06 augusti 2012

Miletperwerên me jî heyranê tirkî ne

Wek gelek tiştên me yên din, piraniya ronakbîr, siyasetmedar û neteweperestên( milîyetçiyên) me jî ne wek yên xelkê ne. Ronakbîr, siyasetmedar û milîyetçiyên xelkê ne ji zimanê dijmin, ji zimanê xwe hez dikin, bi zimanê xwe dipeyivin û zimanê xwe pêşda dibin.

Lê ronakbîr, siyasetmedar û milîyetçiyên me kurdan eksê yên xelkê ne; loma jî ew ji zimanê xwe bêtir ji zimanê dijminê xwe hez dikin.

Pûlisên îşkencecî di îşkencexaneyan da bi tirkî bi me da dîqirin û heqaretên nemayî li me dikin û li me dixin.
Zebaniyên zindanan di zindanan da bi darê zorê û bi kotek bi sedan marşên tirkî yên faşîst bi me didin ezberkirin. 

Li eskeriya bi darê zorê, bi dehana marşên tirkî yên li dijî netewa me, bi me didin gotin û bi tirkî heqaretê li me û li neteweya me dikin . 

Bi tirkî rê li ber muzîka me, folklora me û edebiyata me digrin û nahêlin em fêr bibin.
Bi tirkî me asîmîle dikin û me dikin biyaniyên zimanê me.

Yanî zimanê tirkî, di her warê jiyanê da tim bi zorê, bi lêdanê, bi îşkenceyê û bi riya tirsê xistine devê me.
Tirkî, ji bo kurdan di her warê jiyanê da tim bûye zimanê zaliman, zimanê îşkenceciyan û yê îşxalkaran.

Gava li me xistine, gava îş kewnce bi me kirine û gava li serê çiyan zarokên me kuştine bi tirkî dilşa bûne û bi tirkî halan di xwe hildane…

Di normalê da dibê ronakbîr, siyasetmedar, hunermend û milîyetçiyên miletekî, ji zimanekî ku bi vî rengî bûbe zimanê devê zaliman û şirîkê zalim û îş kenceciyan hez neke. 

Çimkî ev ziman bûye aletekî îşkencê û asîmîlasyonê û sembola zulma dewleta tirk.
Loma jî dibê ronakbîr, siyasetmedar û milîyetçiyên kurdan ji vî zimanî hewqasî hez nekirana.
Lê mixabin ew hîn jî ji zimanê xwe bêtir ji tirkî hez dikin...

Ev jî dişibe sendroma Stockholmê, piştî demekê yê mezlûm dibe heyran û evîndarê celad û zulimkarê xwe.

Dîrok rojekê ewê cengaweriya egîdên kurdan binivîsîne



Li herêma, Hekariyê û Şemzînanê ev 13 roj in ku di nabêna artêşa tirk û gerîlayên kurd da şerekî pir mezin heye. Ji ber ku dewlet nahêle çapemenî û heyetên rêxistinê siyasî û siwîl herin herêmê, loma jî kes bi rindikî nizane li herêmê çi dibe û rewş çi ye.

Lê li gorî xeberên ku heta nuha ji herêmê hatine û beyanên artêşa tirk û yên PKK-ê dane, ji herdu aliyan jî bi sedan kuştî û birîndar hene.


Di beyanên xwe da artêş tim zayiatên xwe kêm û yên gerîla jî zêdenîşan dide. Lê bi îhtîmaleke mezin rastî tam ne wiya ye, artêş rastiyê ji gel vedişêre.

Ev 13 roj ni ku artêşa tirk, bi teknîka herî pêşketî û modern, bi top û çekên herî giran, bi helîkopter û balafirên şer û bi dehhezaran leşker bi çend gerîlayên kurd ra şerekî pir mezin dike, lê li gel vê hêza xwe ya zebelih, dîsa jî nikane liberxwedana çend gerîlayên kurd bişkîne. Generalên artêşa yekmilyonî li hemberî vê mêranî û liberxwedana zarokên kurdan şeqizîne. Loma jî sansor danîne ser her tiştî, nahêlin kes here herêmê.

Yê dewletê çiqasî werin kuştin jî tu carî ne leşkerên wan diqede, ne çek û cebilxaneyên wan diqede û ne jî birçî dimînin Her tiştê wan heye, çi biqede, hewcedariya wan ji çi ra hebe tavilê dikanin temîn bikin.

Lê yê gerîla ne wisa ye. Her tiştê wî mahdût û bi sînor e; çeka wî yek e, cebilxaneya wî bi sînor e, bi qasîku kanibe bi xwe ra bigerîne.

Ez ji xwe ra difikirim û dibêjim, gelo ev gerîla çawa dikane li hemberî vê hêza hewqas mezin, hewqas roj wiha liberxwe bide?

Ev yek ji mûcîzeyê jî wêdetir e. Çend keç û xortên kurd ev 13 roj in ku li serê çiyayên Kurdistanê bi tivingên di destên xwe da li hemberî 20 hezar leşkerên profesyonel û xwedî çek û teknîk û îmkanên herî mezin û herî modern liberxwedaneke bêemsal nîşan didin.

Dîrok rojekê ewê vê qehremaniya keç û xortên kurdan, neviyên Qazî Mihemed, Şêx Seîd, Şêx Mahmûd û Seyid Riza binivîsîne. Çiyayên Kurdistanê şahidên mêranî û cengaweriya egîdên kurdan e…

Erdogan hîn nehatiye rê


Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, do êvarî di bernameya televizyonekê da dîsa agir bera erdê da û toz û dûman tevhev kir û dîsa soza qedandina ”terorê” da tirkan û got, ev kar bi hukûmetê tenê nabe, dibê milet û bi taybetî jî medîa alîkariya hukûmetê bike. 

Di bernameyê da li ser pirsa, ”ma kurd çi dixwazin?”, Erdogan bersiveke pir balkêş da. Erdogan got, ew jî nizane û dû ra jî got: ”Dema em ha

tin ser hukim, ji me ra digotin li herêmê rewşa awarte rakin em tiştekî din naxwazin. Me rakir, lê jibîrkirin. Tu dinêrî tim tiştên nû derdikevin holê, daxwazên wan naqetin…”

Tu dibêjî qey efendî sedeqeyê dide kurdan, loma jî rakirina ” rewşa awarte” dike minet, dibêje me ” rewşa awarte” rakir.

Na wele bira ”rewşa awarte” heta û heta dom bikira.
Li gorî wî, bi rakirina ” rewşa awarte” mesela kurd hel bûye. Loma jî dibê kurd êdî tiştekî din ji hukûmeta Erdogan nexwazin û PKK jî çekan deyne.

Wisa xuyaye heta ku baweriya Erdogan li hemberî PKK-ê bi zafereke çekdarî hebe, ew dev ji riya zorê û şer bernade. 

Kurd bi heyran û qurbanê, bi bangên aştiyê nikanin Erdogan ji ser vê riya şaş vegerînin. Ev yek di her beyan û axaftina Erdogan da baş eşkere dibe…

Loma jî tenê riyek heye, dibê kurd bi şer û çekan jî nîşanî Erdogan bidin ku ev rê şaş e û bi vê riyê ewê tu carî nikanibin zora kurdan bibin û kurdan teslîm bigrin.

Loma jî bêqeyd û şert çekdanîna PKK-ê ewê Erdogan bi carê da stûr û har bike. Heger çekdanîn ewê bibe, dibê ev yek bi lihevkirin û bi peymanekê bibe.

Mêrik waye ji nuha da dibêje, digotin ” rewşa awarte” rakin, wan rakir, ma hîn jî kurd çi dixwazin?
Ev şêl jî nîssan dide ku Erdogan hîn gelkî dûrî çeareserkirina mesela kurd bi riyeke aşatiyane ye.


XXX
Serokê Partiya Yekitiya Demokratîk ya kurd(PYD) û endamê desteya bilind ya kurdên Sûriyê, Salih Muslim, bi beyanekê diyar kir ku nakokiyên wan yên bi hin endamên din yên desteyê yên ji ber civîna bi wezîrê derve yê Tirkiyê ra çareser bû.

Li alî din Desteya Bilind a Kurdên Sûriyeyê jî li ser vê gelşê belavokek belav kir. Desteya Bilind di belavoka xwe da radigihîne ku van demên dawiyê hin kêmûkurî

derketine holê, lê ew sozê didin gelê kurd ku ewê li serê bisekinin û van şaşiyan dubare nekin.

Wek tê zanîn, di roja 2-8-2012-an de, endamên Desteya Bilind ya Kurdî baskê ENKS-ê bi wezîrê derve yê Tirkiyê ra rûniştibû û ev civîn ji alî PYD-ê û Encûmena Gel ve bi tundî hatibû rexnekirin û biryara rawstandina xebatên xwe di Desteya Bilind da dabûn. Lê bi vê beyanê diyar dibe ku wan ev gelş çareser kirine û wan soza berdewamiya xebateke hevbeş dane.

Vê biryara endamên Desteya Bilind ya Kurdên Sûriyê û beyana Salih Muslim ezgelkî kêfxweş kirim. Ez hêvî dikim ku şaşî û gelşên wiha dubare nebin. 

XXX
Rojnamevana tirk Ece Temelkuran, di nivîsek xwe da bal kişandiye ser "nimêja îniyê ya sivîl" ku li gellek bajarên Kurdistanê kurd naçin mijgeftan û li derve nimêja xwe dikin.

Wek têzanîn, ev zêdetirê salekê ye ku kurd li gellek bajarên Kurdistanê naçin mizgeftên dewletê û li paş meleyên fermî nimêjê nakin. Ji dêlî mizgeft û meleyên dewletê, li park û kolanan li pişt meleyên kurd nimêja xwe dikin 

û li xutbeyên kurdî guhdarî dikin.
Rojnamevana tirk Ece Temelkuran, li ser vê mijarê sekinîye û gotiye, ”kurd çima li mizgeftan nimêja îniyê nakin?”

Û dû ra jî bersîva pirsa xwe daye. Bersiva Ece Temelkuran ya vê pirsê wiha ye:
”Kurd ji bo çi li mizgeftan nimêzê nakin?

Çimki: Li mizgeftan xutbeyên ku ji Enqerê tên şandin bi meleyan didin xwendin. Dibêjin tu artêşa me muzaffer bike ya Rebî! Ew artêşa nuha bi Yûnanîstanê ra û bi Îsraîlê ra şer nake, ewê li hemerî kê muzafer be? Bi vê, hûn ji merivên mêrdînî, colemêrgî, diyarbekrî ra dibêjin; artêşa me heye, ewê lawê te bikuje...”
Û kurd jî naxwazin ji vê duaya we ra bibêjin ”amîn”! Loma jî naçin mizgeftan…


04 augusti 2012

Îran dîsa li pey kuştina kurda ye

Li gorî ku hin malperên kurd dinivîsin, Emerîkayê serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li hemberî sûîqasteke ji alî Îranê ya jî Sûriyê ve hişyar kiriye û xwestiye ku di van rojan da ew li xwe miqate be û tedbîrên parastina xwe zêde bike.

Li gorî xeberê, Emerîkayê di îstîxbara ta xwe da hukûneta Kurdistana Federe ra gotiye, îhtîmal heye ku ajanên Îranê ya jî yên Sûriyê di van rojan da li hemberî serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî sûîqastekê bikin. Loma jî dibê ew li xwe miqate be û di vî warî da tebîrên xwe bigre.

Di xeberê da tê gotin, ji ber ku nabêna Mesûd Barzanî û Malikî nebaş e û ew li dijî midaxeleya Îranê ya Îraqê ye û bêtir xwe nêzî Tirkiyê dike û di mesela Kurdistana rojava da jî roleke pir aktîf dilîze, loma jî ew bûye hedefê Îranê, Îran dixwaze wî bide kuştin.

Îdîa çiqasî rast e yan derew e meriv nizane, lê bi baweriya min dibê kurd vê îdîayê di paş guhê xwe ra navêjin û gelkî cidî bigrin.

Ji ber ku Îran dewleteke pir ahlûke ye û di cînayetên wiha da pir û pir bêbav in û dikin.
Ji xwe dîroka kurdan ya nêz û qetilkirina Dr. Qasimlo û Şerefkendî şahidê vê bêbextiya Îraniyan e. Îraniyan heta nuha hemû serokên kurdan bi derewan xistine kemînê û bi sûîqastan kuştine û ji ortê rakirine. 

Loma jî gorrbuhuştê Qazî Mihemed, di wesiyetnameya xwe da dibêje(ji ber ku ew jî bi bêbextî girtin û bidarda kirin), îranî miletekî pir bêbext e, heger ew destên xwe li Quranê jî xin dibê meriv ji wan bawer neke û bi soz ahdên wan naxebe.

Tirk, wek meymûnan pir dikin qîjewîj, qiyametê radikin, wek tavên buharê dişîrkin, digurin lê nabarin.
Lê îran ne wiha ne, pir fisgenî û wek e, dibê kurd tu carî baweriya xwe bi soz û ahdên wan neynin û tim jî hevza xwe ji wa bikin. Îranê ji cinsê mahran e, di tebîeta wan da bêbextî heye, hetim dikanin bi meriv vedin.
Loma jî dibê kurd vê îstîxbarata Emerîkayê pir cidî bigrin. 

Mesela Sûriyê jî ez bawer dikim dîsa hîleyeke Îranî ye. Ji bo ku li ser wan îspat nebe dikanin bi ajanên Sûriyê karekî wiha bidin kirin û têxin hustuyê Esed. Û ji xwe Esed jî li ser çûyinê ye.

Ez bi xwe vê îdîayê pir cidî dibînim. Ji ber ku bibgehê wê yê siyasî heye. Di van şertan da Îranê pir bixwaze serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji ortê rake.

Tirk ji cînayetên wiha bêtir di dîplomasiyê da xurt û jhêhatî ne, di dîplomasiya li hemberî kurdan da pir aktîf serkeftîne. Lê cînayetên wiha, hela kuştina serokekî wek Mesûd Barzanî ewê di roja îro da ewê newêribin bikin. Lê Îran ji desta were qet texsîr nake.

Roja azadiya kurdan hatiye


Welatê kurdan Kurdistan di destpêka sedsala 20-a da ji alî hêzên emperyalîst û kolonyalîst ve derî îradeya miletê kurd, bi darê zorê hat perçekirin û kurd li her çar perçeyên Kurdistanê ketin bin nîrê bindestiyê.
 
Ev sedsal in ku kurd li ser axa xwe bi rengekî perçebûyî jiyaneke bindest dijîn.
Lê di vê sedsala 21-ê da kurdê van sînorên sûnî yên ku bi darê zorê hatine danîn rakin û weke miletên cîran, ewê jî bigihîjin serxwebûn û azadiya xwe. Ev roj êdî hatiye.

Kurdan li başûr û rojavayê Kurdistanê dest bi rakirina van sînorên ku ew ji hev qetandine kirine. Hêdî hêdî ewê dor were rakirina sînorên herdu perçeyên din jî.
Yekîtiya me, tifaqa me ewê rakirina van sînoran nêziktir bike…



XXX
Azadiya kurdên binxetê bi def û zirne nehat, ji nişkave li deriyê wan xist. Ev yek dikane ji bo kurdên bakur(Tirkiyê) û kurdên rojhilat(Îranê) jî wiha ji nişkave were. Dibê kurd û siyasetmedarên kurdan gav û saetê ji surprîzên weha ra amade bin.
Guhertinên li herêma me pir bi lez û bez çêdibin, gelek caran texmînkirina wan zahmet e. Loma jî dibê siyasetmedarên kurd li hemberî bûyeran xafil neyên girtin. 

Xwedê kir ku Kemal Burkay ne di dewsa Mesûd barzanî da ye



Çend roj berê di nivîseke xwe da min ji Kemal Burkay û hin siyasetmedar û ronakbîrên wek wî, ji ber bêdengiya wan ya li hemberî bûyerên Kurdistana rojava û gefên Tirkiyê, gazin kiribû û gotibû çima wiha xwe bêdeng dikin?

Kemal Burkay, piştî du hefteyan di malpera Dengê Kurdistanê da li ser mijarê nivîsek nivîsîye. Lê xwezî nenivîsiya.

Burkay, di nivîsa xwe da neyartî û teoriyên xwe yên klasîk yên li hemberî PKK-ê dîsa dubare dike û dibêje, PYD rêxistineke PKK-ê û girêdayî dewleta Sûriyê ye. Esed, ji bo ku Tirkiyê nerehet bike bi qestî PYD derxist pêş.

Heger navê wî ne li bin nivîsê bûya merivê bigota xwediyê nivîsê berdevkekî wezareta derve ya hukûmeta AKP-ê ye. Kêm zêde ji bo PYD-ê tirkên nêzî hukûmetê jî eynî tiştî dbêjin.

Nivîs bi tirkîye û nivîseke pir ecêb e.
Ecêbiya nivîsê ji rubrîka(sernivîsa)nivîsê dest pê dike. Sernivîs wiha ye:

”Li Sûriyê li herêma kurd tiştê dibe û diqewime ç i ye?/Suriye Kürt Bölgesi’nde Olup Biten Ne?”
Û paragrafa pêşî ya nivîsê jî wiha dest pê kiriye:

”Xeberên ku di medya tirk da li ser pêşketinên Sûriyê yên dawî û bi taybetî jî li ser tiştên ku li bakur li herêma kurdan diqewimin derdikevin pir ecêb in./Suriye’deki son gelişmelerle ve özellikle Kuzey’deki Kürt bölgesinde olup bitenlerle ilgili olarak Türkiye medyasında çıkan haberler ve yapılan yorumlar oldukça ilginç.”

Wek tê dîtin Burkay, bi termînolojiya tirkekî dest bi nivîsa xwe kiriye, ji dêlî navê Kurdistanê, gotiye ”Bakurê Sûriyê”, ”herêma kurd”.

Burkay, do bi şev di kanala telewîzyoneke tirkî da jî eynî neyartiya xwe ya li hemberî PKK-ê û PYD-ê dubare kir.

Lê dema ji mecbûrî bahsa hukûmetê jî dikir, ji bo ku li dijî hukûmetê gotinek şaş nebêje dibû inte inta wî, devê wî li ber hev diket, digot ”qesta min ne ev hukûmet e, dewlet e”, ”vê hukûmetê gelek gavên baş avêtin” û gelek pesnên wiha.

Xwedê kesî di taliya emrê wî da şaş neke…
Piştî ku meriv vê şêl û van kirinên Burkay dibîne, meriv ji xwe ra dibêjie Xwedê kir ku Mesûd Barzanî heye û xurt e…

Xwedêneke heger Buraky di dewsa Mesûd Barzanî da bûya ewê malik li PKK-ê, BDP-ê, PYD-ê û bi milyona kurdî bişewitanda.

Bala xwe bidinê, li gel ku Mesûd Barzanî ne kurdê bakur e û wan û PKK-ê bi sedan însan ji hev kuştine, lê dîsa jî tu carî neyartiya PKK-ê, BDP-ê û PYD-ê nake, weke Burkay nabêje PKK û PYD ajanên Tirkiyê û Sûriyê ne.

Burkay, PYD-ê dike rêxistina Sûriyê û PKK-ê jî ya Tirkiyê û di medya tirk da li hemberî wan şerekî bêaman dimeşîne. Tu carî wek mezin û rîsipiyekî kurd hereket nake, nabêje vana kurd in û hêzên li dijî neyarên min in, heger şaşiyeke wan hebe jî dibê ez ^bi zimanekî maqûl alîkariya wan bikim û wan bînim ser riya rast.

Lê Mesûd Barzanî bi eksê Burkay, PKK-ê, PYD-ê û hemû rêxistinên kurdan tîne ba hev û rê nîşanî wan dide, li hemberî dijmin ji wan ra dibe star, dibêje gerek hûn tifaqa xwe xera nekin; li hemberî dewleta tirk PKK-ê û PYD-ê diparêze.

Ê ji xwe lema ye Mesûd Barzanî bûye serokekî netewî û hemû kurd jê hez dikin û Burkay jî bûye serokê grûbeke biçûk ya neyarên PKK-ê û faworîtê medya tirk û hukûmeta AKP-ê.
Xwedê kir ku Mesûd Barzanî heye û xurt e…

Neyartiya nabêna neyarên me li kara me ye

Wezareta karên derve ya Îraqê, serdana wezîrê karên derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ya Kerkûkê bi tundî şermezar kir û got, serdana Ahmet Davutoglu ya Kerkûkê binpêkirina serweriya Iraqê ye. Bexdayê, helwesta herêma Kurdistanê jî rexne kiriye û bi rengekî sergirtî kurd jî tehdît kiriye.

Di daxuyaniyê da tê gotin ku serdana Davutoglu bêyî agahdarî û destûra Bexdayê hatiye kirin û ev yek binpêkirina se
rweriya Îraqê ye.

Şêwirmendê Nûrî Malikî jî derbarê serdana Davutoglu da beyanek daye û di beyana xwe da gotiye, ”Tirkiye bi rengekî vekirî xwe tevî karûbarên Îraqê yên hundur dike. Dibê konsolosxaneya Tirkiyê were girtin û mafê me yê girtina Davutoglu heye.”

Min bi xwe ev reaksiyona Bexdayê pir eciband û gelkî kêfa min jê ra hat. Xwedê bike Bexda beyanên hîn tundtir bide û derbarê Davutoglu da jî biryara girtinê derxe.

Neyarên me çiqasî bihevkevin ji me ra hewqasî baş e. Dostiya nabêna dijminên me heta nuha timtim zirar daye me, tim malik li me viritandiye. Ji bo ku em hinekî bîna xwe bigrin ez hêvî dikim ku nabêna Îraqê û Tirkiyê xerabtir bibe.

Ya din, ev şêla hukûmeta Malikî ya pir sert ewê bibe sebebê ku Tirkiye ji bin da hêviya xweji Malikî bibire û xwe bêtir nêzî kurdan û Kurdistana Federe bike. Û ev jî li kara me ye.

Tirkiye li hemberî vê sertiya Bexdayê ewê bêdeng nebmîne, sibe ewê jä bersîveke tûj bide wan. Bi vî rengä ewê nabêna wan her kur here xerabtir bibe. Helbet di vir da rola Îranê jî heye, Malikî hinekî din jî ewê xwe nêzî Îranê bike û Tirkiye jî ewê aciz bibe. Ev dijayetiya nabêna wan li kara me ye.

Malpera ANF-ê ji bo vê serdana wezîrê karê derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu gotiye, ” serdana Davutoglu ya Kerkûkê ya korsan”.,

Ji bo çi ”serdana korsan”min fêm nekir?
Rojnameyeke ereb ev sernivîs bavêta min fêm dikir, lê belê malpereke kurd ya wek ANF-ê ji bo çi ji serdanê ra gotiye ”korsan” ecêb e!

Bi dîtina min aciziya hukûmeta Malikî li hemberî Tirkiyê ji bo me kurdan tiştekî pir baş e û ez hêvî dikim ku ev aciziya Bexdayê li hemberî Tirkiyê zêdetir bibe...

02 augusti 2012

Di civatên matamatîkê baş nizanin da edalet tuneye.


Matamatîkçiyê sedsala 20-an yê herî bi navûdeng John Nashê emerîkî gotiye:
-Matamatîka baş edalet e.
Û dû ra jî gava fêr bûye ku Tirkiye di matamatîkê da li cîhanê ji dawiyê di rêza duyem da ye lê zêde kiriye û gotiye:

-Di civatên matamatîkê baş nizanin da edalet tuneye.
Camêr çiqasî rast gotiye, li Tirkiyê bira başzanîna matamatîkê li wir bimîne, nîvê civatê hîn anelfabet e. Û piraniya kesên xwe

nda û xwedî dîplome jî hîn herfên biçûk û mezin ji hev nagerînin, hîn nikanin li ser zirfekê edresekê rast binivîsînin.

Loma jî li welatekî wiha paşdemayî ne mimkûn e ku edalet hebe. Heger edalet hebûya berdûşekî wek Erdogan nedibû serokwezîr û Bahçelî jî nedibû serokê partiyeke bi milyonan rayan digre.
Ê qey Xwedê çiyê dibîne berfê lêdibarîne…



XXX
Kurd di daxwzên xwe da biheq in û wek hêz jî gelkî xurt in. Tiştê hewce ya jî hinekî kêm aqilekî mişterek û tifaqeke netewî ye. Dema aqilê mişterek û tifaqa netewî bi heqî û hêza kurdan ra bibe yek ne Tirkiye, li cîhanê tu hêz nikane rê li ber rizgarbûna kurdan bigre.

Li her çar perçeyên Kurdistanê çel milyon însan ji bo azadiya xwe rabûne ser nigan, ne mimkûn e ku tu kes kanibe heta û heta vê hêzê rawestîne û bindest bihêle.



XXX
Bi fermana wezîrê karê navxweyî yê Tirkiyê Îdrîs Naîm Şahîn, serokê belediya bajarê Sêrtê yê BDP-ê Selîm Sadak jî ji wezîfê hate girtin.

Bi vê ezilkirina Sadak demokrasiya Tirkiyê hinekî din pêşda çû, azadî hinekî din li Tirkiyê zêde bû.
Bira çavê hemû parlamenterên kurd yên AKP-yî û kurdên hevalbend û dostên AKP-ê ronî be, wa ye kurdekî din jî ji ber xwe daxistin…

01 augusti 2012

Erdogan dîsa dest bi "xetên xwe yên sor" kir

Li gorî ku çapemeniya tirk û hin malperên kurd dinivîsin Tirkiyê gelek tank û çekên giran li herêma Surûcê, li ser sînorê bajarê Kobanê bicîkirine. 

Tirkiyê du roj berê li herêma Nisêbînî jî eynî tiş kiribû, li wir jî gelek tank û çekên giran bicîkiribû.
Serokwezîr Erdogan, do di axaftina xwe da dîsa kurdên Binxetê tehdît kir û got, wezîrê karê derve Davutoglu sibe(îro) dihere Hewlêrê, ewê daxwzên me ji kurdên başûr ra bibêje. Heger kurd daxwzên me bicî neynin wê demê em dizanin emê çi bikin.

Yanî ewê êrîşê bibin ser kurdan…
Davutoglu îro çû paytexta Kurdistana başûr û bi serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ra dest bi hevdîtinan kir.

Hukûmeta AKP-ê bi van tank û topên ku li ser sînorên Kurdistana Rojava bicî dike li hemberî kurdan şerekî psîkolojîk dimeşîne û dixwaze çavê kurdan bitirsîne. 

Di normalê da li rojavayê Kurdistanê tu bûyereke li hemberî Tirkiyê çênebûye, kesî êrîş nebiriye ser Tirkiyê.
Lê dîsajî pere nake, çimkî hukûmeta AKP-ê ne ji ber ”hin sebeban” kurdan tehdît dike û dibêje ew qebûl nakin ku kurd li başûr bibin xwedî statu û desthilat. 

Ji ber ku Tirkiye li dijî azadiya kurdên rojav ye loma. Erdogan çawa nedixwest kurdên başûr ji bin zulma Seddam xelas bibin, naxwaze kurdên binxetê jî ji bin zulm û bindestiya rejîma Esed xelas bibin.

Erdogan çawa ku naxwaze mafê kurdên xwe bide, her wisa naxwaze kurdên binxetê jî bibin xwedî maf û desthilat.

Tirkiye dibêje heger li başûr jî kurd bibin xwedî statuyeke siyasî ev yek ewê tesîrê li kurdên bakur(kurdên Tirkiyê) jî bike, ewê pişteke din ji wan ra çêbibe.

Mesela PYD-ê û PKK-ê hemû qal û qîl in, yanî mahne ne, PYD tunebûya jî şêla Erdogan û hukûmeta wî ewê her wisa bûya.

Ma deh sal berê li Îraqê PYD hebû?
Na, lê hukûmeta AKP-ê ji bo ku li Îraqê kurd nebin xwedî statuyeke siyasî dîsa eynî tişt kir. Ji bo kurd li Îraqê nebin xwedî desthilat, hukûmeta AKP-ê bi salan dijayetiya kurdên başûr kir, hebûna wan nas nekir.

Yanî Erdogan do li hemberî kurdên Îraqê çi siyaset meşand, îro jî li hmberî kurdên Sûriyê eynî siyasetê dimeşîne. PYD û PKK hemû bahaneyên îdeolojî û siyaseta Erdogan ya nîjadperest û kemalîst e…

Helbet dibê kurd siyaseteke biaqil bimeşînin, bahaneyên teşxelê û şer nedin detstên tirkan. Lê wekî din jî tu sebeb tuneye ku kurd ji gef û tehdîdên Erdogan bitirsin.

Meriv hêvî dike ku hukûmeta AKP-ê dînîtiyekê neke û êrîşê nebe ser kurdan, lê dema kir jî sedîsed ewê li zirarê derkevin. Ew çi bikin jî ewê nikanibin rê li ber azadiya kurdan bigrin, dora kurdan hatiye, weke her miletî kurd jî ewê azad bibin û bigihîjn mafên xwe yên netewî.