Her ku roja avabûna Kurdistana serbixwe nêz dibe hêzên
Kurdistan îşxal kirine awirên xwe li me tûj dikin, gefan li me dixwin û dibêjin
”em qebûl nakin hûn Kurdistaneke serbixwe ava bikin, em qebûl nakin hûn bibin
xwedî dewlet.”
Nuha jî Îran wek Tirkiyê dibêje, ew li dijî Kurdistaneke serbixwe ye. Ji xwe ne
îro, ji berê û berda ye Îran li dijî avabûna Kurdistanê ye.Û ji bo ku
Kurdistan çênbe wan gelek caran Kurdistan kirine gola xwînê, bi dehan serok û
rêberên miletê kurd bi alçaxî kuştine. Yanî di vî warî da sicîla farisan ji ya
tirkan pir û pir xerabtir e.Loma jî pir ne xerîb e ku ew jî li dijî Kurdisanê
bin.
Çima li dij in?
Ji ber ku em kurd in.
Li gorî van hêzên îşxalkar ji tirkan ra, ji farisan ra, ji ereban ra dewlet heq
e, tenê ji me kurdan ra ne heq e; heta qebhet e jî!
Lê dibê meriv ji van gefên wan zêde netirse, dema roja wê hat, dema Kurdistan
çêbû ewê mecbûr qebûl bikin, wekî din tu rê tuneye. Wan berê hebûna me jî qebûl
nedikrin, heta digotin kurd tunene. Lê dû ra qebûl kirin. Piştî demekê ewê fêrî
Kurdistana serbixwe jî bibin, ewê wê jî qebûl bikin...
Hinek sebir...
XXX
Ez dikim nakim fêm nakim, însanek çawa dikane ji diya xwe bêtir ji diya xelkê û
ji zimanê xwe bêtir ji zimanekî din hez bike?
Heger hez dike ne normal e, di şexsiyeta wî da, di hestên wî da, di fikrê wî da
seqetiyeke heye.
Yê min bi xwe diya min li ber dilê min ji hemû diyan û zimanê min jî ji hemû
zimanan şîrîntir e.
XXX
Bi minasebeta qetlîama Swêsê ya 2ê temûza 1993a ez 37 kesên
ji alî canî û qatilên devbixwîn ve hatin şewitandin bi hurmet bi bîr tînim û
qatilan û piştevanên wan rûresş û şeremezar dikim.
Min ev kurtenivîsa jêr û helbest ji rûpela Kejê Bêmal girt û kir kurmancî.
”Rojekê du term anîn Bîngolê. Bîngol bi van kuştiyan hejiya.
Herkes dice dîtinê. Ez jî çûm. Term dibrin morgê. Yek xort, simêla wî hîn xwî
nedaye. Ya din keçek e. Yê xort kinçên wî lê ne, keçik şûttazî ye. Lê belê ruyê
xort pelixîye, pozê wî tuneye, ji hêta wî jî destek goşt hatiye jêkirin,
tiliyên wî bi murekeb e. Şopa (dewsa) tiliya wî girtine. Ji vê bûyerê gelkî
muteesîr bûm. Û tabî min xwe da araqê. Dû ra min helbestek jî nivîsî…”
Metîn Altiok
“Metîn Altiok, di qetlîama Sêwasê da(2 temûz)ji mirinê giran
birîndar xelas bû. Lê belê ji qomayê dernekt û di 9ê temûzê da li Anqerê di
nexweşxaneyê da wefat kir.”
Wisa sipî, wisa sipî ye bedena wê
tu dibêjî belkî ji perçakî hevrîşim e
loma jî hewece nedîtiye ser xwe bigire
Şilftazî, narîn, li ser sedyeyê termê keçekê
deh tiliyên wê bi boyax in
murekeba istampayê tê geriya ye
Heger keçeke min sax be
keçeke min di morgê da ye nuha
///Metîn Altiok
tu dibêjî belkî ji perçakî hevrîşim e
loma jî hewece nedîtiye ser xwe bigire
Şilftazî, narîn, li ser sedyeyê termê keçekê
deh tiliyên wê bi boyax in
murekeba istampayê tê geriya ye
Heger keçeke min sax be
keçeke min di morgê da ye nuha
///Metîn Altiok
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar