05 juli 2014

Trajediya Hatîp Dîcle


Hatîp Dîcle siyasetmedarekî di ber kud û Kurdistanê da pir kişandiye, gelek eziyet û cefa dîtiye, çarîkê jiyana xwe di zindanên Tirkiyê da derbas kiriye. 

Siysetmedarekî hewqasî kişandiye, xwedî tecrûbeyên salan do di telewîzyona IMC da xwe hetikand. Bîstek berê dema min li axaftina wî temaşe kir, min nexwest ji çav û guhên xwe bawer bikim. 

Tiştên Dîcle gotin pir xerab bûn û ne layiqî siyasetmedarekî hewqasî zulm dîtiye bûn. Lê mixabin got.
Bi kurtî, Dîcle dîsa li dijî dewletbûna kurd derket û got:
”Dibê Barzanî dewleta kurd ava neke û neçe referandûmê. Di referandûmê da milet ewê bibêje dewleta serbixwe û evê ne rast be. Wezîfeya siyasetmedar dibê rê li ber vê daxwazê bigre. Barzanî dibêje Kerkûk Kurdistan e, bi vê yekê şaşiyeke mezin dike. Kerkûk ya hemû gelan e. Dibê meriv ji bo dewleta netewî gelan nede kuştin. Dewleta kurd li Rojhilata Navîn ewê bibe sebebê şerekî bi salan.”

Li gorî Dîcle, ”heger kurd li başûr serxwebûna xwe îlan bikin ewê bibin sebebê şerekî mezin, Îran dikane êrîşî wan bike û nikanin xwe biparêzin…”

Yanî hemû argumentên Dîcle, li ser asasê dewleta kurd ewê him bibe sebebê şerekî mezin û him jî kurd bi xwe ewê zulmê bibînin. Û loma jî dibê kurd Kurdistanê û dewletê nexwazin.

Heger meriv li gorî vê dîtina Dîcle hereket bike, wê demê dibê kurd li tu beşekî Kurdistanê doza tu mafî nekin.

Çimkî dema dikin, zulm li wan dibe, dikevin hefsan û tên kuştin.Yanî pêşniyara Dîcle, dibê kurd dev ji rizgarkirina Kurdistanê û avakirina dedewleke kurd berdin û ji xwe ra rehet bikin.

Mesela heger Dîcle jî berê doza Kurd û Kurdistanê nekira, ewê bi dehsalan di zindanan da nema, ewê parlamenteriya xwe wenda nekira.

Heger wî jî negota kurd û Kurdistan û piştgirî neda PKKê, negota şerê gerîla bi heq e, belkî ew jî nuha di AKPê da wezîr bûya.

Yanî gava pîvan xweparastina ji zulm û terora dijmin be, wê demê dibê kurd qet tiştekî nexwazin, li Îranê xwe faris, li Sûriyê û Îraqê xwe ereb û li Tirkiyê jî xwe tirk qebûl bikin.

Dema wiha bikin ne kes li wan neheqiyê dike, ne wan davêje zindanan û ne jî dikuje. Ne gerîla û ne jî pêşmerge hewce ye. Herkesê li mala xwe, li ser karê xwe be å zulmê nebîne...

Siyasetmedarekî wek Dîcle piştî hewqas micadle, hewqas êş û azar çawa dikane were vê nuxteyê bi dîtina min trajediyeke şexsî ye.

Dîcle piştî hewqas sal jî hîn fêm nekriye, ji ber ku Kurdistaneke kurdan û dewleteke kurd tuneye loma ev zulm li kurdan dibe, loma tirk, ereb û faris dikanin kurdan bikujin, loma tirk wî û bi hezaran kurdî di zindanan da dirizînin, bi xurûr û heysiyeta wan dilîzin.

Heger kurd jî wek tirk, ereb û farisan xwedî dewlet bûna, kesî nikanîbû ev zulm li wan bikira. Û ji bo ku ji bin zulmê û qetlîaman xelas bibin dibê ew jî bibin xwedî dewlet. Heta ku kurd jî wek cîranên xwe nebin xwedî dewleteke serbixwe, halê wan ewê tim ev hal be. Ji ber ku bindest in.

Heger kurd neketa zindanan, nehatana kuştin, derneketana serê çiyan, şer nekiriana li Tirkiyê hebûna wan jî nedihat qebûlkirin.

Heger kurdan li başûr bi salan bi qehremanî ji bo azadiya xwe şer nekirana û bi hezaran şehîd nedana îro nedibûn xwediyê vê desthilatê.

Dil dixwest kurd mecbûrî vê yekê nebûna, dijminên me bi rehetî mafê me bida. Lê heta nuha bi rehetî nedane û ji nuha pê da jî nadin.

Ji ber ku dijminên me mafê me bi rehetî nadin, loma em micadelê didin, dikevin zindanan û tên kuştin. Yanî çare ne serîtewandin e, çare azadî ye, serxwebûn e.

Loma jî ji dêlî ku Dîcle ji kurdan ra bibêje, serê xwe li hemberî zaliman bitewînin, dibê ji wan ra bibêje dev ji zulma xwe berdin, Kurdistanê û dewletbûna kurdan bêyî şer qebûl bikin. Ne ku ji kurdan ra bibêje Kurdisanê û dewletê nexwazin.

Yanî argumenta em kurdistanê û dewletê bixwazin xelkê me bikuje, li herêmê ewê bibe sebebê şer argumnenteke beradayî ye. Bi kêmanê siyasetmedarekî çarîkê jiyana xwe di zindanan da derbas kiriye dibê tiştekî wiha nebêje.

Bi kurtî, Dîcle bi gotinên xwe yên do dilê gelek dost û hevalên xwe ji xwe hîşt, ked û xebata xwe ya bi salan lekedar kir û wek siyasetmedarekî xwe hetikand.
Heyf !

1 kommentar:

  1. way xetyo ev e. ev bê namusiye, b^serefsizi ye

    SvaraRadera

PARVE BIKE