06 augusti 2012

Dîrok rojekê ewê cengaweriya egîdên kurdan binivîsîne



Li herêma, Hekariyê û Şemzînanê ev 13 roj in ku di nabêna artêşa tirk û gerîlayên kurd da şerekî pir mezin heye. Ji ber ku dewlet nahêle çapemenî û heyetên rêxistinê siyasî û siwîl herin herêmê, loma jî kes bi rindikî nizane li herêmê çi dibe û rewş çi ye.

Lê li gorî xeberên ku heta nuha ji herêmê hatine û beyanên artêşa tirk û yên PKK-ê dane, ji herdu aliyan jî bi sedan kuştî û birîndar hene.


Di beyanên xwe da artêş tim zayiatên xwe kêm û yên gerîla jî zêdenîşan dide. Lê bi îhtîmaleke mezin rastî tam ne wiya ye, artêş rastiyê ji gel vedişêre.

Ev 13 roj ni ku artêşa tirk, bi teknîka herî pêşketî û modern, bi top û çekên herî giran, bi helîkopter û balafirên şer û bi dehhezaran leşker bi çend gerîlayên kurd ra şerekî pir mezin dike, lê li gel vê hêza xwe ya zebelih, dîsa jî nikane liberxwedana çend gerîlayên kurd bişkîne. Generalên artêşa yekmilyonî li hemberî vê mêranî û liberxwedana zarokên kurdan şeqizîne. Loma jî sansor danîne ser her tiştî, nahêlin kes here herêmê.

Yê dewletê çiqasî werin kuştin jî tu carî ne leşkerên wan diqede, ne çek û cebilxaneyên wan diqede û ne jî birçî dimînin Her tiştê wan heye, çi biqede, hewcedariya wan ji çi ra hebe tavilê dikanin temîn bikin.

Lê yê gerîla ne wisa ye. Her tiştê wî mahdût û bi sînor e; çeka wî yek e, cebilxaneya wî bi sînor e, bi qasîku kanibe bi xwe ra bigerîne.

Ez ji xwe ra difikirim û dibêjim, gelo ev gerîla çawa dikane li hemberî vê hêza hewqas mezin, hewqas roj wiha liberxwe bide?

Ev yek ji mûcîzeyê jî wêdetir e. Çend keç û xortên kurd ev 13 roj in ku li serê çiyayên Kurdistanê bi tivingên di destên xwe da li hemberî 20 hezar leşkerên profesyonel û xwedî çek û teknîk û îmkanên herî mezin û herî modern liberxwedaneke bêemsal nîşan didin.

Dîrok rojekê ewê vê qehremaniya keç û xortên kurdan, neviyên Qazî Mihemed, Şêx Seîd, Şêx Mahmûd û Seyid Riza binivîsîne. Çiyayên Kurdistanê şahidên mêranî û cengaweriya egîdên kurdan e…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE