Li ser bextê Lotikxanê be, gotiye hevseroka BDP-ê û namzeda serokatiya belediya Diyarbekrê Gulten Kişanak xanim ne kurd e, tirkmeneke elewî ye yanî tirk e. Rast derew ez nizanim, guneh di hustuyê Lotikxanê da. Eynî xeber di malpera Diyarbakir Haberê da jî heye.
Min bi xwe heta nuha digot belkî Kişanak kurdeke zaza ye, lê bi kurdî nizane. Û ez bawer dikim ne min tenê, piraniya kurdan jî wisa dizanîbûn.
Li Kurdistanê û Tirkiyê karê herî bi teşxele, herî zor û bi bela siyaset e. Heger meriv dixwaze serê xwe têxe belayê û dijminan li xwe zêde bike dibê meriv têkeve siyasetê. Di civatên paşdamayî da siyset karekî pir zor e. Roj bi roj ez jê sar dibim û jê ditirsim. Lê bê siyaset jî Kurdistan rizgar nabe…
Xwedê bi alîkarê siyasetmedaran be
XXX
Hin kes hundurê wan cihê û derê wan cihê ye, zimnanê wan cihê, dilê wan cihê ye. Loma jî pêşiyan gotine, ” Dijminê rastgo ji dostê durû çêtir e.”
XXX
-Naskirina însên ji valakirina deryayê qedeh bi qedeh zortir e.
XXX
Durûtî jî qerekterekî benîadem e, lê qerekterekî pîs e.
XXX
Saeta kongreya komeleya me(Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê)nêz dibe. Xelkê nuha li erebeyên xwe siwarbin û wek mîran werin ciyê kongreyê.
Di vê berf û tozanê da ezê dîsa wek hertim têkevim riyan û bi kêmanî du saetan wasiteyan bi hev biguherînim, ji vê otobozê dakevim herim li wê tirênê swar bim û ji wê trênê jî herim ya din...
Çavê bêehliyetiyê û tunebûnê kor be, ehliyeta min hebûya û Mercedesek modela dawî li ber deriyê min bûya nuha ev nehat serê min, dema tunebe meriv wiha perêşan dibe...
Temiya min li we qîmeta malê xwe, qîmeta wexta xwe û qîmwta hevalên xwe bizanibin…
XXX
-Di bilindbûnê da tu bişkînî û hilkişî
di ketinê da tu yê guliyê pê bigrî nebînî
XXX
Bi merivên biçûk ra ne xeyalên mezin dibin û ne jî pêk tên.
XXX
Çawa ku ji qumaşê kevn kincê nuh û ji hesinê xerab jî şûrê baş çênabe, ji siysetmedarê têkçûyî jî lîder û serokê serkeftî denakeve. Dibê meriv ji dîroka xwe dersê bigre. Kesên ji dîroka xwe dersê negrin mahkûmî têkçûnê ne…
XXX
-Meriv bi kenê xwe terbiya xwe, bi tiştê pê dikene sewiya xwe nîşan dide…
XXX
-Berî ku tu zimanê xwe terbiye bikî dilê xwe terbiye bike. Ji ber ku gotin ji dil tê, ji zimên dertê.
///Mewlane
XXX
Dewletê li Gewerê dîsa destê xwe di xwîna kurdan gerand, dîsa du ewladên kurd qetil kirin. Ez vê teror û cînayeta dewletê şermezar û mahkûm dikim. Û ji malbata herdu şehîdan û gelê Gewerê ra sersaxiyê dixwazim.
Dibê kurd vê cînayetê li her derê protesto bikin û girtin û cezakirina qatilan ji dewletê bixwazin.
Şêla hukûmetê ya li hemberî vê bûyerê ewê siyaseta wan ya bi dizî jî eşkere bike.
80 salî dewletê got kurd tunene, destûrê bidin bira şexsek jî bikanibe carekê bibêje tirk tunene...
Endamê AKP-ê Prof. Yasîn Aktay-ê ereb(Sêrtî), di civînekê da li ser pirsa guhdarekî got, ”Tiştê tu dibêjî tirk ji xwe sentezeke. Nîjadeke bi navê tirk tuneye…”
Ji ber ku Yasîn Aktay wiha got, li Tirkiyê qiyamet rakirin, ev çend roj in olana vê gotina Aktay hîn jî berdewam e, Devlet Bahçelî û bi sedan kesî di medya sosyal da Akay tehdît kirin û gotin tu çawa dikanî wiha bibêjî?
Bi kêmanî 80 salî li Tirkiyê hebûna kurdan hat înkarkirin, digotin miletekî bi navê kurd û zimanekî bi navê kurdî tuneye , lê kesî ne xwe aciz dikir û ne jî qiyamet radikir.
Dewletê 80 salî got kurd tunene, bisekinin bira yek jî carê bibêje tirk tunene.
Esas nuha jî hebûna kurdan wek milet hîn nehatiye qebûlkirin. Ji ber ku li gorî Erdogan li Tirkiyê “yek milet.” heye.
Loma jî carnan telefuzkirina gotina ”kurd” nayê maneya ku hebûna kurdan hatiye qebûlkirin.
Heger hebûna kurdan bihata qebûlkirin ewê mafê wan jî bihata dayin.
Piştî ku mefê me yê netewî nehat dayin, gotine “kurd" hene jî tu maneya wê tuneye.
XXX
Lawê mezin yê Efrîka Başûr û efsaneyê dema xwe Nelson Mandela do bi şev li mala xwe wefat kir. Mandela 95 salî bû.
Mandela ji vê dinya zalim bar kir lê li pey xwe navekî pir mezin ji dinyayê û ji însanan ra hîşt. Wek tîmsala liberxwedan û mêraniyê ewê tim di dilê me da bijî…
XXX
Roja şemiyê(7/12) kongreya Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê heye. Komîteya kargir em îşev civiyan û me haziriya kongreyê kir. Ji şansê me ra roja civîna me tim dibe ba û bahoz û pûk. Îşev jî wer bû.
Zinar Soran berpirsiyarê me yê aborî ye, wek hertim hesabê camêr dîsa wek bedena Diyarbekrê saxlem bû.
Ezê sibe rapora xebatê hazir bikim. Bi xwedê me tu xebat jî nekiriye, lê axirê adet wiha ye, dibê meriv hin tiştan li hev ragire.
Ez hêvî dikim ku hemû endamên me sibe ne dusibe, guh nedin berf û bahozê û miheqeq xwe bigihînin Kîsta Torgê aşxaneya Araratê(Ararat Restaorant).
Bi hêviya hevdîtinê.
Ji roja pêşî da ye min ji gotina ”Rojava” qet hez nekir. Dema ez di nivîsan da navê ”Rojava” dibînim di serê min da tu risim çênabe, bi min wek gotineke bêmahne tê, wek gotina Kurdistanaê dilê min germ nake. Min berê jî carê li dijî vê gotinê tiştek nivîsîbû.
Bi baweriya min gotina ”Rojava” tasfiyekirin û înkara navê Kurdistanê ye, bi hosteyî navê Kurdistanê sansor dike, heta ji ortê radike.
Bifikire ku hemû kurd navê Kurdistanê hilnedin û ji Kurdistana Tirkiyê ra bibêjin ”Bakur”, ji Kurdistana Îranê ra bibêjin ”Rojhilat”, ji Kurdistana Îraqê ra bibêjin ”Başûr” û ji Kurdistana Sûriyê ra jî bibêjin ”Rojava…”
Wê demê ka Kurdistan?
Ez fêm nakim çima emê navê Kurdistanê bikar neynin û bibêjin ”Rojava”?
Ez nizanim kê û bi çi aqilî ev gotin xist devê kurdan?
Hema bi zanetî ya jî bi nezanî bikaranîna vê gotinê sunî ye, sexte ye û ne rast e.
Di havize, bîr û lîteratura kurdan ya siyasî da gotineke wiha tuneye. Gotian ”Binê Xetê, Kurdistana Binêxetê” heye, lê Rojava tuneye û loma jî ji gel ra tu tisstekî nabêje.
Gotina ”Rojava, Rojhilat, Bakur û Başûr” termên coxrafîk in û hêlekê, aliyê welatekî, xoxrafyayekê nîşan didin.
Ya yasax ne gotina ”Rojhilat, Rojava, Bakur û Başûr” e, navê Kurdistanê ye. Heger kurd dev ji bikaranîna navê Kurdistanê berdin û ji dêlî wê ve ”Rojava, Rojhilat, Bakur û Başûr” bikar bînin tirk, ereb û faris ewê gelkî kêfxweş bibin. Û bi taybetî jî tirk, kê derxistibe jî axirê gotina ”Rojava” ji bo Tirkiyê bûye wek lotoyê.
Bi dîtina min bikaranîna ”Kurdistana Sûrîyê” sed qatî ji ”Rojava” baştir e, him di serê meriv da rismekî çê dike û him jî navê Kurdistanê tê gotin. Binavkirina Sûriyê tişt nabe. Ya muhîm bikaranïna navê Kurdistanê ye.
Na heger meriv naxwaze navê Sûriyê, Îraqê, Îranê û Tirkiyê pêveke, wê demê dibê meriv bibêje Kurdistana Bakur, Kurdistana Başûr, Kurdistana Rojava û Kurdistana Rojhilat. Wek Koreya Başûr û Koreya Bakur, Afrîka Başûr û Afrîka Bakur….
Lê gotina ”Rojava” bi serê xwe ne rast e…
Serokwezîr Erdogan waliyê Rihayê kiriye namzedê AKP-ê yê serokatiya belediya Rihayê. Dibêjin bi eslê xwe ji Meraşê ye. Bi îhtîmaleka mezin tirk e.
Erdogan rihayiya layiqî wê kursiyê nabîne, loma jî dike yekî xerîb bike serokê belediya wan. Dibê rişma kurdan di destê yekî tirk da be.
Erdogan, berê jî Farûk Çelikê tirk ji Artvînê anî ji Rihayê kir parlamenter û wezîr.
Yanî mêrik rihayiyan nas dike, dizane ew çi mal û çi zilam in. Loma jî Erdogan ji rihayiyan tu hesaba nake, pênc pereyê xwe jî di wan nade.
Ji ber ku Erdogan rihayiyan bi tiştekî nahesibîne, loma jî piştî yekî artvînî, nuha jî dike tirkekî meraşî bike serokê belediya bajarê wan.
Heger piçek xîret bi rihayiyan ra mabe û îsot pozê wan hinekî bişewtîne, ewê waliyê wî paşpê li kerê siwar bikin, çend îsotên sor jî bidin destê wî û bişîn Anqerê ba Erdogan.
Lê ka ew xîret, êdî îsot jî pozê wan naşewitîne…
XXX
Parlamenterê AKP-ê yê Diyarbekrê Galîp Ensarîoglu, gotiye ”Navê cî û warê kurd lê dijîn Kurdistan e.”
Gotina wî baş e, bi derengî be jî bira bibêje. Dibê meriv hemû kurdên din jî teşwîqî gotina navê Kurdistanê bike.
Lê dibê meriv bizanibe ku Galîp viya ne bi bawerî û “belaş” nabêje, ji bo ku li Diyarbekrê bibe serokê belediyê dibêje.
Yanî ji bo xapandinê û bi destûra serokê xwe viya dibêje, çimkî serokê wî jî çendakî berê li Diayrbekrê cara pêşî navê Kurdistanê girt devê xwe. Armanca herduyan jî xapandin e, hesabê hilbijartinên salê tê ye. Dixwazin bi “jestên” wiha li Kurdisdistanê rayên xwe zêde bikin.
Loma jî dibê kurd bi vê gotina wî tu carî nexapin û wî li Diyarbekrê bi serokatiya belediyê xelat nekin.
Tayina Keşe derket gundekî pir dûr. Lêxist çû gund, bala xwe dayê dêr hinekî xerabe ye, kes naçe dêrê û nayê. Herder di nava toz û tebarê da ye.
Rabû zend û bendên xwe vemalt û dest bi paqijiyê kir. Hundur şirt kir, toza kursiyan girt, dêr boyax kir, cam pak kirin, al kişand. Welhasil herder biriqand, kir wek cînciqan. Û şêniyên gun dawetî îbadetê kir.
Hertist temam bû, hertişt ketibû rê.
Tenê gelşek hebû.
Qijik…
Qijikekekê bela xwe di dêrê dabû, li ser çanê vedinişt û pêda zîlqê dikir, li ser alê vedinişt û al pîs dikir, li ser xaçê vedinişt û xaç berbat dikir…
Keşe her roj heta ji hal da diket paqijî dikir, lê roja din dîsa eynî tas û eynî himam bû, qijikê dîsa eynî tişt dikir.
Keşe dîn bû…
Li çareyekê geriya, lê tu çare nedît. Dkiri nedikir qijik ji dêrê nediqetiya.
Rabû çû bi muxtarê gund şêwirî, derdê xwe ji muxtêr ra got. Ji muxtêr ra got:
”Qijikek miseletî dêrê bûye rehetiyê nade me, her tiştî berbat dike, di zîlqê da dihêle. Ez her roj bi saetan paqijiyê dikim, lê hîn ez rûneniştime, hew dibînim ku wa ye dîsa hat… Ez çi bikim?”
Muxtêr got, pir ”rehet” e. Seriyek penêrê şor deyne wir, qijik diz e. Û tasek jî araq denyne kêlekê, gava penêr û avê belaş bibïbne ewê tavilê xwe bavêje ji ser da. Tu yê bibînî, ewê were li ber nigê te bikeve….”
Keşe gotinên muxtêr bêkemasî bicî anî…
Penêrê şor da quncikekî û tasa tije araqî jî da kêlekê…
Û dû ra jî çavê xwe xist qulikê û xwe da bende hatina qijikê…
Qijik xuya bû…
Wek muxtêr gotibû, bi rastî jî çer çav li penêr ket, hema xar kirê û bi lez dest bi xwarinê kir. Piştî ku penêr giş xwar tî bû. Tas bi ber çava ket, îcar berê xwe da tasê. Heta bi tahma araqê hesiya têr vexwar…
Serxweş ket, dinya li dorê viz bû, balansa xwe wenda kir, nikanîbû bifiriya, got tep û ket ber nigê keşe.
Keşe bi herdu baskên wê girt, bilind kir û got:
”Nuha tu çi yî”?
Heger îmana te hebûya, te yê dizî nekira
Heger tu neteweperest/nasyonalîst bûya, te yê qedrê alê bizanîbûya.
Heger tu file/xiristiyan bûya, te yê bi ser çana dêrê da zîlq nekira
Heger tu musilman bûya, te yê araq venexwara
Hela ka ji min ra bibêje ”tu çi yî…?”
Di civata me da jî gelek kesên wek qijikê hene, meriv nizane çi ne û çi teba ne, ji bo berjewendî û kursiya xwe rojê dikevin kirasekî.
Wek keşe, dibê em jî bi hustukura wan bigrin û bibêjin hela ka bibêjin, ”hûn çi ne?”
”Birîna Bîrê”, berhema Fatma Savcî ya sêyem e, di sala 2010-a da ji alî weşanxaneya Avesta ve hatiye weşandin. Min heta nuha nexwendibû. Wê rojê(30/11)li Kitêbxaneya Kurdî di semînara xwe da Fatma xanê ji min ra îmze kir. Min do bi şev bi kêf û zewqeke mezin xwend.
Mijara şiirên di ”Bîra Birînê” da Heskîf e, yanî bajarê dîrokî, cî û warê bav û kalên kurdan yê qedîm e.
Lê Heskîf sembol e, Savcî, bi riya Heskîfê ji me ra qala bindestiya Kurdistanê û kurdan dike.
Savcî, bi riya Heskîfê ji me ra dibêje, kurdno, welatê xwe nas bikin, dîroka wî fêr bibin û lê xwedî derkevin.
Yanî bi risim, nimûne, teşbîh û teswîrên dîrokî û şaîrane Kurdistanê bi kurdan dide nasîn û bi wan şîrîn dike.
Fatma Savcî nivîskareka berhemdar e, di nava 6-7 salan da 6 kitêb li kitêbxaneya kurdî zêde kiriye. Kitêba Fatma Savcî ya pêşî
"Gulên Qasid" (helbest, 2006), “Xewnên Zîvîn” (helbest - ceribandin, 2007), “Bîra Birînê” (helbest, 2010), "Şewq û Payîz" (ceribandin, 2011) û berhema wê ya dawî jî "Ristika Morîkan" (çîrok, 2012)
Min ji kitêbên helbestan ”Gulên Qasid” ez bawer dikim 2-3 sal berê xwendibû û gelkî jê hez kiribû, ez bi rojan di bin tesîra şiirên wê da mabûm.
Gulên Qasid, li serê çiyayên Kurdistanê wek keçeke gerîla ya pir pak û pir bedew bû û ji bo azadiya kurd û Kurdistanê distira.
Lê ”Bîra Birînê” ji wê keçika pak buhurî ye, jê paktir xuya ye. Bi kêmanî xemla wê, girêdana wê, zimanê û rismên wê yên dîrokî jê gelkî tekûztir e û xurttir xuya ye.
Di Bîra Birînê da li gorî Gulên Qasid, zimanê Sawcî kemilî ye, gelkî saxlem û tekûz bûye. Ji herêmî dûr kerite û bûye zimanekî tekûz û bi rêk û pêk.
Ya din jî zanîn û şiûra dîrokî ye, di ”Bîra Birînê” da zanîn û şiûra dîrokê li ba Savcî gelkî xurttir bûye, palpişta xwe ya dîrokî gelkî xurt kiriye. Ev yek jî li ber dilê xwendevan mistewa şiirê bilind dike.
Savcî ji me ra qala dîrok û çîroka bindestiya axa pîroz dike, dibêje,
”çima ev ax li ruyê biyaniyê xêz bû”
ev war jî weke me
pêşî bi şûrekî erebî
ol û îmana wî tarî bû”.
Û dû ra jî me şiyar dike, dibêje ev ax, ev welat yê we ye, mîrata bav û kalên we ye.
”Eyûbiyan bi destên xwe yên polayî
bi çavên xwe yên ji mûman
dilê me li wan bilindahiyan çandibûn
Û bejna Heskîfê li ber xewneke çiyayî lêkiribûn
di rihê kevirê wê ra
roj û xwîna xwe
bi hev ra derbas kiribûn.”
Teşbîh, numûne gelkî xurt e, manewiyata xwendevan bilind dike, hestên xwedîtiyê pê ra çê dike.
Ya jî:
” Em ji şaristaniyan nebêrî bûn
hîna av nepenî bû ji xelkê ra
di van kendalên nebînayî re
me bi destên xwe yên merwanî
bendên avê derbas kiribûn
wek çemên heyatê
diyariyî jin û jîna qesran kiribûn”.
Di van rêzên jor da Fatma Savcî, ji me ra dibêje, hûn tenê ne koçer in, hûn xwedî dîrok û medeniyet in, dema xelk hîn newêrîbûn li wan deran bigeriyana bav û kalên we ji çiya û kendalan bendên avê derbas kirin, herikandin qesir û qonaxan.
Savcî, evîndara welatê xwe ye, ji xwîna dayê ne poşman e, amedeye careke din jî ” xwîna zarokatiyeke xwe ya din” jî di ber vî welatê şîrîn da birjîne. Di şiira bi navê ”Kevirê fîruze” da wiha dibêje:
”Min sond xwariye
Li kendalê vê xerîbiya xemrî
ezê tu gazinên pirbêj nekim
lê ev dilê min î dîn
nizanim çima ewqasî
bi çemên xeman ra ,
diherike?
Xwe nagirim
digrîm….
welatekî fîrûzeyî
ji rondikên çavên min dirije
ber dikevim
ji berê da yeka dîn im
vêga jî dikarim
xwîna zarokatiyeke xwe ya din
di ber vî rondikwelatî da birijînim”
Melankolî(xemgînî, kovan) hestên bêpertav, hestên raketî şiyar dike, birînê dixurîne, dil tîne zimên, xeman mezin dike. Dû ra rojek tê dil ranegire û dide der, xwe jê xelas dike.
Heta meriv nebe evîndarê Leylayê, meriv nikane wek Mecnûn binale û bişewite...
XXX
Dixwazim wek herkesî
ez jî serbest bim
ne bênasname
ne bindest bim
xwedî al û hukûmet
xwedî dewlet bim
ev xewna min e
ev heqê min e
Zinarê Xamo
XXX
Hemû însanên di felsefê, siyasetê, şiirê û beşên din yên sinet da bi pêş ketibin meyla wan ya melankolîk heye…
Aristoteles
XXX
Senarîsta fîlmê “Keçên dêrsimî yên wenda” Nezahat Gundogan, di fîlmê xwe yê nuh da “Hay Way Zeman” da çar leşkerên beşdarî qetlîama Dêrsimê bûne dane peyivandin.
Eskerê elewî yê bi navê Haydar Yildirimê ji Yozgatê bi girî wiha gotiye:
“Qumandarê alayê ji Konyayê hat. Got, hevalno, li dinyayê çar xayin hene: mişk, gur,beraz û kurd. Ev herçar jî xayin in. Min ji wî bihîst. 500-600 kes bi makîneliyangulebran kirin. Avêtin çemê Xerçik. 500 mîtro jêrî çemê Xerçik xwîna sor herikî...”
Ne ev tenê, tirkan û mahcirên Balkanan û Kafkasan li hemberî kurdan heta nuha gelek qetlîamên wiha kirine.
Li vê cîhanê tu miletekî din, tu dewleteke din bi qasî tirkan û dewleta tirk sûcê li hemberî mirovatiyê nekirye. Dewleta tirk dewleteke krîmînel e, ji alî çete û qatilan ve li ser xwîna xelkê û malê xelkê hatiye avakrin. Çeteyên ev dewlet ava kirine bi milyonan ermenî, asûrî, suryanî, rûm û kurd qetil kirine, dest dane ser mal û milkên wan.
Li gel ku hemû dêrsimî bi vê rastiya jor dizanin lê dîsa jî gelekên wan dev ji îdeolojî û partiya van qatilan bernadin, hîn jî rayên xwe didin wan.
XXX
Îdarekirina miletekî mezin wek çêkirina masiyekî biçûk e, tu zêde tevbidî tu yê mehû bikî…
Lao Tzu
Şekirê dil
Min tu carî ji tirkî hez nekir
wek zewaceke bêdil
min rojekê jî poz pê nekir
kurmancî bi hinekan tahl be jî
li ber dilê min ew tim bû şekir
///Zinarê Xamo
2013-12-01