07 juli 2013

Tirkiye welatekî pir ecêb e

Bawer bikin Tirkiye welatekî pir ecêb e, welatekî derî dinyayê ye. Ev çend roj in medyaya tirk bi darbeya Misrê ji xew radibe û bi darbeya Misrê radikeve. Di hemû kanalên telewêzyonan da 24 saatan li ser darbeyê minaqeşe tên kirin.
Meriv dibêje belkî li Tirkyê jiyan sekinîye, siyasetmedaran, medyayê, profesoran, rojnamevan kar û îşê xwe berdane û tenê li ser darbeya Misrê dipeyivin.
Muxabîr ji meydana Tahrîrê bi helkeheleke pir mezin bênabên eynî xeberan dubare dikin.
Dû ra di stutyoyê da 5-6 kes hetanî sibê dest bi leqleqa vala dikin û aqil belav dikin.
Ev ne bes e, di nabênê da jî çend kesên din jî, yên hîn biaqil, hîn pirspor bi telefonê tevî minaqaşeyan dibin.
Û bi saetan çîrokan ji hev ra dibêjin. Her yek wek ”hamîhaman xwediyê aqil û faman” aqil dide misriyan, dide hukûmetê, dide kurdan, dide Emerîka û Ewrûpayê…
Ne diwestin, ne di qerimin, ne xewa wan tê, ne birçî dibin, ne gewriya wan zuha dibe. Dipeyivin û dipeyivin û dipeyivn….
Û hema hema hemû jî eynî merivin, şevekê li wê telewîzyonê ne, şeveke din li telewîzyoneke din in…
Mesle çi ye, xêr e, hewqas peyv ji bo çi, ez bi xwe qet fêm nakim. Ez tenê matmayî dimînim.
Ez pir kêm û hindik lê temeşa dikim, her cara ku ez bala xwe didim xeberan û qanalan saxî dikim, dibînim leqleq berdewam e.
Geleo ereb û faris jî wiha ne, ew jî wiha hetanî destê sibehan dipeyivin?
Ez welatên din yên Ewrûpayê nizanim, lê li Swêd sosireteke wiha tuneye.
Li Swêd di saeta xeberan da(şevê du caran)pir bi kurtî, belkî li dora deqîqeyekê li ser bûyerê xeber tê dayin û dû ra jî bi muxabîrê wir ra peywendî tê danîn…
Spîker 4-5 pirsan ji muxabîr dike û ew jî pir bi kurtî bersîva pirsan dide û xeber diqede. Xeber, pirs û bersîv hemû li ser hev ne zêdeyî 4-5 deqîqeyan e.
Heger bûyer pir muhîm be, spîker di xeberan da dibêje, li ser vê mijarê emê nuha li studyoyê bi filan kesî ra jî li ser vê meselê bipeyivin. Û spîker dest bi pirsên xwe dike. Heypevîn herî zêde 5-6 deqîqeyan dajo û dû radiqede.
Lê li Tirkiyê diyar e mefhûma wextê tuneye, kî dest bi axaftinê dike naqedîne, dipeyive û dipeyive.
Muxabir bi lezgîniyeke mezin dibêje û dibêje, kesên bi telefonanê beşdar dibin, dipeyivin û dipeyivin.
Kesên di studyoyê da dipeyivn û dipeyivin, teoriyê li ser teoriyê çê dikin.
Gelo kesên beşdarî van minaqeşeyên hetanî destê sibihan dibin pera digrin ya jî belaş dipeyivin?
Ez dibêjim miheqeq pere di viya da heye, heger pere tunebûya ewê kes hetanî sibê li studyoyê rûnenişta.
Lê ne mesela Misrê tenê, di her meselê da wiha ye. Dema li ser kurdan dipeyivin wiha ye, dema li ser bûyerên Taksîmê dipeyivîn dîsa wiha bû.
Di hin telewîzyonan da bûyer tunebe jî minaqeşeyên wiha hene. Ji xwe ra mijarekê dibînin û bi saetan li ser dikin leqleq…
Yanî umrê tirkan jî wek leglegê, bi leqleqê derbas dibe; leq û leq, leq û leq…
Li ba tirkan qîmeta wextê tuneye, heger hebûya elît, siyasetmedar û ronakbîrên wan ewê bi saetan nekirana leqleq…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE