09 juli 2013

Ji bo helandina kurdan dewletê pêzewengtiyê bike



Li gorî xebera malpera ”Iyibilgi com” ê, hukûmet di bin ra plan û programa helandina kurdan amade kiriye.
Li gorî vê planê, bi bertîl û ruşwetan ewê xortan bikşînin alî dewletê, îmkanan bidin wan, nehêlin xortên kurdan bibin kurd û doza mafên kurdan yê netwî bikin.
Bi riya mela û mamûran ewê li hemberî milet siyaseteke ”nerm” ya xapandinê û biratiyê were meşandin.
Ji bo xurtkirina ”şiûrekî mişterek” yê dîrokî ewê xebat were kirin.
Ewê ”turîzma kulturî” yanî turîzma helandinê, ya tirkîtiyê were teşwîqkirin.
Ji bo xurtkirina ”şiûrekî mişterek yê netewî” ewê fîlm, tiyatro, stran û kilam, roman, filmên zarokan, lîstikên înternetê û gelek tiştên din werin hazirkirin.
Di vana hemûyan da ewê tema kurd û tirk bira ne, yek milet e, PKK xayin e, veqetandin şaş e were propagandekirin.
Di şerê li dijî kurdperweriyê û terorê da ewê ziman û termînolojiyeke nuh were pêşxistin.
Li hemberî gotinên wek Kurdistan, miletê kurd, gelên Tirkiyê, gelê kurd, rojnamevanê kurd, akademîsyenê kurd ewê termînolojiyeke nuh were bikar anîn.
”Projeya malbtên bira” ewê were bikaranîn. Destbiratiya malbatên Yoruk, kurd, laz, çerkez, boşnak û her wekî din ewê ji alî dewletê ve were xurtkirin.
Ji bo xebata di nava kurdan da ewê mamûr û melayên profesyonel yên ku kurdan nas dikin bişînin Kurdistanê.
Ev pêşniyar ya Gulen e. Gulen, di axaftineke xwe da digot, dibê dewlet merivên bawermend, yên xwedî îdîal û civata kurd nas dikin bişîne Kurdistanê.
Têkiliyên xizmatiyê(yanî zewaca kurd û tirkan) ewê werin teşwîqkirin. Ji bo zewaca tirk û kurdan dewlet ewê malbatan teşwîq bike.
Reqlamên yekîtiya netewî ewê werin kirin.
Bi teşwîq û alîkariya dewletê şîrketên şexsî, telewîzyon di saetên herî bêtir tê temaşekirin da ewê reqlamên biratiyê û yekîtiya netewî bikin...
Di panoyan da (billboardan da)reqlamên biratiyê û xurtkirina şiûra tirkîtiyê ewê were kirin.
Û gelek tedbîrên wiha.
Bi qasî ku xuya ye ev projeya Gulen e, hukûmet di rojên pêş da ji bo helandina kurdan ewê îcar jî ewê vê projeyê biceribîne.
Qey qonaxa duyem ya hukûmetê ev e…

XXX
Kurdê ku nikanibe bi kurdî bipeyive, bixwîne û binivîse kurdekî ne temam e, di jiyan û şexsiyeta wî da kêmasiyek heye.

08 juli 2013

Gurriyo navê min li te, kumê min li serê te


Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, ji ber ku Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê darbeya leşkerî ya Misrê rexne nakin, rindikî nabêjin ev ”darbe” ye, xwe gelkî aciz dike û Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê bi durrûtiyê rexne dike, dibêje ”ka hûn parêzvanên demokrasiyê bûn, ma parêzvaniya we ya demokrasiya ev e?”
Erdogan, ne Emerîka û Xerbê tenê, her kesê ku li dijî cûntayê dernakeve bi nedemokratbûnê, bi bêexlaqiyê û durrûtiyê îtham dike, dibêje ev, piştgiriya zulmê ye.
Hela hûn werin vê ecêbê, ne kes, Erdogan xelkê bi ”cotstandardiyê” û bi durrûtiyê rexne dike.
Kurd dibêjin, ”gurriyo navê min li te, kumê min li ser ê te!”
Do bi şev di TRT6-ê da Îbrahîm Guçlu û herdu pêşkêşvanên programê jî wek Erdogan, Emerîka û Xerb bi durrûtiyê rexne dikirin û hersiyan jî pir bi dilekî şewat qala ”cotstandardî” û durrûtiya Emerîka û Xerbê dikirin.
Fena ku Erdogan û hukûmeta wî qet ne durrû ye, ew li hemberî her kesî dirist û adil hereket dikin, ew qet cotstandardiyê bikar naynin, ji heq ra tim dibêjin heq û ji neheq ra jî dibêjin neheq(!)
Şêl û rexnekirina Erdogan meriv fêm dike, camêr li gorî menfeeta dewleta xwe hereket dike û li gorî wê dipeyive.
Erdogan îro menfeeta xwe û hukûmeta xwe di rexnekirina Mursî da dibîne, loma jî li dijî darbeyê ye.
Lê heger menfeeta xwe tê da nedîta bêguman wî yê jî wek Emerîka û Ewrûpayê gelek qal û qîl bidîta û gelek çiv bida xwe û wek nuha li dijî darbeyê dernekta.
Dibê em vê yekê bibînin û bi bîra Erdogan xin, jê ra bibêjin, tu jî li gorî menfeeta xwe hereket dikî, dema were hesabê te, tu jî durrûtiyê dikî, tu jî her tim ne piştgirê heqiyê yî.
Ji dêlî ku Guçlu û kurdên ku li dijî cûntayê derdikevin ji Erdogan ra viya bibêjin, wek wî dipeyivin, çavên wan durrûtiya Emerîka û Xerbê dibîne, lê ya Erdogan û Tirkiyê nabîne.
Rast e, Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê li hemberî cûntayê şêleke demokrat nîşan nedan û darbe bi zimanekî zelal mahkûm nekirin. Ev rast e. Dibê meriv bibêje.
Lê ne Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê tenê wiha dikin, hemû dewlet wiha dikin.
Û ji her kesî bêtir jî Tirkiye di mesela kurdan da tim wiha dike, tim siyaseteke wiha durrû dimeşîne.
Fermo çend numûne:
Tirkiyê û Erdogan pitgriya serxwebûna Bosna Hersekê, Makadonyayê, Kosowayê kirin, ya Çeçenan dikin, ya tirkên Qibrisê dikin, lê eynî Tirkiye û Erdogan ji bo kurdan jî eynî tiştî naxwazin, qebûl nakin ku kurd ji Îraqê veqetin û dewleta xwe îlan bikin.
Li gorî edalet û ûjdanê Erdogan mafê 300 hezar tirkên Qibrisê heye bibin xwedî dewleteke serbixwe, lê mafê 20 milyon kurdên bakur, 5 milyon kurdên başûr, 4 milyon kurdên rojava û 9-10 milyon kurdên rojhilat tuneye bibin xwedî dewlet.
Erdogan, ji bo ku 300 hezar tirkên Qibrisê bibin xwedî dewlet çi ji destan tê dike, lê ji bo ku 40-50 milyon kurd nebin xwedî dewlet nig di bin xwe ve nake…
Erdogan bi dil û can piştgiriya dewleteke serbixwe ya filistîniyan dike, lê nahêle kurd li Sûriyê bibin xwedî federasyon jî.
Erdogan dixwaze li Çînê tirkên Uygur ji Çînê feqetin û bibin xwedî dewleteke serbixwe, lê eynî Erdogan ji bo kurdên xwe otonomiyê jî qebûl nake, qebûl nake ku zarokên kurd bi zimanê xwe jî bixwînin.
Yanî ne tenê Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê, Tirkiye jî li hemberî kurdan eynî durrûtiyê û cotstandardiyê dike.
Ji bo ku Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê serxwebûna tirkên Qibrisê nas nakin Erdogan gilî û gazinan dike, wan rexne dike, lê eynî Erdogan ji bo ku Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê li tu beşekî Kurdistanê jî piştgiriyê nadin serxwebûna kurdan pir memnûn e.
Wê gavê durrûtî ne tenê Emerîka û Xerb dikin, Erdogan bi xwe jî eynî tiştî dike, lê ew yê xelkê dibêje, yê xwe nabêje.
Helbet Erdogan ewê qala siyaseta xwe ya durrû neke, lê dibê siyasetmedarên kurd bibêjin, miletê kurd vê durrûtî û demagojiya Erdogan bibîne û bide ruyê wî.




Hin kurd dema pere tê da hebe bi kurdî dipeyivin



Hin kurd di TRT6-ê, Dunya TV-ê û hin kanalên din da berpirsiyarên programan e, programên kurdî çêdikin, bi mîvanên xwe ra bi kurdî dipeyivin, lê di facebook û di twitterên wan da zimanê wan tirkî ye.
Yanî gava pere tê da hebe û ji axaftina kurdî pera were qezenckirin bi kurdî dipeyivin, lê dema pere tê da tunebe pênc pereyên xwe jî di kurdî nadin, zimanê wan tirkî ye. Yanî fikir û zikrê wan hevûdu nagre…
Diyar e van camên karê tercumaniyê dikin, dema kanalên telewîzyonan heqê axaftina wan bide bi kurdî dipeyivin, lê gava pere û menfaet tê tunebe zimanê wan tirkî ye.
Ya muhîm ne ku dema bi pera be, dema bêpere be dibê zimanê meriv kurdî be.
Dibê meriv bêyî menfaet, bêyî îcbar ji zimanê xwe hez bike û pê binivîsîne.
Ez ne li dijî pereqezenckirina ji kurdî me, bira qezenc bikin. Wek her miletî helbet kurd jî ewê ji karê xwe, ji zimanê xwe pera qezenc bikin. Di vir da tu anormalî tuneye. Anormalî derî kar, di jiyana şexsî da dest pê dike.
Dibê ev ziman ne tenê ji bo karê be, dema bi pera be meriv bipeyive û dema pere tê tunebe meriv nepeyive. Ev şaş e, dibê kurdî zimanê meriv yê rojane, yê jiyanê û yê entellektueliyê be jî.
Yekî tirk di programa xwe da jî bi tirkî dipeyive û li derve jî, bi zarokên xwe ra jî bi tirkî dipeyive, di faccbokê û twitterê da jî bi tirkî dinivîsîne…
Di kanalên telewîzyonan da spîkeriyê bike, programan çêke, beşdarî programên kurdî bibe, hevpeyvînên bi kurdî bi xelkê ra bike û bi zarokên xwe ra jî bi tirkî bipeyive, di facebookê û twitterê da jî bi tirkî binivîse, ev paradoks e û hinekî jî şerm e. Kurd vê dubellmoraliyê, vê paradoksê dibîne…

XXX
Dr. Mohamed El Baradei li Misrê ewê bibe serokwezîrê cûnteya leşkerî. Dibêjin di demeke kin da Dr. Baradei ewê sond bixwe û hukûmeta nuh ava bike.
Dr. Mohamed El Baradei, di sala 2005-a da xelata Nobelê ya Aştiyê girt û îro jî dibe serokwezîrtiya cûntayeke leşkerî qebûl dike. Bi îhtîmaleke mezin mêrik berê di nava lîstikê da ye.
Navê Baradei pir dişibe gotina kurdî ya ”berradayî”. Di dîrokê da carnan hin tesadufên pir balkêş hene. Wisa xuya ye ku Dr. El Baradei bi rastî jî merivekî ”berradî” ye.
Lê ez bawer nakim ”serokwezîrtiya” ”berradayî” efendî zêde demdirêj be, gelê Misrê ne wek tirka ye, ewê li ber xwe bidin û vê darbeyê bi rehetî qebûl nekin.


XXX
Ji axaftina camêrekî swêdî ya radyoyê. Pir xweş û rast gotiye.
"Dema me ya li ser ruyê erdê bi sînor e. Loma jî ez îro hîn zelaltir dibînim: Pir kar meke. Nehêle hestên te di dilê te de bimînin. Biaxife! Ji bo peran şer neke. Biwêre bêje "na" û biwêre bêje "erê".
Behişt dikare cihekî ku li ser ruyê erdê be."
Kristian Gidlund

07 juli 2013

Tirkiye welatekî pir ecêb e

Bawer bikin Tirkiye welatekî pir ecêb e, welatekî derî dinyayê ye. Ev çend roj in medyaya tirk bi darbeya Misrê ji xew radibe û bi darbeya Misrê radikeve. Di hemû kanalên telewêzyonan da 24 saatan li ser darbeyê minaqeşe tên kirin.
Meriv dibêje belkî li Tirkyê jiyan sekinîye, siyasetmedaran, medyayê, profesoran, rojnamevan kar û îşê xwe berdane û tenê li ser darbeya Misrê dipeyivin.
Muxabîr ji meydana Tahrîrê bi helkeheleke pir mezin bênabên eynî xeberan dubare dikin.
Dû ra di stutyoyê da 5-6 kes hetanî sibê dest bi leqleqa vala dikin û aqil belav dikin.
Ev ne bes e, di nabênê da jî çend kesên din jî, yên hîn biaqil, hîn pirspor bi telefonê tevî minaqaşeyan dibin.
Û bi saetan çîrokan ji hev ra dibêjin. Her yek wek ”hamîhaman xwediyê aqil û faman” aqil dide misriyan, dide hukûmetê, dide kurdan, dide Emerîka û Ewrûpayê…
Ne diwestin, ne di qerimin, ne xewa wan tê, ne birçî dibin, ne gewriya wan zuha dibe. Dipeyivin û dipeyivin û dipeyivn….
Û hema hema hemû jî eynî merivin, şevekê li wê telewîzyonê ne, şeveke din li telewîzyoneke din in…
Mesle çi ye, xêr e, hewqas peyv ji bo çi, ez bi xwe qet fêm nakim. Ez tenê matmayî dimînim.
Ez pir kêm û hindik lê temeşa dikim, her cara ku ez bala xwe didim xeberan û qanalan saxî dikim, dibînim leqleq berdewam e.
Geleo ereb û faris jî wiha ne, ew jî wiha hetanî destê sibehan dipeyivin?
Ez welatên din yên Ewrûpayê nizanim, lê li Swêd sosireteke wiha tuneye.
Li Swêd di saeta xeberan da(şevê du caran)pir bi kurtî, belkî li dora deqîqeyekê li ser bûyerê xeber tê dayin û dû ra jî bi muxabîrê wir ra peywendî tê danîn…
Spîker 4-5 pirsan ji muxabîr dike û ew jî pir bi kurtî bersîva pirsan dide û xeber diqede. Xeber, pirs û bersîv hemû li ser hev ne zêdeyî 4-5 deqîqeyan e.
Heger bûyer pir muhîm be, spîker di xeberan da dibêje, li ser vê mijarê emê nuha li studyoyê bi filan kesî ra jî li ser vê meselê bipeyivin. Û spîker dest bi pirsên xwe dike. Heypevîn herî zêde 5-6 deqîqeyan dajo û dû radiqede.
Lê li Tirkiyê diyar e mefhûma wextê tuneye, kî dest bi axaftinê dike naqedîne, dipeyive û dipeyive.
Muxabir bi lezgîniyeke mezin dibêje û dibêje, kesên bi telefonanê beşdar dibin, dipeyivin û dipeyivin.
Kesên di studyoyê da dipeyivn û dipeyivin, teoriyê li ser teoriyê çê dikin.
Gelo kesên beşdarî van minaqeşeyên hetanî destê sibihan dibin pera digrin ya jî belaş dipeyivin?
Ez dibêjim miheqeq pere di viya da heye, heger pere tunebûya ewê kes hetanî sibê li studyoyê rûnenişta.
Lê ne mesela Misrê tenê, di her meselê da wiha ye. Dema li ser kurdan dipeyivin wiha ye, dema li ser bûyerên Taksîmê dipeyivîn dîsa wiha bû.
Di hin telewîzyonan da bûyer tunebe jî minaqeşeyên wiha hene. Ji xwe ra mijarekê dibînin û bi saetan li ser dikin leqleq…
Yanî umrê tirkan jî wek leglegê, bi leqleqê derbas dibe; leq û leq, leq û leq…
Li ba tirkan qîmeta wextê tuneye, heger hebûya elît, siyasetmedar û ronakbîrên wan ewê bi saetan nekirana leqleq…

Tu zulm ne ebedî ye

Li Îranê rejîma melayên qatil îro 5 kurdên din jî bi darde kirin. Gelê îranî wek li fîlmekî, li şahiyekê temaşe bike li vê hovîtiya rejîma melayan temaşe dike.
Li hemberî vê hovîtiya derî însaniyetê dinya jî bdeng e, Neteweyên Yekbûyî dengê xwe nake, Yekîtiya Ewrûpayê xwe kerr û lal dike.
Li Îranê ben di destê celadên rejîma îslamî da ye û her roj dixin hustuyên çend kurdan û li meydana Tahranê bi vîncan ve dadiliqînin. Rejîm, vîncan êdî wek darên sêpiyê bikar tîne.
Xwîna kurdan wek avê diherike, dinya deng nake û kurd jî nikanin tiştekî bikin…
Lê ewê rojek were, kurd ewê hesabê van hovîtiyan wek ji Seddam pirsîn, ji melayên Îranê jî bipirsin…
Tu zulm ne ebedî ye…



XXX
22 sal berê kurdperwerê bi nav û deng, xweşmêr, egîd û lehengê rojên giran, kelemê nav çavê dijmin û tirs û xofa dilê hemû neyar û hêzên îşxalkar Wedat Aydin bi pûştî ji alî qatilên dewleta tirk ve hate qetilkirin.
Miletê kurd ewê tu carî vî kurdê canfîda, vî xweşmêrê rojên giran ji bîr neke.
Wedat Aydin, qehremanekî doza Kurdistanê ye, ewê heta û heta di dilê miletê xwe da wek sembolê liberxwedanê, bêtirsiyê û mêraniyê bimîne.
Miletê kurd rojekê miheqeq ewê peykerê vî xweşmêrî li paytexta Kurdistanê, li Diyarbekrê bilind bike.
Ez wek hevalekî wî yê siyasî û têkoşînê vî qehremanê doza azadî û serxwebûna miletê kurd bi hurmeteke mezin bibîr tînim.

04 juli 2013

Dawiya zilamtiya bi dijmin ra wiha ye


Serokwezîr Erdogan merivekî çort e, qebe ye, çarnan jî pir zirzop e, lê bi piranî dobre ye. Di axaftinên xwe da zêde dîplomasiyê nake, ya jî nizane bike, rasterast dide nav.
Axaftina Erdogan ya derbarê serokê CHP-ê Kiliçdarogluyê ku eslê xwe înkar dike û qatilên bav û kalên xwe diparêze jî yek ji van axaftina e û pir balkêş e.
Erdogan ji Kiliçdaroglu ra teqrîben wiha gotiye:
”Tu hevkarekî qatilên bav û kalên xwe yî, tu merivekî heramzadeyî, ji ber ku tu eslê xwe înkar dikî, tu kurdî lê tu xwe dikî tirk.”
Erdogan, di axaftina xwe da Kiliçdaroglu şibandiye reşikê ku xwe spî dibîne û gotiye:
”Rewşa CHP-ê ya îro ji ya salên dîktatoriya yek partîtiyê xerabtir e. Ji ber ku îro li ser serê CHP-ê yekî ku dixwaze ji reşikiyê terfî spîtiyê bike heye, dixwaze xwe têxe çavê celadê xwe. Li ser serokatiya CHP-ê îro merivekî hevkar(işbirlikçi) heye.”
Ji bo însanekî vana gotinên pir giran in, lê ez bawer nakim tu tesîrê li Kiliçdaroglu bike. Ji ber ku tamara wî ya heyayê carê qetiya ye, loma jî kî çi bibêje jî tesîrê lê nake. Wî ruhê xwe firotiye îdeolojiya kemalîst.
Rojekê hin tirk jî ewê ji bo Huseyîn Çelîk, Mehdî Eker û hemû kurdên ku heyran û hevalbendên Erdogan in eynî tiştî bibêjin. Ji bo vê texmînê ne hewce ye ku meriv munecîm be…


XXX
Dadgeha Eyaleta paytexte Danîmarka Kopenhagê, lîsansa weşanên ROJ TV, NûÇE TV û MMC TV-yê îro îptal kir
Dadgehê her wiha 5 milyon Kronê Danîmarkayê (2 milyon Euro) jî ceza li kargeha Mezopotamya Brodcastingê birrî.
Di dîrojka Danîmarkayê da ev cara pêşî ye ku dadgehek cezayekî hewqas mezin dide dezgeheke çapemeniyê.
Ji ber ku yên tên dadgehkirin kurd in loma jî her tişt mimkûn e, baş e ku 20 milyon Euro ceza lê nebirriye.
Danîmarka ji bo ku nabêna xwe bi Tirkiyê ra xweş bike û belkî jî hin peymanên aborî îmze bike bi vî hawî dixwaze ji ”gelşa kurdan” xelas bibe.
Ez vê biryara dadgeha Eyaleta Kopenhagê ji bo demokrasî û edelata Danîmarkayê wek rûreşiyekê dibînim û bi şîdet şermezar dikim.

03 juli 2013

Dewleta serbixwe ji bo her kesî heq e, ji bo kurdan qebhet e !


Li vê dinyayê kî bixwaze li welatê xwe bibe xwedî desthilat, xwedî dewlet kes îtîraz nake, dibêjin heq e.
Flîstînî dixwazin bibin xwedî dewleteke serbixwe û hejmara dewletên ereban derxe 23 dewletan, dibêjin heq e.
Kosoviyan xwestin bibin xwedî dewlet û bûn, gotin heq e.
Boşnakan xwestin bibin xwedî dewlet û bûn, gotin heq e.
Montonegriyan xwestin bibin xwedî dewlet û bûn, gotin heq e.
Tîmoriyan xwestin bibin xwedî dewlet û bûn, gotin heq e.
Pakîstaniyan xwestin bibin xwedî dewlet û bûn, gotin heq e
Bengaliyan xwestin bibin xwedî dewlet û bûn, gotin heq e.
Slowakan xwestin bibin xwedî dewlet û bûn, gotin heq e.
Somaliyan xwestin bibin xwedî dewlet û bûn, gotin heq e
Erîtreyiyan xwestin bibin xwedî dewlet û bûn, gotin heq e.
Sûdaniyên başûr xwestin bibin xwedî dewlet û bûn, gotin heq e.
Estoniyan, Lîtwaniyan û Letan xwestin bibin xwedî dewlet û her sê jî bûn, dîsa gotin heq e.
Welhasil ne hewceye ez zêde dirêj bikim, kîjan miletê bindest xwest veqete û bibe xwedî dewleteke serbixwe ya jî federatîf veqetiyan û bûn xwedî dewlet û her kesî jî got, ev heq e.
Lê tenê dema kurd dixwazin li welatê xwe bibin xwedî desthilat, xwedî dewlet, ev daxwaz ji bo kurdan dibe QEBHET !

XXX
Li ser nivîsa min ya jor dostekî gotiye, ”serokê me Kurdistana azad naxwaze, dibêje Kurdistanê di siniyeke zêr da bidin min jî ez naxwazim.”
Rast e, Ocalan wiha got û hîn jî dibêje. Lê dinya alîkariya serokên ku dewleteke serbixwe dixwazin jî nakin. Heger dinyayê dewletek serbixwe ji bo kurdan jî wek heqeqî bidîta nuha li başûr ji zûda kurdan serxwebûna xwe îlan kiribûn.
Esas sebebê ku Ocalan jî wisa dibêje dîsa dinya ye, Ocalan dewlet bixwesta jî dinyayê ewê piştgirî neda vê daxwazê.
Dibê em Ocalan û serokên ku dewletê naxwazin rexne bikin, lê belê ji bîr nekin ku sebebê vê yekê jî şêla dinyayê ya li hemberî kurda ye.
Ew dinya û hêzên ku do Kurdistan perçe kirin îro jî hîn naxwazin kurd bibin xwedî dewleteke serbixwe.
Li dinyayê tu miletekî bindest bi hêza xwe tenê, bêyî alîkariya derve nebûye xwedî dewlet. Yê me kurdan ev alîkariya derve tuneye. Gelşa esasî ev e…
zınar seroke me kebul nakın kurdistana azad sıniya zırda teslime mın bıkın ez kebul nakım


XXX
Rojekê mişk di bin masê da rastî şûşa araqê ya devvkirî tê û camêr wek marekî xwe bera hundur dide. Piştî hinek bîhnkirin û alastin efendî serxweş dikeve û dû ra jî wek şêrekî derdikeve ser masê û dibêje ”, errrrik, ez bavê felekê me, ka pisika vê malê li ku ye, bira zû derkeve hemberî min!”

Ez îthafî hin pêlewanên derewîn dikim...

01 juli 2013

Hejar Şamîl Askerov û Îtîrafeke samîmî


Hejar Şamîl Askerov, bîstek berê di facebooka xwe da bala xwe daye zimanê çend nivîsan, gelo çend kesan bi tirkî û çend kesan jî bi kurdî nivîsîye? Ji nivîsan 13 bi Tirkî û 8 jî bi Kurdî bûne.
Kêfa wî ji vê rewşê ra hatiye û gotiye, ”Çend sal berê belkî Tirkî: 19 û Kurdî: 2.” bûya.
Rast e. Û dû ra li xwe mukur hatiye(îtîraf kiriye) û rastî wiha aniye zimên:

”Belkî bi hezaran car ji min re hatiye gotin: Tu çima bi Kurdî nanivîsî?. Bi rastî jî Kurdiya min têrê nedikir. A naha jî têrê nake. ‘Asimle Kürdüm ben.’ (Yanî ez kurdekî asîmîlebûyî me) Lê, dema dinivîsim tê fêmkirin ne? Xelas bû, çû…”

Kesek li vir tiştekî “Îlahî” (Xwedayî) nanivîse. Her kes dilê xwe vedike, nêrina xwe serobero tîne zimên.

Wê demê ‘Sorun’ çi ye?(ewê demê mesele çi ye?)’ Bi sedan, bi hezaran, heval ‘benim gibi asîmle Kurd degil( Bi sedan, bi hezaran heval wek min ne kurdên asîmîlebûyî ne’ lê bi Tirkî dinivîsin) Çima?

Min jî berê ji xwe re wusa digot: “Türkçe okuyanları Türk yazarların cenderesinden kurtarmak gerekir. Türkçe okuyanlar Türkleri değil, Türkçe yazan Kürdleri okusunlar( Dibê meriv kurdên bi tirkî dinivîsin ji cendereya nivîskarên tirk xelas bike. Kurdên bi tirkî dixwînin dibê ne tirkan, kurdên bi tirkî dinivîsin bixwînin. )
Niha ez fehim dikim ku min di serî de xwe dixapand, paşê xwendakarên xwe dixapand û ketim rêza xapînokan.

Niha dest bi ravekirinê bikim û bêjim çima û ji bo çi, ji ber çi sedemê…?, 10 rûpel jî têrê nake...

Kurt û Kurmancî, debê em dev ji xapandina hevûdu berdin.”
Hejar Şamîl Askerov

Not:
Kurdiya di nava parantêzê da ya min e û kurdiya nivîsê jî min hinekî rast rast kir.

Dema min ev nivîsa Hejar Şamîl Askerov xwend, rexneyeke min li wî ya li ser vê mijarê ya çend sal berê hat bîra min.
Ez bawer dikim kurdê pêşî ji Hejar ra gotiye bi kurdî bivîse ez im.
Çend sal berê(Dikane 2006-2007 be) min bi nivîsekê Hejar rexne kir û jê ra got, dibê tu bi kurdî binivîsînî...
Ez di kompîtora xwe da li nivîsê geriyam, min nivîsa xwe û bersîva wî dît. Lê tarîx tuneye. Heger Hejar tarîxê binivîse ewê gelkî baş be. Ez bi vê minasebetê wê nivîsa xwe û bersîva wî li jêr diweşînim.

XXX
Ji Hejarê Şamîl ra

Silav birayê Hejar!

Min hevpeyvîna te ya bi kurdê hêja Kinyazê Îbrahîm ra him bi dilşadî û him jî bi xemgînîyek mezin xwend.
Ji ber ku te hevpeyvîneke wiha kiriye û îmkan da me ku em keys û feydeyê ji vê hevpeyvîna hêja bigrin ez dilşad bûm û loma jî sipasî te dikim.
Lê li alî din ji ber ku te hevpeyvîn bi tirkî kiriye ez gelkî li ber ketim û xemgîn bûm. Kurdên tirkiyê ne bes bûn, wa ye we kurdên Kafkasyayê jî dest bi tirkî kiriye. 
Bi rastî tiştekî pir xerîb e. Ez tu maneyê tê da nabînim ji bo ku tu bi Kinyazê Îbrahîm ra bi tirkî bipeyivî ya jî hevpeyvînê bi tirkî biweşînî. 
Berî her tiştî divê kurdîya hevpevînê hebûya. Ji ber ku wek kurd ez dixwazim Kinyazê Îbrahîm bi zimanê bav û kalan bixwînim, ne bi tirkî.
Ma te hevpeyvîn ji bo tirkan kiriye ya ji bo kurdan?
Heger te ji bo kurdan kiriye, divê te bi kurdî biweşanda. 
Tu kurd î, birêz Kinyaz kurd e û bi kurdî jî baş dizane û kesên ku ewê hevpeyvînê bixwînin jî kurd in, de îcar çima tirkî?
Tu derdekî tirkan tuneye rabin hevpeyvîna bi Kinyazê Îbrahîm ra bixwînin, ev yek. 
Ya din jî, dema tu bi tirkî dinivîsî tu fersendê didî tenê kesên bi tirkî dizanin, kurdên bi tirkî nizanin yanî kurdên Kafkasyayê, Îranê, Îraqê, Sûriyê, Lubnanê û yên li derên din nikanin ji vê hevpeyvîna hêja sûdê werbigirin. 
Loma jî divê meriv bi zimanê xwe binivîse. Bi baweriya min, hin îstîsna ne tê da, nivîsandina bi tirkî qebûlkirina serkeftina tirkan e. 

Dema em bi tirkî dinivîsin, em qebûl dikin ku tirkan zora me biriye û em vê serdestiya wan qebûl dikin. Heger emê viya qebûl bikin, wê demê divê em dev ji tekoşînê berdin û gelê xwe zêde neêşînin.

Min meraq kir, tu vê tirkiya hewqas xweş, dirist li ku fêr bûyî? Te gotibû tu ji Ezerbeycanê , ji Kurdistana Sor î, ê dema wiha be tu vê tirkiyê li ku fêr bûyî? Gelo te li Tirkiyê mekteb xwendiye?

Bi silavên dostaniyê

Zinarê Xamo

XXX
Dembaş brayê heja Zinarê Xemo.

Kurd dive zimanê dayîkî fêr bibin, biaxivin û binivîsin! Ew nezikbûn ne ku duruste, pirsgirêke mayîn û nemayînêye. Gorî derfetên xwe bikaranîne zimanê Kurdî ji bo her Kurdekî mesele namûsêye. Dilşewatîyê we di derheqa şuxulandinê zimanê dê da ez parvadikim.

Tirkî nivîsandinê min cawkanîyên xwe ji rewşên objêktif digire. Ez Kurdêkî asîmîlebûyîme. Zimanê min dayikî ne Kurdîye. Kurdî 5-6 salan dawîye, ku hin bûme. Hin zanebûna min terî ramana xwe ifadekirinê nake. Le, hewldanê min hinbûna zimanda zore. Baverîm, demekî şunda hedî-hedî dest bi nivisandina bikim.

Kurdên Azerbaycanê 99 selef hatiye asîmîlekirin. Derheqa Kurdên Azerbaycanê da û tevayî Kurdên Kafkasya û yên Sovyêtê Berî da dikarin ji pirtuka min, bi navê “Kurdên Dîaspora” (Diaspora Kürtleri) agahî bistinîn. Ew pirtuk 3-4 meh berî li İstanbulê, li weşanxane Perî hatiyê weşandin.

Min hevpeyvîn bi Knyazê Îbrahîm ra bi zimanê Kurdî, û Azerîkî kiribû. Mamoste Knyaz Azeriki jî mukemmel dizane. Lê wekî min li jorê jî gotibû, derfetê min terî nake, ku hevpêyvînên usa bi Kurdî yê edebî ifade bikim.

Lê belê min tev hevalekî xwe wê hevpêyvîna welgerandîye bi zimanê Kurdî jî. Di demên kurt de bidimê weşandin.

Ji bo rexnêyên we spasîyê xwe dikim. Bawer bikin, ku rexneyên usa bandora erenî dike.

Tirkî dibistan ne xwendîye. Min fakûltêya filolojî bi zimanê Azerîkî xelas kiriye.

Biminin xêr û xweşîyêda.

Hejar.

Çare azadiya miletê kurd e

Ev hefteyek ez ne li mal bûm. Ez û xanim em do êvarî ji Pragê hatin mal. Di kurtenivîsa xwe ya do min got ezê îro qala rêwîtiya xwe bikim. Lê dû ra, piştî ku min çavek li malperên kurdî gerand min biryara xwe guhert.
Di nava vê hefteya borî da(ji 23 hezîranê heta 30 hezîranê) haya min qet ji rûdan û bûyerên welêt çênebû. Do bi şev piştî ku em hatin mal, min bala xwe da hin malperên kudî. Piştî xwendina çend xeberan, min biryara xwe ya qalkirina rêwîtiya xwe guhert.
Dema min dît ku dewletê li Licê û li Amedê çi zulm li gel kiriye, çi teror meşandiye û dîsa zarokên kurdan qetil kiriye êdî ji dilê min nehat ez rabim qala gerra xwe, qala kêf û şahiya me dîtiye bikim.
Vê dewletê dinya li kurdan kiriye zindan, nahêle kurd jî wek her miletî rehet bikin û rehet bijîn.
Her ku dawiya vê dewleta zalim û ceberrût nêz dibe zulm û terora xwe jî zêde dike. Dixwaze desthilatiya xwe ya li Kurditanê bi darê zorê, bi terorê, bi girtin û kuştinê dom bike. Lê êdî kêr gihîştiye hestî, kurd miheqeq ewê xwe ji bin vê zulmê xelas bikin.

XXX
Selîm Bakaç(Yilmaz)salek berê, roja 29-ê hezîranê ji nava me koç kir û çû gerdûneke din. Salek di ser mirina Lawikê Licî, mêrê çê ra derbas bû. Ji ber ku ew îro ne di nava me da ye, em gelkî heznî û xemgînn in.
Emê Lawikê Licî, hevalê rojên giran tu carî ji bîr nekin. Ewê bi evîneke mezin tim û tim di dilê me dabijî…
Çavê mirinê kor be!

XXX
Ez û xanim îsteg berê ji gera xwe ya Pragê gihîştin mal. Ez gelkî westiyayî me, loma jî îşev nikanim qala serpêhatî û macarayên xwe bikim. Bi xêr sibe Prag bajarekî muhteşem e, wek muzeyeke mîmariya dîrokî ye, hêjayî dîtin û gerrê ye. Îşev ez çend risman bi we ra perve dikim. Ez hêvî dikim ku kêfa we jî ji risman ra were.

XXX
Me do êvarî şeveke pir xweş derbas kir. Mala Qutbebedîn Aliş ava be, camêr em çend heval anîn ba hev, laşê berxekî û rengorengo vexwarin da ber me. Yanî camêr ziyafetek baş da me.
Ez li ser navê xwe û hemû hevalan spasiya wî dikim.
Û agahdariyeke din!
Ez nuha li ser rê me, piştî du saetan ez û xanim em rêwiyên PRAGÊ ne. Emê hefteyekê li wê bin, piştî vegerê ezê rismên şevê û rismên Pragê bi hev ra biweşînim.
Min heta nuha haya we negîhand vê rêwîtiya xwe, min got bira hinekî surprîz be efendim…
Havîn e, bi vê minasebetê hûnê jî hefteyekêji nivîsên min xelas bibin û westa xwe bigrin.
De heta 30 mehê bimînin di nava xêr û xweşiyê da, li xwe miqate bin, dilê hev nehêlin, tifaqa xwe xurt bikin û neyên lîstikên tirkan.
Me berbihev anîye, serkeftin nêz e, lê dibê hevkarî û tifaqa me xurttir bibe.
De bi xatirê we hemûyan

XXX
Îro ez mîvanê Qutbedîn Aliş im. Bîstek din ezê herim wir, têra xwe goştê biraştî bixwim û araqê vexwim.
Lê ji şansê me ra hewa pir xerab e, ewrekî giran heye û baran jî bi rêda ye.
Diyar e nifira jinan qebûl bûye.
Ji zûda ye li Stockholmê di nava hin hevalên DDKD da me adetek dirist kiriye, her havîn çend caran em ji xanimên xwe destûrê digirin û tenê zilam(mêr) li hev kom dibin. Xanima malê jî em dişînin maleke din, ji bo ku em xwe tam azad û serbest his bikin û bikanibin sifreya dilê xwe li ber hev raxin.
Ji ber ku di nava me da jin tunene, loma jî her kes dikane bi rengekî serbest derdê xwe, tecrûbeyên xwe ji hev ra bibêje.
Lê wa nifira xaniman qebûl bûye, emê li der ji sar û sermayê biqefilin. Stockholm hîn sar e, bedena me hîn rindikî germ nebûye…
XXX

Xulaseya jiyana min ji van hersê gotinan îbaret e: Xam bûm, keliyam, şewitîm.
Mewlane

XXX
Bala xwe bide kûsî, ancax gava serê xwe ji qêlik derdixe dikane bi pêş da here.
James B. Conant

XXX
-Heger tu dibêjî ezê sibe bibim merivekî cuda, çima tu ji îro da dest pê nakî?
-Evîn wek mehîneka serî ji swêr stendibe, ne guh dide rakişandinê û ne jî li swêr gudarî dike.