra berxekî wek beranekî şerjêkir, kekê hêja Osman Aydin em li herêma Dêrsimê û Elezîzê gelkî gerandin; dîsa A. Kadîr Îzol, Sertac Kaya, Mahir Kaya, Ishak Kaya, Recep Dildar, Hamdî Kuçukbayrak, A. Kadîr Kuçukbayrak, Sabahatîn Korkmaz, Nezîrê Cibo, Îmam Taşçier , Dr. Salih Ozgokçe, Medenî Avcîl, Alî Guneş, Funda Dalgali ku hemûyan jî wextên xwe dan me û em dilşa kirin. Ez spasî wan û hemû dost û hevalên din yên ku hatin ziyareta me û em ezimandin dikim.
Kekê Osman Aydin li gel wê nerehetiya xwe rojekê em li Dêrsimê, Elezîzê, Xarpêtê, pertek û Qereqoçanê baş gerandin û gelek derên xweş nîşanî me da.
Di vê gerra me da tiştê herî zor û zahmet germ bû, bi taybetî jî germa Wêranşarê, Rihayê û Diyarbekrê nedihat kişandin. Û di ser da jî gava meriv bêmal be, li otêlan û mîvanê xelkê be, a wê demê germ ji binda nayê kişandin.
Du sê gotin jî li ser xaniyê min.
Ez û xanim di 7ê temûzê da çûn Kurdistanê, me ji xwe ra xaniyek kirîbû, bi nêta em herin mala xwe raxin û têda bidin lotikan û dost û hevalan biezimînin.
Lê xeyala me pûç derket, xanî bû derew. Çîrok dirêj e, ezê li vir qal nekim, lê bi kinî xanî ne tu xanî bû, me neeciband û wek hercar em dîsa li otêlan hesilîn. Holikeke neqediyayî li wir e, were firotin baş e û neyê firotin jî perê me çû. Yanî min pûş kuta…
Piştî hewqas gotin dor hat ser rismên vê seyahetê. Fermo, bibînin bê em çûn ku û me çi dît û çi nedît…

Xelasiya me di tifaqê da ye

Serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî do li Mexmûrê çû serdana gerîlayên PKKê.
Ev ziyareta serokê Kurdistana Federe Mesûd Barzanî ya Qempa Mexmûrê û hevdîtina bi serokên gerîlayên PKKê ra bûyereke dilşadkir û dîrokî ye. Ji xwe daxwaza miletê kurd jî ev e, dîtina rojek wih aye. Kurd di van rojên giran û dîrokî da yekîtiya hêzên kurd, yekîtiya kurdan dixwazin. Dîmenên wiha dilê hemû kurdan xweş û yên fêsad û neyaran jî reş dike.
Bi hêviya ev dostanî û hevkariya li hemberî neyarên hov û xwînxwar berdewam be, berfirehtir û xurttir bibe.

XXX


Merheba gelî dost û hevalên ezîz û giranbuha!
Piştî 6 hefte dûrketin vaye dîsa bi we ra me. Ez nizanim we bîriya min kir ya na, lê min gelkî bîriya we û nivîsînî kir. Ev 6 hefte bûn ez li Kurdistana bakur bûm. Min û xanimê bi gerrê dilê xwe rehet kir. Em li gelek deveran geriyan, me gelek deverên xweş dîtin. Ne îşev lê dû ra ezê ji we ra qala serborî û hestê bikim.
Lê xebera ne xweş, ez saxlem çûm û kût hatim. Min piçekî xwe seqet kir. Lê ez li rastekê, li kolana bajarekî neketim, ez li ser qotê çiyayê Nemrûd ketim. Û him jî bi şev. Min hinekî nigê xwe êşand û hîn jî dikulim.
Ez nuha gelkî westiyayî me. Bi xêr sibe ezê rismên gerra xwe biweşînim û bere bere hinekî jî qala bîranînên seyaheta xwe bikim.
De nuha bi xatirê we.
2014-08-14

15 augusti 2014

Çare dibê em jî wek her miletî bibin xwedî dewlet


Min dixwest nuha ji we ra qala rêwîtî û gerra xwe ya Kurdistanê bikim. Lê trajedî û qetlîama li Şengelê hat serê kurdên êzdî vê kêfxweşiyê di dilê min da diqurçimîne û ji dilê min nayê di demeke wiha xemgîn da ji we ra qala kêfa min borandîye bikim. Loma jî berê wê dixwazim çend gotinan li ser qetlîama miletê kurd û kurdên êzdî ya van rojên dawî bikim.
Bi dîtina min di trajediya Şengalê da sûcê berpirsiyarên herêmê û ya hukûmeta Kurdistasina Federe mezin e. 
Dibê pêşmerge û hêzên ewlekariyê yên herêma Şengalê berî êrîşa ÎŞIDÊ tedbîrên xwe girtibûna û Sincar hewqasî bi hêsanî teslîmî van qatilan nekiriba. Dibê li hemberî êrîşê liberxwedaneke mezin nîşan bidana. Lê nedan. Û ev jî kêmasiyeke pir mezin e. Pêşmerge Şengal pir erzan teslîmî çeteyên ÎŞIDê kir. Ev rastiyeke.
Ji xwe wa ye serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî kêmasî û mesûliyetên berpirsiyarên Sîncar û Şengalê qebûl kiriye û kesên berpirsiyar ji karên wan dûr xistine û di heqê berpirsiyaran da lêkolîn daye vekirin. 
Ev yek gaveke baş e û dibê kesên sûcdar him eşkere bibin û him jî bê ceza nemînin.
Berî her tiştî ev êrîş dibê ji bo kurdan ne surprîz bûya, dibê kurd ji vî alî ya jî ji wî alî da hergav li bendî êrîşeke wiha bûna. 
Heger hetanî nuha kurdan li herêmê di warê leşkerî da tedbîrên xwe negirtine û hîn nebûna xwediyê çekên giran û cebilxaneyek mezin kêmasiyek pir û pir mezin e. 
Kes nikane bibêje kesî çek nedifirot me, pere hebe meriv dikane ji neyarê xwe jî çekan bikire. 
Yanî bahaneya çekên me yên giran tuneye, ne sebeb û mazeret e, bi eksê wê qusûr e, kêmasî ye. 
Û ev kêmasî berî herkesî ya hukûmetê ye. Dibê hukûmetê ev tahlûke bidîta û li gorî wê tedbîrên xwe yên leşkerî  û ewlekariyê bigirta.
Serokê herêma Kurdistanê û hin berpisiyarên kurd yên din di dema îşxala Mûsilê û revandina personalên sefarata Tirkiyê da digotin me îstîxbarata êîrîşa DAÎŞÊ girtibû û hukûmeta merkezî jî ji vê yekê agahdar kiribû. 
Baş e we ev îstîxbarat çima ji bo xwe negirt? Çima we li hemberî vê êrîşê tedbîrên xwe negirt?
Yanî di vir da him di warê leşkerî û him jî di warê îstîxbaratî da kêmasiyên pir mezin hene. 
Heger we dizanîbû hûn nikanin bi DAÎŞÊ ra şer bikin, wê demê dibê we bajar û herêm vala bikira, berî êrîşê milet ji herêmê dûr bixista, nehîşta qatilên DAÎŞÊ vê zulmê û barbariyê li miletê kurd bike.
Bi kurtî di vê trajediya kurdên êzdî da him sûcê berpirsiyarên herêma Şengalê yên leşkerî û him jî yên siyasî heye. Loma jî dibê di vî warî da hemû kesên berpirsiyarên vê trajediyê werin tespîtkirin.
Li alî din di her musîbetekê da xêrek jî heye, belkî bi ”xêra” vê musîbeta mezin kurd li hemberî êrîşên wiha him tedbîrên xwe bigrin û him jî yekîtiya xwe xurt bikin. 
Ji bo dijminên me pîvaz çi sor çi spî ye, yanî kurdê baş û xerab tuneye, hemû kurd neyarên wan in û qetla wan helal e. 
Heger li Şengalê ji dêlî êzdiyan ve kurdên sûnî ya jî elewî jî hebûna van qatilan ewê dîsa jî eynî tişt bianîna serê wan. Ma li Kurdistana rojava eynî tiştî naynin serê kurdên sunî!
Yanî ferqiyetên me yên siyasî, mezhebî, dînî û  îdeolojîk ji bo neyarên me qet ne muhîm in. Çimkî ew ji ferqiyetên me yên siyasî, dînî û mezhebî bêtir, li dijî hebûna me ne, li dijî hebûna kurd û Kurdistanê ne. 
Dibê em baş bizanibin, ji bo ku kurd Kurdistanê dixwazin ew êrîşî me dikin, serê zarok, jin, kal û pîrên me jê dikin û dixwazin wek milet koka me biqelînin, me ji ruyê dinyayê rakin.
Ji bo ku kurd dixwazin bibin xwedî dewlet vê wahşetê dikin, me mahkûmî serê çiyan dikin.
Û loma jî heta ku kurd jî wek her miletî nebin xwedî dewlet qetlîamên wiha ewê tim û tim par û qedera me be. 
Çare dibê em jî bibin xwedî dewlet, heta ku em nebin xwedî dewlet tepa xelkê ewê tim û tim li ser serê me be, carnan dewleta tirk, carnan dewleta Îranê, carnan Seddam û carnan jî DAÎŞ ewê wiha me qetil bike…

05 juli 2014

Trajediya Hatîp Dîcle


Hatîp Dîcle siyasetmedarekî di ber kud û Kurdistanê da pir kişandiye, gelek eziyet û cefa dîtiye, çarîkê jiyana xwe di zindanên Tirkiyê da derbas kiriye. 

Siysetmedarekî hewqasî kişandiye, xwedî tecrûbeyên salan do di telewîzyona IMC da xwe hetikand. Bîstek berê dema min li axaftina wî temaşe kir, min nexwest ji çav û guhên xwe bawer bikim. 

Tiştên Dîcle gotin pir xerab bûn û ne layiqî siyasetmedarekî hewqasî zulm dîtiye bûn. Lê mixabin got.
Bi kurtî, Dîcle dîsa li dijî dewletbûna kurd derket û got:

04 juli 2014

Dibê kurd miheqeq referandûmê bikin

Li ser daxwaza serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, parlamentoya Kurdistanê îro civiya û Barzanî derbarê rewşa Kurdistanê û Îraqê da axaftinek kir û hin agahî dan.

Barzanî, di axaftina xwe da ji parlamentoya Kurdistanê daxwaz kir ku meclîs li Kurdistanê tarîxa referandûmê diyar bike.

Barzanî, di axaftina xwe da derbarê piştgiriya navnetewî da jî got, “Piştgiriya me ya navdewletî heye û aliyê piştgiriya me nake jî dujminatiya me nake.”

Serokê herêma Kurdistanê Barzanî, derbarê navçeyên hêzên pêşmerge ketinê jî got, ”pêşmerge ewê ji wan herêman paşda venekişin.”

Bêguman hebûna piştgiriya navnetewî pir muhîm e. Diyar e heger piştgiriyeke xurt ya derve tunebûya Barzanî ewê ji meclîsê daxwaza biryargirtinê nekira û referandûm wiha bi israr nexwesta.

Esas piştgiriya derve hebe tunebe, dibê kurd di vê nabênê da referandûmê bikin û vî mafî di destê xwe da wek wek kartekê, wek wekaletnameyeke milet daya wan bihêlin. Îradeya milet di saha navnetewî da gelkî girîng e. Arnawitan li Kosowayê eynî tişt kirin. Loma jî dibê kurd vê fersendê ji destê xwe bernedin û referandûmê miheqeq bikin. Bicîanî ya jî nebicîanîna netîceya referandûmê tiştekî din e...

Biryara venekişîna ji herêmên pêşmerge ketinê jî biryareke pir baş e. Dibê kurd li van herêman xwe di warê leşkerî da pir baş bicî û amade bikin.
Di vê valayiyê da kurd çi bikin li karê ne…

03 juli 2014

Li gorî rojnameya filîstîn Qudus el-Arabî "Kurdistana serbixwe ewê bibe xencereke di dilê alema ereb da"!


Rojnameya Filistînê ya herî mezin Qudus el-Arabî, di hejmara xwe ya îro da gotiye, ”Serxwebûna Kurdistanê ku ji aliyê Tirkiyê û Îsraîlê ve tê destekkirin xencereke di dilê Alema Ereb de ye."
Bi nêzikbûna avabûnê Kurdistanê ra dost û dijminên me jî, xêrxwaz û nexêrxwazên me jî ji hev digerin, perda ser ruyên wan dikeve.
Çepê kurd, rastê kurd, dîndar û komînîstên kurd yanî hemû hêz û pariyên kurd bêyî îstîsna hemû jî pirştgiriyê didin gelê filîstin û dewleta wan ya serbixwe.

02 juli 2014

Hûn çi bikin jî Kurdistanê çê bibe

Her ku roja avabûna Kurdistana serbixwe nêz dibe hêzên Kurdistan îşxal kirine awirên xwe li me tûj dikin, gefan li me dixwin û dibêjin ”em qebûl nakin hûn Kurdistaneke serbixwe ava bikin, em qebûl nakin hûn bibin xwedî dewlet.”

Nuha jî Îran wek Tirkiyê dibêje, ew li dijî Kurdistaneke serbixwe ye. Ji xwe ne îro, ji berê û berda ye Îran li dijî avabûna Kurdistanê ye.

01 juli 2014

Şêla Îsraîl dibê me şaş neke

Hin kurd dibêjin, berpirsiyarên dewleta Îsraîl çima heta nuha di heqê kurdan da wiha nedipeyivîn?
Çima berê nedigotin dewleteke serbixwe mafê kurda ye û dibê kurd jî dewleta xwe ava bikin?
Çima berê nedigotin heger Kurdistan çê bibe berî herkesî emê wê nas bikin?
Çima berê dostê tirkan bûn û neyartiya krdan dikirin, lê îro çima wiha dikin?